Nav paşnav: Veysel Sevînç
Nasnav: Serhed Jêhat
Cihê jidayikbûnê: #Agirî#
Dayik û Bav: Melek – Abdulgafur
Dem û cihê şehadetê: #18-08-2024#/Botan
SERHED JÊHAT
Gelê me yê Serhedê ku malovanî ji berxwedanên herî bi bandor û demdirêj ên li dijî dewleta Tirk a dagirker ê li ser îmha û înkara gelê me avabûye, kir tu car li dijî êrîşên hov û komkujiyên dijmin teslîm nebû û bi rê û rêbazên curbecur têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê heta roja me ya îro anî. Bi taybetî di gera ewil a Rêber Apo ya Kurdistanê de, gelê me yê Serhedê ligel ku li ser navê têkoşîna azadiyê hîna geşedanek şênber li holê nebû jî bi baweriyeke nayê şikandin bawerî bi Rêber Apo anîn. Gelê me yê Serhedê ku têgihişt cudahiya têkoşîna bi pêşangiya Rêber Apo ji serhildanên din, tevgera vegera li cewherê ye, axa mirî li ser xwe avêti û ji destpêkê ve cihê xwe di têkoşîna azadiyê de girt.
Hevrêyê me Serhed li navçeya Panosê ya Agiriyê di nava civakeke ku rastiya gelê berxwedêr lê tê jiyîn de li nava malbateke xwedî nirxên civakî, welatparêzî û exlaqî ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî şîretên baş, rast û bedew dan, ji zarokatiya xwe ve her tim bû lêgervanê jiyana rast. Li ser bingeha van rêgezan ku di temenekî biçûk de li xwe girt, hewl da şêwe bide hemû jiyana xwe. Hevrêyê me Serhed ku heta neçû dibîstanên mêtîngeriyê di hawirdora gund de jiyaneke dilsozê çand û nirxên Kurd domand, dema ku çû dibîstanên mêtîngeriyê ku weke cihên qirkirina spî bi nav dike, nakokiya xwe ya ewil jiya. Di van dibîstanan de ku ziman û çandeke biyanî lê dihat ferz kirin, ewil têgihişt ku êrîşî Kurdbûna wî tê kirin û tê xwestin ziman, çand û bîra ku wî afirandiye, bê tunekirin. Pê hesiya ku li şûna vê îdeolojiya Tirkbûnê, ziman û çanda wî tê ferzkirin ku weke hemdemî û pêşverûtiyê tê nîşan kirin, lê di cewhera xwe de tê wateya ji xwe ango ji mirovahiyê dûr ketin. Li metropolên Tirkiyeyê ku ji bo tevkarî li dabara malbata xwe bike çûbû, feraseta civakî ku dijmin derbarê Kurdan de afirandiye, baştir fêm kir. Ji ber nêzîkatiyên cihêkar û dijminane yên li hemberî wan, di vê pêvajoyê de rastiya dijmin zêdetir fêm kir. Li aliyê din têkoşîna me ya azadiyê ku hema hema belavî tevahiya Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê bibû, bandora xwe li her kêliya jiyanê dida der. Bi taybet ji ber ku di vê pêvajoyê de hin ji malbat û xizmên wî yên nêz eleqe bi têkoşîna azadiya gelê me dianîn û di astek diyar de ronakbûn, ev yek bandor li hevrêyê me Serhed kir. Hevrêyê me ku ji nêzîkatî û nîqaşên welatparêzan ên li hawirdorên cuda bandor bû, ji wê pêvajoyê ve di kesayeta xwe de pêngava vegera cewhera xwe da destpêkirin. Hevrêyê me ku piştre li ser bingeha dahûrandinên Rêber Apo dest bi perwerdekirina xwe kir, cara ewil êşa rastiya mêtîngeriyê ya welatê me Kurdistan wê demê jiya. Hevrêyê me ku pir bi hêrs bû ku welatek wî ku lê bi mirovî bijî tune ye, ev yek kir sedema têkoşîna xwe. Hevrêyê me ku bi taybet hêrsa wî ya li hemberî dijmin bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me zêdetir bû, piştî vê pêvajoyê lêgerînên xwe yên azadiyê zêdetir kir. Hevrêyê me piştî ku bihist di nava xizmên wî yên nêz de tevlîbûna li refên gerîla hene, lêgerînên xwe yên têkoşînê zêdetir di vî milê de meşand. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de bi xizmê xwe yê nêz hevrêyê me Şehîd Jêhat Agirî-Erhan Serhat re zêdetir ket têkiliyê û bi nîqaşên hevrê Jêhat re xeta xwe ya têkoşînê zêdetir diyar kir. Hevrêyê me ku weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet fêm kir qada herî rast a têkoşînê tevlîbûna li refên gerîla ye, bi hevrêyên me Şehîd Jêhat û birayê wî Şehîd Serxwebûn Jêhat- Sînan Serhat re biryar da ku tevlî refên gerîla bibin. Hevrêyê me ku ji ber hin astengiyan nekarî bi van hevrêyên me re tevlî bibe, li ser soza xwe ma û 15’ê Tebaxa 2005’an ku ji bo gelê me cejna vejînê ye, bi kelecan, coş û biryardariya weke roja ewil berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Serhed ku tevlîbûna li nava refên gerîla weke zayina xwe ya duyem bi nav kir, bi zanebûna pêwîstiyên vê zayinê ku bi îrade û daxwaza xwe pêk anî, ji roja ewil ve bû xwediyê tevlîbûneke çalak. Di heman demê de vê pêvajoyê ku weke destpêka vegera li cewhera xwe dît, weke redkirina jiyan û îdeloliya kapîtalîst û qebûlkirina jiyana azad û îdeolojiya Rêbertî bi nav kir. Hevrêyê me ku têkoşîna xwe li ser vê bingehê bi biryardarî meşand, di her kêliya jiyana xwe de hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Bi taybet ji bo ku soza dayî Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bîne, xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir. Li ser vê bingehê li herêma Xakurkê ku perwerdeya şervanên nû lê girt, 2 sal têkoşiya û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me ku piştre derbasî herêma Şehîdan bû û têkoşîna xwe domand, bi tecrubeya xwe ya rêxistinî, leşkerî û îdeolojîk bû namzetê fermandarê ku pêşerojê wad dike. Hevrêyê me ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya 2 salan a li herêma Şehîdan, xwest bi awayekî çalak tevlî Şerê Gelê Şoreşgerî yê di #01-06-2010# ’an de hat destpêkirin bibe, ji bo ku di aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ya vê milî de pêş bikeve tevlî perwerdeya Dibîstana Navendî ya Partiyê bû. Hevrêyê me bi lêhûrbûna kûr û biryardariya ku li vir bi dest xist berê xwe da Botanê û di salên 2011 – 2012’an de ku li dijî dewleta Tirk a qirker şerekî dijwar hat dayîn, tevlîbûneke çalak raber kir.
