Nav û Paşnav: Ehmed Muhammed
Nasnav: Ozgur Tolhildan
Cihê Jidayikbûnê: #Nisêbîn#
Navê Dayik – Bav: Hezîna – Abdûrrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: #27-08-2021# / Metîna
OZGUR SERHILDAN
Nisêbîn, di dîroka têkoşîna me de weke bajarê serhildanê cih girt û ji destpêka şerê me yê azadiyê heta roja me ya îro, bi parastina vê rêgeza xwe re pêşengî ji gelê me re dike.
Gelê me yê Nisêbînê ya ku ji bo azadiya gelê me bêdudilî ewladên xwe yên herî binirx feda dike, di vê wateyê de bûye qibla welatparêziyê. Gelê me yê Nisêbînê li dijî polîtîkayên qirker ên dijmin her tim sekna xwe ya zelal di Kurdbûna azad de parastiye. Bi vê taybetmendiya xwe di nava têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cihek bi nirx bidest xistiye. Ji bo vê jî her ciwanekî Kurd ê ku li Nisêbînê mezin dibe, ava wê vedixwe û hewayê wê dikişîne hinavên xwe, her tim hewl dide ku bibe layiqî gelê xwe yê fedekar.
Hevrêyê me Ozgur li bajarê Nisêbînê di nava malbateke welatparêz de jidayik bû, lê ji ber zext û êşkenceya dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarê Girkê Legê ya Rojava bibe û li wir mezin bû. Lê bi saya çanda kûr a malbata xwe, bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji çanda kûr a welatparêziyê ya gelê me yê Rojava jî bandor bû, ji aliyê hewirdorê xwe ve hat hezkirin. Hevrêyê me ji ber ku malbata wî bi darê zorê ji welat hate sirgûnkirin li dijî dewleta Tirk xwedî hêrseke kûr bû û her tim dixwest tola malbata xwe û gelê me ji dewleta Tirk hilîne. Hevrêyê me Ozgur ê ku bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re derfet dît ku têkoşîna me baştir nas bike, tevî ku hîn gelekî ciwan bû jî xwest tevlî nava refên têkoşînê bibe. Lê belê hevrêyê me yê ku di wê pêvajoyê de daxwaza wî nehat qebûlkirin; di pêvajoya şoreşê de di nava saziyan de xwe bipêş xist. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de pêşketinên erênî yên di nava civakê de dît û ji bo ramanên Rêber Apo bi jiyanî bike, kelecanî bibû. Hevrêyê me Ozgur ti carî afrînerê van pêşketinan Rêber Apo û hevrêyên me ku bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê jibîr nekir û li ser vê esasê fikirî ku divê ew jî weke ciwanekî Kurd berpirsyartiyên xwe yên li hember gelê me bi cih bîne. Hevrêyê me yê ku di wê ferqê de bû encax bi vî rengî dikare bersiv bide bendewariyên Rêber Apo û şehîdên me, bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê weke gava destpêkê ya tolhildana ji dewleta Tirk dît û roj bi roj tevlîbûna xwe xurtir kir. Êrîşên dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî û komkujiyên li dijî gelê me hêrsa hevrêyê me Ozgur a li dijî dijmin hê mezintir kir. Hevrêyê me dizanîbû cihê herî bi bandor a têkoşîna li dijî dewleta Tirk tevlîbûna gerîlaye û li çiyayên Kurdistanê şer kirine, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Ozgur bi perwerdeya destpêkê ya wergirtî re, ji roja destpêkê ya gerîlatiya xwe ve bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê me ku bi saya meraqa xwe ya hînbûnê di demeke kurt de hemû detayên jiyana gerîlatî û çiyê fêm kir, ev taybetmendî di hemû gerîlatiya xwe de dewam kir û zemîna serketinên girîng danî. Hevrêyê me ku xwest li qadên şer lê girane hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk bixe pratîkê, di encama israra xwe de berê xwe da herêma Metîna. Di demeke kin de adapteyî vê herêmê bû û tevlîbûna xwe ya çalak hîn bêhtir xurt kir. Hevrêyê me Ozgur ku hema hema beşdarî her xebatê bû, her ku ked da hîs kir ew hê bêhtir nêzî azadiyê dibe. Li ser vê bingehê fedekarî veguherand şêweyê jiyanê û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Ozgur ku li gelek qadên herêma Metîna xebat meşand, bi tempoya xwe ya xurt di demeke kurt de gelek xebatan bi awayekî serketî pêk anî. Hevrêyê me ku bi saya xwesteka xwe ya pêşketinê û hevrêyên xwe, xwe di aliyê îdeolojîk de perwerde kir, tiştên ku ji felsefeya Rêber Apo hîn bû, veguherand taybetmendiya kesayetiyê. Hevrêyê me weke milîtanekî li dijî êrîşên muhtemel xwedî pêşbînên xurt bû û li ser wê esasê ji bo xurtkirina her qadê û çaperan kedek mezin raber kir. Bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş a li van xebatan, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Di heman demê de, bi biryarên rast ên ku di xebatên xwe de bêteredût da, hem di tarzê gerîlatiya serdema nû de hakîmiyet bi dest xist, hem jî bû wesîle ku xebat di demeke kurt de bi dawî bibe. Yek ji taybetmendiyên hevrêyê me Ozgur a berbiçav, beriya her tiştî bi hevrêyên xwe re difikirî. Hevrêyê me sivikkirina barên hevrêyên xwe weke rêgezek ji bo xwe diyar kiribû û bi vê taybetmendiya xwe hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir.[1]