Avakirina Siyaseta #Demokratîk# : Rêya Sêyemîn
Sinan Salhan
Bi destê modernîteya kapîtalîst ve cara ewil înkara hebûn û xwebûna xwe pêş ket. Ji ber ku hişê modernîteyê li ser dijberîbûnê hatiye avakirin. Li gor vê eqlî tu yan A yî yan jî B yî. Her tişt li gor reş û spî tê sazkirin. Ev jî dîsa li ser înkarkirinê pêş dikeve. Tu yan reş î û yan jî spî yî? Baş e heke tu her du jî nebî? Wê wextê gelo divê tu xwe înkar bikî?
Xwebûn; bi kurt û kurmancî haydarbûna ji hebûna xwe ye. Dibe ku sirra ku li gerdûnê veşartî ev be: Xwebûn, ango xwemayîn! Xwemayîn; bi reng, taybetmendî, nasname û biryardariya xwe ya azad ve xwedîderketina paşeroj û pêşeroja xwe ye. Di gerdûna mezin de her cure cudahî dixwaze hebûna xwe derxîne pêş; ji ber ku di nava gerdûnê de heye û vê hebûna xwe ve wekî her “tiştê” birûmet dibîne. Di serdema ku em tê de ne têgeh çima ewqas têne nîqaşkirin û em çima ewqas li ser têgehan disekinin? Ji ber ku modernîteya kapîtalîst êrişa ewil biribû ser hişê mirovan. Baş zanibû ku heger di vî şerî de ser bikeve dê cîhanê feth bike. Him cîhana hişî û him jî cîhana madî dê zeft bike. Bi destê modernîteya kapîtalîst ve cara ewil înkara hebûn û xwebûna xwe pêş ket. Ji ber ku hişê modernîteyê li ser dijberîbûnê hatiye avakirin. Li gor vê eqlî tu yan A yî yan jî B yî. Her tişt li gor reş û spî tê sazkirin. Ev jî dîsa li ser înkarkirinê pêş dikeve. Tu yan reş î û yan jî spî yî? Baş e heke tu her du jî nebî? Wê wextê gelo divê tu xwe înkar bikî?
Gelo ma ji vê dubendiya ku ji hêla hişmendiya modernîteya kapîtalîst ve hatiye ferzkirin rizgarbûn ne pêkan e? Derveyî vê xeleka kor rêyeke alternatîf ku gel û bindest xwe pê bigirin nîne? Baş tê zanîn ku di dîroka dewletbûnê de şerê ji bo desthilatdariyê ku di navbera desthilat û mixalefeta di nav dewletê de, her tim komên derveyî dewletê, bindest û kêm-netew weke hêzeke mixalif a demokratîk hebû. Di serdema dewletbûnê de ev hêz ji klan, hoz û eşîran pêk dihat. Her ku dewletê xwe belav kir û civak berfireh bû, pê re tevgerên pêxemberî, cimaet, terîqet; disa di serdema modernîteya kapîtalîst de karker, tevgerên rizgarî yên netewan tim ev rê ji bo xwe hilbijartin. Li gor wext, serdem û rewşê ev hêz geh xurt dibûn û rista pêşengiyê di destê xwe de digirtin, carinan jî ku desthilat û mixalefeta wê dibûn yek, û ev hêz lewaz dibûn û bi paş de diketin. Lê tim û daîm vê hêzê weke rêyekê, weke alternatîfekê xwe tim spartiye û hebûna xwe parastiye. Bi pênaseyeke giştî birêz Ocalan vê rêya alternatîf weke modernîteya demokratik bi nav dike. Û pêkhateya modernîteya demokratik jî bi giştî hêzên demokratîk wekî klan, eşîr, hemû gelên bindest, kêm-netew û oldarên ku xwe naspêrin desthilatdariyê, kes û saziyên sosyalîst, dezgehên demokratîk, mirovên xwedî wijdan ku civakek rewiştî û polîtîk esas digirin destnîşan dike.
Modernîteya kapîtalîst, ji ber ku hebûna xwe li ser krîz û kaosê daye avakirin, di hiş, ziman û vegotina mirovî de jî kaosek daye avakirin. Hiş çiqas şêlû bibe û têgeh çiqas werin tevlihevkirin; fêmkirin û watedarkirin jî ewqas şêlû û zehmet dibe. Di nîqaşên rojane de yên ku li ser “Rêya Sêyemîn” ku birêz Ocalan weke alternatîfekê daye pêşiya hêzên demokratîk û gelê Kurd jî tê xuyakirin ku ev rê yan baş nayê fêmkirin an jî bi zanatî tê berevajîkirin. Di nezera me de ji hêla gel ve ev heta astekê tê fêmkirin û gel bi awayekî xurt xwedî lê derdikeve, ji bo ku bikeve pratîkê jî gelek bikelecan e. Lê pêkhateyên saziyên demokratîk an ji bo ku ji rehetiya xwe tawîzê nedin an jî ji parastina niyeta azad di rêya sêyemîn de yan israr nakin an jî bi awayekî weke ku nayê fêmkirin nîşan didin.
Bêguman ev yek tenê bi van her du xalan ve girêdayî nîne. Ji 2016an vir ve tifaqa şer a Ergenekonê ya ku li hemberî gelê Kurd û hêzên demokratîk hatiye avakirin derfetê nade ku siyaseta demokratîk hukmê xwe îcra bike. Bi vê ve girêdayî, feraseta ku di nava xwe de bi hişmendiya dewletê ve girêdayî ye, refleksên “heke ku li rex Erdogan bisekine dê dewlet ewqas bi ser me de neyê”. Dîsa di bin da her çendî heman refleks be jî lê reng diguherîne dibêje “heke ku li rex CHPê bisekinin ango Erdogan ji desthildariyê bixin dê ew pêkûtiyên li ser me rabin” nehiştin ku siyaseta demokratîk derketinê bike û weke Xwe, XWEBÛNA xwe bide sazkirin.
