Nav paşnav: Emîne Demîr
Nasnav: Rosîda Mêrdîn
Cihê jidayikbûnê: #Mêrdîn#
Dayik-Bav: Yildiz-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: #17-03-2024# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Rêber Apo tespîteke dîrokî kir û bi pêngaveke dîrokî got 'Kurdistan mêtingeh' e, bi vî rengî meşa azadiyê da destpêkirin û gelekî li ber tinebûnê ji xweliyên xwe ji nû ve afirand. Têkoşîna me ku weke bi derziyê bîr bê kolandin bi ked û sebreke gelekî mezin hate hûnandin, di şexsê PKK'ê de şênber bû û zincîrên mêtingeriyê ferz dikirin qetand. Bi fedakarî û hewldanên bêhempa yên Rêber Apo û şehîdên me yên nemir, têkoşîna me destpê kir, mezin bû û bi pêş ket. Di serî de jin û ciwanên Kurd gelê Kurdistanê hemû xwedî li têkoşîna me derketin. Têkoşîna me ji sînorên Kurdistanê derbas kir, veguherî hêviya rizgariyê ji hemû bindestan re û weke ku Rêber Apo bi gotinên xwe yên balkêş destnîşan kir, gihîşt asta 'Êdî ti hêz wê nikaribe nasname, ziman û çanda me înkar bike'.
Hevrêya me Rosîda ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû, têkoşîna me ya ku Rêber Apo ava kir nas kir û pê re mezin bû. Li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku dilsozê nirxên Kurdistanî bû, bi nasname û hişmendiya Kurdîtiyê dihate naskirin û tevlîbûn li nava têkoşînê kiribû. Hevrêya me Rosîda ji ber ku li nava derdoreke bi vî rengî mezin bû, ev yek ji xwe re kir zemîna lêgerîna li nasnameya xwe ya azad. Ji ber vê yekê jî bala wê li ser çand, ziman û nasnameya Kurd bû. Êşa bêziman, bênasname û bêwelathiştina gelê me ji dil hîs kir. Dilsoziya xelkê me yê Mêrdînê ya li çand û zimanê Kurdî di kesayetiya hevrêya me Rosîda de şênber bû. Mîna pêşengê Çaran ê Zindana Amedê hevrê Ferhat Kûrtay ku di salên destpêkê yên partiya me PKK'ê li ser bingeha eleqeya mezin a li Kurdî PKK gihand asteke girîng, wê jî da ser şopa heman kevneşopiyê. Mîna hemşeriyê xwe hevrê Ferhat Kûrtay gelekî hewl da ku têkoşîna azadiyê ya gelê me mezin bike û di heman demê de çand û zimanê Kurdî bide jiyîn. Hevrêya me Rosîda ji sala 2007'an û pê ve li Zanîngeha li Enqereyê ku dixwend, ev lêgerîn û hewldana xwe dewam kir. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker ku zimanê Kurdî tine dihesibîne, hewl da zanîngehê bike warê pêşvebirina çand û zimanê Kurdî. Dît ku çepera herî xurt a ku têkoşîna xwe ya çand û zimanê Kurdî lê bimeşîne rojnameyên Kurdî ye. Ji çinarê me yê mezin Apê Mûsa heta bi generalên wî yên biçûk tevlî sazî û kevneşopiya çapemeniya azad bû ku bi sedan şehîdên xwe hene û ji xwe re weke rûmeteke mezin dît ku bibe parçeyek ji vê têkoşînê. Li ser vê bingehê beşdarî nava karên rojnameya Azadiya Welat bû, di astên cuda de kedeke mezin da. Bêyî ku cudahiyê bixe nava wezîfeyê ji bo xurtkirina karê çapemeniya azad û zimanê Kurdî têkoşiya.
