Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,123
Wêne
  124,144
Pirtûk PDF
  22,097
Faylên peywendîdar
  125,942
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Rondikên çavan vê carê ji kêfan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram1
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rondikên çavan vê carê ji kêfan
Rondikên çavan vê carê ji kêfan
Rondikên çavan vê carê ji kêfan
Luqman Guldivê

Bapîrê Sorgul Ebdilselamê, gava ku encam hat eşkere kirin, her kesî Sorgul pîroz kir, bi xwe nekarî û rondikên çavan barandin. Çima? Çendekan jê pirsî û wî jî got, Ji ber alfabeyekê, ji ber tîpeke bi Kurdî me çi eziyet û azar kişand. Niha neviya min teza xwe ya masterê, li #Zanîngeha Rojava# bi temamî bi Kurdî nivîsandiye û li vir li ber van pispor, doktor û profesoran bi Kurdî jî parast û wan jî bi Kurdî nirxand. Ma çawa negirîm, hêstiran nebarînim!
Li hola amfî ya mezin a Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê, xwendekarek tevî berpirsê amadekariyên teknîkî, xwe hazir dike. Li vir ji bo hola amfî bêhtir dibêjin muderrec. Kela canê wê xwendekarê rabûye û eşkere jî ji rabûn û rûniştina wê diyar e. Çawa kela canê wê ranebe, ew ê bibe yekemîn xwendekara masterê ya di Zanistên Civakî yên Zanîngeha Qamişloyê de wê teza xwe biparêze. Zêde nekişand, dîmenê civîna zoomê li ser ekrana projektorê xuya bû. Mamosteyê ku tez li cem hatiye nivîsandin - li vir jêre serpereştê tezê tê gotin - jî bi qasî ku diyar e, kela canê wî bi qasî ya xwendekara wî rabûye.
Gava ku doktor û profesorên beşên elaqedar ên di komîsyona parastina vê tezê de hazir dest bi pirsên xwe kirin, kêf û eşqeke nedîtî kela canê min rakir: Bi kurdî em bi mijarên tevlîhev, mucerred ên zanistî dadiketin. Pirs ji xwediya tezê dihatin kirin, û mijar jî elaqedarî teza wê bûn.
Mamoste û xwendekara masterê Sorgul Ebdilselam teza xwe ya masterê li ber destê Dr. Seevan Saeed nivîsand. Dr. Seevan Saeed ji ber ku li Shingai Normal University jî dersdar e, nekarî bi xwe amade be û bi rêya zoomê hazir bû. Sernavê teza mamoste Sorgul Ebdilselam Girîngiya Mekan di guherînên Civakî û Zayendî de, Bajarê Qamişlo weke mînak e. Ezmûnkerê hundir û yê ji derve jî li ser zoomê amade bûn. Axir Sorgul Ebdilselam di nava 20 deqîqeyan de teza xwe pêşkêş kir; wê behsa teoriyên sereke yên li ser babeta xwe kir, behsa rêbazên lêkolîna xwe û berhevkirina daneyan kir û encamên lêkolîna xwe pêşkêş kirin. Em kela canê wê ya ku diyar bû dike dilê wê bike kutkut, li aliyekî deynin, pêşkêşkirina tezê ne xirab bû, lê bikaranîna bernameyên pêşkêşkirinê yên dijîtal, diyar e ku li Rojava hîna yan kêm e, yan jî xweşik bi funksiyona wê nayê zanîn û ji ber wê jî hema metnên zêde û dirêj tên ser ekranê. Ev hem ji bo kesê hazir zehmet dike berê xwe bide kesa/ê dipeyive û hem jî agahiyên lazim û muhim, ên ku hêja ne ku xelk berê xwe ji kesa dipeyive bide alî û bibe ser wan jî di nava nivîsa zêde de winda dike. Lê ew ne meseleyeke muhim e, ew ê çawa be çêbibe. Jixwe, ez şexsî pê re me ku ev bername di asta herî kêm de bên bikaranîn, da ku esasê meseleyê yanî pêvajoya ragihandinê ya di navbera mirovekê/î û miroveke/î din de di bin siya wan dîmen, wêne, deng, diyagram û nivîsan de winda nebe.
