=KTML_Bold=Jin ji aliyê pozîtîv û negatîv di #folklora Kurdan# de -beşa 2yem=KTML_End=
Evîn Teyfûr
Beşa yekem li vir bixwînin
Me di beşa din a vê gotarê de bi awayek gelemperî basa aliyên nerênî û erêniyên gotinên pêşiyên #civaka Kurdî# kir li ser jinê, ku bi şêweyek taybet me basa xalên negatîv û nerênî kirin. Emê di wê beşê de jî hewl bidin hin aliyên din yên nerênî bi çend mînakek ji pêşgotinan der heq jinê rohn bikin. Di beşên din de dirêjeya gotara me wê liser aliyên erênî yên mijarê be.
Wêne: Jinek ji Rojhilatê Kurdistanê, 1989
Ji gotinên pêşiyan bêhtir di gelek çîrok, destan, nifir û stranan de dengê jinê şerm dihat dîtin. Herwiha di çîrokên ku di odeyan de û ji bo zarokan dihat gotin jin erzan bê qîmet û bêy sûd dihat dîtin.
çîrokên gelêrî hin caran ku di odeyan û ji bo zarokan dihat gotin, em li rastî peyvine weha tên ku bandorê li ser mejiyê Zarok û kesê guhdar dike û dihêle ku fikreke xerab di mejiyê wan de ava bikin. Bo nimûne em dikarin di vir de têbîniyên xwe li ser çîroka “Tîtî û pîrê, kal û Sêvê û Nîsko” bidin naskirin. Di çîroka Tîtî û Pîrê de hevokine derbas dibe ku di beşekî de, weha dibêje: “Striyek da bi heft nanan, Heft nan dan bi heft beranan, Hetf beran dan bi bûkekê, Bûkek dan bi pîpikekê Bî..bî..bîîîîî çerq û pîpik şkest”. Em bala xwe bidin vê hevoka ku dibêje “Bûkek dan bi pîpikekê”. Rast e ev çîrok bi awayekî di kultura me de bi serê salane di bîra me de maye. Lê di vir em lê dinêrin ku neheqiyek li jinê hatiye kirin û jin erzan maye. Heft beran bi dawatê tê xerckirin û pîpik jî ji bûkê re dimîne û pê re jî dişke. Di vir de gelo çendî jin di hişê zarokan û guhdaran de bê qîmet dimîne? An jî zarok dema ku mezin bibe wê fikreke çawa di serî wî/wê de were xêzkirin? Piştî ku guhdar li vê çîrokê guhdar bike gelo wê çawa li dê, xwîşk û keçên li hawirdora xwe binêre? Wê demê wê çawa tevbigere?
Di çîroka bi navê “kal û sêvê” de jî em rastî heman mijarî divin. Çîrok wisa dibje: “Rojekê kal keça xwe binçav dike û dibe şkeftekê û bixwe re dibêje: 'Ger ku Sêveke meran hebe çima xelk jê bixwe, ez ê jê bixwim'. Ji ber vê yekê wê dixwaze û pê re dizewice û heft zarokan jê tîne.” Dema ku ev çîrok ji guhdar û zarokan re were xwendin, wê trawmeke çawa li ser derûniya jinê were çêkirin? Bo nimûne dîsa me ji du-sê keçan pirsî ku di nava wan de ez bixwe jî yek ji wan bûm. Tiştekî wisa çêdike ku mirov ji bav, bira û hemû zilaman nefret bike û wan bireve.
Ji bo ku merema nîqaşê di wê beşê û beşên din de jî bêtir bê rohn kirin, beşek din ji gotinên gelêrî liser jinan bixwînin:
-Mêr jî hemû ne yek in, jin jî hemû ne yek in.
-Mêr-jin hevra rik, xirab dibe ew malik.
-Mêr kanî be, jin lîç e.
-Mêra xwe avêtin kewara, jin şandin hewara.
-Mêrê baş jina wî xurt e.
-Mêrê du jina durû ye.
-Mêrê kurmanc boy namûsê kevçî av de dixeniqe.
-Mêrê du jinik hêsîr e.
-Mêrik li jina xwe menîyan bû, digot gava hevîr dikî qûna xwe dihejînî.
-Mêrikê xirab çiçikê dîya xwe gestîye.
-Mêrkirin jî heye, mêrmirin jî heye.
-Namûsa jinê, çeka mêr e.
-Namûsa mêr jin xweyî dike.
-Ne jina belaş, ne xulamê bê meaş, ne erdê kaş.
-Ne jina kenokî, ne mêrê şermokî.
-Parsûya jinê xwar e, lewma îtîbara wê tune.
-Pîr bi ganekî nabe qehbik.
-Pîrê bawer nedikir mêr bike, ku mêr kir dewa heftek û heştekan kir.
Qîz ewledê xelkê ye.
-Qîz çira xelkê ye.
-Qîz hene bi heft kura.
-Qîz hene bi heft kura nadin.
-Qîz ku heye dara rez e, hatî-çûyî kewtîyê xwe davêje.
-Qîz mêvanê malê ye.
-Qîz zêbeşê gihîştîye.
-Qîza bê qalan zimandirêj e.
-Qîza filankesî bi xwîna mêrekî ye.
-Qîzek nazand gundek bezand.
-Qîzê kê hene ew padşa ne.
-Qîzê dil kir, tas avêt dîwar kul kir.
-Qîztî çiqasî xweş e, bûktî gula geşe, wexta dikeve ber darê dergûşê, per û baskê wê diweşe.
-Reva jinê edetê dinê.
-Rewşa jinan kofî ye.
-Rewşa jinan kezîn e.
-Ro çû dîsa bû fitara qîza.
-Şêr şêr e, çi jine çi mêr e.
-Şerê kuçikan li ser dêlan in.
-Şêwra jina bêrîya bizin e.
-Wisa milahîm e, mîna qîza kezî.
-Xew nema li biçûkan, fedî nema li bûkan.
-Yekî jina xwe berdabû, digot were bibe yara min.
-Yê jinê berdê li panîya nanêre.
-Wextê dê dimire, destê wê jêkin, pê êtîma bikutin.
-Zar ya dê ye, ne ya bavê e.
-Zarok ji bavê de êtîm namînin, ji dê de êtîm dimînin.
-Zaro li ser milê dê mezin dibe.
-Zilam hertim dixwaze lê hertim nikare; pîrek hertim dikare lê hertim naxwaze.[1]