Divê baş bê dîtin bi rêya sêyemîn tu ji her du aliyan yekî danaxîeyan jî yê din ranake. Armanca rêya sêyemîn ne ew e ku bi aliyekî bide “wendakirin” an jî “qezenckirin”. Di vir de rêya sêyemîn temsîliyeta nasnameya hêzên demokratîk dike û pêkhateyeke modernîteya demokratik e. Loma fikara dê bi saya min aliyek an dê serbikeve yan jî dê têk biçe ne rast e. Ji ber ku mesafeya her du aliyên a ji bo rêya sêyemîn ne wekî hev e.
Armanc û meqseda me tam jî ev e: Xwebûn. Di vir de em behsa nasnameyekê dikin. Qesta me ji rêya sêyemîn ne ew e ku ji du rêyan hilbijartina yekê ye. Ligel vê, divê bi tevahiya pêkhateyên modernîteya demokratik, di çarçoveya vê rêya sêyemîn de şêwazê jiyana demokratîk û nasnameya xwe bide avakirin. Çawa ku di dîrokê de cihê ku şaristanî/dewlet lewaz dibe li wir modernîteya demokratik serwer dibe (yan jî berevajî) heman rengî di rewşa rojane de jî cihê ku (bi mixalefeta xwe ve) dewlet lewaz dibe ji bo valatiya ku derdikeve bê dagirtin rêya sêyemîn alternatîfa herî xurt û berbiçav e.
Divê baş bê dîtin bi rêya sêyemîn tu ji her du aliyan yekî danaxîeyan jî yê din ranake. Armanca rêya sêyemîn ne ew e ku bi aliyekî bide “wendakirin” an jî “qezenckirin”. Di vir de rêya sêyemîn temsîliyeta nasnameya hêzên demokratîk dike û pêkhateyeke modernîteya demokratik e. Loma fikara dê bi saya min aliyek an dê serbikeve yan jî dê têk biçe ne rast e. Ji ber ku mesafeya her du aliyên a ji bo rêya sêyemîn ne wekî hev e. Ango peywira rêya sêyemîn avakirina siyaseta demokratîk û belavkirina wê li nava civakê ye. Ji bo vê bêguman nakokî û gengeşiyên ku di nava her du aliyên dewletê (deshilatdar û mixalefet) derdikevin jî helbet ji bo rêya sêyemîn cihê nirxandinê ye. Divê ji bo berjewendiyên gel ji van nakokiyan sûd wergire û polîtîkayên xwe li gor vê aktualîze bike. Ev nayê wê wateyê ku dê bi tu awayî neveke nava tifaqan jî! Bêguman li ser rêgezên bipîvan dikare hevdîtinan jî bike tifaqê jî çêke. Lê di vir de pîvana esas divê ew be ku ka bi kê re têkiliyê datîne û ew alî jî bi awayekî vekirî nasnameya rêya sêyemîn dipejirîne û wê weke muxatabê meşrû dibîne an na. Divê daxwaz û talebên rêya sêyemîn ji bo civak û raya giştî ragihîne û her wiha divê aliyê din jî bernameya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî vekirî ragihîne da ku bingeha ku dû li ser lihevkirinek çêbe cîvak jî jê haydar be.
Ev heşt sal in ku ji ber hin sedemên me diyar kirin, siyaseta demokratîk ji gelek aliyan ve xitimîbû. Lê berxwedan li her qadê bû û bi pêşketin û mezinbûna têkoşînê bi awayekî cidî dewlet anî ber xitimandinê. Baş tê xuyakirin hem mixalefet hem jî desthilat xwe dispêrin dewletê û şerê desthilatdariyê didin. Partiya DEMê jî bi berxwedana gelê Kurd û hêzên demokratîk di hilbijartinên xwecihî gelek şaredariyên xwe paş ve girtin. Ev yek ji bo serkeftinê ne qistasek e bêguman, lê giring e. Di vê serdema nû de, mirov dikare bibêje qadeke berfireh û gelek derfet hene ku siyaseta rêya sêyemîn xwe bi rêxistin bike û ji vê rewşa sist derkeve. Ji bo vê divê di serî de pêkhateyên riya sêyemîn birêkûpêk bike. Him di hilbijartinên giştî û him jî yên xwecihî de, sekna hin partiyên çepgir ku pêkhateyên DEMê bûn rastî nerazîbûna gel hatin. Helbet sedemên vê yekê ew in ku nêzîkatiya gel ji hilbijartinan de hat asêkirin û têkoşîna hevpar nehat rêxistinkirin û xwe sînordarkirina bi hilbijartinan e. Xebatên HDKê û DTKê hatine asta sekinandinê. Berevajî di vê serdemê de herî zêde pêwistî bi van saziyan hebû û hîn jî heye. Loma nabe ku rêya sêyemîn tenê xwe bi hilbijartinan ve sînordar bike, divê neke û di serî de ligel van saziyan, hemû qadên têkoşînê bixe tevgerê û rêxistin bike. Encax bi vî awayî dikare vê xeleka kor bişkîne û derkeve firaqetiyê û ser bikeve.
[1]