#Dibistan# Çawa Bûne Goristanên Nasname û Çandê
Uğur Ataman
Gotineke pêşiyên me heye dibêjin ji şîrîtî heya pîrîtî. Ango kesayet û hişmendiya mirov wekî li zarokatiyê çi be, hema bêje heya mirinê - ku destwerdana heqîqetê çênabe - qet naguhere. Ji aliyê derûnnasiyê ve jî ev peyitandin tê pejirandin.
Em têdigihêjin ku mirov çiqas bixwaze pêşerojê bibîne divê ewqas li paşerojê binêre. Lewre rastiya îro di duh de veşartî ye. Pirtûkên pîroz (Tewrat, Incîl, Qur’an) hem rastiya bindestan hem jî ya serdestan di nava xwe de dihewînin. Rêberê gelê Kurd dibêje: “Heya şert û mercên koledariyê tam neyên zanîn peyamên pirtûkên pîroz rast nayên şîrovekirin.”
Tê zanîn, ji ber ku Adem û Hewayê li bihuştê fêkiya qedexekirî xwaribûn ji aliyê Xweda ve hatibûn cezakirin û ji bihuştê hatibûn avêtin. Lewre ew dara fêkiyê, dara zanînê bû. Bi xwarina fêkiyê re perdeya li ser çavên Adem û Hawayê rabûbû û êdî bêyî ku pêdivî bi Xweda bibînin bi çavên serê xwe rastiya heyî didîtin. Bi ya me di vir de vebûna çavan û pêdiviya bi Xweda têgehên giring in. Lewre vebûna mirovan û pêdiviya bi Xweda jî dewletê îfade dike…
Em bidomînin. Xweda ji Adem û Hewayê re çi bigota divê wan ew bidîta û bikira, derveyî rastiya heyî, divê meraq û lêpirsînkirina wan nebûya. Lê wan qîma xwe bi ya heyî neanîbûn û ji dara qedexekirî, ango ji dara zanistê fêkî xwaribûn; bêyî haya Xwedê. Tabî ev kirina wan bê ceza nemabû û ji şert û mercên bihuştê yên xweşik (di pirtûka pîroz, Tewratê de bihuşt erdnigariya Kurdistanê ye.) bêpar mabûn û wekî ceza ew şandibûn ser rûyê erde da ku di şert û mercên zehmet de bijîn. Em dirêj nekin, lewre hemû mirovatî çîroka rêwîtiya xwe dizane. A girîng ew e ka sedem çi bû? Gelo bidestxistina zanînê çima ewqas zora Xweda çû û cezayekî wisa giran hat birîn? Mesele tenê neguhdarkirina Xweda ye ma?
Xweda -ku sînorên hêz û rehma xwe tune ne- mirovên ewil ji heriyê afirandine. Lê çawa bûye ku li hemberî afirînendeyên xwe yên herî binirx (Adem û Hewa) ewqas bêtehemul bûye. Her wiha çima xwesteka zanînê, dîtina rastuyê wek guneh hatiye pênasekirin û di encama vê pratîka sûc û cezayê de çima yê gunehkar bûye mirov? Ma heger di vir de sûcdarek hebe, gelo sûcdar berhem e yan hunermend e? Bêguman hezaran sal e ev çîrok rastî pirs û şîroveyan tê. Lê di vir de bi ya me ya herî giring ew e ku mirovan hêj di gava xwe ya ewil de xwestine li gor hebûn û cewhera xwe tevbigerin, lê ji ber vê tevgerîna xwe jî cezayê herî giran lê hatiye birîn. Halbûkî ew hiş, ew cewher û aqil taybetmendiyên mirovan yên sereke ne. Mirov bi van taybetmendiyên xwe dibe mirov. Lê em dibînin ku mirov ji ber mirovbûna xwe ji aliyê hêzdar û serdestî ve hatiye cezakirin. Wisa xuya ye ku yê hêzdar naxwaze mirov mirovbûna xwe pêk bîne û mirovî cezadar dike. Helbet li gel vê em têdigihêjin ku mirovbûn jî bi xwarina wê fêkiya qedexekirî re, ango bi zanînê mimkin dibe. Bi ya me tişta ku Xweda jî dikir Xweda, zanîn bû, lê Xweda nexwest mirov jê re bibin şirîk, loma divê kole û nezan bin.
