Hevserokatî û Kotaya Wekhev: Ev ne modeleke hejmarî modeleke civakî ye
Edîtor: Havîn Kiye
Hewla #siyaseta Kurd# î ya ji bo hevserokatî û kotaya wekhev hem bi polîtîkayên heyî yên dewletê ve hem jî bi perspektîfa têkoşîna rizgariya Kurdan ve bi awayekî xurt girêdayî ye. Dewlet/desthilata ku dixwaze pergaleke yekdestî ava bike û hebûna jinê wekî fîgureke neçalak bi kar tîne, li hember xwe hewla siyaseta Kurdî ya pirreng û wekhev dibîne.
Rêwîtiya siyaseta demokratîk ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser navê Kurdan di sala 1990î de bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) dest pê kir. Ji HEPê heta Partiya Çepên Kesk (Yeşil Sol) gelek caran navê partiyê guherî û ligel van guherînan dem û dewrana siyasetê jî kir ku siyaseta Kurdî hin xalên din li kêleka armanc û perspektîfa xwe zêde bikin. Ya yekem parastin û xwedîkirina ziman, çand û mafên gelê Kurd û ya duyem jî bi awayekî wekhev cihgirtina jinan di siyasetê de ye. Mirov dikare bibêje ku siyaseta Kurdî her ku diçe xwe li ser van herdu hîman xurt dike û mînakên vê yên pratîkî jî têra xwe li ber çav in. Niha di vê nivîsê de em ê hewl bidin ku behsa nûnertiya wekhev û cihgirtina jinan di siyaseta Kurdî de bikin. Bi kurt û kurmancî em ê behsa serpêhatiya vê modelê ya di nav Kurdan de bikin.
Pergala hevserokatiyê li cîhanê cara ewil ji aliyê Partiya Keskên Alman ve hatiye sepandin. Piştî ku Partiya Kesk ev pergal xiste meriyetê ev model ji bo hemû partiyên ku têkoşîna li hember newekheviya zayenda civakî didin bû îlham. Ev model li Kurdistana Bakur di hilbijartinên herêmî yên 2014ande ji aliyê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) ve cara ewil hate sepandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî berê vê modelê berfirehtir kir û heta siyaseta navendî, wekî hevserokên bajar û navçeyan, modela hevserokatiyê xist meriyetê. Niha jî ev modela ku êdî mirov dikare bibêje ji bo siyaseta Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê veguheriye kevneşopiyekê ku îro bi Partiya Çepên Kesk (Yeşil Sol) hebûna xwe didomîne. Bêguman van her du hewl û pêngavên li ser navê avakirina wekheviya zayendî ya di qada siyasetê de ji bo çêbûna bergeheke nirxandinê ya ji terefê jinan ve kartêkirineke mezin li çareseriyên bo pirsgirêkên civakî û siyasî kirin.
Mirov dikare vê hewla siyaseta Kurdî hem bi polîtîkayên heyî yên dewletê ve hem jî bi perspektîfa têkoşîna rizgariya Kurdan ve girê bide. Her du alî jî bi awayekî xurt hevdu ve girêdayî ne.
Ji deh salan zêdetir e ku partiyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê vê modelê bi awayekî xurt bi rê ve dibin. Em dibînin ku carna ji aliyê hin beşên civakê û bi polîtîkayên dewletê bi hinceta hesasiyetên olî û dînî, ev model tê krîmînalîzekirin û nava wê tê valakirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bajarê Wanê Gönül Uzunay û Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Çepên Kesk Berîtan Güneş Altın bo vê mijarê bersiva pirsên me dan.
Hewla siyaseta Kurdî ya ji bo hevserokatî û kotaya wekhev hem bi polîtîkayên heyî yên dewletê ve hem jî bi perspektîfa têkoşîna rizgariya Kurdan ve bi awayekî xurt girêdayî ye. Dewlet/desthilata ku dixwaze pergaleke yekdestî ava bike û hebûna jinê wekî fîgureke neçalak bi kar tîne, li hember xwe hewla siyaseta Kurdî ya pirreng û wekhev dibîne.
Gönül Uzunay: Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Wanê
Israra Modela Hevserokatiyê û Hebûna Kotayê Israra Neteweya Demokratîk e!
Gelo çima siyaseta Kurdî di nûnertiya wekhev de israr dike, di parlamentoyê de hebûna kotayê û di rêveberiyên herêmî de pergala hevserokatiyê çima evqas giring e?
