Sosyalîteya #Kurmanc#
Sinan Salhan
Civak li ser mekana ku lê jiyan dikin bi pêvajoya dîrokê ve girêdayî bi hin guherînan re rû bi rû dimînin. Di vê mekanê de amurên ku têne şixulandin pêş dikevin an jî diguherin. Ev guherîn jî bêguman li ser civakan bandorê resen dihêlin.
Civakên ku demeke dirêj di bin nîrên dagirkeran de mabin piranî li ser hebûn û sosyalîteya xwe serî diêşînin. Ev hewildanekî neheq jî nîn e. Lewre civakên ku di bin dagirkeriyê de ne piranî ji hêla dagirkeran ve têne înkarkirin û nasnameya wan tune tê hesibandin. Loma civak -heta yek bi yek endamên civakê- di serî de li pey hebûna xwe dikevin û bi israr dibêjin em hene! Ger ku pêşengê civakê di cihê rast de bigirin û hebûna xwe nexin ber nîqaşê, wê wextê “li derdora vê hebûna civakî sosyalîteyeke çawa hatiye avakirin?” dibe gava duyemîn a lêpirsînê. Ji lewre hemberî “tu tiştî” hebûn ku heq û mutleq be, êdî nîqaşa wê na, çawaniya wê tê nîqaşkirin, anku sosyalîteya wê. Kurd ji alîye sosyalîteyê ve hatiye perçekirin. Tevahîyek di sosyalîteya Kurd de nîn e. Loma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; “Min xwest zanîsta wê bikim têre nekir, dîroka wê bidim danasîn nebû, alîye leşkerî ve min artêş da avakirin şerê wê pêşxist dîsa têre nekir, aniha ez hewl didim aşîtiya wê pêş bixim, ew jî wê çiqas bigire nediyare.” Ev yek vê rastiyê radixe ber çavê me: Sosyalîteya Kurd ewqas hatîye perçekirin û ji hev ewqas hatîye belavkirin ku ji wê tiştek derxistin, berhevkirin û tomarkirin pir zehmet bûye.
Kurd, di têkilîyên xwe yên bi Osmanîyan re de; di nava dewletê de nebe jî di xweserîya mîrektîyan de xwedî îmtiyazên mezin bûne. Ev yek him di aliyê xwerêvebirinê de him di alîyê rêvebirina aborîyê de û him jî di alîyê civakbuyînê de, bi her awayî hatîye jiyankirin. Lê bi esasî çîna serdest a Kurdan pozîsyoneke hevpar û xayîn de bûn.
Sosyalîte bixwe; di derbarê komekî de bikaranîna hişek, avakirina hişmendîyek (zîhnîyet) û şixulandina amûran û hwd têkiliyên ku hatine avakirin îfade dike. “Di wateya teng de, ji bo civakên ku taybetmendiyê çînayetiyê qezenc kirine re tê şixulandin.” Tu dixwazî bila xwe bi mîtolojîyê yan jî bi ol, felsefe yan jî zanist, xwe bi çi îfade dike bila bike, li derdora wê hişmendîyê sosyalîteyek hatiye avakirin. Her wiha dixwazî bila tîr şixulandi be yan jî compîtur ferq nake. Li gor kêrhatina wê, di derdora wê de sosyalîteyek ava dibe. Di her civakê de derdorê van her du dîyardeyan de kombuyînek hatiye sazkirin. Civak li ser mekâna ku lê jiyan dikin bi pêvajoya dîrokê ve girêdayî bi hin guherînan re rû bi rû dimînin. Di vê mekanê de amurên ku têne şixulandin pêş dikevin an jî diguherin. Ev guherîn jî bêguman li ser civakan bandorê resen dihêlin. Li gor serdemê hişmendî û amûrên ku serwerin çawa di alîye gerdûnî de gerdûnbûyîn hebe, heman wextê di alîye tîkel de jî van resentiya jiyan dike. Ev resentî weke çînayetî derdikevin pêş, ango klan, qewm, netew û hwd. “Civak encax kengê wesfên çînayetîyê wergirtin, ew çax em dikarin ji wê civakê re bibêjin ‘Civaka Kurd an jî civakeke din’ wê wextê bêtir karîgerî dibe.”