Kela canê xwendekarê daneyna
Gava ku doktor û profesorên beşên elaqedar ên di komîsyona parastina vê tezê de hazir dest bi pirsên xwe kirin, kêf û eşqeke nedîtî kela canê min rakir: Bi kurdî em bi mijarên tevlîhev, mucerred ên zanistî dadiketin. Pirs ji xwediya tezê dihatin kirin, û mijar jî elaqedarî teza wê bûn. Kela canê mamoste Sorgul Ebdilselamê di dema pirsan de jî daneyna; ji xwe zehmet bû, wê beriya xwe hîç parastina tezên masterê nedîtibû. Lê dîsa jî karî agahiyên xwe, zanîna xwe, daneyên xwe, analîzên xwe û encamên xwe ji bo bersivan bi kar bîne. Li hin cihan kêmasiyên wê diyar bûn, lê komîsyonê ev mesele, nexasim jî beşê teoriyê yê berfireh û kûm bikaranîna van teoriyan ji bo analîz, nirxandin û encamên pirsa sereke û pirsên din ên teza wê. Jixwe bawer dikim ji ber wê tevî ku noteke gelekî baş wergirt, noteke bêqisûr wernegirt. Mamosteyê teza wê jî pê hisiya ku di nava keft û lefta nivîsandina tezê de nekariye hin kêmasiyan bibîne, û êdî karîbû li ser van kêmasiyan bi xwendekara xwe re bipeyive. Axir Sorgul Ebdilselam noteke gelekî baş wergirt a ku destûrê bide wê, heger rojekê bernameya doktorayê di beşê civaknasiyê de vebe, xwe li wê jî qeyd bike.
Ez lazim e Dr. Sardar Saadi jî pîroz bikim ku komîsyon û pêvajoya parastina tezê bi rê ve bir li ser navê Zanîngeha Rojava. Jixwe, bi vê destpêka baş, parastina tezên din jî karî bi awayekî serketî bê kirin, hem di warê birêvebirina pêvajoya giştî û hem jî di warê birêvebirina pêvajoya parastina tezê de jî. Ezmûnkerên hundir û ji derve yên tezan jî di çend parastinên tezan de yên ku min jî ew şopandin, ezmûnkerên baş bûn û haya wan ji mijarê û ji pêvajoya akademîk hebû.
Ev destketiyên xwendina bilind a Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, esas bi funksiyoneke mezin radibin: Avakirina Rojava weke welat û avakirina Rojava weke Şoreş. Bernameya masterê ya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya li Zanîngeha Kobaniyê jî di heman çarçoveyê de em dikarin binirxînin.
Me nekarî tîpeke Kurdî binivîsin
Neviya min teza xwe ya masterê nivîsî
Axir em berê xwe bidin hola amfî… Bapîrê Sorgul Ebdilselamê, gava ku encam hat eşkere kirin, her kesî Sorgul pîroz kir, bi xwe nekarî û rondikên çavan barandin. Çima? Çendekan jê pirsî û wî jî got, Ji ber alfabeyekê, ji ber tîpeke bi Kurdî me çi eziyet û azar kişand. Niha neviya min teza xwe ya masterê, li Zanîngeha Rojava bi temamî bi Kurdî nivîsandiye û li vir li ver van pispor, doktor û profesoran bi Kurdî jî parast û wan jî bi Kurdî nirxand. Ma çawa negirîm, hêstiran nebarînim! Ma ew van gotinan bike û emên hazir çawa hestyar nebin, çawa bi xwe jî rondikan nebarînin. Her yekê/î ji me berê xwe da aliyekî da ku em rondikên çavên xwe ji hev du veşêrin. Çima hin mirov dikarin hestên xwe baştir îfade bikin, ev ji bo min her yek ji wan sirr û razên herî mezin e. Lêwma hin mirov hene, tevî ku gelek xwende û zana ne jî di meseleya îfadekirina hestên xwe de xeşîm, kêm û nezan in. Ne tenê rêyeke zanînê heye, gelek rêyên wê hene û yek ji wan jî ev e.