“Hevserokatî modeleke rêveberiyê ye, hem ji aliyê temsîlkirina her du zayendan hem jî ji bo peydakirina çareseriyan xwedî ezmûneke serkeftî ye. Mirov dikare pergala hevserokatiyê ku hêza xwe ji civakê bi xwe digire û bi awayekî rasterast temsîliyeta hemû pêkhateyên civakê û bi taybetî her du zayendan dike, wek modela herî îdeal a wekhevî û azadiyê pêş dixe û diparêze pênase bike. Heger mirov rast fêm bike dê bibîne ku modela hevserokatiyê tê wateya Neteweya Demokratîk. Loma di siyaseta Kurdî de israra hevserokatiyê esasen israra bo avakirina Neteweya Demokratîk e. Yanî hem jî aliyê manewî hem jî ji aliyê madî ve li dijî desteserkirina mafên wekhev disekine û rê li ber asîmîlasyona yekdestî digire. Her wiha hemberî hişmendiya qirêj û mêrperest ku jin bi salan dorpêç kirin, bêdeng hiştin, ji xwebûna xwe dûr xistin, ji bo binecihkirina hişmendiyeke azad rêvekirinek e. Loma di parlamento, rêveberiyên herêmî û hemû sazî û dezgehên Kurdan de hebûna kotayê û hevserokatiyê têra xwe giring e.” dibêje birêz Uzunay.
Ev têkoşînek e!
“Em di nav pergaleke baviksalar de dijîn. Derfetên mêran li gor jinan li hemû qadên jiyanê zêdetir in. Em vê yekê li ciyê kar jî dibînin, li malê jî, li kolanan jî li her derê dibînin. Û ev derfetên bêsînor di qada siyasetê de bêtir xwe nîşan didin. Weku qada siyasetê ji hêla mêran ve û ji bo mêran hatibe avakirin. Li Tirkiyeyê rêxistinên jinan hewl didin ku vê pergala hanê, vê zihniyeta mêrperest biguherînin. Bi taybetî jî jinên Kurd ji bo wekheviya zayendan gelek pêş ketine û em dikarin bibêjin gihîştine asteke pir biqîmet.
Pêşiyê vê bibêjim ku em hevserokatiyê hew bi wekheviya hejmarî ya nûnertiya jin û mêran a di polîtîkayê de binirxînin em ê bikevin kêmasiyê, ev nirxandina kêm dê me ji heqîqeta nûnertiya wekhev dûr bixe. Hin caran nêrîneke wisa derdikeve holê; jin nîvê civakê pêk tînin û lewma divê di rêveberiyê de jî wisa be û divê yek ji rêvebiran jin be. Em hew wisa binirxînin, ev nêrîn dê ji bo nûnertiya wekhev kêm bimîne. Armanca me jinan ew e ku divê di hemû qadên rêveberiyê de em li dijî feraseta desthilatdariya mêran û li dijî zayendperestiyê têbikoşin û mekanîzmaya îqtîdarê-desthilatê veguherînin. Bingeha vê ferasetê wekhevî ye û herwiha parastin û pêşxistina ciyawaziyan jî di xwe de dihewîne. Pergala hevserokatiyê dixwaze li dijî feraseta siyaseta zordest, siyaseta demokratîk ava bike. Bi vê yekê re jî mêrperestiyê ji holê rake û mêran jî li gor rêgezên wekheviyê veguherîne.”
Jinan bi ked û têkoşîna xwe di nav siyasetê de ev qad ji bo xwe afirandin.
“Di tevgera siyasî ya Kurdan de qada ku jinan ji xwe re afirandiye ne lutfek e, yan jî ne jestek e, berevajî vê yekê jinan ev qad ji bo ku bibin kirdeya siyasetê, siyasetê ji hêla xwe ve ji nû ve ava bikin, veguherînin û berê siyasetê bidin wekheviyê ava kirine. Û qada ku jinan di siyasetê de ji bo xwe ava kirin bi têkoşîna bi salan çêbû. Kedeke pir zêde heye di vê avakirinê de. Pergala hevserokatiyê vê yekê dide pêşiya xwe ku jin beşdarî pêvajoyên avakirina polîtîkayan bibin û digel vê yekê rê li ber wan kesan vekin ku rastî ciyawaziyê tên û bikarin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya avakirina polîtîkayan bibin. Pergala hevserokatiyê, hemû mekanîzmayên rêveberiyê dixebitîne, biryaran bi awayekî hevpar distîne.
