=KTML_Bold=Ji Pêşveçûna #Sînema Kurdî# -2-=KTML_End=
Aloziya Sûriyê û çareseriya wê
Biradostê Mîtanî
Sînema Kurdî bi gavan ber bi avakirina xwe ve diçû. Derhêner Memdûh Yon zîp romana nivîskar Yeşar Kemal a bi navê Efsaneya Çiyayê Agirî kire filmek. Piştî wê bi salekê Derhêner Bêlkî Olcak filmê Rojek Dê werê, derhêner kir. Di sala 1982z derhêner Êrol Kiral filmê Demsalek li Colemêrgê çêkir kir.
Li serê Kaniyê , li Rojava sala 1985z hewildanek çêbû ku cara yekem filmekî Kurdî roniyê bibîne li ser destên D. Kerîm Daxistanî û komek ji dostên wî mîna Mano Xelîl û Ekrem Heydo. Di wan derfetên zehmet û xebata razeyê de û bi dizî. Lê piştî film xilas jî bû sîxurê Rêjîmê pê hisihan û dane pey xebatkarên film bi lêpirsîn û zextan lewra ji stemkarî û pêstûriya zêde wan filmê xwe şewitandin.
Li Rojhilatê Kurdistanê Sînema Kurdî qonaxek serkeftî tomar kir , bi taybet li ser destên Derhêner Behmen Qubadî ji ssalên 1990z û pê de, wî hijmerek ji filman derhêner kirine, ji wan filmê Gulbajî . Hijmara filmên ku wî derhênerkirî gihan bihtir ji (21) filmî. Em karin bêjin ku filmê herî navdar ji wan filmê Kosî jî Dikarin Bifrin.
Li başûrê Kurdistanê rewşa azadiyê bi raperînê re hate guhartin û ber bi başiyê ve çû , lewra Sînema Kurdî jî gavin avêtin. Derhêner Huner Selîm 1992z filmê Azdî Bo Kurdistanê çêkir û wilo filmê Kîlomitir Nîv jî Sala 1992z Hunermend Nîzamedîn Ariç Ê JI Bakurê Kurdistanê filmê Kilamek Ji bo Beko çêkir.
Derhêner Xelîl Dax filmê Bêrîtan derhêner kir. Ew şervana azadiyê, ya ku ji bo nekeve destên dagirkeran de xwe ji çiyê de avêt û pakrewan ket.
Sînema Kurdî bi wê derfeta xwe ya zehmet û kêm jî di naveroka xwe de pisporî û cûreyî bi kar tanî. Lewra di gelek mehrîcanên herêmî û navdewletî de jî beşdar biwe û xelat jî bi dest xistine.Filmê bi navê Se’îd Efendî yê derhêner Kamîran Hisnî yê sala 1956 z di mehrecanê Laybizgê de sala 1992z de beşdar bû.
Li Qahîrê paytexta Misrê mehrîcana filmên Kurdî hat lidarxistin û tê de jî gelek filmên Kurdî hatin nemayeşekirin Derhêner Ciwan Bamirnî piştî salên 1994z de filmên Girdê Pîroz (Girê Pîroz) û filmê bi navê We ji Bîr Nekim û filminan din derhêner kirin.
Derhêner Enwer Sindî filmê Berbanga Zû çêkir û pê xelat standin. Derhêner Birahîm Selam Filmê Rêwîtiya Bêdengê çêkir.
filmê Rêwîtiya berbiroj ê Derhêner Yeşim Usawgilo. Filmê Bijî Buk û Rizgariya Kurdistanê yê Derhêner Huner Selîm . Filmê badê Li ser Me Bigrî yê Derhêner Kazim Oz hatin çêkirin û sala 2000z Filmê Textê Reş yê Derhênera Kurd a ji Rojhilat Semîra Mexalbav hat derhêankirin.
Ji 2002z mehrîcana filmên Kurdî li Perlînê paytexta Elmaniya li dar dikeve .Tê de gelek filmên Kurdî mîna Qestel yê derhêner Mihemed Ektaş û Polend Kuçuk hatin pêşkêşkirin. Derhêner Hanan Îpekçî sala 2002z li ser qedexekirina Zimanê Kurdî li Tirkiyê filmê bi navê Hejar –Mêrê Mezin ,Evîna Biçûk derhêner kir.û Filmê Qevdek Giya yê Derhêner Roland Soso Rêtşer,filmê Awaza Dyîka Niştiman yê Behmen Qubadî wê demê bûn ji brehmên Sînema Kurdî.
Piştî salên 2003z li Başûrê Kirdistanê sînema Kurdî di qonaxeke berhemdar re derbas bû. Gelek film çêbûn, ji wan filmê Jiyan ê derhêner Cano Rojbeyanî filmê Tonêl ê derhêner Mihdî Omîd ,filmê Entêna yê derhêner Ednan Osman, filmê Dîwar ê derhêner Tehsîn Fayiq, filmê Tirawma yê derhênera jin Ciwana Sê’îd , filmê Rihan ê derhêner Tenya Kerîm û filmê Kargiha Revandinê yê derhêner Rêvîn Se’îd. Hêjayî gotinê ye ku em bêjin derhênerê Kurd ê Misrî yê navdar Ehmed Bedirxan behsa çêkirina wî ji filmekî re li ser jiyana Seydayê Berzanî dikir, bi lehingiya Emer Şerîf, lê me ta niha tiştek li ser weşandina wî nebihîstiye.
Li Lundinê paytxta Birîtaniyayê mehrîcana sînema Kurdî 2007z li dar ket. Bihtirî ji (100) filmên Kurdî lê hatin nemayeşekirin , ji wan Erdê Zivistanê yê Derhêner Hîşam Zeman, filmê Kursî yê Derhêner Keya Ezîz ,filmê derbasbûna tozê yê Derhêner şewket Emîn Kurkî û filmê Miletê Tawis ê Derhêner Binefiza Bêrîvan.
Di mehrîcana Xelîc a siyem de 2010z filmê Kurdî yê bi navê Derbeya Yekem ê Derhêner Şewket Emîn Kurkî xelata yekemîn bi dest xist.
Bi derbasbûna demê û hebûna heyberan û henek ji azadiyê û bi pêşketina zanista sînemayî bi Kurdan re, sînema wan jî pêş ket û filmên wan pir bûn Derhêner Selîm Emer Xelîfê filmên : Zagros , Erdê Mêrxasan ,Mêsiyê Bexdadê 2012z û henekan din ên kurt lî çêkirin û Derhêner Ekrem Heydo 2011z filmê Helbçe derhêner kir û Derhêner Gerzan Qadir filmê Bêkes derhinand.
Gelek filmên Kurdî di wê qonaxê de çêbûn, ji wan ên derhêner Çayan Dêmerêl û yên Weysî Atlî (Jiyana Nû .Lê Rêjîma Tirk nehişt were nemayeşekirin , ji ber ku ew li ser sê jinên YPJ ne yên ku li Kobanê berxwedan dikirin dijî Da’işê) û yên derhêner Kazim Oz mîna filmê Bîr û Kongira Niştimanî.[1]