ASIYA ABDULLAH: DI DU SALÊN PÊŞ DE WÊ TÊKOŞÎN Û XEBATEK MEZIN JI ALIYÊ JINAN VE WERE KIRIN
Li ser paşxaneya lidarxistina 3’mîn Kongreya Meclisa Jin a PYD, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Asiya Abdullah ji malbera me re axivî û li ser armanc û encamên vê kongreyê nirxandinek kir
Ji bo li darxistina kongreya meclisa jin a sêyemîn bi diruşmeya ” jin jiyan azadî misogeriya avakirina civakeke exlaqî siyasî demokratîk e” ji bo em karibin xebata xwe ya du salên borî binirxîninû ji bo salên pêşîn xebatên stratejîk li pêşberî meclisa jin hene, divê em aliyên wan temam bikin, hem xwbatên bi rêxistinên jinan re ne, hem ji bo em karibin di aliyê zanista jin de, çareserkirina pirsgirêkên jin de, bi tevahî ev kongre ji bo em karibin rola jin baştir pêş bixin.
Xala duyan jî ew e ku rola meclisa jin di nava partiyê de pir giring e, ji ber ku sîstema partiyê sîstema hevserokatî ye û hemû saziyê me yên partiyê li ser vê piresîpê xebata xwe didin meşandin, ji bo wê him meclisa jin di hundir partiyê de, hem bi nasnameya xwe ya xweser xwe bi rêxistin dike û mekanîzmeya xwe ya rêxistinî bi xwe dimeşîne û ji bo hemû biryarên têkildarî jinan, meclisa jin esas e.
Bi nêrîneke din, hebûna meclisa jin di nava PYD’ê de, ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk ristekî esasî ye, li ser bingehê meclisa ji him bi nasnameya xwe ya xweser him di nava PYD’ê de bi giştî giring e.
Ji destpêka #şoreşa Rojava# ve, em weke partî me xeta sêyem wergirt, çi siyaseta ku li ser asta hundir an jî derve dihat kirin, rola jin di wan xebatan de serek ye. Ji bo wê, lidarxistina kongreya #Jina kurd# bi beşdarbûna nêzî 400 delgeyan di vê demê, ji bo em karibin hin mijarên rêxistinî an siyasî, destkeftiyên şoreşa Rojava û bandora wê li ser hundir û dervayî welat binirxînin. Her weha di nava du salên derbasbûyî gelek hemleyên bi wate hatin lidarxistin, weke hemleya azazdiya rêber Apo û têkoşîna li dijî şideta li ser jinê, em dikarin bêjin ku xebateke pir girs û bi wate di van du salan de hate kirin.[1]