Pênasiyek li ser komara Mehabadê
Biradostê Mîtanî
Pêşdemiya Komarê.
Piştî ku îran di navbera dewletên serkeftî de ,di şerê cîhanê yê (2)ê de parçe bû ,#Rojhilatê Kurdistanê# bû para #Yekîtiya Soviyêtê# .
Di 1945 de nûnerên Komela Jiyanî Kurd çûne bajarê Baku paytexta Azirbêcanê û bi nûnerê hikûmeta Soviyêt Mîr Cafer Baqirov re civiyan. Wî ji wan xwest ku Kurd tevlî Komara Azirbêcanê bibin. Lê wan xwest ku rêvebiriyek Kurdî taybet li Mehabadê çêbibe.
Soviyêt ji wan xwest ku navê Komela Jiyanî Kurd bikin Partî Demuqratî Kurdistanî (PDK).
-Binyadkirina Komarê.
Piştî (6) heyvan di #25-07-1945# de Pêşwe qazî Mihemed û (60) serkirdeyên Komelê, li Navenda Çandê ya Yekîtiya Soviyêt li Mehabadê civiyan. Li wir biryar dan navê Komele bikin PDK û ku Komara Kurdistanê (Mehabad) a Mafê Otonomî ava bikin.
-Avakirina Komarê .
Di 22 çileyê paşî de 1946z Komîta giştî ya PDK pêşewe Qazî Mihemed hilbijart weke serokê PDK û wilo yê Komarê û yê artêşê jî.
Hacî Baba Şêxê Cemiyan bû serokê Hikûmerê û wî hikûmet ji (12) wezîran ava kir.
-Merasîmên raghandina Komarê.
Bi amedebûna cemawerekî mezin û siyasetmedar û rêvebirên komarê ,li meydana Çarçira ,ya li bajarê Mehabadê 22-1-1946z ,bi şahiyeke mezin ala Komara mehabad hate hildan û Qazî Mihemed jê re li patê (Silav kir)da.
-Çima Yekîtiya Soviyêt pişta wê girt?.
Dewletan pişta wê nedigirt. Tenê Yekîtiya Soviyêtê ji bo zextan li Birîtaniya û Emerîka bike pişta wê girt û arî kir û ji bo bercewendiyên xwe bi rêjîma îranê re -weke fişarê lê bike -ew ava kir
-Kesên Komarê yên navdar :
Pêşewe qazî Mihemed :Serokê Komarê.
Hacî Baba Şêxê Cemiyan : Serokwezîr.
Kerîm Ehmedî :Wezîrê Berîdê.
Menaf Kerîmî : Wezîrê Perwerdê.
Mihemedemîn Hisênî:Wezîrê Navxweyî.
Hacî Rehman Êlxan Zade : Wezîrê Tirafîkê.
Ehmed Ilahî : Wezîrê Aboriyê.
Hacî Mistefa Dawidî: Wezîrê Bazirganiyê.
Mehmûd Welî Zade : Wezîrê Çandiniyê.
Xelîl Xisroyî: Wezîrê Kar.
Sedîqê Heyderî: Wezîrê Ragihandinê.
Ji Başûrê Kurdistanê Seydayê Berzanî serleşker bû û ev efser jî : Izet Evdilezîz û Mihemed Mehmûd û Xêrele Evdilkerîm û Mistefa Xoşnav.
-Destkeftiyên Komarê.
Avakirina Komarê vedengek geşbînî li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet û li Kurdistanê bi giştî da. Hestên netewî geş bûn û hêvî bi azadiyê xurt bûn . Gelekan ji kesaytên Kurdistanî serdana Komarê kirin û miletê Kurd pir pê dilşad bû.
Rast e ku tenê (11) heyvan komarê berdewam kir. Ji 22 heyva Çileyê Paşî ta16 heyva Çileyê Pêşî ji 1946z ,lê wê destkeftiyên pir bi nirx pêk anîn, di layê perwerdeya bi zimanê Kurdî ,li ser bingiha rêbazên taybet bi Komarê ve ,ne pirtûkên rêjîma Îranê. Gavên pêşketî di raghandinê de avêtin . Radyo û rojnama Kurdistan hebûn û asteyek rewşenbîrî peyda bû û çapxaneyek pêk hat. Pêşketinên civakî û pêşesazî bi dest xistin. Di aliyê mafê jinê de guhdanek taybet hebû . Rêzdar Mîna Qazî Mihemed serokatiya komela Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir . Her wiha di gelek aliyên din de jî.
-Sedemên hervandina Komarê.
Rast e yên mîna qazî Mihemed û beşek ji gelê Kurd bi dilekî gerim û dilsozî û wilo partiya PDK pê rabûn û li gor karîna xwe destkeftî û serkeftin û çaksazî pêk anîn , lê ji aliyê rêxistinî ve ,ne xurt bû û hêza wê lawaz bû ,ji ber ku hişmendiya Zaneyî kêm bû . Milet gelekî tevlî nedibû.Gelek siyasetmedar û rewşenbîr ji ber bercewendiyên xwe ditirsihan. Gelek malbat û eşîran xwe jê dûr dikir. Tenê ji sêyekan yek ji xaka rojhilatê Kurdistanê di bin desthilatdariya Komara Mehabat de bû.Bajarên Mehabadê , Bokanê,Nexdê,Pîranrê û Aşnewê bûn .
Komara Mehabad ji aliyê Yekîtiya Soviyêt ve herivî ,ji ber ku çawe lihevhatin bi Emerîka û birîtaniya re ,li ser yekbûna xaka îranê çêkir ,xwe ji Îranê vekişand û dest ji piştgiriya Komara Mehabad berda û peyman bi rêjîma Îranê re li ser petrol û xazê çêkir û ji dêla wilo destûra artêşa wê li Komarê da .
-Encamên herivandina Komarê.
Artêşa Komara Mehabadê zû herivî .
Seydayê Berzanî û nêzîkî (500) pêşmergeyî koçî Soviyêt bû. Rêjîma Îranê bi xirabî tol li gel û rêvebirên Komarê hiland û pêşewe qazî Mihemed û hijmarek ji wezîrên Komarê û birayên wî Seyfî Qazî û Sedir Qazî di (31) Avdarê 1947 hatin bidarvekirin.
Li Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê rêjîma Iraqê ve ,ew efserên pêşmergan: Izet Evdilezîz û Mihemed Mehmûd û Xêrele Evdilkerîm û Mistefa Xoşnav hatin bidarvekirin.
Tevgera Kurdî bi serkêşiya PDK demekê êşiha li piştre bi serokatiya pakrewan Evdilrehman Qasimlo geş bû û şerê çekdarî ragihand û kete berxwedana şoreşgirî de.[1]