Li gor pirtûka pîroz mirov ji ber mirovbûna xwe cara “yekem” bû dihat cezakirin, lê piştî ku Adem û Hewa deverû ketin ser axa reş û çîroka me ya dîrokî dest pê kir, hem lêgerîna zanînê hem jî cezakirinên serdest û Xwedayên me kêm nebûn û zanîn heta roja me ya îro ji mirovatiyê hat dizîn û veşartin. Zanîn û zanist her di destê serdestan de bû û wan çi bidaya, çi bigota yan dê mirov qîma xwe pê bianiya û wisa tevgeriyana yan jî her ku zanîna heqîqetê bi dest bixistana dê bihatana cezakirin…
Ev çarenûs bû para mirovan û li ser vê çarenûsê gelek bûyerên cuda lê di esasê xwe de cewherê wan eynî rû dan. Berbelavtirîn mînak jî Prometheus e. Civak ji ber ku ji zanîn û heqîqetê dûr ketiye, di bin zilma serdestan (Xwedayan) de dinale û êşê dikişîne. Rêya xilasiyê jî nabînin; lewre çavên wan kor bûne. Em ji bîr nekin, jiyan û mirin bi vekirin û girtina çavan tên îfadekirin… Prometheus jî agirî -ango zanînê- ji xwedayan direvîne û dide civakê… Tabî di destpêka mirovatiyê de pergal û mekanîzmaya hatiye danîn yekser dîsa dikeve dewrê û Xweda ji ber vê kirina Prometheus wî digirin û ceza dikin. Sûcê wî ew e ku civak gihandiye zanînê. Cezayê wî jî ev e: Prometheus li çiyayê bi navê Kafkas tê zincîrkirin û her roj teyrekî dirinde dê were û laşê wî biqelişîne û kezeba wî bide ber nikilan. Her ku kezeba wî xilas bû, dê kezeba wî xwe nû bike û teyrê dirinde jî dê dîsa bixwe… Cezayekî bi vî awayî nayê hişê şeytanî jî… Dîroka mirovatiyê bi bûyerên wiha re tijî ye. Çîroka İnanna, Hallac-ı Mansur, Suhrewerdî, Bruno, Rosa Luxemburg, Sakine Cansız tev bûyerên ji serdemên cuda ne, lê bi cewhera xwe yek in. Ew nêçîrvanên heqîqetê ne. Hûn a rastî bixwazin, ew tenê mirov in û dixwazin li gor hebûna xwe jiyana xwe bijîn.
Armanca me ne nirxandina çîrokên dîrokî ne. Lê li ser van çîrokan ji destpêkê ve pergal û hişmendiyek hatiye avakirin û herî kêm ev pênc hezar sal e her mirov jî di nav vê sazûmaniyê de çavên xwe li jiyanê vedike. Rewşenbîrê navdar Adorno dema digot “Jiyana şaş rast nayê jiyîn”, qesta wî ew bû ku ji ber ku mirov ji zanîn û heqîqetê dûr ketine û bi çavên kor li jiyanê mêze dikin, êdî jiyan wate û nirxê xwe winda dike. Lê binêrin, bi gelemperî mirov -çi dewlemend çi feqîr, çi jin çi mêr, hemû kes- ji jiyanê gazincan dikin û jiyaneke nû û cuda dixwazin. Lewre dibînin ku di vê serdemê de êdî hêza şaşî û xirabiyê bi ser hêza rastî û başiyê ketiye. Sedema vê ya bingehîn ew e ku mirov nikare (nizane) li gor cewher û heqîqeta hebûna xwe jiyanekê saz bike. Lewra hem hişmendiya wî bi xwe hem jî pergala heyî hemberî vê astengiyan derdixe. Wekî tê zanîn ji bo mirovî astengiya herî mezin dîsa ew bi xwe ye. Îro ev rewş hema bêje li her derê cîhanê, li ba her mirovî bi astên cuda da rû dide. Lewra serdest tim ji bo vê dixebitin. Û heta ji wan tê mirovatiyê ji heqîqetê dûr digirin. Vê yekê jî bi rê û rêbazên cur bi cur dikin. Herî zêde bi çapemenî û perwerde yê û bi spor, huner, siyaset û hwd dikin. Lewra dizanin ku wisa nekin dê deshilatdarî û jiyana xwe ya mîna xwedayan ji dest bidin û dê rastî xezeba bindestan werin. Ji bona vê jî dirûşmeya wan ji destpêkê ve eynî ye: “Heqîqetê ji civakê veşêre û wan bixapîne...”
