Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,977
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,778
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
LI HIMBER ÎSRAÎLÊ HELWESTA TIRKÎYÊ YA EŞKERE Û VEŞARTÎ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
LI HIMBER ÎSRAÎLÊ HELWESTA TIRKÎYÊ YA EŞKERE Û VEŞARTÎ
LI HIMBER ÎSRAÎLÊ HELWESTA TIRKÎYÊ YA EŞKERE Û VEŞARTÎ
LI HIMBER ÎSRAÎLÊ HELWESTA TIRKÎYÊ YA EŞKERE Û VEŞARTÎ
BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ DI ZIHNIYETA AKP-MHP DE
kurdiyar dirê`î
Ta ku mirov bighêje rastiya helwesta sîstem an jî rêjîma heyî di tirkîyê de li himber geşedanên ku di rojhilata navîn de rûdidin, Xwendineke rast ji siyaseta tirkîyê ya hundirîn û derve re pir pêwiste . Siyaseta tirkîyê ya derve li ser bingehê siyaseta wê ya hundirîn ava dibe , anku heger mirov bixwaze rastiya helwestên siyasî ya Tirkîyê li himber bûyer, geşedan û pêşketinên di herêmê de nas bike pwiste vegere bingehê siyaseta ku Tirkîyê li ser tevgerê dike.
Dewleta Tirkîyê ya heyî ne berdewamiya dewleta osmaniye, belê yek ji wan dewletane ku ji nava perçekirina dewleta Osmanî ve hatiye holê, mîna îraq, sûriye, urdin , israîl HWD. Û nijada Tirk ji nava bi dehan nijadên ku di himbêza dewleta osmanî de jiyandikirin de xwe berdewamiya osmaniyan dîtine û nijadên din dinava sînorê Tirkîya avabûyî de dane ber qirkirin û inkarkirinê. Em ji bîr nekin ku peymana sêverê 1920 dewletên serkeftî di şerê cîhanê yê yekemîn de danîne ku dewleteke Ermenî û kurdî jî dinav de hebû , her wiha peymana #Lozan# ê 1923 jî eynî wan dewlean danîne û dinav de dewleta kurdî û Ermenî hatine redkirin, anko van dewletan li gorî berjewendiyên xwe basa mafên gelan di sêverê de kirine û li gorî berjewendiyên xwe jî di Lozanê de mafên gelan redkirine, mebestame ewe ku dewleta Tirkîyê ya heyî, dewleteke çêkiriye bi armancin navnetewî hatiye organîzekirin weke wê weke avakirina israîlê ye, bi armancin navnetewî hatiye organîzekirin, lewra tirkîyê ji avabûnê de di wê metirsiyê de ye ku sêvereke nû li gorî geşedanên herêmî û cîhanî xwe bi de pêş û li ser vê metirsiyê siyaseteke inkar, qirkirin, demografîguhertin û tirkirinê dinava sînorê xwe de daye meşandin, bi taybet ev siyaset li ser gelê kurd û kurdistanê pêk aniye kontrol bike û derfetê nede vejînbûna doz, hest û hêviyên netewî li ba gelê kurd, û derbasbûna Tirkîyê di nava Nato di 1952 de, yek ji armancên wê yên sereke parastina sînorê Tirkîyê yê heyîbû, anko Tirkîyê bingeha siyaseta xwe li ser bingehê mayîndekirina hebûna xwe, weke dewleteke çêkirî li hesabê gelên resen bi taybet kurdan tevgeriyaye û digere, û çi ferweriyên ku rêveberiya Tirkîyê kirine, dosyaya sereke li ber wan dihate danîn ewbû bidawîkirina doza kurdîbû, û yek ferweriyê jî ev armanc pêk neanîne, tevî ku ta asteke bilind dikarîbûn doza kurdî lawaz bikin û civaka kurdî ji hev bixînin, piştî têkçûna şoreşa Agiriyê sala 1939 û ta 1984 ji ber ku bêdengiyeke mezin xwe li kurdistan û doza kurdî dorpêç kiribû ,û Tirkîyê kurd weke neteweke têkçûyî, mirî û bê vîn hesab kirine û ketine wê baweriyê de ku îdî nema dikarin li ber xwe bidin. Di salên şêstiyî de bi pêşketina tevgera siyasî di bakurê kurdistanê de bi taybet Ji 1978 û şûnde bi derketina tevgera azadiya kurdistanê (PKK ) re, bêdengiya li ser doza kurdî û gelê kurd hate şikandin û Tirkîyê ketibû nava rewşekemetirsîdar de ku ew laşê mirî (kurdistan ) ji nûve zindî dibe û hebûna Tirkîyê di metirsiyê de ye , ne Tenê Tirkîye, belê çêkerên dewleta Tirkîyê jî ketibûn nava metirsiyan de lewra di 1999 de komploya navnetewî li ser rêber Ocelan dane meşandin û ta roja îro di zindana imraliyê de dîlgirtiye, û israîl yek ji wan dewletên serekenûn di dîlkirina rêber ocelan de, her wiha di alîkirna bi Tirkîyê re him leşger, û him istixbaratî di şerê li himber tevgera azadiyê de bi taybet di salên notî de.