Lewma jinan her tim di nûnertiya wekhev de israr kirine. Ji ber ku em dizanin ev israra me jinan dê civaka baviksalar jî, desthilata mêrperest jî, jiyana feodal jî dê biguherîne. Armanca ew e ku em di civakê de jî li gor feraseta jinparêz, li gor rêgezên azadîxwaziyê veguherînekê ava bikin. Em dizanin ku bi azadiya jinan re civak jî dê azad bibe. Pergala hevserokatiyê jî ji bo azadiya jinan û pê re jî ji bo azadiya civakê pergala herî jêveneger e.” dibêje birêz Güneş Altın.
Modela hevserokatiyê û kotaya wekhev ku di sîyaseta Kurdî de yek ji xetên sor e, modela civakî ya ku desthilat dixwaze bi figurasyona jinan ava bike pûç dike. Bereksî hewla desthilatê jin di polîtîkayê de xwedî mafên wekhev in û ev wekhevî ji bo hêzdariya civakê bingeheke xurt jî ava dike.
Dirûşma “Ez heme” êdî li her derê olan dide!
Heta niha çi pêşkeftin di vê perspektîfê de çêbûn û vê yekê kartêkirineke çawa li têkoşîna rizgariya Kurdan û her wiha têkoşîna jinan a li dijî vê detshilata mêrperest kir?
“Di serî de xwebaweriya jinan zêde bû û bi dirûşma ez heme gotin ne tenê li malê û li her qada civakê dikarin bibim xwedî gotin. Ji ber vê her ku diçe li qadên siyasî, civakî, aborî û hwd dengê jinê zêde dibe... Jinan têkoşînên xwe yên demên borî wekî mînak nîşan dan û hebûna xwe dan qebûlkirin. Bêguman ev perspektîf li hember pergala mêrperest û mordernîteya kapîtalîst alternatîfek e têra xwe xurt e. Em dibînin ku bi vê pergalê di rêveberiyên herêmî û qedemeyên civakî de deng û hêza jinê gelek bilind û mezin bûye. Hebûna vê deng û hêza jinê veguherî temsîliyeta civaka xwe, yanî ji bilî jinan bû temsîliyeta hemû giyanewer û zindiyên ku heya niha tune hatine hesibandin.”
Şoreşa Rojavayê mînakeke xweser e bo têkoşîna jinê.
“Bi taybetî di şoreşa Rojavayê de derket holê ku paradîgmaya azadiya jinê û li hemû qadên jiyanê wekheviya zayendî, cesaret û xwebawerî da jinê. Jinan bi vê yekê careke din şiyana xweîspatkirinê bi dest xist ku xwedî vîn û hêz in û li her qada jiyanê dikarin pêşengtiyê bikin. Dibe ku ev perspektîfa wekheviya zayendî nebûya , wek jin ûcivak em ê rastî gelek astengiyan bihatan, lê hebûn û parastina vê perspektîfê ji bo tekoşîna rizgariya Kurdan bu taybetmendiyeke sereke ku pêşkeftina wê bo hemû cihanê bûye mînak. Bêguman ev perspektîf ne tenê ji bo jinên ku ji bo tevahiya jinên li cîhanê ku daxwaza azadî û wekheviyê dikin bûye bêhneke kûr... Jin bi vê perspektifê li hemû qadên jiyanê, li sazî û rêxistinan xwe birêxistin kirin û bêtir bûn xwedî gotin. Niha li dijî hemû kirin û erişên desthilatdariya mêrperest ji demên borî bihêztir û bi xwebawerî li ber xwe didin.” dibêje birêz Uzunay.