Ev rewş di welat û civakên bindest de bi rûyekî hîn kambaxtir digere, ji ber ku gelê Kurd jî bindest e, ew jî di heman rewşê da ne. Ka em di şexsê zarokên Kurd de li meseleya perwerdeyê binêrin dema ku zanîn û heqîqet ji destê zarokên pêşeroja Kurdan tê dizîn encamên çawa derdikevin holê…
Gotineke pêşiyên me heye dibêjin ji şîrîtî heya pîrîtî. Ango kesayet û hişmendiya mirov wekî li zarokatiyê çi be, hema bêje heya mirinê - ku destwerdana heqîqetê çênabe - qet naguhere. Ji aliyê derûnnasiyê ve jî ev peyitandin tê pejirandin. Em têdigehijin ku serdema zarokatiyê mohra xwe -çi bi erênî çi bi neyênî -li hemû jiyana me dixe. Lewra heriya ku mirov jê çêbûne di serdema zarokatiya de hêj rohn e. Ango ji teşedayîne re guncav e. Lê her ku dem derbas bibe, zarok çi teşe girtibe ev teşe di nav demê de binecih dibe. Edî guhertin an jî teşedayîn pir zehmet dibe. Ji ber ku serdest ji vê yeke haydar in, hêj di destpêkê de ew dixwazin li gor xwe teşeyekî bidin zarokên Kurd; zarokên ku divê dest ji hebûn û heqîqeta xwe berdin, bibin Tirk, Erep û Faris... Bes bila nebin xwe, çi dibin bila bibin. Ji bona vê dek û dolabên mezin digerînin û mixabin bi destê malbatan wan dikêşin nav dîwarên dibistanan. Dîwarên Tirkbûnê... Diwarên biyanîbûnê.
Derûniya bindestiyê derûnîya herî kambax e. Dagirkerî pêşîye di hişî de dest pê dike. Yê bindest tim xwe lewaz û têkçûyî, kêrnehatî û kirêt dibîne. Ji ber vê jî ji hebûna xwe şerm dike. Û tim xweziya xwe bi serdestê xwe tîne. Lewre ew tim jêhatî û serkeftî ye û bindest ne bi çand û zimanê xwe, dixwaze bi çand û zimanê serdestê xwe bijî.
Wisa difikire û bi wî wisa xweşiktir dibe. Biaqiltir û dewlemendtir. Ji ber vê jî ji bo nirxên xwe yên herî xweşik jî kirêtiyekê dibîne. Lê ji bo hemû kirêtiyên serdestê xwe dikare hincetekê bibîne. Bo nimûne di her biryarê de sere ewil xwe sûcdar dibîne. Ya rastî di vir de mesele hêz e. Ev jî dixwaze mîna serdestê xwe hêzdar bibe. Lewre di serdema me de rêya jiyana xweş û watedar ji hêzbûnê derbas dibe. Halbûkî ev jî nêrîneke şaş e. Lewre kêfxweşî, hezkirin, wate û tiştên ku jiyana mirovan xweş û geş dike ne tiştên maddî ne tev tiştên menewî ne. Lewre ya giring hêza menevî ye. Lê ji ber ku mekanîzmaya derûniya bindestan wisa dixebite û (carna ji neçariyê) malbat zarokên xwe bi dilxwazî dişînin dibistanan heta pê serbilind jî dibin. Halbûkî haya wan jê tune ye ka çiqas neheqiyê li zarokên xwe dikin û bi destê xwe hem zarokên xwe hem pêşeroja xwe ji holê radikin. Lewre hêviya xwe ji dijminê xwe dikin. Ma ji bo civakekê ji vê rewşê rewşek kambaxtir heye gelo? Ji bo rewşên bi vî awayî Nietzsche dibêje: Hevî dijminê herî mezin e, lewre îşkenceyê dirêjtir dike...