Bi derhatina buhara Erebî re 2010-2011 û ketina rojhilata navîn di nava guhertin û veguhertinan de bi taybet ku di demin pir kin de rêjîmin Erebî hatin hilweşandin, û derbasbûna hêzên navnetewî di rojhilata navîn de bi taybet li Îraq û sûriyê û bilindbûna asta #DOZA kurdî# li başûr û #rojavayê kurdistanê# bi taybet di nava şerê bi (Dayîşê) re, Tirkîyê li jêr desthilatdariya AKP-MHP de ketin metirsiya avabûna dewleteke kurdî de bi taybet ku di rojavayê kurdistanê de deskeftiyên mezin çêbûn û xweseriyeke demoqratîk hate damezirandin û hêzên wê yên leşgerî (YPG,YPJ, HSD) bûn hevbeşê kwalisyona navnetewî ya li himber dayişê, lewra ta bi hevalbendên xwe re ketiye nava nakokiyan de û ew tawanbar kirine ku dewleteke kurdî ava dikin , û kete nava hevpeymanên tersî hev de bi Rûsiya , Dayîş, mûxalifên sûriyê (ixwan elmuslimîn,)îran re û helwestên xwe ji rêjîma sûriyê ji dijberiyê ketiye lihevhatinê de, tev de bi armanca tunekirina gelê kurd û rêgirtina li ber çi imkanên avabûna statûyeke kurdî di deverê de.
Bi rûdana şerê dinavbera israîl û Hemasê de û zêdebûna gumanên ku ev şer wergere şerekî herêmî berfirih re, Tirkîyê ketiye nava gumana ku erdnîgariya siyasî di rojhilata navîn de û bi taybet di ya herêmî de ber bi guhertinê ve dire, lewra ne ji xweberve serokê Tirkîyê Erdogan gotibû ku ew teroristanekê li ser sînorên xwe napejirînin, û çep û rast tuhmet û rexne li hevalbendên xwe yên di Nato de û li Emerîka belav kiriye, lewra helwesta Tirkîyê ya ku li ber çavan li himber israîlê pir tunde û basa mafê mirovan, tawankirina israîlê dike ,dadgehkirina wê dike û her wiha hebûna hêzên navnetewî di herêmê û sûriyê de rexne û red dike, helwestin ne cidîne bi qasî ku helwestên veşartina maska li ber rûyê wê ye ku xwe kiriyê parêzvanê cîhana islamî ya sunî û gelê Tirkîyê, Ereb, Misilman Pê xapandine her wiha pîvankirine, ezmûnkirine ji hêzên navnetewî re dimilê ku bizanibe ka ewjî mîna israîlê dikare roniya kesk bistîne û li himber gelê kurd û bi taybet li bakur û rojhilatê sûriyê qirkirinan pêk bîne û êrîşên di despêka 2024 de yên li ser binesazî, sifîl û asayîşa bakur û rojhilatê sûriyê di vê çarçoveyê de bû , wekî din û li paş perdeyan, Tirkîyê ji israîl, Nato û Emerîka bi tenê serê Kurdan dixwaze ne parastina filestîniyan.
Lewra helwest û siyaseta tirkiyê ya derve girêdayî siyaseta Tirkîyê ya hundirîne, ku di çarçova mayindekirina dagerkeriya xwe li ser kurdistan û tunekirina doza kurdî de ye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 734 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://pydrojava.org/ - 26-09-2024
Gotarên Girêdayî: 12
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-09-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-09-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-09-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 734 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.531 çirke!