Nav paşnav: Sedat Atilgan
Nasnav: Canşêr Arnos
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Dayik-Bav: Nûriye-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: #12-09-2020# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
CANŞÊR ARNOS
Hevrêyê me Canşêr li navçeya Miks a Wanê ji dayik bû. Hevrêyê me li cihekî weke Miksê mezin bû ku çanda Kurdîtiyê lê xurt e, bi kok û dîrokî ye. Weke kesayetekî dilsozê nirxê Kurdîtiyê mezin bû. Bi terbiyeya ji malbatê wergirtî li derdorê dihate hezkirin. Hevrêyê me Canşêr demeke kurt çû dibistanên sîstemê, kiryarên dewleta Tirk qebûl nekir û dest ji dibistanê berda. Ji bo karibe tevkariyê li aboriya malbata xwe bike ked da. Hevrêyê me di temenekî zû de ked nas kir û bû xwedî kesayetiyeke têgihiştî. Her ku temenê wî mezin bû, zext û zilma dewletê hîn baştir dît û kete nava lêpirsîneke kûr. Xwest bersivê ji nakokiyên xwe yên li ser jiyanê peyda bike. Ji lehengiyên di şerê li Kurdistanê de hêzeke mezin wergirt. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji ber çalakiyên serketî û berxwedana destanî xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê belê neçar ma ku vê armanca xwe taloq bike. Piştî ku gihîşt temenekî ku karibe wezîfeyên gerîlatiyê bi cih bîne, xwest armanca xwe ya tevlîbûnê pêk bîne. Hevrêyê me Canşêr destpêkê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger bû û derfet bi dest xist ku tevgera me hîn baştir nas bike. Di vî karî de exlaqê partiya me wergirt. Bi lîstikên dijmin zanîbû ku dixwaze ciwanên Kurdistanê ji cewhera xwe qut bikin û dejenere bikin, lewma hîn bi xurtî kar meşand. Hevrêyê me Canşêr fêhm kir ku tevgera me hêviya gelên bindest hemûyan e û li dijî her cûre ferasetên desthilatdarîperest têdikoşe, lewma biryara tevlîbûnê da û bi hesasiyetkee mezin karên xwe pêk anî. Li hemberî qirkeriya çeteyên DAÎŞ'ê ya li Rojhilata Navîn bi taybetî ya li hemberî gelê Kurdistanê bêdeng nema û lêgerînên xwe hîn kûr kir. Şehadeta hevrêyên me yên di têkoşîna destanî ya li dijî DAÎŞ'ê de tevlî nava karwanê şehîdan bû, gelekî bi bandor bû. Di pêvajoya Berxwedana Kobanê de weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava refên berxwedanê bû û bi vê têgihiştinê berê xwe da çiyayên azad.
Hevrêyê me Canşêr sala 2014'an di ser Bakurê Kurdistanê re tevlî nava refên gerîla bû û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî nava perwerdeya destpêkê bû. Hevrêyê me ku li gund mezin bû û xwedî kesayetiyekî sade bû, zû hînî jiyana gerîla bû. Di perwerdeyan de li her tiştî pirsî û di kesayetiya xwe de guhertin çêkir. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê ya li perwedeyê û armanca xwe ya bûyîna gerîlayekî şareza, bû mînaka şênber ku di demeke kurt de çawa dikare bibe şervanekî serketî. Hevrêyê me Canşêr bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û derbasî qada pratîkê bû, xwest hemû detayên jiyana gerîla hîn bibe. Hevrêyê me ji hevrêtiya jiyana gerîla hêzeke mezin wergirt û her roj li ser jiyana gerîla tiştên nû hîn bû. Xwest derbasî qada pratîkê bibe û hem ji aliyê şarezatiya leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe. Bi saya israr û hewldana xwe di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî. Hevrêyê me Canşêr ku di têkiliyên hevrêtiyê de bi kesayetiya xwe ya kedkar dihate naskirin, li her qada ku lê dima, wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me bû xwedî tecrûbeya pratîkî û şarezatiya leşkerî û li djî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabû. Hevrêyê me derbasî herêmên şerê giran bû ku ji bo gerîla qadeke mezin a têkoşînê bû û beşdarî gelek karî bû. Dilsoziya wî ya bi şehîdan re û biryardariya li ser armanca xwe jê re bû alîkar ku wezîfeyên gelekî zehmet jî bi cih bîne. Tevlî gelek karî bû, ked da, bi saya fedakarî, hevrêtiya xwe ya xurt û biryardariya xwe ya lêdana derbê ya li dijmin li her qadê bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me Canşêr sekneke li gorî duhê demê di kesayetiya xwe de temsîl kir û weke milîtanekî Apoyî di êrîşa dijmin a #12-09-2020# de tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyê me Canşêr ji me re hiştiye bi serketinê tacîdar bikin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şehîdan ditewînin.[1]