Xwe dikin mirovhez û dijî vê azadiya me ne
Cîwaziya rêbaza ronakbîr Ocelan
Biradostê Mîtanî
Em zanin ku desthilatdar û kapîtalîzman siyaset kirine bercewendî . Mafên mirovan û çarenûsa gelan li cem wan bûne bazarên kirîn û firotinê û îro tu dewlet ,ta Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Rêxistina Netewên Yekbûyî jî ketine wê çarçoveyê de û guh nadin dozên gelên bindest û ji mirovahiyê re nakin.
Îro li #Rojavayê Kurdistanê# bi saya Berxwedêr,dilsoz û pakrewanan netew bi giştî û gelê Kurd bi taybet azad bûne û Rêvebiriyek Xweser ji bo xwe ava kirine.
Rêjîmên dagirker xwestin ku roniya vê azadiyê kor bikin û îro jî rêjîma Tirkiyê dibêje mîna #Efrîn# ,Girê spî û Serê kaniyê- Yên di riya Rosiyê û Tiramp re dagir kirye – Emerîka nahêle ez deverên mayî jî ji Rojava dagir bikim û rêjîma Sûriyê ya baweriyê bi mafê gelê Kurd nayine û bi Rêvebiriya Xweser re nakeve guftûgoyan de ,bi mehneya ku Emerîka li Herêmê ye û têkiliyên HSD pêre hene.
Hêzên tûndirew yên mîna Daiş xwestin ku herêmê talan bikin. YPG ,YPJ û HSD herêm di riwên wan de parastin û bi hevgirtin ,rêxistin û mêraniya xwe bûne egerên ku (73) dewlet bi navê Hevpeymana Navdewletî hêviyên xwe di tekoşîna wan de dijî Daişê bibînin û têkiliyan bi wan re vekin û her du alî alî hev bikin . Bi wî awayî aramncên wan Hêzên leşkerî yên Rêvebiriya me ya Xweser ên mirovahî û bercewendiyên wan dewletan ên ku bi serokatiya Emerîkayê ne , di wî warî de bûn yek.
Ew têkilî ketine cihê nerazîbûn û dijminatiya Rêjîmên dagirkerên Kurdistanê de û hezar carî mixabin wilo nerazîbûna rêxistinên ku xwe dikine yên mirovahî û çebger ,bi taybet ên komonîst û wilo oldarên misilmanan de jî ,yên ku di wê bîrdoziya xwe de dibine alîgirên çanda nejadperset ,desthilatdar û şovînîziman û bîrdoziyên yeknetew de,lewra siyasetek çewt dijî azadiya Kurdan ava dikin û wan tewane dikin bi hevalbendên Emerîkayê û hemû kes zane ku ne Rêvebiriya Xweser û ne gelê Kurd Emerîka aniye herêmê û ne ew wê li herêmê dihêlin. Ji ber wilo ew hemû aliyên xirab di bara mafê gelê Kurd de siyasetê dipirçiqînin û dibêjin kurd hevalên Emerîkayê ne ,lewra di Sûriyê de rikber û rêjîm û rêjîma Tirkiyê Rêvebiriya Xweser ji guftûgoyan dûr dikin û ew hemû ji xwe re dikin merc ku kurd destên xwe ji Emerîkayê bikişînin ,bêyî ku tu çareserî û stratîciya demuqratîxwaz û biratiya gelan bi wan re hebe û ya dil êş ew e ku rêxistin û partiyên xwe dikin xwediyên rêbaz û dirûşmên mirovhahiyê ,ketin bin bandora çanda wan de û helwestên xirab ji vê azadiya ku Kurdan hinekî bi dest xistiye ,digirin û Emerîkayê dikin mehneya wan helwestên xwe yên dijî vê azadiya me.
Em zanin ku ew alî wilo dibêjin ji bo ku Kurd bi tena xwe bimînin û heger ku Emerîka here wê xwe dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bikin yek . Wê rêjîmên dagirkerên Kurdistanê û nejadpereset hewil bidin ku ava serê netewa Kurd a azadîxwaz bikelînin û wan mîna hovan dabelînin. Lê em bi hêvî ne ku me hêz û siyaseta xwe rast ava kiriye ku em li ber xwe bidin ,ta ku piştî Emerîkayê xwe ji herêmê vekişîne jî.
Lewra em dibêjin ev siyaseta ku hinek ji aliyên xwe dikin çep û sosiyalîst û oldar ve li herêmê dimeşînin û çandeyek ne avaker girtine ,ne di xizmeta gelan û çareseriya aloziyên ku heyî de ne.
Mesela ku komîta bi navê destûra Sûriyê û civînên bi navê rikberê û rêjîmê de, ew aliyên nexêrxwaz tev mehneya têkiliyên HSD û MSD bi Emerîkan re dikin û wan ji nav wan gotûbêjan dûr dikin û dikine sûncê HSD û MSD . Ev gotin ne rast e û tu nanî nade doza gelan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re û nade demuqratiyê jî ,ji ber hişmendiya wan xirab e,lewra wan mehneyan dikin û li benda çûna Hevpeymanan e. Navdewletî û Emerîkayê ne ku vê azadiya Kurdan ya hinekî çêbûyî li Başûr û Rojava tune bikin.
Bi dawî : Xwezî me dîtîba ku gotar , gotin û siyaseta van aliyên ku xwe dikin çep ,sosiyalîst ,oldar û yan Komonîst neketibana xizmeta rêjîmên diktator û desthilatdar de. Ne ku siyaset û çanda wan a dijî Emerîkayê û Iempiriyalîstê me û azadiya me ya çêbûyî bi keda kurdperwer ,dilsoz ,mirovhez û pakrewanên di agirê wê bîrdoziya xwe de bişewitînin.[1]