Di dema parastina teza Sorgul Ebdilselam de mamoste Xelîl Hisên pirr bi baldarî hem pêşkêşvaniya tezê, hem jî pirsên ezmûnkeran û hem jî bersivên Sorgul Ebdilselam dişopandin. Ne hema xweber wî ev yek dikir: Teza duyem a mastera civaknasiyê ya li Zanîngeha Rojava ya Xelîl Hisên bû. Ez di dema parastina teza Xelîl Hisên de jî amade bûn. Xelîl ji ber ku xweşik û baş parastina teza Sorgul Ebdilselam şopandibû, weke ku kêmtir kela canê wî rabûbe, radibû û rûdinişt. Ew ji Rimêlanê tevî maliyên xwe hemûyan hatibû û ew jî li hola amfî amade bûn. Diyar bû ku mamoste Xelîl Hisên pêşkêşvaniya xwe piştî parastina teza mamoste Sorgul Ebdilselam sererast kiriye, helbet her wiha baş jî kiriye. Sernavê teza wî Siyasetên mirinê li ser Rojava: Rola dronan di guherînên civakî de ye. Ez ê bi gotinên wî yên jidil ên piştî parastina tezê ji min re gotî, bi kurtî behsa meseleyê bikim û ne bi gotinên hişk û daneyên di teza wî de: Tez ya wan mirovan e ku ez bi wan re peyivîm û bûbûn armanc û mexdûrên êrîşên bi dronan ên dewleta Tirk. Min tenê gotinên wan nirxandin û pêşkeş kirin, ji bo ku siyaseta mirinê ya dewleta Tirk çêtir xuya bibe, were fêmkirin çima ew vê siyasetê bi cih dike. Hevserokê Zanîngehê Dr. Munîr Simo rêveberiya pêvajoya parastina tezê kir. Di pêvajoya parastina tezê ya li xelkê vekirî de, xuya dikir ku Xelîl Hisên pirr serwextê mijarê ye û hem teoriyên elaqedarî siyasetên mirinê xweş nas dike, hem haydar e ji rêbazên xwe yên lêkolînê û hem jî encamên analîza xwe jî kariye bi xweşikî pêşkêş bike.
Lêkolînên muhim ên li ser zemîna Rojava
Min karî li parastina teza mamoste Nûjîn Hesen jî hazir bibim. Sernavê tezê Li Rojava Rola Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di guhertina rewşa civakî de ye. Tişta herî zêde li bîra min ma di pêvajoya parastina vê teza masterê ya civaknasiyê de gotinên Nûjîn Hesen bûn ên ku wê di dawiyê de weke bersiva pirseke endamên komîteya nirxandina teza xwe da: Xwezî TEV-DEM rola xwe ya berê dewam bikira, hingê bêhtir di nava xelkê de bû û tesîreke berbiçav li demokratîkkirina civakê dikir.
Ji bo hin agahiyan bidim, mamoste Nûjîn Hesen di pêşkêşkirina 20 deqîqeyî ya teza xwe de bi xweşikî behsa wê yekê kir ka çawa TEV-DEM bi demê re veguheriye: Berê sîwaneke mezin a aliyên siyasî, civaka sivîl û sazî û rêxistinan bû û pê re jî di nava xelkê de çalak bû di warê agahdarkirin û birêxistinkirina li zemîna civakî. Di qonaxa dawî de ev rola TEV-DEM’ê daketiye asta rêxistina sîwan a ji bo rêxistinên civaka sivîl nexasim jî sendîkayan. Ji ber wê jî tesîra ku destpêkê dikir êdî nake, û Nûjîn Hesen jî ji ber wê yekê xweziya xwe bi rol û rista TEV-DEM’ê ya berê dianî.