Beritan Güneş Altın: Parlementera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê
Rêxistinbûna Jinan Ji Avakirina Komeleyên Jinan dest pê kir û gihişte qada temsîliyetê
“Jinên Kurd cara ewil di sala 1919’an de li Stenbolê Tealî Nîsvan-î Kurd yanê Komeleya Bilindkirina Jinên Kurd ava kirin. Ev yekem rêxistina jinên Kurd e. Komeleya Jinên Welatparêz a ku di sala 1991’ê de tê avakirin jî ji bo rêxistina jinên Kurd di ciyekî teybet de ye. Piştî van rêxistinan jin tu car ji rêxistinbûnê dûr neketine û her tim rêya rêxistinbûnê ava kirine. Di serî de HEP û dûre di yên din de bi hejmareke zêde cih girtine û gotara xwe saz kirine. Kotaya ku bi rêjeya ji sedî 25 dest pê kir gihîşt ji sedî 40’î û herî dawiyê jî bi rêjeya ji sedî 50 gihîşt lûtkeya xwe ya û armanca xwe ya ku nûnertiya wekhev e pêk anî. Jinên Kurd pê re rêbaza rêxistibûnê jî guherandin û meclisên xwe ava kirin. Bi saya vê yekê destkeftiyeke pir mezin bi dest xistin ku mînaka wê li cîhanê jî kêm e. Kotaya jinan ji bo wê yekê şoreşek bû ku li dijî newekheviya pergala pederşahî kêm kir û armanca bidawîkirina newekheviyê kir. Kotaya jinan ji bo wekheviya zayendan alavek bû û tevgera jinên Kurd ev alav bi kar anî û derbarî asta din bûn. Ji ber ku ihtimala ku pergala kotayê bê manîpulekirin hebû. Lewma piştî pergala kotayê pergala fermuarê pêk anîn û bi vî awayî ji destkeftiyên xwe re parastinekê saz kirin.”
Dîroka tevgerên jinan û bidestxistina mafên wan bi berxwedanê hatiye nivîsîn!
“Dîroka hemû tevgerên jinan berxwedan e. Jinan her tim destkeftiyên xwe bi têkoşînê bi dest xistine. Em ji demên ku jin ji mafên herî sereke yên mirovahiyê bêpar bûn hatin vê astê. Destkeftiyeke pir mezin e ku jin bûne di siyasetê de, di qada biryardanê de bibin kirde. Ev yek bi bexwedana me çêbû û lewma qîmeta hevserokatiyê pir zêde ye. Bi pirsa we ya berê vê jî girêdayî di pergala hevserokatiyê de israra me ji têkoşîna me ye. Israra me ji hebûna me ye. Lewma em dibêjin pergala hevserokatiyê xeta me ya sor e.
Desthilat dixwaze bi krîmînalîzekirina pergala hevrokatiyê destkeftiyên jinan desteser bike!
Em tu car jê venagerin û em nahêlin desthilat jî hevserokatiyê krîmînalîze bike. Hûn jî dizanin dema ku qayûm tayînî şaredariyan dikirin ji hincetan yek jî pergala me ya hevserokatiyê nîşan dan. Hevserokatî kirin sedema tayînkirina qayûman. Xwestin ku derbek li tevgera jinan bixin û jinan ji qada siyasetê dûr bixin. Ji ber ku zihniyeta wan ji serî heta dawî zhniyeteke mêrperest e. Ji jinan ditirsin. Ji ber ku dizanin jin dê pergala wan a mêrperest û faşîst têk bibe. Dizanin jin dê tu car li ber wan bîat nekin, bi ya wan nekin û nebin “jinên maqûl”. Dizanin ew nikarin li ber jinan bisekinin. Dizanin desthilata wan li ber têkoşîna jinan ne tu tiştek e. Lewma naxwazin jin li pêş bin. Lewma her tim berî her tiştî êriş dibin ser destkeftiyên jinan. Bila bê bîra me dema ku qayûm şandin ser şaredariyên me pêşiyê saziyên jinan hatin girtin. Peymana Stenbolê ya ku ji bo jinan destkeftiyeke pir mezin bû kirin hedef û bi awayekî fermî jê vekişiyan. Ev yek jixwe nîşan dide bê ka zihniyeta Desthilatê bi çi awayî ye. Ew bixwe jî zihniyeta wan jî “mêr” e. Em ê jî wek jinên Kurd vê mêrperestiyê biguherînin. Li dijî hemû tundiyên li ser jinan em ê her tim li qadan bin û jiyana xwe jî destkeftiyên xwe biparêzin.
Pergala mêrperest ne modeleke rêveberîyê ye, ji bo desthilatên zordest amûreke çavirtirsandinê ye. Desteserkirina mafên heyînê yên jinan bi hincetên olî û kevneşopî ji bo desthilata heyî bûye şêwesîyaseta sereke.