Hevrêya me Rosîda ku weke jineke Kurd xwedî li çand û zimanê xwe derket, bi pêş ve bir, xurt kir, gotin û pênûsa xwe bi rengê herî bedew bi kar anî, bû hedefa dewleta Tirk a mêtinger qirker. Dewleta Tirk ku her tim hewl dide Kurdan qir bike, hevrêya me Rosîda jî kir hedef û ew xist zindanê. Bi vî rengî hewl da karên pêşvebirina çand û zimanê Kurdî, karê weşangeriya çapemeniya azad asteng bike. Lê belê hevrêya me Rosîda ti carî paşve gav neavêt, li hemberî dijmin serî netewand û bêyî ku navberê bide têkoşîna xwe mîna li derve li zindanê jî heman sekn nîşan da. Piştî ku ji zindanê derket, bi eşq, daxwaz û biryardariyeke hîn mezin karên çapemeniya azad dewam kir. Têkoşîn û tevlîbûna xwe hîn mezin kir, berpirsyariyên hîn mezin hilda ser milê xwe û li gel temenê xwe yê ciwan jî bû midûra karên nivîsê ya rojnameya Azadiya Welat. Dewleta Tirk ku fêhm kir nikare têkoşîna hevrêya me Rosîda bisekinîne ku ciwaneke bi rûmet a Kurd bû, ji ber karê li çapemeniya azad a li rojnameya Azadiya Welat 137 sal cezayê girtîgehê li hevrêya me ya 24 salî birî. Dewleta Tirk bi vê polîtîkaya xwe careke din nîşan da ku bi çi rengî dijminê gelê Kurd, dijminê çand, ziman û nasnameya Kurd e, bi çi rengî dijminê karê çapemeniya azad e.
Hevrêya em Rosîda ku dît, ji bo meşandina karên çapemeniya azad dewleta Tirk a faşîst derfet û zemîn nehiştiye û cezayekî dûrî ji aqil ê 137 salan lê hatiye birîn, ji bo karibe têkoşîna xwe bi rengekî azad û hîn xurt bimeşîne dest ji Zanîngeha Enqereyê berda û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Rosîda ji ber zext, ceza û polîtîkaya dewleta Tirk a ku mafê jiyanê nade Kurdên azad, berê xwe da çiyê û têkoşîna xwe derbasî çiyê kir. Hevrêya me Rosîda li çiyayên Kurdistanê rahişt pênûs û kameraya xwe, tevlî karê çapemeniya azad ê li çiyê bû û li ser xeta Gûrbetellî Ersoz û Halîl Dag meşiya. Li hemberî êriş û asîmîlasyona dewleta Tirk a mêtinger ku gelekî hewl dide ciwanên Kurd ji cewhera wan dûr bixîne, li ser xeta berxwedêr a dayikên Kurd ên ku afirînerên ziman, çand û dîroka me ne, meşiya û bi daxwazeke mezin xwedî li zimanê Kurdî derket, li ser vê bingehê li çiyê têkoşîneke xurt meşand.
Hevrêya me Rosîda li çiyayên Kurdistanê xwe gihand cewhera xwe û PKK'ê, li nava refên xwedawendên azad ên ku çiyayên pîroz ji xwe re kirine war, bû yek ji wan pêşengan ku jiyana nû afirand. Hevrêya me perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketineke mezin qedand, weke jineke ciwan bû milîtaneke pêşeng a Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. Hevrêya me li gelek qadên cuda ma, li her qada ku lê ma bi hevrêyên xwe re bû yek, bi ruhekî komunal tevlî kar bû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir ku bi xurtî beşdarî kar bibin û di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Bi gotina, 'Dilsoziya bi çiyê, hevrêyan û xwezayê re ji bo min esasê bingehîn ê milîtaniyê ye' dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe û xaka pîroz a Kurdistanê re bi rengê herî cewherî anî ziman. Hevrêya me Rosîda nirxên ku şehîdên me yên nemir bi xwîna xwe afirandine, bi xurtî li wan xwedî derket û ji bo wan pêş ve bibe çi ji destê wê hat kir.