Hem dînamîzmên hundir û hem jî yên der, hiştine ku di nav Kurdan de çinayetî pêşkevê. Di dîrokê de Kurdan ji çînayetî jiyan kiriye û kokê wê pir kevne. Ev yek him di Gutîyan de him Qasîdan de, her wiha weke lûtkeyekî di Medan de ev çîna jor a serdest û ya jêr ku weke binî (taban) em pênase dikin, tim hebûye. Piştî Medan di nav Kurmancan de çîna serdest a jor bi desthilatdaran re têkilîyên wan li ser esasê nakokiyê pêşket. Raste wê yekê bi Kurdan gelek da wendakirin. Lê bi esasî heta sedsalan 16’emîn jî ev çînayetî, wekî her civakekî, jiyankirin. Heta ji gelên din zêde bûn, ne ku kêm bin. Ev yek têkiliyên bi Farisan re jî xwe didan der. Heta serdema Safewîyan jî têkilîyên Kurdan ên bi Pers û Sasanîyan re li ser esasê otonomî û azadîyê ve hatibûn danîn. Mîr ango prensên Kurdan her tim xwedî xweseriyên berfireh bûne û di nav Farisan de jî weke esîlzade hatine pejirandin. Kurd, di têkilîyên xwe yên bi Osmanîyan re de; di nava dewletê de nebe jî di xweserîya mîrektîyan de xwedî îmtiyazên mezin bûne. Ev yek him di aliyê xwerêvebirinê de, him di alîyê rêvebirina aborîyê de û him jî di alîyê civakbuyînê de, bi her awayî hatîye jiyankirin. Lê bi esasî çîna serdest a Kurdan pozîsyoneke hevpar û xayîn de bûn.
Mantiqa kapîtalîzmê ya “Par bike, perçe bike û bi rê ve bibe” ji bo burjuvaya Tirk, Ereb û Farisan bû distûra esas ku Kurdistanê bikin çar parçeyan. Ev yek tenê bi cografyayê ve sînordar nema, heman wextê li ser hişmendî û civakbûna Kurd jî pir mezin bandor kir û hişt ku qetlîamên pir mezin pêşbikevin.
Bi serdema kapîtalîzmê ve ku hegomanya ber bi Rojavayê cîhanê ve şemitî şûn de li wê derê çîna burjûvaziyê pêşket. Pêşketina çîna burjûvayê li Rojava heta astekî gelên Rojhilat jî bandor kirç Ev bandor bi rengê “burjûvaya burokratîk” be jî çina serdest a van gelen burjûvaya xwe pêş xistin. Lê ji ber pozîsyona çîna serdest a Kurd ku hevkar û xayîn e, di nava Kurdan de çîneke burjûvaziyê pêş neket. Di vê derheqê de Abdullah Ocalan bal dikişîne û dibêje: “Kurdan de di nava tebaqeya jêr û jor de guherînên hemdem ku hatine meydanê, di nava xwe de cudahîyên xweser dihewîne. Lê pir zor e ku mirov ji tebaqeya jor a Kurdan re bibêje burjûva.” Ji ber ku çîna jor a Kurdan, li gorî rastiya çîna jiyan tevdigere û jiyan dike. Pozisyona wê ya xirab nehiştîye ku vê burjûvabûnê jî jiyan bike. Li hemberî vê burjuvayê Tirk, Ereb û Farisan li ser tunekirina Kurdan ve ji bo neteweke homojen çêkin, qirkirin û kokrakirina Kurdan pêşxist.
Tevgera Azadiyê jî a li ser vê ango li ser Sosyalîteya Kurmanc xwe birêxistin dike. Hemberî çîna serdest a xayîn û hevkar, sosyalîteya proleter ên Kurmanc pêş dixe. Ji wê re dibe hêvî û pozisyona xwe ya pêşengiyê bi zindî didomîne.