Hevrêyê me ku di vê pêvajoyê de tevlî gelek çalakiyan bû û hêrsa xwe ya li hember dijmin bi awayekî herî bi wate raber kir, bi fedakariya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Serhed li gelek herêmên Botanê berpirsiyarî girt ser xwe û fermandarî kir. Di heman demê de biryardarî û tevlîbûna xwe bir asta herî bilind û ji bo ku li pey şopa Zîlanan bimeşe, gelek caran pêşniyar kir ku çalakiya fedayî bike. Hevrêyê me Serhed ê di êrîşa dijmin a sala 2016’an de cih girt, piştî ku demek li Herêmên Parastinê yên Medyayê tedawî bû, piştre dîsa vegeriya Botanê ku qehremaniyên mezin lê tên jiyîn û qîbleya têkoşîna me ye. Heta sala 2019’an li qada Botanê gerîlatiyê kir û erkên xwe yên milîtaniyê bi awayekî serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Serhed ku li vir derfet dît bi gelek fermandarên me yên hêja bi taybet Şehîd Egîd Civyan, Şehîd Delal Amed û Şehîd Leyla Sorxwîn re têbikoşe, gelek tecrubeyên pir hêja ji van fermandarên me yên pêşeng girt û hevrêtiya wan a jidil parve kir. Hevrêyê me Serhed ku di sala 2019’an de careke din berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştî ku demeke li vir perwerde dît û pêvajoya lêhûrbûnê jiya, li ser bingeha tecrubeyên xwe yên pratîkî derbasî herêma Xakurkê bû û weke Endamê Fermandariya Eyaleta Xakurkê erk girt. Hevrêyê me ê piştî 15 salan lê vê carê weke fermandar vegeriya herêma Xakurkê ku li vê derê dest bi gerîlatiyê kir, bi heyecan û coşa roja ewil tevlî xebatan bû. Bi zanebûna ku zindîkirina bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd ku li Xakurkê bi hev re têkoşiya, bi xwe gihandina tempo û xeta têkoşînê ya layiqê wan pêkan dibe, ji bo bidestxistina serkeftinên girîng bû xwedî rol.
Hevrê Serhed di zanebûna erka ya wekî milîtanekî Apoyî li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo ku roj bi roj kûrtir dibû cih bîne, debû. Ji bo rexnedayîna hevrêtiya kêm a li hemberî Rêbertiyê bide xwest li Bakurê Kurdistanê ya ku fedakariyeke mezin û îradeyek pola dixwaze têbikoşe. Dizanîbû encax bi vî rengî dikare soza xwe ya girêdana bi Rêbertiya me û şehîdan re pêk bîne. Hevrêyê me yê ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku ew naxwaze 15’ê Sibateke din bi dîlgirtina Rêberê me re pêşwazî bike û anî ziman ku di heman demê de ev pêvajo pêvajoya ku herî zêde xwe nêzî Rêber Apo hîs kiriye. Hevrêyê me Serhed destnîşan kir ku xisleta têkoşîna serdemê ji hêla pêşengên fedaî yên Apoyî şehîd Bager, şehîd Avzem, şehîd Sara, şehîd Rûken, şehîd Rojhat û şehîd Erdal ve hatiye diyarkirin û ji bo ala têkoşîna van pêşengên fedaî li Bakur li ba bibe lêhûrbûnek kûr jiya û berê xwe da Bakur. Li ser vê bingehê hevrêyê me Serhed ji bo di êrîşa dijmin a 18’ê Tebaxa 2024’an a li Bakur birîndarî nekeve destê dijmin bi fedaî bi ser şehadetê ve meşiya û bi qasî têkoşîna xwe bi şehadeta xwe weke gerîlayekî fedaî yê leheng navê xwe li dîrokê nivîsand. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Serhed Jêhat ê ku bû tîmsalî wateya kûr a li gotinê hatiye barkirin, durustî, dilpakî, girêdana bi nirxên azadiyê, fedekarî û fedaîtiya wî bi heman biryardarî û astê bidomînin.
[1]