Nav paşnav: Serhat Guzel
Nasnav: Zamanî Amanos
Cihê jidayikbûnê: #Mêrdîn#
Dayik û Bav: Mulkiye-Omer
Dem û cihê şehadetê:#18-08-2024#/Botan
ZAMANÎ AMANOS
Hevrêyê me Zamanî li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ku bi welatparêziya xwe ya xurt tê naskirin li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Zarokatiya xwe li navçeya Wêranşar a Rihayê derbas kir û di nava civakek polîtîk de mezin bû ku bi sedan ewladên xwe da tevgera me û ji welatparêziyê tawîz neda. Weke kesayetekî dilsozê cewher û nirxên Kurdîtiyê partiya me PKK zû nas kir. Şerê li cografya Kurdistanê, jiyana ku li ser gelê me tê ferzkirin qebûl nekir û kete nava lêpirsînên kûr. Bi taybetî salên 1990'î di demekê de ku dewleta Tirk a faşîst gund dişewitand û kuştinên kiryar nediyar dikir, rastiya dijmin nas kir. Hevrêyê me Zamanî zanîbû ku perwerdeya li dibistanên mêtingeriyê ji bo tinekirina neteweyên din û ferzkirina mejiyê tekperest e, lewma ji bo parastina cewhera xwe, di mijara zimanê dayikê de xwedî refleks bû. Dema ku li dibistanê sîstemê dixwend, ji bo alîkariya madî bi malbata xwe re bike di gelek karî de xebitî. Hevrêyê me ked nas kir û bû xwedî karakterekî kedkar û fedakar. Ji ber van taybetmendiyên xwe hem li nava derdora xwe hem jî li cihê ku lê dima bû yekî dihate hezkirin û gotina wî dihate guhdarîkirin. Hevrêyê me ku kesayetiyeke wî ya têgihiştî hebû, her tim ji tevgera me hez kir. Di salên lîseyê de firsend dît ku tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me her cûre polîtîkaya qirêj a sîstemê dît ku hewl dida ciwanên Kurd ji cewhera wan dûr bixîne, bikin ku wezîfeyên xwe yên welatparêziyê nebînin, lewma kete nava lêgerînên kûr. Di demekê de ku tecrîda li ser Rêberê me hatibû girankirin û gerîla bi çalakiyên mezin dikirin ku dewleta Tirk paşve gavê biavêje, li zanîngehê tevlî karên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me Zamanî ku li Skenderûn a Hatayê beşa endezyariya înşaetê dixwend, hemû derfetên madî yên ku sîstema kapîtalîst û dewletê pêşkêşî wî dikirin red kir û bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Hevrêyê me Zamanî ku derfetên madî û jiyana sîstemê danî aliyekî, beşdarî nava jiyana azad a PKK'ê ya ji manewiyatê bû. Weke şervanekî heqîqetê û şoreşgerekî li qada Bakur di nava şert û mrecên giran de têkoşiya, beşdarî gelek karên li bajarên girîng bû. Di kar de jî timî berê xwe li serketinê bû, bi nêzîkatiya xwe ya bi dîsîplîn bala hevrêyên xwe dikişand. Piştî pratîka serketî ya li karên bajêr tevlî karên YPS'ê bû. Di vî karî de ku pêwîstî bi hesasiyet û veşartîbûneke mezin hebû, ji ber kêmasiyekê dîl kete destê dijmin, di pêvajoya binçavkirin û lêpirsînê de ji sekna rêxistinî tawîz neda. Sekna Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Mûstafa Gezgoran ji xwe re kir mînak û li hemberî dijmin nasnameya PKK'ê bi wêrekî temsîl kir. Zindan ji xwe re kir mîna akademiyekê û ji aliyê îdeolojîk ve xwe perwerde kir. Hevrêyê me Zamanî ku 5 sal û 2 mehan li zindanên dewleta Tirk ma, ev pêvajo baş nirxand û li benda roja xwegihandina refên gerîla sekinî. Ji aliyê ruhî ve li ser xwe, ji aliyê fikrî ve ronîbûyî, ji aliyê teorîk ve şarezabûyî û di milîtaniya Apoyî de bi biryardarî gav avêt derve. Hevrê Zamanî bi vê sekna xwe polîtîkaya dewleta Tirk a ku dîlgirtina li zindanan têk bir. Di demekê de ku tecrîda li ser Rêberê me giran bû û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me û tevgera me zêde bûn, hevrêyê me hate berdan û xwe gihand qadên gerîla ku bi hesreta wê bû.
Hevrêyê me Zamanî ku xwe gihand warê bi hesreta wê bû, navê fermandarê me yê hêja Zamanî-Mûstafa Gezgor li xwe kir ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê bû, yek ji kadroyên destpêkê yên tevgera Apoyî bû û xwedî meşeke şoreşgerî ya bêhempa bû. Hevrêyê me Zamanî mîna hevrê Zamanî yê ku navê wî li xwe kir, zû bi pêş ket, di demeke kurt de ji perwerdeyê derbas bû û tevlî karên pratîkî bû. Bi hêsanî tevlî nava jiyana gerîal bû, bi moral û bi coş beşdar bû. Bi saya parêznameyên Rêbertî û materyalên Partiyê ku berê xwendibû, hem ji hevrêyên xwe re bû alîkar, hem jî sûd ji tecrûbeyên pratîkî yên hevrêyên xwe wergirt. Hevrêyê me derfet dît ku kûrbûna xwe ya li zindanê bixe meriyetê, hewl da bersivê bide êrîşên dijmin. Hevrêyê me li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê me û qirkirina fîzîkî û çandî ya li ser gelê me dihate ferzkirin bi hêrs bû, xwest li hemberî van kiryaran bi wezîfeyeke dîrokî rabe. Li ser vê bingehê ji pêvajoyeke berfireh a perwerdeyê derbas bû. Hevrêyê me di perwerdeyê de ji aliyê leşkerî ve xwe perwerde kir, bi danheviya xwe ya îdeolojîk wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih anî û xwe kir gerîlayekî profesyonel ê ku di ruhê fedaî yê Apoyî de xwe kûr kir. Pêvajoya perwerdeyê ya zehmet bi serketî qedand, haya xwe ji giraniya wezîfeyên xwe hebû û meşa xwe ya şoreşê li ser xeta fedaîtiyê dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî, sekna xwe ya li nava jiyanê û tevlîbûna xwe ya xurt hevrêyê me Zamanî bû milîtanekî fedaî yê mînak û ji bo li Bakurê Kurdistanê tevlî têkoşînê bibe israr kir. Hevrêyê me li pêşberî berxwedana destanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe deyndar dît, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî ji bo karibe pêwîstiyên mîsyona xwe bi cih bîne kete nava hewldaneke xurt. Hevrêyê me Zamanî zanîbû ku fedaîbûn cewhera partiya me PKK'ê ye,[1]