Zarokên Kurd dema diçin dibistanê 6-7 salî ne û heya hingê kêm be jî li çand, ziman û xisletekê digerin. Lê hêj kesayetiya wan rûneniştiye û ji bo teşedayîne têra xwe guncan in. Lê ev jî têrê nekiriye ku dewletê temenê destpêkirinê kişand pênc saliyê. Belkî ji ber vê teşedayîne be jî, dewlet û Xweda her du wekî hev tên dîtîn. Heta roja îro mirov ji Xweda zêdetir ji dewletê ditirsin. Tabî ev jî encama perwerdeya dewletê ye. Divê em jî berî her tiştî bizanin ku zarokên Kurd li dibistanan bi daxwaza bicihkirina pergal, armanc û bîrdoziyekê tên perwerdekirin ku ev pergal, armanc û bîrdozî ne aîdî wan e, aîdî serdest an jî dijminên wan in. Jixwe perwerde bi serê xwe tiştekî birdozî ye. Ev di xwezaya perwerdeyê de heye. Tabî birdozîyên ku mirovî xweşik û azad bikin jî hene û yên ku mirov kole û kirêt dikin jî hene. Dema dayîkek xirabî û xeletiyên wekî dizî, ezêtî û tiştên civakî hinî zarokên xwe dike, esasen birdozî, ehlaq û heqîqeta xwe û civaka xwe hinî wan dike. Birdozî nêrîna mirovî ya jiyanê ye. Tabî tiştên dewlet hinî zarokên Kurd dike ne tiştên kurdewar û civakî ne. Serdest çi bi xweşikahî (zimanê xapandinê) çi bi darê zorê rastiyên xwe yên biyanî mîna derziyekê dilop dilop enjekteyî zarokan dike. Nirxên Kurdan ji ber çavên wan reş dike da ku ew bi xwe jî hebûna xwe nefret bikin û heta jê birevin ji rastiya xwe dûr bikevin.
Köprülü Mükerrem AKHANLI Yatılı Bölge İlköğretim Okulu'nda kaymakam ve askerler
Ka em şêrekî ku dengê pisîkan derdixîne bînin ber çavê xwe! Miyaw miyaw..! Tiştekê balkêş e ne wisa.? Lewre şêr li gor heqîqeta xwe tevnagere. Lê ya ji vê balkêştir jî heye malbata şêr dema têjika wan mîna pisîkan deng derdixîne pir bextewar dibe, lê dema wekî şêrekî dengê xwe yê bi heybet derdixîne malbat xemgîn û heta bêhevî dibe. Lê ya ji vê jî balkêştir heye, dema şêr wekî heqîqeta xwe deng dike û mîna pisîkan deng neke, malbata şêr wî wekî kêrnehatî û nezan dibîne. Balkêş e ne wisa? Jixwe pisîk (dewlet) tim deshilatar e. Dixwaze ku şêr ji vir û şûnde wekî pisîkan deng bike û bêje miyaw miyaw. Heger wekî pisîkan deng kir jê re dibêje Her bijî lê heder nekarî wisa deng bike ji cênikên şêrî digire û radike hewa, bi cetwela xwe li neynûkan dixe û dide ber sîleyan. Bi vî awayî vîna wî dişkîne û navê Neserketî pê ve dizeliqîne. Ev şêr tim wisa bi çavên tirsonek û bi awayekî şikestî, bi mecbûrî tevlî jiyanê dibe. Di teşedayînê de ruhê wî tê zeftkirin û wisa hişk dibe. Êdî tim ji xwe, ji rastiya xwe direve, lewre kengî wekî hebûna xwe tevbigere, dizane ka dê çi bela û heqaret bên serê wî loma şêr ji bo ku xwe vê rewşê xilas bike, edî ew bi xwe dixebite ku wekî miyaw miyaw deng bike. Lewre li vir rastî ne ya şêrî ye, rastî ya pisîkê ye.! Yê hêzdar ne şêr e pisîk e.