Ez li vir behsa wê yekê bikim ku piştî parastina 5 tezên masterê yên civaknasiyê, li jor min behsa sisiyan ji wan kir, ji ber ku min şahidî kir li pêvajoya parastina wan tezan, divê ez behsa teza masterê ya yekem a Beşa Petrolê di nava Instîtûya Zanist û Teknolojiyên Nûjen jî bikim. Di vê hejmara me ya PolitikArtê de mamoste Yûsif Îsa bi xwe jî behsa tecrûbeya xwe ya parastina teza xwe dike. Lê ez bi du sê gotinan be jî bibêjim, tezên xwendekarên beşên Petrolê û Petrokîmyayê di asta cîhanî de ne û gelekî baş in. Ew hêviyê didin xwendekarên xwe, mamosteyên xwe û Rêveberiya Xweser jî ku ew ê nifşekî jêhatî û xurt di warê zanistên xwezayî de bigihînin da ku welatê xwe ava bikin. Jixwe, Yûsif Îsa jî dibêje, ew serketina xwe ya di tezê de jî bixe xizmeta civaka xwe ya li Rojavayê Kurdistanê.
Zanist ji bo avakirina Rojava
Ev destketiyên xwendina bilind a Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, esas bi funksiyoneke mezin radibin: Avakirina Rojava weke welat û avakirina Rojava weke Şoreş. Bernameya masterê ya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya li Zanîngeha Kobaniyê jî di heman çarçoveyê de em dikarin binirxînin. Em behsa xweserkirin û serbixwekirina akademiya li Rojava dikin. Yanî ev xwendekarên hanê yên ku masterên xwe serketî bi dawî dikin û wê bikin, erka herî mezin a li ser milê wan ew e ku li welatê xwe bimînin û xizmetê bikin ji bo avakirina welatê xwe. Em di pêvajoyekê de ne ku hejmara Zanîngehên Rojava û hejmara xwendekaran hîna têra pêdiviyên Şoreşa Rojava nakin. Lê bi vî nifşê nû nû digihe, gav tên avêtin ber bi çêkirina akademîsyenên Rojava ve.
Akademiyên di her warî de yên ku xweser û serbixwe bin, dikarin siberoja avakirina Şoreşa Rojava û avakirina Bakur û Rojhilatê Sûrî misoger bikin. Yanî gava ku pêdiviya akademiyên li Rojava (Zanîngeh, Înstîtu, Akademî û wekî din) karîn bi zanyarên xwe xwendekarên xwe li ser zemîna Şoreşa Rojava bixwe perwerde bikin, hingê em dikarin behsa xweserbûn û serxwebûna akademiya li Rojava bikin. Hingê sazî ê dezgehên hilberandina zanînê wê ji bin nîrê mêhtingeriyê bi temamî rizgar bibin. Parastina tezên masterê ji Gulana îsal ve, gaveke muhim e ber bi vê serxwebûna akademîk ve.
Ji bo rehettir bê fêmkirin ez bi teql û bi îhtîmam dîsa bibêjim: Serxwebûna akademîk, wê derfetê dide ku civak bi xwe ji bo çareserkirina meseleyên xwe, dabînkirina pêdiviyên xwe zanînê hilberîne û ne ji bo pêdiviyên çêkirî yên ji derve zanînê hilberîne yan jî tenê ji bo miameleya bi sîmptomên bela û meseleyan re zanînê hilberîne. Zanyarên li cihê cih yên ku amade ne xizmeta civaka xwe bikin û amade ne civaka Rojava û şoreşa wê ava bikin, ji hîmên akademiya serbixwe ne. Yanî zanyarên ji nava civakê derketî û bi meseleyên avakirina şoreşê dizanin, dikarin her wiha haydar bin ji girîngiya avakirina zanisteke çê ya ji bo civakê. Ha ev zanist hem şoreşger e û hem jî serbixwe ye.
Zanîngeha Rojava niha hîmek ji van bi bernameya teza masterê danî û li ber wê hîna rêyên bernameyên tezên doktorayê û çêkirina zanyaran di asta profesoran ji bo sazî û dezgehên xwe yên akademîk heye. Ev ne karekî besît û hêsan e, lê kareke ku Zanîngeha Rojava, Zanîngeha #Kobanî# yê û Zanîngeha Reqayê jî dane ber xwe. Ji erk û wezîfeyên tevahiya welatparêzên Kurd e ku destekê bidin avakirina akademiya serbixwe ya li Rojavayê Kurdistanê.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 516 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 01-11-2024
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-08-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Zanist
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 01-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 02-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 01-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 516 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1191 KB 01-11-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.907 çirke!