Di serî de li Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK'ê û Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di karên herî stratejîk de bi daxwazeke mezin karê çapemenî, weşand û propagandayê bi rengekî profesyonel kir. Di karê çapemenî weşanê de ti carî xwe bi yek alî bi sînorkirî nehişt, pêşketina pir alî ji xwe re kir esas, her karê ku meşand bi hunereke mezin pêk anî, bû milîtanek ku ji her alî ve xwe şareza kir û xist pratîkê. Hevrêya me Rosîda xwe gihand wê astê ku bi tena serê xwe mîna artêşeke çapemeniyê bixebite. Hevrêya me ji xwe re kir esas ku bexwedana gerîla ya ku her kêliya xwe dîrokî ye bigihîne gelê me, li çiyayên Kurdistanê weke milîtaneke propagandayê ya pêşeng kar kir. Bi karê xwe, bi bernameyên ku pêşkêş dikir, bi nivîsên xwe û bi pirtûkên amade kir tevkariyeke gelekî mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Di perwerdekirina gelê me, ciwanên Kurd û hevrêyên xwe de bi rola xwe rabû. Bi karên xwe, eniya şerê taybet a dijmin lawaz kir, her carê beralî kir û bû kedkareke mezin a ku doza mafdar a gelê Kurd mezin kir. Hevrêya me Rosîda di qada çapemeniyê de gelek hevrê perwerde kir û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihand. Di vê pêvajoyê de ti carî xwe ji perwedekirina xwe neda alî, ji kêmasiyên xwe dersên pêwîst wergirt û hîn bi xurtî tevlî bû. Bi enerjî, moral û coşa xwe bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir. Bi têkiliyên xurt ên bi hevrêyên xwe re di dilê her hevrêyên xwe de bû cihekî taybet ku neyê jibîrkirin.
Dema ku pêwîstî pê hebû carna dibû kedkarek ku rojname belav dikir, carna dibû nivîskareke hosta, li zindanê dibû berxwedêrek, dibû pêşkêşvaneke bi bandor, dibû mamosteyeke Kurdî, edîtoreke şareza, dema ku pêwîstî pê hebû dibû hevrê û fermandareke xurt. Hevrêya me Rosîda ji xwe re dikir esas ku tevlî her qedemeya têkoşîna azadiyê bibe. Piştî ku karê çapemeniya azad bi salan bi eşqeke mezin meşand, di demekê de ku êrişên dagirkeriyê giran bû bi qasî pênûs û kameray xwe her wiha çeka xwe bi eşqeke mezin hembêz kir û derbasî Zapê bû. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zapê weke milîtan û fermandareke YJA Starê li refên herî pêş tevlî têkoşînê bû. Li Mamreşo, Girê Sor, Zendûra û Werxelê bi soza dilsoziya bi şehîdên mezin re tevlî berxwedana dîrokî bû, li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bû parçeyek ji berxwedanê. Hevrêya me Rosîda ku yek ji milîtanên destpêkê bû ku bersiv da êrişên dagirkeriyê, tevlî çalakiyên li dijî dijmin bû. Hevrêya me Rosîda ku fermandarî ji yekîne û tîmên gerîla yên pispor re kir, bi taybetî li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li gel hevrêyên me Şehîd Mizgîn Ronahî, Şehîd Binevş Agal, Şehîd Çiya Amed û Şehîd Rêdûr mil bi mil li dijî dijmin bi fedakarî şer kir û bû hêmaneke bingehîn a pêvajoya destanî. Hevrêya me ku di pêvajoya şer de gelek caran bi êrişên dijmin re rû bi rû ma û birîndar bû, ti carî paşve gav neavêt û weke jineke Kurd a xurt û fermandareke YJA Starê têkoşîna xwe bi biryardarî meşand. Di nava sê salên dawî de berxwedana li Zapê ya bi ruhê fedaî hate meşandin tevlî kesayetiya xwe kir û ji bo serketinê bê fikar şer kir.
Hevrêya me Rosîda di #17-03-2024# 'an de tevî du hevrêyên xwe şehîd bû. Bi hewldan, ked, kesayetî, tevlîbûn û têkoşîna xwe bû milîtana pêşeng û dengê azad ê li çiyê yê kevneşopiya çapemeniya azad. Em careke din soz didin ku bîranîna hêja ya hevrêya me Rosîda û şehîdên me yên nemir li pey xwe hiştin, meşa xwe ya Rêberê Azad û Kurdistana Azad bi ser bixînin û bi vî rengî heta dawiyê xwedî li bîranîna wan derkevin.[1]