Nav paşnav: Mîran Şahînlî
Nasnav: Demhat Licê
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mehtap-Abdî
Dem û cihê şehadetê: #12-09-2020# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
DEMHAT LICÊ
Hevrêyê me Demhat li bajarê Amedê ji dayik bû ku ji bo têkoşîna me gelek berdêl da û ji bo dîroka gelê me bi mîsyona xwe ya dîrokî tê naskirin. Ji ber ku derdora wî ya nêz welatparêz û dilsozê nirxên azadiyê bû, hevrêyê me bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me bi dilsoziya bi kevneşopî û hişmendiya welatparêziyê ya kûr mezin bû, di salên dibistanê de kete nava nakokiyan. Bû heyranê gerîla ku lehengê berxwedana destanî ya şerê li Kurdistanê ye. Di temenê ciwantiyê de ji bo karibe bersivê ji nakokiyên xwe yên dema zarokatiyê re bibîne lêgerînên xwe xurt kir. Weke şahidê zilm û êşkenceya dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me, her tim kete nava lêpirsîna wijdanî. Di salên ciwantiyê de xwest bersivê ji lêgerînên xwe re bibîne. Hevrêyê me Demhat ji bo bersivê bide pirsgirêkên civakî yên gelê me, bi berpirsyariya wezîfeyên xwe yên civakî rabû. Hevrêyê me zanîbû ku tenê bi tevlîbûna li nava PKK'ê ku yekane hêza azadiyê ya gelê me ye, dikare bi cih bîne, lewma bi rengekî bê sebir li benda wê rojê ma ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê me û tevgera me, xwest beşdarî nava berxwedana li Kurdistanê bibe. Ji têkoşîna milîtanên Apoyî yên ku li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê destan nivîsandin, hêz wergirt û lêgerînên xwe yên ji bo tevlîbûnê xurt kir. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de piştî berxwedana li Sûrê ku bi pêşengiya hevrêyê me Şehîd Çiyager Hêvî - Cîhat Turkan hate kirin û derbeke mezin li dagirkeran xist, biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me Demhat xwest tevlî nava wan hevrêyên me bibe ku her cûre êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi rêbaza fedaî ya Apoyî têk birin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin. Bi vê biryardariyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di demekê de ku şer giran bû û dewleta Tirk a faşîst bi hemû hebûn û derfeta xwe êrîşî tevgera me dikir, hevrêyê me Demhat gihîşt wê baweriyê ku dem hatiye tevlî nava refên gerîla bibe, wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne û sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Demhat ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, piştî demeke kurt derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji germahî û eleqeya li nava gerîla hêzeke mezin wergirt û beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên çiyê bû û di perwerdeyê bi pêş ket. Bi dersên wergirtî ji her alî ve xwe kûr kir. Bi taybetî di dersên îdeolojîk de tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da her derê bike qada perwerdeyê. Di dersên leşkerî de li ser taktîkên demê kûr bû ku her cûre êrîşên dijmin pûç bike. Weke gerîlayekî şareza û serketî ji dewreya perwerdeya şervanên nû mezûn bû û tevlî nava karên pratîkî bû. Hevrêyê me di vê demê de tecrûbeya xwe ya destpêkê ya leşkerî bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya bi moral a li nava jiyanê her wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Demhat ku bi giraniya pêvajoyê zanî bû û ji bo pûçkirina her cûre êrîşên dijmin kûr dibû, xwest bibe gerîlayekî pispor. Weke gerîlayekî azadiyê ji bo bersivê bide pêvajoya şerê giran, pêşniyar kir ku derbasî perwerdeyên pisporiyê bibe. Piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de li ser taktîkên demê û materyalên partiyê kûr bû û xwest, bersivê bide bendewariyên pêvajoyê. Hevrêyê me Demhat bi daxwaza xwe ya di dersên leşkerî de û israra xwe ya ji bo pêkanîna armancên xwe li nava dilê hevrêyên xwe bû xweedî cihekî û weke gerîlayekî profesyonel derbasî qada nû ya wezîfeyê bû. Ji bo bicihanîna taktîkên gerîla yên hîn bû, bi israr xwest derbasî qada şerê germ bibe. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me Demhat xwest wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û di gelek karan de bi rola xwe rabû. Hevrêyê me ku bi kar de bi fedakarî û dilnizmiya xwe dihate naskirin, wezîfeyên demê bi rengekî hêja bi cih anî.
Hevrêyê me Demhat ku bi kesayetiya xwe ya sade, dilnizm û fedakar li ser xeta fedaîtiyê meşiya, #12-09-2020# li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku Kurdistana azad pêk bînin ku xeyala hevrêyê me Demaht bû û xwedî li bîranîna hemû şehîdan derkevin.
[1]