Nav paşnav: Hasan Oz
Nasnav: Şerger Amed
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûltan-Zekî
Dem û cihê şehadetê: #12-09-2020# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
ŞERGER AMED
Hevrêyê me Şerger li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Amedê ji dayik bû. Ji ber ku bajarekî cihê berxwedana dîrokî û welatparêziya kûr e, hevrêyê me jî di temenekî zû de gerîla nas kir û bû xwedî sempatî. Hevrêyê me ku di salên zarokatiyê de têkildarî bûyerên civakî yıên li derdora xwe baldar bû, rastiya dijmin zû nas kir. Piştî ku 8 salan çû dibistanên dijmin ku navendên yektîpkirinê ne, dest jê berda û xwest tevkariyê li têkoşîna jiyanê ya malbata xwe bike. Hevrêyê me Şerger ji şehadetan û berxwedana gerîla gelekî bi bandor bû û xwest bibe gerîla. Mîna her ciwanekî Kurd ê ku zilma dijmin a li gelê me dibîne, ji aliyê wijdanî ve kete nava lêpirsînê. Gihîşt wê baweriyê ku li hemberî neheqiyên têne kirin divê bi rengekî çalak têbikoşe. Weke her ciwanekî Kurd ê welatparêz di asta xwecihî de tevlî kar bû. Li gel vê yekê ji bo karibe piştgiriya aboriyê li malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Jiyaneke dûrî ji kedê bê wate dît û li gorî vê yekê tevgeriya. Li hemberî êrîşên tasfiyeyê yên dewleta Tirk a dagirker ku di bin navê 'Plana têkbirinê' de li dijî tevgera me da destpêkirin, kete nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me di Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de fêhm kir ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger ku komkujiyê li gelê me dike divê têkoşîneke çalak bê meşandin û bi vî rengî tevgeriya. Şahidî ji berxwedana dîrokî ya li Sûrê re kir ku dewleta Tirk bi hemû hebûn û teknîka xwe êrîş kir. Ji lehengiyan hêzeke mezin wergirt. Fêhm kir ku tenê li nava refên azadiyê dikare bersivê ji lêgerîn û nakokiyên xwe re peyda bike û bi vî rengî biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe.
Sala 2017'an di demekê de ku şer giran bûbû, hevrêyê me Şerger tevlî nava refên gerîla bû û bi îdîaya bicihanîna wezîfeyên xwe yên dîrokî gihîşt çiyayên azad, beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Ji jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû. Hevrêyê me bi coş û moraleke mezin tevlî perwerdeyan bû û zû bi pêş ket. Bi dersên îdeolojîk ên wergirtî kete nava kûrbûnên xurt. Di dersên dîroka Kurdistanê û dîroka partiyê de ji lehengiyên di dîroka me de bi bandor bû û xwest di kesayetiya xwe de guhertinên xurt pêk bîne. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz a li nava jiyanê û hewldana sûdwergirtina ji tecrûbeyên hevrêyên xwe, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi hêza di perwerdeya şervanên nû de wergirtî bû gerîlayekî serketî û gihîşt wê astê ku derbasî qadên pratîkê bibe. Li gel ku gerîlayekî nû bû xwe ji bo Zagrosan pêşniyar kir ku qadeke ji şert û mercên zehmet ên xwezayî ye. Li qada ku lê dima pratîk kir û bû xwedî tecrûbeyên leşkerî û jiyanî û xwe ji wezîfeyên herî zehmet re pêşniyar kir. Bi cidiyet û hestiyariyeke mezin nêzî karên perwerdeyê bû û ji aliyê îdeolojîk ve xwest bibe xwedî danheviyê. Piştre kete nava lêgerîna wê yekê ku derbasî qadên şer bibe, ji aliyê leşkerî ve jî derbên mezin li dijmin bixe û hem di nava tîmên li qadê hem jî pêvajoya amadekariya şer de gelek kar kir. Kesayetiya wî ya sade û durust kir ku li nava hevrêyên xwe bibe cihê hurmetê. Di demeke kurt de cihek nehişt ku neçû, tevlî her karî bû û ji bo derbê li dijmin bixe timî xwe kûr kir, xwe gihand wê astê ku bi berpirsyariyê rabe. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û dilnizm bû gerîlayek ku her tim çareseriyê biafirîne. Di pêvajoya amadekariyê de ku lingekî herî girîng ê şer e, bi rengekî çalak tevlî bû. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi têgihiştineke dîrokî tevgeriya. Ji bo karibe tola kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a mêtinger û dagirker a di pêvajoya Berxwedana Sûrê de kir hilîne, hevrêyê me Şerger tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Hevrêyê me hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her carê mezin kir û di bicihanîna taktîkên demê de ji hevrêyên xwe re bû alîkar, bû yek ji parêzvanê xurt ê pîvanên partiya me. Hevrêyê me Şerger bi vê sekna xwe weke milîtanekî Apoyî navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsî.[1]