Nav paşnav: Amîr Ahmed El Casim
Nasnav: Berxwedan Qamişlo
Cihê jidayikbûnê: #Qamişlo#
Dayik-Bav: Siham-Ahmed
Dem û cihê şehadetê: #17-03-2024# / Herêmên Parastinê yên Medyayê[1]
BERXWEDAN QAMIŞLO
Hevrêyê me Berxwedan li nava malbateke ji gelê me yê Ereb ê li Qamişloyê ji dayik bû. Bi saya terbiyeya ji malbata xwe wergirtî û çanda Ereb a bi kok, bi rengekî dilsozê nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Di salên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de hevrêyê me ku hîn ciwan bû, di nava şoreşê de mezin bû. Ji ber vê yekê jî firsend dît ku hemû pêvajoyên şoreşa azadiyê bişopîne. Di salên ji êrişên giran ên çeteyên DAÎŞ'ê de şahidî ji berxwedana destanî ya hêzên azadiyê yên Rojava re kir. Hevrêyê me zû pê hesiya ku ti eleqeya kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê bi Misilmantiyê nîne ku îdîa dikir bi navê ola Îslamê şer dike. Bi vî rengî hêrsa wî ya li hemberî çeteyan mezin bû. Hevrêyê me Berxwedan qebûl nekir ku kiryarên li derveyî mirovahiyê yên çeteyên DAÎŞ'ê bi gelê Ereb û Îslamê re weke hev bê dîtin, baweriya xwe bi wê yekê anî ku cîhaneke ji jiyana bi hev re ya gelan û baweriyan pêkan e. Hevrêyê me dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava roj bi roj vê xeyala wî pêk tîne, lewma xwest şoreşa azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike.
Ji bo vê jî destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me derfet dît ku Rêber Apo nas bike, ji felsefeya Apoyî gelekî bi bandor bû. Bi taybetî ji perspektîfa Neteweya Demokratîk bi bandor bû ku gel hemû di nav de dikarin bi rengekî azad bêne temsîlkirin. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku paşeroja azad a ku ew dixwaze tenê bi fikrên Rêber Apo dikare pêk were. Lewma bi teşwîqa ciwanên Ereb ên ref bi ref tevlî nava şoreşê dibûn, biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike. Sekna hêzên azadiyê yên Rojava ku ji bo destketiyên gelên me bi rengekî fedaî parastin û di nava ti şert û mercî de dagirkerî qebûl nekirin, kir ku hevrêyê me Berxwedan tevlî nava yekîneyên berxwedanê bibe. Hevrêyê me bi perwerdeyan xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş ve bir û di demeke kurt de tevlî çalakiyên li dijî çeteyan bû. Hevrêyê me xwe di branşa çekên giran de perwerde kir û di çalakiyan de kedeke mezin da ku serketinên girîng bêne bidestxistin. Tevî ku di çalakiyekê de ji lingê xwe birîndar bû, di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me zanîbû ku êrişên çeteyan ên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi destê dewleta Tirk tê kirin, lewma li hemberî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke mezin. Piştî ku dewleta Tirk li Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişên dagirkreiyê kir û bi rêya van êrişan xwest li ser gelên Rojhilata Navîn serwer bibe, hêrsa hevrêyê me Berxwedan hîn mezin bû. Li hemberî dewleta Tirk a ku ji dîrokê heta niha li her devera dagir kiriye zilmê li gelan dike, hevrêyê me Berxwedan baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li ber van êrişên dagirkeriyê rabe û ji bo vê jî divê têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me zanîbû ku ev yek jî tenê bi tevlîbûna li nava nrefên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê dibe û xwe gihand çiyayên azad ku bi coşeke mezin li bendê bû.
Hevrêyê me Berxwedan ku bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî perwerdeya xwe ya destpêkê bû, hîn ji roja destpêkê ya gerîlatiya xwe ve hînî jiyana çiyê bû. Bi eşqeke mezin bi çiyê ve hate girêdan ku dûrî sîstema kapîtalîst e û derfetên azadiyê lê bê dawî ne. Hevrêyê me bi taybetî ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û jiyana komunal bi bandor bû. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku di vê di hunera şerê gerîla de xwe şareza bike û bû xwedî tevlîbûneke bi fedakarî. Hevrêyê me Berxwedan dixwest demek beriya demekê li hemberî dewleta Tirk şer bike, ji bo vê jî xwest biçe wan herêma ku şer lê giran bû. Lê belê hevrêyê me zanîbû ku divê beriya wê di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe bi pêş ve bibe û ji bo demekê tevlî perwerdeya leşkerî bû. Hevrêyê me di perwerdeyê de di taktîka gerîla ya dema nû de xwe şareza kir û berê xwe da qadên ji şerê giran.
Hevrêyê me Berxwedan tevlî berxwedana destanî bû ku hem bi tunelên berxwedanê, hem jî bi tîmên gerîla yên nîv tevgera dihate meşandin. Bi îdîa û biryardariyeke mezin li ber êrişên dijmin rabû. Li gel êrişên artêşa Tirk a qirker ên bi çekên qedexekirî û kîmyewî gavekê jî xwe ji xeta berxwedanê neda alî, bi tevlîbûna xwe ya bê fikar û bi wêrekî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Berxwedan ku di heman demê de durust û dilsozê nirxên azadiyê bû, her wiha bawerî dida hevrêyên xwe. Şehadeta gelek hevrêyên wî bandor lê kkiribe jî ev yek ji xwe re kir zemîna mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me zanîbû ku bi bicihanîna armancên hevrêyên xwe yên şehîd dikare xwedî li bîranîna wan derkeve, ji bo vê jî tempoya xwe ya têkoşînê bêrawestan bilind kir. Hevrêyê me Berxwedan ku xwedî kesayetiyeke baldar bû, her kêliya xwe bi hînbûna tiştên nû derbas kir. Bi taybetî dixwest di hunera şerê gerîla de xwe bi pêş ve bibe