Carna, ji bo ku mirov rastiyê baştir bibîne divê ji dûr ve lê mêze bike. Ji vê rastiya şêrî gelek mînak hene li welatê me. Ma kî dikare vê bêhêvîtî û şikestina zarokên Kurd binivîse.! Kî dikare behsa hest, şayîş û tirsa wan salên biyanî bike. Ji ber ku zarok hemû di heman rewşê de bûn û têgihiştina wan jî têra ewqas xirabîye nedikir. Belkî çavên wan li ser bêhnvedanê bû. Jixwe li gor malbatan ev rewş temamî ji bo qenciya zarokan bû. Lê rastiya rast di pêşerojê de derdikeve pêş... Kesayetên çekxwar û felçbûyî, kesayetên bêziman, bênirx, bêçand û rixbî, temenê mezin lê kesayetên hêj biçûk û seqet. Tişta balkêş ev encam e ku hem di şagirtên serkeftî hem jî yên neserketî de eynî ye. Heta rewşa yê serkeftî hîn girantir dibe... Em gotina Adorno bînin bîra xwe. Jiyana şaş rast nayê jiyîn. Heger jiyanek li ser vê bingehê şaş zîl bibe dê çawa rast bê jiyîn? Tişta ku diqewime çiqas kambax e ku pêşeroja civakekê têk dibe. Mirov şerm dike behs bike lê ew şerm nakin û dikin.
Ji hêla zanista pedagojiyê ve jî hatiye piştrastkirin ku pêşeroja herî sûdewer li gor ziman, çand û cewhera şagirdî pêş dikeve ne bi rêbaza mamoste (yekalî), zêdetir bi rêbaza mamoste-şagird (dîyalog-dualî) pêkan e. Danûstandina di perwerdeyê de dike ku şagird xwe wekî kirdeyê zanînê hîs bikin û wisa tevlî pêvajoya hînbûnê bibin. Lê di pergala perwerdeya hemû dewletan de mamoste kirde ye. Têkiliyeke hiyerarşîk heye di navbera mamoste û şagirtan de, mîna têkiliya Xweda û evdan.
Di vir de mesele ne rêbaz e. Jixwe encama heyî armanca perwerdeyê ye. Ango ev bi zanebûn di çarçoveya birdozî û pergalekê de tê kirin. Ma çima şaristanî ewqas pêş dikeve, lê mirovatî ewqas li paş dimîne. Ev pergal pênc hezar sal in wisa ye. Tişta ku li ser navê perwerdeyê tê dîtin, afirandina robotan e. Cewher û cihêrengiya mirovan tê jinavbirin. Herkes dixwaze dewlemend bibe, bibe xwedî erebe an xanîyekê. Hevalbenda wî/wê bedew be. Lê bedewî jî ne li gor kesî li gor pergalê tê diyarkirin. Bejindirej, naviktenik û helbet dewlemend. Di vir de jî asteke mirovî belkî hebe, lê di serdema sermaye û kapîtalîzmê de em dibînin, mufredatên dibistanan li gor pêdiviyên sektora rasteqîn tên diyarkirin. Lewre Xwedayên herî mezin ew in... Halbûkî rastîya perwerdeya mirov çi bû an divê çi be? Edî plansaziya perwerdeyê, tenê ji bo pêdiviya jiyana maddî tê amadekirin, lewre manewiyat pere nake...
Me çima paragrafa jor nivîsî, lewre di cîhanê de pergalên perwerdeyê li gor berjewendiyên serdestan tên rewîzekirin. Ango ji bo mirovatiyê rewş kambaxtir dibe. Rêberê gelê Kurd digot, Pergala kapîtalîzmê li Ewropayê ajoyên heywanî di asta jor de, lê li Rojhilata Navîn jî di asta herî jêr de ferz dike. Bi rastî jî wisa ye. Mirovê Rojavayî her ku diçe zêdetir ji civaka xwe, hêstên xwe û taybetmediyên mirovî (sinc, çand, eqlê civakî) dûr dikeve û mîna robotan bê hest û bê xem tevdigere. Asta eqlê analîtîk ji bo ajoyên heywanî tên xebitîn. Li Rojhilata Navîn jî koletî, nezanî û bîata hezaran salan, li şûna ku qalikê xwe bişkîne û azad bibe, hîn zêdetir kûr dibe û bêhevî dimîne. Loma li vê erdnigariyê jiyan pir biha û mirin jî pir erzan e. Mirovatî tu caran ewqas ji heqîqetê û ji xwe dûr neketiye.
