Nav paşnav: Devrîm Yildirim
Nasnav: Bager Çiya
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Dayik-Bav: Şekir-Necîp
Dem û cihê şehadetê: #07-07-2019#/Heftanîn
BAGER ÇIYA
Hevrêyê me Bager li navçeya Çildêran a Wanê ku yek ji navendên girîng ên welatparêziya Kurdistanê ye, di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora hevrêyê me Bager welatparêz û dilsozê nirxên xwe yên civakî bûn, ew jî bi van nirxan mezin bû. Hevrêyê me têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê ji temenekî biçûk ve nas kir û bi taybet sempatiyek wî ya mezin ji bo gerîla çêbû. Hevrêyê me guhdarî serpehatiyên bavê xwe kir ku di salên 1980’an de li zindanên faşîzmê girtî bû û rûbirûyê êşkenceyên nemirovî ma û hê di temenekî biçûk de rastiya dijmin nas kir û wisa mezin bû. Ji ber vê yekê hêrsekî wî yê mezin li hemberî dijmin çêbû. Hevrêyê me dema ku çû dibîstanên mêtîngeriyê rûyê qirker ê dijmin ji nêz ve dît, bi hewla parastina nirxên hebûna xwe bersiva herî bi wate da polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin. Hevrêyê me ku di salên ciwantiyê xwe de ji bo tevkariyê li dabara malbata xwe bike, gelek karên cuda kir, di vê pêvajoyê de diyardeya kedê dît. Hevrêyê me ku xwedî kesayetekî zîrek û fedakar bû, ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat naskirin. Wekî her ciwanekî Kurd roj bi roj hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me mezin kir. Bi taybet komkujî û êrîşên ku bi arestekirina dewleta Tirk û hevkarên wî bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê Êzidî yên li Şengalê pêk hat, bandoreke mezin li ser hevrêyê me Bager çêkir.
Hevrêyê me fikirî ku divê weke ciwanekî Kurd li kêleka gelê me bibe û li dijî van çeteyan şer bike. Li ser vê yekê di sala 2015’an de ku şahidî ji berxwedanên mezin kir, derbasî herêma Şengalê bû û li vir cihê xwe di têkoşîna azadî û rûmetê de girt ku li dijî çeteyan hat pêşxistin. Hevrêyê me dema li qada Şengalê bû li aliyekî bi awayekî çalak tevlî şerê li dijî çetayan bû, li aliyê din jî jiyan, helwesta têkoşer û fedakariyên milîtanên Apoyî yên li vir şopand. Derfet dît ku Şehîd Egîd Civyan, Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Memo Mêrdîn û gelek milîtanên fedayî yên Apoyî nas bike. Ji hevrêtiya wan bandor bû û zêdetir bû dilsozê têkoşîna azadiyê. Bi zanînên ku ji tecrubeyên van hevrêyên me fêr bû, hewl da tevlîbûna xwe ya hestyarî veguherîne tevlîbûnekî hişmendtir. Hevrêyê me Bager ê ku di paqijkirina Şengalê ji çeteyan û vegera gelê me yê Êzidî li xaka xwe de kedekî mezin da, di pêvajoya şer a heyî de tecrubeyên mezin bi dest xist.
Hevrêyê me ku piştre ji bo bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer bike çû Rojava, li vir tevlî pêngava rizgarkirina Minbicê bû. Hevrêyê me Bager ku sond xwar li her derê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê têbikoşe, erk û berpiryariyên xwe bi fedakariyeke mezin bi cih anî. Hevrêyê me di Pêngava Minbicê de ji lingê xwe birîndar bû û bi saya helwesta xwe ya bi îrade birînên xwe di demeke kurt de pêçand û têkoşîna xwe domand. Li vir jî di şexsê hevrê Şehîd Ebû Leyla û Şehîd Eylem Pirsûs de ji helwesta şer û jiyanê ya milîtanên Apoyî yên xwedî felsefeya Apoyî pir bandor bû. Hevrêyê me Bager ê ku erka xwe ya di têkoşîna li dijî çetayan de bi awayekî serkeftî bi cih anî, piştî şehadeta hin hevrêyên xwe yên têkoşînê ku ji kesayeta wan bandor bû, fikirî ku ji bo bibe layiqê wan divê têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me dizanîbû ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêkan dibe û di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Bager ê xwedî tecrubeyên girîng ên şer bû, di demeke kurt de fêrî jiyana çiya bû û bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêyê me ku li herêma Heftanînê tevlî xebatan bû, tecrubeyên xwe yên şer ên di pratîkê de û zanîna xwe ya teknîkî bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkariyeke mezin li pêşketina hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Bager di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk a qirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû de bi israr xwest tevlî çalakiyên li dijî dijmin bibe, gihişt armanca xwe û di gelek çalakiyan de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar û helwesta xwe ya wêrek ên di van çalakiyan de ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me derfet dît ku li gelek qadên Heftanînê têbikoşe û ji xwezaya muhteşem a van deran pir bandor bû. Hevrêyê me Bager ku di heman demê de derfet dît gelek milîtanên Apoyî yên ji hev hêjatir nas bike, hem ji van hevrêyên xwe fêrî gelek tiştan bû û hem jî da fêrkirin. Ji ber vê yekê di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û şopên nayên jêbirin hişt. [1]