Bi vê pergala hevserokatiyê bi taybetî di şaredariyan de budceya jinan hat avakirin û rê li ber kedxwariya jinan hat girtin. Xebatên jinan bi vî awayî zêdetir derketin pêş û jin bêtir ketin jiyana aborî, siyasî û civakî. Saziyên jinan zêdetir bûn û jinan hewcedarî û pirsgirêkên xwe bi xwe re çareser kirin. Yanê bi saya pergala hevserokatiyê û bingeha kûr a zayendparêziyê mêr di şûna me de nikarin biryaran bidin. Biryarên xwe em didin, xebatên xwe em dikin.” dibêje birêz Güneş Altın.
Miletê Kurd xwest ku namzeta wan a serokkomariyê jin be!
Her ku diçe hejmara jinan a di temsîliyetê de li ser navê jinên Kurd zêde dibe. Gelo gelê Kurd vê yekê çawa dinirxîne, ev yek bandoreke çawa li ser tercîha dengdanê ya gel dike?
“Qedirdayîna ku miletê Kurd dide jinan ji dîrokê jî baş tê zanîn. Dema mirov lê dinêre dibîne ku jinan tenê ne di malê de, li qadên şer, di civatên aşitiyan de û di mijarên civakî yên giring de pêşengtî kirine. Îro jî di nav piraniya Kurdan de ji bo nasandina kesan piştî navê wan navê dayika wan tê gotin. Ev giringiya ku didine jinê ji vê mînaka ku kevneşopiyeke dîrokî vediguhezîne diyar dibe. Ango miletê Kurd wek civak her wextî hebûna jinê qebûl kiriye û bereksê vê tevnegeriyaye. Niha jî miletê Kurd pêşketinên cîhanê baş dişopîne û anegorê sedsalê xwe saz dike û baş dizane ku azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe. Loma li dijî hemû hewldanên li dijî destkeftiyên jinan disekine. Bêguman bi awayekî xurt xuyabûna jinan a li qadên civakî bandoreke erênî li ser gelê Kurd çêdike û em dibînin gel edî li gelek qadên wekî xebat û polîtîkayê de piştgiriyê dide keç, xwîşk, dayîk, hevser û hwd. Ku ev maf ji hêla polîtîkayên xirab û êrîşkêr ên desthilatê ve hatibûn desteserkirin, gel dihat xapandin û jin di malê de asê dikirin. Lê em ku bibêjin têrê dike, na... Lê dîsa jî tovên wan normên ku perqala kapîtalîst dixwaze li nav miletê Kurd bireşîne û wan ji rastiya wan veqetîne, sernakeve. Herî dawî di hilbijartina giştî ya 2023an de gelê Kurd ji bo serokkomariyê herî zêde xwest ku partiya wan namzeteke jin hilbijêre. Di warê qebûlkirina temsîliyeta jinan de li ser navê gelê Kurd ev mînakeke pir giring e.” dibêje birêz Uzunay.
Jin nêzîkatiyeke desthilatî nîşan nadin û her tim berxwedanê bilind dikin
“Belê her ku diçe hejmara jinan a di temsiliyetê de zêde dibe. Ev jî girêdayî pergala me ya hevserokatiyê ye. Jin pêşiya jinan vedikin. Jin hêzê didin jinên din û jin ji bo jinan û ji bo temamê civakê dixebitin. Jin nêzîkatiyeke desthilatî nîşan nadin û her tim berxwedanê bilind dikin. Lewma hejmara me jî hêza me jî her ku diçe zêdetir û xurttir dibe. Ji hêla dengdanê ve jî vê pergala me ya hevserokatiyê û zêdebûna jinan a di nûnertiyê de bandoreke erênî çêkir. Ji hêla nêzîkatiyê ve jî ji hêla encamên dengdanê ve jî bandoreke erênî derket holê. Herwiha em dibêjin em ê Wezareta Jinan ava bikin. Ev yek di cîhanê de xwedî nirxeke pir zêde ye. Û jinên Kurd jî mêrên Kurd jî pir qîmet didin vê angaşta me.”
