Nav û paşnav: Ferhat Erkul
Nasnav: Dijwar Jêhat
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Cemîle – Kasim
Cih û dîroka şehadetê: #21-10-2017# / Zap
DIJWAR JÊHAT
Hevrêyê me Dijwar li navenda berxwedana Kurdistanê û dilê Botanê li Cizîrê ji dayik bû. Hevrêyê me Dijwar ê li Cizîr a ku serî li ber êrîş û dagirkeriyê netewendiye mezin bû û taybetmendiyên kesayeta têkoşer a Botanê ya ku Gerîlayên Azadiya Kurditanê bi gelê me yê welatparêz re bû yek û şaxê xwe bera dîroka berxwedana gerîlayan da ye di xwe d bi cih kir û her tim xwedî li nirxên azadiyê ya gel derket. Hevrêyê me yê ku ji zarokatiya xwe ve şahidiya polîtîkayên qirêj û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir, hêrseke mezin di dilê xwe de kom kir. Ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojeke azad li hêviya roja ku tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku bi fedaî li ber xwe didin, bû. Di dema êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gelê me yê Rojava û Şengalê dimeşand, hevrê Dijwar dît ku gelê me bêyî parastineke xurt nikare azad bijî û weke bersiveke li dijî êrîşan berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîlayan bû.
Hevrêyê me Dijwar ê ku bi eşq û heyecaneke mezin tevlî jiyana gerîla bû, perwerdeya bingehîn a gerîla bi serkeftî qedand û berê xwe da herêma Zapê. Hevrê Dijwar li Zapê dest bi pratîka xwe ya gerîlatiyê kir. Hevrê Dijwar bi jêhatîbûna qada leşkerî re di demek kurt de di aliyê taktîkên gerîlatiyê de bû pispor. Hevrêyê me Dijwar ku di pêşengtiya yek ji fermandarê me yê nemir şehîd Elî Piling de beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin bû, li dijî dagirkeran hêz da têkoşîna me ya bêwestan Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana zilma li ser gelê me û şehîdên me tê kirin bi her awayî xwe pêş xist û bi hêz kir, ji bo bicihanîna pêdiviyên serdemê bê navber xebat û têkoşîn meşand. Hevrêyê me milîtaniya layiqî Rêber Apo kir armanca sereke ya jiyana xwe, yek ji hevrêyên me bû ku ji bo pêkanîna rast a jiyan û xeta şer a PKK’ê ked da. Hevrêyê me Dijwar bi tevlîbûna jiyanê, bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê û bi hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran erkên xwe yên demê bi cih anî rastiya şehîdan derxist zanebûnû û pêkanîna wê esas girt. Hevrêyê me yê ku dizanibû şoreş di kêliyê de veşartiye, her kêliya ku nefesê digire diyarî têkoşînê kir, xwe ji nû ve afirand û bû şopdarê heqîqeta ku PKK’ê afirandiye. Hevrêyê me Dijwar bi ked û fedakariya xwe di berxwedana gerîla ya li herêma Zapê de derket pêş. Hevrê Dijwar bi nêzîkatiya berpirsyarî û zanebûn a ji erkên şoreşgerî re li cihê ku lê bû, bû xwedî tevlîbûneke mînak.[1]