Bêgûman a li ser zarokên Kurd jî tê ferzkirin heywanetiya asta jêr e û ev jî bi rêya perwerdeyê tê kirin. Perwerde bûye amûrê nezanînê. Perwerdeya dewletê berî Zanînê mirovan dielimîne îtaetê. Ji bo asta heywanetiya jêr bê fêhmkirin em çend mînakên şênber bidin. Di dibistanên dewleta Tirk de çand, dîrok, ziman, wêje û hunerên hemû welatan tên dîtin, bes tenê yên Kurdan nayên dîtin. Yên mayî jî aîdî Faris û Ereban tên hesibandin. Na em neheqiyê nekin, hinek deran jî nikarin hebûna Kurdan bi temamî veşêrin û neçar dimînin ku behs bikin. Lê behskirineke çawa.? Mînak Tirk dema behsa tekoşîna rizgariya welatê xwe dikin, Kurdan jî daxilî vê têkoşîn û qehremaniyê dikin. Lê rêxistineke Kurdan (Cemiyeta Tealiya Kurd) di destpêka sedsalê de ji ber ku behsa mafê welat û azadiya Kurdan kiriye, ev rêxistin weke rêxistineke xirab û terorî tê nîşandan. Jixwe Şêx Seîd û Seyîd Riza jî li gor wan asî û xayîn in û dixwazin bi aqil û piştgiriya hêzên derve (hêz û aqilê Kurdan têra serhildana jî nake!) welat parçe bikin. (Gelo dema zarokên Tirk van tiştan dixwînin ji bo Kurdan çi difikirin?) Dersên te hemû serkeftî bin, lê heger dersa zimanê Tirkî lewaz be, tu ji hemû nirx û hemû xelatan bê par dimînî. Di vir de tişta heywanî ew e ku tu qet mîna mirovekî jirêzê van tiştan pirs nakî û wek rastî qebûl dikî. Lewre armanca şagirtan jî ne perwerde ye, tenê derbaskirina polê ye. Jixwe heger te belgeyeke teqdîrê jî bi dest xist êdî ji te jêhatîtir li ser rûyê dinyayê kes tune ye. Halbûkî di vê pergalê perwerdê de Kurd çiqas ser bikevin, ewqas winda dikin. Lê tişta esas kambaxtir jî heye. Heywanetîya herî jêr... Heywan jî ne wisa ne... Mixabin bi deh salan her serê sibê bi dengekî bilind heywanetîya herî jêr bi zarokên Kurd dane gotin: Tirk im... Bila hebûna min qurbana hebûna Tirkan be... Çi dilşad e yê dibêje ez Tirk im...
Hebûna çi mirov û civakê tu caran evqas nehatiye binpêkirin. Tu Kurd î û hezar sal e xwediyê ax û hebûna xwe yî, lê rojekê radibî bi dengekî bilind dibêjî ez ne Kurd im. Ez ne şêr im, ez tiştekî din im. We qet bihîstiye hespekê gotiyê ez ker; kulîlkekê gotiyê ez dar, havînê gotiye ez zivistan im. Ne tenê heywan tu zindî vê yekê nakin. Lê ev li ser zarokên Kurd tê ferzkirin. Mirov tenê bi çend xalan li ser vê rastiya dilbiêş biponije, dê ferq bike ka çi diqewime.
Di civakên bindest û metinger de rewş gelek xirabtir e ji ya civakên din. Qirkirina çandî û hebûnî disepînin, qirkirin dagirkirina pêşerojê ye. Li vir ne tenê zanîn, hemû hebûna te tê dizîn. Jixwe armanca perwerdeyê jî serî heta binî ev e. Tu bibî xwedî kar û zînet jî di nava vê pergalê de tu ti carî nikarî wekî xwe bijî, divê tu tim gorî yên biyanî bijî.
