Nav û Paşnav: Sadik Guvercîn
Nasnav: Botan Sêgirkê
Cihê Jidayikbûnê: #Şirnex#
Navê Dayik – Bav: Mercan – Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê:#27-08-2021# / Metîna
BOTAN SÊGIRKÊ
Eşîra Goyî weke eşîreke qedîm a Kurdistanê bi sed salan e li herêma Botan çand, ziman û kevneşopiya Kurdî bi rewşa xwe ya herî sade û xwezayî veguhestin heya roja me ya îroyîn. Ev eşîra me ya binirx tim parastina jiyaneke azad û serbixwe kiriye û di serî de li herêma lê dijîn li hemberî her cure êrîşên li ser Kurdistanê li ber xwe daye. Ev eşîra me ya dêrîn li çiyayên Botanê ên mezin û bêhempa rê neda tu dagirkeran û bi parastina cewhera xwe, di roja me ya îroyîn de jî vê taybetmendiya xwe didomîne û ev eşîra ma ya dêrîn karî bibe dîroka zindî ya gelê Kurd. Eşîra Goyî yek ji wan eşîran e ku yekem tevlî têkoşîna me ya çekdarî ya partiya me PKK’ê ya hêviya azadiya gelê Kurdistanê, bûne. Her wiha Eşîra Goyî hê di salên ewil ên têkoşîna me ya çekdarî de zarokên xwe yên binirx şandiye nava refên azadiyê û dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê daye îspatkirin. Di heman demê de gelê me yê ji eşîra Goyî ku yekem pêşwaziya gerîlayên li çiyayên Botanê kiriye, hêzeke mezin daye gerîlayan û ew hembêz kirine. Gelê me bi tarzê jiyana gerîlayan û felsefeya Rêber Apo di wê baweriyê de ye ku wan weke nûnerên Kurdayetiya Roja me ya îroyîn dibînin û qebûl dikin. Her wiha eşîra me ya Goyî li dora gerîlayan bûye yek û di mezinkirina têkoşîna me de xwedî kedeke mezin e.
Hevrêyê me Botan di nava malbateke xwedî civak û eşîreke van kevneşopiyan ji dayîk dibe û girêdayî nirx û cewherên xwe mezin dibe. Hevrêyê me ziman, çand û kevneşopiya xwe bi awayê herî sade dijî û bi vê taybetmendiya xwe polîtîkayên bişaftinê yên bi deh salan e ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin, pûç kirin. Hevrêyê me di dema ciwantiya xwe de lêpirsînên xwe yên têkildarî jiyanê zêde dike. Dijmin zextê li malbat û gelek xizmên wî dike ku cerdevantiyê qebûl bikin, ev yek dibe sedem ku hevrêyên me pir bi hêrs bibe. Hevrêyê me hê di wan heyeman de dizane ku cerdevantî xençereke ku ketiye dilê gelê Kurd. Hevrêyê me dizanîbû ku dewleta Tirk nikare Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk bibe û têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê biçewisîne. Lewma dewlet hewl dide ku bi van polîtîkayên qirêj encamê bistîne, tu caran rakirina çeka dijmin a ji aliyê malbat û xizmên xwe ve qebûl nekir. Nêzîkbûna qadên gerîlayan û çalakiyên bibandor ên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk di sala 2005’an de bandoreke mezin li hevrêyê me Botan dikin û ev yek gelekî bala wî dikişînin. Hevrêyê me berovajî derewên şerê taybet ên dewleta Tirk dibîne ku gerîla bes leşkerên dagirker hedef digire. Eleqeya wî ya ji bo gerîlayan zêdetir dibe. Her wiha sekna jiyanê ya gerîlayan û hem jî tevlîbûna gelek kesên ji eşîra wî û şehîdbûna gelek hevrêyên me ya di encama şerkirina fedayiyane de gelekî bandorê li hevrêyê me Botan dikin. Hevrêyê me Botan hem weke ciwanekî Kurd hem jî bicihanîna egera dilsoziya ji şehîdan re û hem jî ji bo bûna neferekî têkoşîna azadiyê ya gelê me di sala 2013’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.
Hevrêyê me Botan ji ber ku li erdnîgarireyeke çiyayî mezin bûbû, zimanê çiyayan baş dizanî û di adaptebûna jiyana çiyayan de zehmetî nekişand. Hevrêyê me bi perwerdeyên xwe yên destpêkê re di demeke kurt de hînî hûrgiliyên jiyana çiyayan dibe û tevlîbûneke aktîf nîşan dide. Hevrêyê me bi perwerdeyan di warê leşkerî de tecrûbeyên girîng bi dest dixe û li gel têkoşîna li gelek qadan hem bersiv da êrîşên li dijî gelê me hem jî xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de gelekî pêş xist. Tevî ku di şerê êrîşên li hemberî gelê me de carekê birîndar jî bû, ev yek bi tu awayî li pêşiya têkoşîna xwe weke astengî nedît û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezintir kir. Hevrêyê me Botan weke gerîlayekî ji Botanê vegera ji bo Botanê ku lê ji dayîk dibe û mezin dibe, weke armanca xwe ya herî sereke diyar dike û girêdayî vê yekê berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û têkoşîna xwe didomîne. Hevrêyê me serweriya xwe ya ji qadê re bi taybetmendiyên xwe kedkar û fedekar re dike yek û dibe xwediyê tevlîbûneke aktîf. Piştî ku li Bakurê Kurdistanê demekê gerîlatiyê dike, girêdayî pêdiviyan careke din berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vir li gelek qadan li ber xwe dide. Hevrêyê me Botan bû yek ji wan hevrêyên me yên yekem ên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ber xwe dayî. Her wiha hevrêyê me ji bo amadekirina gelek tunelên şer jî xwedî kedeke mezin e.
Hevrêyê me Botan di 27’ê Tebaxa 2021’an de li herêma Metînayê tevlî karwanê şehîdan dibe û li hemû qadên lê mayî bi kesayeta xwe ya xwezayî, sade, kedkar û fedekar derket pêş. Hevrêyê me Botan têkoşîna xwe ya azadiyê bi şehadeta xwe di lûtkeyên herî bilind de temam dike. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Botan tim di nava têkoşîna xwe zindî bigirin.
[1]