Bi pratîka Rojava re hevserokatî êdî bû nasnameya Kurdan
“Lê dîsa jî veguherîna civakê ne hêsan bû. Wekî hûn jî dizanin wexta ku cara ewil pergala hevserokatiyê ket rojeva gelê Kurd, wisa dihat fahmkirin ku hevserok jin e, serok dîsa mêr e. Yan jî weku hevserok, hevşaredar mêr in û alîkarên wan jî jin in dihat fahmkirin û tevgerandin. Helbet ne hêsan bû ku em van zehmetiyan derbas bikin. Ne hêsan bû ku civaka Kurd vê pêşketinê zû bi zû bipejirînin. Lê belê di serî jinên Kurd û dûre temamê gelê Kurd miletekî polîtîk e. Dixwîne, dinirxîne û di jiyana xwe de pratîk dike. Û jinên Kurd xwedî îradeyeke pir mezin, xwedî rikeke pir xurt in. Lewma jinên Kurd civaka xwe jî guherandin û pergala hevserokatiyê dan rûniştandin. Bi avakirina meclisan re, bi xebat û keda pir mezin a jinan re civakê jî pergala hevserokatiyê pejirandin û kirin a xwe û wek destkeftiyeke gelê Kurd ev pergal parastin. Gelê Kurd ji hêla feraseta jinparêz ve xwe gelekî pêş xist. Bi pratîka Rojava re ev yek êdî bû nasnameya Kurdan û bi saya vê pratîka Rojava re gelê Kurd mînakeke pir hêja diyarî temamê cîhanê kirin. Helbet karê me jinan xelas nebûye. Herçiqas Kurdan ji hêla zihniyetê ve, ji hêla ferasetê ve şoreşekê pêk anîbe jî ji bo parastina deftkeftiyan divê em jin em tu car nesekinin û her tim xebatên xwe mezin bikin. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze “jinên maqûl” ava bike. Hem di civakê de hem jî di parlamentoyê de ji bo vê armanca xwe bi hemû alav û derfetên xwe dixebite. Divê em jin jî piştevaniya xwe, têkoşîna xwe her tim bilindtir bikin. Li dijî polîtîkayên dijminane ya desthilatê divê em her tim hişyar bin û li ser piyan bin. Jiyana nû, jiyana azad, demokratîk, wekhev û zayendparêz dê bi têkoşîna me jinan pêkan be.” dibêje birêz Güneş Altın.
Ev pergal ji bo civakê ne tehdîd e lê divê pirsgirêkên aborî werin çareserkirin
Heger mirov vê hewlê wekî bertek/serîrakirineke li dijî newekheviya zayenda civakî qebûl bike, gelo divê siyaseta Kurdî ji bo binecihkirina vê pergalê çi bike? Çimkî miletê Kurd heta astekê xwedî normên baviksalar û olî ye. Loma siyaseta Kurdî dê Kurdan çawa qanih bike?
“Ev pergal ji bo nirxên civak û olê ne tehdîd û xetere ye. Berevajî ev veguherîna esas e, jiyana bi hevra ye. Ji ber pirsa we; divê ku partî vê pergalê di serî de baş li rêxistinên xwe bide femkirin û ne tenê niviskî an devkî, li hemû sazî û rêxistinan binecih bike. Û her wiha bi qanûnan mîsoger bike. Ya din; mixabin aborî pêdiviyeke jiyanî ye ku ji bo kesek, malbatek û civakek bikare xwe li ser piya bigire. Tew dema ku jinek ku hez bike xwebûna xwe hertim biparêze, divê di serî de aliyê zihnî û şûnde jî ji bo ku di jiyanê de afirîner be ji milê aboriyê ve jî serbixwe be. Bêguman ez nabêjim her tişt aborî ye lê ji bo berxwedaneke xwedî şert û mercên wekhev divê pirsgirêkên bi aboriyê ve girêdayî werin çareserkirin. Ji ber ku gelek hevalên ku ez yeko yeko nas dikim ji ber van şertên neyinî, nikarin bikevin berxwedana aktîf. Ku wexta wusa dibe him baweriya wê ji wê dişikê, him jî derdor dibêje ev nikare tiştekê bike. Pergala hevserokatî an jî nûnertiya wekhev ne tenê li parlemento an jî di rêveberiyên herêmî de tên sepandin, li hemû sazî û rêxistinên me derbasdar e. Loma handanek ji bo binecihkirina vê pergalê û tevlêbûna civakî were kirin û divê ku siyaseta Kurdî politîkayên zîhnî ( îdeolojî) û aborî pêş bixe. Wê demê jin bêyî ku fikaran bike ( milê mêjî, fizikî, derûnî, ciwakî hwd) dikare bikeve nav kar û xebatan û pir rihet bi ser bikeve û xwe bide qebûlkirin. Loma divê destpêkê wek sazî û partî em xwe qanih bikin, hingê em dikarin bi kirinên xwe yên erênî civakê jî qanih bikin... Çimkî miletê Kurd dixwaze di pratîkê de bibîne û wusa qanih dibe...”dibêje birêz Uzunay.