Loma tu jî nikarî hebûna xwe li gor heqîqetê pêk bînî û tu şêr jî bî tu encax dikarî mîna pisîkekê bijî, lewre tu wate û nirxê hebûna te tune ye. Derveyî vê berdêlî hebûna te feqîrtî ye, heqeret e, lêdan e, zindan e, kuştin e. Kurtasî hebûna te serê te dikin bela. Tu tim bi tirs dijî, te ji bihuşta hebûnê diavêjin dojeha biyanîbûnê. Ev rastî ne tiştekî konjokturel e! Di dîrokê de Kurd kengî bindest bûbin heman rewş derketiye holê. Ji piştî serdema neolîtîk bigirin -di şaristaniya Sumeran de saziyên Mussakadim- heya mektebên eşîretan ên Osmaniyan û YIBOyên Komara Tirkiyeyê. Zarokên Kurdan tim rastî van perwerdeyan hatine. Ji ber ku berê li gor îro di sosyolojiya Kurdan de serokeşîr û zarokên wan pir giring bûn û medrese jî kêm bûn, di sedsala 19emîn de -di pêvajoya serhildanên neteweyî de- Împaratoriya Osmaniyan ji bo ku hêj di destpêkê de pêşî li serhildanên Kurdan bigire, li Bexdad û Stanbolê Mektebên Eşîretan vedike û zarokên axa, mezin û rihspîyên Kurdan li vir kom dike. Di van mekteban de li şûna fikra serdemê (neteweperwerî) birdoziya oldarî û ummetî hînî wan dike. Hûn kijan tovî biavêjin nava zeviyê ew gîha lê şîn dibe. Bi vî awayî bi rêya perwerdeyê careke din pêşeroja civaka Kurd jê hat dizîn. Û em hêj êşa wê bi dijwarî dikişînin.
Muş Varto Varto Yatılı Bölge Ortaokulu öğrencilerine yaptırılan ay-yıldız kareografisi...
Weke encam; pêşiyên me dibêjin; Her dar li ser koka xwe şîn dibe. Perwerde û zanîn divê bibe bingeha fêhmkirin û pêşxistina jiyan, nêrîn û rêwîtiyeke rast. Her wiha divê di çarçoveya etîk -estetîk de bibe bingeha avakirina kesayet û avakirina civaka xwe jî... Zanîn û perwerde bêyî exlaqê ne mimkin e. Divê perwerde ahenga gotin û kirinê di me de pêş bixe. Dibe ku di pergala fermî de ev perwerde bi dest nekeve, lê edî em di serdema fezayê de ne. Xwegihandina derfetan li gorî berê pir hêsantir e. Her wiha li ber serê me encam û destkeftiyên tekoşîna 50 salên dawî hene û mîna rojê dibiriqin... Her malbat, her ciwan, her zarok (ne tenê Kurd) dikare ji vê fêkiya qedexekirî tam bike, divê tam bike jî. Lewre hem armanca vê têkoşînê ev e hem jî rêya xwebûne ji vir derbas dibe. Her wisa zarokên vê erdnigariyê yên herî bedew di oxira jiyanek azad û birûmet de canê xwe feda dikin da ku edî heqîqet ji me neyê dizîn. Mirov carekê tenê tê ser rûyê dinyayê, wê carê jî ne wekî xwe wekî yekî din bijî, biaxive û bifikire. Ev tê wê wateyê ku ew kes tune ye ango mirî ye. Jiyan, ruxmî hemû zor û zehmetiyan divê bi destê me veneguhere bêwatebûn, bênirxî û mirinê. Heyf e... Tama tenê rojekê ku gorî rastiyê hatiye sazkirin berdelî hezar roj û bextewariyên biyanî ne. Mirov li zindanê jî be dîsa ferq nake...
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ji bo zarokan dibêje: Azadî bi wan dest pê dike û bi wan diqede. Belkî jî puxteya vê nivîsa me di van rêzikan de weşartî ye, lewre Rêberê Gelê Kurd bi xwe jî ji ber ku tenê xwest mîna mirovekî bijî û hebûna xwe biparêze, rastî erîşa zordarên serdemê hat û berxwedana wî ya xwebûnê hê jî bi awayekî biheybet didome. Lewre derveyî vê jiyanek sixte û biyanî qebûl nake. Bila gotinên wî gotinên me yên dawî bin...
Me ji bona şerefa mirovatiyê dest avêt vî karî
Ev heşr ev îşkence ev xwîn
Ev tebat û ev israr
Tenê ji bo parastina mirovatiyê ye
[1]