Zanîngeh weke meydaneke têkoşînê
Edîtor: Luqman Guldivê
Di vê hejmara PolîtîkArt’ê de me xwest em bi meydanên zanistê yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dakevin. Ji lewma ev meydan jî yek ji wan qadên girîng ên şoreşê ne.
Gava li cihekî an jî warekî şoreş pêk tên tevî şoreşê gelek meydanên zanistê jî pêdivî pê dibînin ku xwe nû bikin. Hişmendiya kevn ya li wan cih û waran bi şoreşa nû re li hev nake. Ji lewma hewceye ku pergaleke tekûztir li gorî şoreşa ku pêk hatiye were avakirin. Akademî, zanîngeh û pirtûkxane ew cih in ku dikarin meydan û ruhekî nû ji bo şoreşê ava bikin. Ev meydanên zanistê her wiha dikarin ji bo zanistê jî pênaseyeke nû diyar bikin û hişmendiya xwe ya nû li vê pênaseyê zêde bikin. Nexasim jî di van salên dawî de ku ev meydanên zanistê di bin nîrên hişmendiyên hegemonik de dinalin û her diçe ji maneya xwe dûr dikevin.
Di vê hejmara PolîtîkArt’ê de me xwest em bi meydanên zanistê yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dakevin. Ji lewma ev meydan jî yek ji wan qadên girîng ên şoreşê ne. Zanîngehên bi navê Rojava, Kobanê û Şerq di nava çend salan de xwendekarên xwe mezûn kirin û her wiha gelek xwendekar tezên girîng nivîsandin ku di gelek beşan de ev cara yekem e li Kurdistanê tezên bi vî rengî tên nivîsandinê. Xwendekarên Kurd ji “Zanîngehên Şoreşê” mezûn bûn û niha rêyeke hey dirêjtir dane ber xwe. Me xwest em bibin şirîkê kela canê wan û her wiha amadekariya wan ya ji bo tezan jî bibînin. Ji ber vê yekê di vê hejmarê de hûn ê bibînin bê ka li van “zanîngehên şoreşê” xebatên bi çi rengî hene û asta wan çiye.
Di nûçe, vîdeo, film û hevpeyvînên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên çêkirin de gelek caran xelk bal dikşîne rewşa berê û dibêjin; “Berê me nekarîbû tîpeke Kurdî çiye binivisînin, ji lewma Kurdî qedexe bû û me her tim eziyet dikişand ji ber zimanê xwe!” Lê îro gava ev kes dibînin li cihekî weke Rojava zanîngeh hatine vekirin û ev zanîngeh şagirtên xwe mezûn dikin ji kêfan dikin bifirin û ji bo siberojê hêviyên wan xurttir dibin. Vê carê ne ji qehran lê ji kêfan rondikên çavan dibarînin. Zanîngehên Şoreşê di demeke kin de vê baweriyê çêkirin bi xelkê re û niha xwendarên li van zanîngehan yeko yeko mezûn dibin. Ji ber ev medyan hêvî û baweriyê çêdikin mirov dikare bi rehetî bibêje ku ew meydanên têkoşînê ne jî.
Bi hêviya ev meydanên têkoşîn û zanistê li çar parçeyên Kurdistanê geştir bibin û Kurdistan rojek berî rojekê ji bin hişmendiya dagirkeran xelas bibe.
PolitikART
[1]