Têkoşîna jinên Kurd wek serîrakirina li dijî newekheviya zayendî ye
“Newekheviya zayendî pirsgirêkeke pir mezin a temamê cîhanê ye. Li her dera cîhanê jin li dijî newekheviya zayendî li ber xwe didin. Zayendiya civakî yanê gender li ser zayenda biyolojîk barkirina rol û berpirsyariyên jin û mêran e. Zayendiya civakî ji zayendê wêdetir wateyeke kûr û bitaluke dihewîne. Di malbatê da zîl dide û li gor mekan û zemanî teşe digire, li gor çanda netewan şêwe digire.
Em dikarin têkoşîna jinên Kurd wek serîrakirina li dijî newekheviya zayendî jî binirxînin û em dizanin ku ev serîrakirin, ev neqûlkirin parçeyekî vê têkoşînê ye. Ji avakirina Komarê heta niha ya rast di temamê Rojhilata Navîn heta di temamê cîhanê de rolin li jinan hatine barkirin. Ev rolên sînordarkirî di siyaseta Tirkiyeyê de pir berbiçav e. Desthilat jinan wek dayik, wek jinên mêran, keçên mêran, xwişkên mêran û hwd. dibînin. Di parlamentoyê de jî em rol wisa ne. Wek mînak em li kabîneya nuh a desthilatê binêrin hew jinek heye di Kabîneya Serokkomariyê de. Ew jî wek Wezîra Malbatê hatiye tayînkirin. Tê wê wateyê ku Desthilat jinan hew di karên malbatê de peywirdar dike. Ji ber ku Desthilat dixwaze jinan di hundirê malê de bihêle. Em vegerin ser pirsa we; gotineke pir hêja ya pêşiyên me heye, dibêje Şêr şêr e çi jin e çi mêr e. Gelê Kurd ji berê de wekheviya jin û mêran, yanê wekheviya zayendan pejirandiye û bi polîtîkayên tevgera jinan wekhevî xurttir kirine. Jin di çanda me de jî, di dîroka me de jî her tim li pêş bûn û îro di siyasetê de jî pêşendiya civaka xwe dikin.
Lewma ji hêla nûnertiya wekhev ve, ji hêla hevserokatiyê ve gelê Kurd jixwe qanih bûye. Ji ber ku em azadiyê dixwazin û em azadiyê ne tenê ji bo mêran di serî de ji bo jinan dixwazin jixwe. Tevgera jinên Kurd ji gelek serkeftinan re pêşengî kiriye. Tevgera jinên Kurd di dîroka têkoşînê de pêşeng e. Û herwiha wek me got gelê Kurd ji destpêka hebûna xwe ve gelekî polîtîk e. Pergala hevserokatiyê jî di civaka Kurdan de bûye xwedî nasnameyeke civakî. Yanê pergala hevserokatiyê bûye nasnameya gelê Kurd. Lewma normên baviksalar di miletê Kurd de şikiyane û qels bûne.
Em bi şanazî vê yekê dibêjin ku HDP’ê û kevneşopiya wê pêşengiya nûnertiya wekhev kiriye û hevserokatî wek xaleke sor daniye pêşiya xwe. Ev helwest jî ji bo temamê cîhanê bûye mînak û rê li ber tevgerên jinan ên cîhanê jî vekiriye.” dibêje birêz Güneş Altın.
Encam
Belê me got siyaseta Kurdî di temsîlîyeta wekhev de israrker e. Lê ev ne israreke berhewa ye. Îro li hemû navend, dezgeh û sazîyên Kurdî û şarederîyên bi partiyên Kurdan têne birêvekirin em hevserokatiyê di pratîkê de jî dibînin. Her wiha îro di parlamentoyê de ji sedî 44ê parlementerên Partiya Çepên Kesk jin in. Bêguman ev li ser navê sîyaset û jinên kurd berxwedanek e ku ber bi serkeftinê ve diçe. Heger îro mirov li ser navê heyîna sîyaseta demokratîk li Tirkiyeyê bikare tiştekê bibêje, bêguman serkêşî di destê temsîliyeta wekhev de ye. Ev ne temsîliyeteke hejmarî ye, ev li dijî desthilata ku dixwaze yekdestiyeke mêrperest li hemû qadên jîyanê binecih bike têkoşînek e.
[1]