Bi peymana Qesra Şîrîn, Kurdistan her çiqas bibe du perçe jî çûn û hatin, danûstandin hêj xurt bûn. Di rastiya Kurd û Kurdistanê de hêj perçebûneke pir mezin çênebibû. Ji ber terzê jiyana koçertîyê a Kurdan, ev sînor pir bi wate nebûn û di nezera Kurdan de ew qas bi qîmet jî nebûn. Mantiqa kapîtalîzmê ya “par bike, perçe bike û bi rê ve bibe” ji bo burjuvaya Tirk Ereb û Farisan bû distûra esas ku Kurdistanê bikin çar parçeyan. Ev yek tenê bi cografyayê ve sînordar nema, heman wextê li ser hişmendî û civakbûna Kurd jî pir mezin bandor kir û hişt ku qetlîamên pir mezin pêşbikevin. Bi Peyama Lozanê ve jî him cografya û him jî Sosyalîteya Kurmanc bû çar perçe. Ji yekîtîya netewî dûr, hişmendî û sekneke bi perçe pêşket. Hemberî vê qirkirinê Kurdên tebeqeya jêr serî hildidin. Bi esasî ev tebeqe proleter ango paleyê Kurmanca ne. Lê ji ber ku ev serhildan bê îdeolojî û bê rêbertîyeke xwedî xisletê netewî bûn di demeke kurt de têk diçin. Ev têkçûn di nav Kurmancên proleter de şikandinek xeyalan çêbike jî, cih cih kêm û lawaz be jî berxwedana wan didome. Teybetmendiya vê tebeqeyê yek jî ewe ku bi demê re bendê wê û eşîrtiyê sist bûye, piranî di qeraxê bajaran de bicîh bûne. Di hêla aborîyê de xizan in, bi paletîya demsaliyê re mijûldar in. Hemberî pergalê û dewletê rikdar û bi mesafe ne. Rex vê bi pêşketina kapîtalîzmê di nava Kurdistanê de jî bi xeyalên “cihana firsendan” ve pergalê bi polîtîkayên taybet weke “birçî bihêle, bê kesayet bike, û bi xwe ve girêbide” ve hêvî û bendewarîyên tebeqeyê bi çîna serdest a hevkar û xayîn ve girêdide. Heman awayî bi vê polîtîkayê ve netew-dewletên ku Kurd lê jiyan dikin Kurdan weke koleyê xwe dibînin û her cure operasyonê şer û bîrdozî li ser wan dimeşînin. Di vî warî de weke kevanekekê em diyar bikin ku hişekî dîrokî ya çîna serdest a Kurd ku tim xayîntî kiriye, li gor çîna jêr bêtir bi domdar e. Ji ber ku çîna jor bênavber kîjan deshilatdar hatiye, ji bo berjewendiyê xwe û statûya xwe ya şexsî, malbatî biparêze, kê hatiye Kurdistanê, hema xwe yekser pêşkêş kiriye. Bi vî awayê tu carî dûrî desthilatdariyê neketiye û bi awayekî derdorê desthilatdariyê bi pişopişotiyê be jî xwe daye jiyandin. Ev yek ji vê çînê re tecrûbeya derdor û nava desthilatdariyê de dê çawa bê mayînde kirin daye avakirin. Her wiha di serhildanên tebeqeya jêr de ji bo ku berjewendiyên wan ji dest neçin, dê çawa bi destê desthilatdar û dagirkeran ve bên tepisandin hişekî qirêj lê domdar daye avakirin. Aliyê din ji ber ku serhildan dem demî bûne, di tebeqeya jêr de wekî ya jor bîreke dîrokî ya domdar çênebûye. Ne ku tune, heye! Lê qutebir û demdemî ye.
Tevgera Azadiyê jî a li ser vê ango li ser Sosyalîteya Kurmanc xwe birêxistin dike. Hemberî çîna serdest a xayîn û hevkar, sosyalîteya proleter ên Kurmanc pêş dixe. Ji wê re dibe hêvî û pozisyona xwe ya pêşengiyê bi zindî didomîne. Lê li rex vê jî ji ber sedemên me li jor anî ziman, ew qerekterê ku hatiye herişandin hêj tam xwe ji hişmendiya dewletê û feraseta serdestiyê qut nekiriye, hêviya xwe jê nebiriye û bendewar e. Di nava şoreşê de jî aliyên wî yên dikule, direve li cem dijber, mantiqê ku ji yê dij xwe hêvî dike; tev bingeha xwe ji vê feraseta ku hatiye xerabûn, sosyalîteya ku hatiye herişandin digire. Çavkaniya wê bi tevahî ev sosyalîte ye. Ev jî aliyê rastiyeke din a vê sosyalîteyê ye. Bi têkoşînek îdeolojîk, çandî û piralî be divê ev were sererastkirin û pêwistiyeke berbiçav e. Bi tevahiya xwe, di vê sosyalîteya nû a Kurmanc de em dikarin bêjin;
- Hişmendiyeke hevpar weke Netewa Demokratîk hatiye avakirin.
- Di derdorê rêbertiyeke xwedî xisletê netewî kombûnek çêbûye.
- Rihekî netewî hatiye avakirin û ber bi bedenbûnê ve diçe.
- Di beşa burjûva ya biçûk de jî aliyê têkoşînê de guhertineke erênî tê jiyîn.
- Di tebeqeya jor a xayîn û hevkar de guhertinek nîn e, lê ew jî hatiye teşhîrkirin.
Rixmê di serdema îroyîn de ku zanîn di nava civakê de bi amûrên ragihandinê ve pir lez digere û kes û sosyalîte pir zû jê bandor dibin jî sosyalîteya ku tevgera azadiyê daye avakirin, li ser pîvanên exlaqî û polîtîk her ku diçe her çar perçeyê Kurdistanê de rûdinê û li ser hişmendiya demokratîk a Kurmanc xwe gewre dike.
[1]