Nav û paşnav: Şîrvan Ulaş
Nasnav: Têkoşîn Dilgeş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Perîxan – Suleyman
Cih û dîroka şehadetê: #30-11-2023# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
TÊKOŞÎN DILGEŞ
Hevrêya me Têkoşîn wek zaroka malbateke Mêrdînî li Amedê ji dayik bû. Ew ji zarokatiya xwe ve dilsozê çand û kevneşopiya malbata xwe bû. Û ji ber ku berî tevlî refên partiya me PKK’ê bibe jî xwedî li doza Kurdayetiyê derketibû hêj ji zarokatiyê ve her tim girêdayî rastiya xwe bû. Bi pêşengiya Partiya me PKK'ê, pêşketina têkoşîna rizgariya Kurdistanê ya li Bakurê Kurdistanê, bandoreke mezin li ser malbata hevrêya me Têkoşîn jî kir. Bi taybet beşdariya birayê wê yê mezin heval Têkoşer – Abîdîn Ûlaş ya di sala 1992’an de bo refên têkoşînê, bû wesîle ku hevrêya me Têkoşîn jî tevî malbata xwe bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bibe. Dema ku li Kurdistanê zext û komkujiyên dijmin zêde bûn, Hevrêya me Têkoşîn jî neçar ma ku ji Kurdistanê veqete û bi malbata xwe re koçî metropolên Tirkiyeyê bike.
Lê hiş û bîra wê her tim li ser têkoşîna welatê me bû. Loma li Stenbolê jî têkoşîna xwe domand û wezîfeya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih anî. Şehadeta birayê wê Têkoşer-Abîdîn Ûlaş ku 1994'an li Amedê pêk hat, bû wesîle ku hevrêya me Têkoşîn di jiyana xwe de rûpeleke nû veke. Loma bi hişmendiya layiqbûna vê şehadetê û berdewamkirin û mezinkirina têkoşîna hevrêyên me yên şehîd, bi awayekî çalak di nav xebatên Yekitiya Ciwanên Kurdistanê - YCK de cih girt. Li gelek herêmên Stenbolê xebat meşand û ji bo bayê azadiya Kurdistanê bigihîne meropolan kedeke mezin da. Hevrêya me her ciwanê Kurd ê li metropolan pê re ket nava têkiliyê, hewldaneke bêhempa da ku wan vegerîne cewhera wan û tevlî refên têkoşînê bike. Bi qasî 4 salan serkeftinên girîng bi dest xist. Di sala 1998’an de hevrêya me Serhildan - Sema Yuce li dijî Komploya Navneteweyî ya ku li dijî Rêbertiya me hat pêşxistin, li zindana Çanakkaleyê agir bedena xwe û gihişt şehadetê, ev jî xeta têkoşînê ya hevrê Têkoşîn diyar kir. Piştî vê dîrokê hevrêya me bi gavên bi hêztir û bi ewletir dest bi meşa azadiyê kir û bi taybetî li hember Rêber Apo hestiyar bû. Hevrêya me Têkoşîn ku feraset û hîskirina Rêbertiya me ji xwe re esas girtibû, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ku roja destpêkirina Komploya Navneteweyî ye berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Têkoşîn yekemîn perwerdeya xwe di nava refên gerîla de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, ji bo komploya li ser Rêbertiya me yaderxe zanyariyê, kêmasiyên rê li ber komployê vekir ji holê rake kete nava lêhûrbûneke bênavber.Ji bo vê jî xwest bi felsefeya Rêber Apo xwe veguherîne kesayetek milîtan. Weke hemû gerîlayên azadiyê, hevrêya me Têkoşîn jî xwest hesabê sûcên ku li hemberî gelê me kiriye û komploya ku pêşxistiye ji dijmin bipirse. Bê dudilî beşdar bû, dizanibû ku ev yek tenê bi pêşketina leşkerî, bîrdozî û rêxistinî dikare pêk were. Dixwest di zûtirîn demê de biçe Bakurê Kurdistanê û bi taybetî di hunera gerîlatiyê de xwe kûr kir xwest demildest biçe Bakurê Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelê me berfireh bike.
Berevajî hemû pêşdîtinên dewleta Tirk û hêzên komploger, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ku bi biryar bû bi berfirehkirina têkoşînê re dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan bide, bi hêrs, îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Yek ji van gerîlayan jî hevrêya me Têkoşîn bû û di sala 2003’yan de derbasî herêma Dersîmê bû, li wir têkoşîna xwe domand. Hevrêya me bi destpêkirina Pêngava #01-06-2004#re firsend dît ku hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherîne çalakiyan, bi her derbeya ku li dijmin dixist bû bersiva tolhildana bi dehan salan a gelê me. Hevrêya me Têkoşîn heta sala 2009’an li Dersîmê şer kir, li vir ezmûneke girîng a leşkerî bi dest xist. Mîsyona xwe ya pêşeng a gerîla û fermandariya YJA Starê bi awayekî herî baş bi cih anî bû milîtaneke jin a Apoyî ya mînak.
Hevrêya me piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, bi tevlîbûna perwerdeyên bîrdozî li wir hewl da xwe bi taybet di îdeolojiya azadiya jinê de tekûz bike. Hevrêya me Têkoşîn ku di ferqa wê de bû ku tenê bi vî rengî dikare gelê me bi rê ve bibe, di perwerdeyên ku beşdar bû de hewldaneke mezin a têgihîştinê nîşan da û bû şervana heqîqetê. Hevrêya me pir dixwest Rêber Apo bibîne û beriya ku tev li gerîla bibe, bi Rêber Apo re diyalogê pêş bixe, bi parêznameyên Rêber Apo ku dixwend xwest vê bike. Ji ber vê sedemê hevrêya me Têkoşîn di her kêliyê de xwe bi Rêber Apo hîs dikir, fikir û xeyalên xwe yên ji bo pêşerojê bi Rêber Apo re parve kir û ev xeyala xwe hinekî pêk anî. Hevrêya me perwerdeya xwe bi serketî qedand, li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê şer kir, ked da û nirx afirand.
Hevrêya me Têkoşîn di sala 2011’an de di çalakiya li dijî dijmin de bi giranî birîndar bû, bi îradeya xwe ya bi hêz xwe rizgar kir û ji cihê ku lê mabû şerê xwe domand. Piştre jî bi xebatên xwe yên di gelek qadan de, ji tenduristiyê bigire heta perwerdehiya hevrêyên xwe hewl da erkên xwe yên şoreşgerî bi temamî bi cih bîne. Her wiha di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de di nava rêxistinbûna gelê me de cih girt û ji bo gelê me xwe bi xwe bi rê ve bibe ked û hewldanek mezin da. Hevrêya me bi kesayeta xwe ya jidil û fedakar li her qada ku têdikoşiya derket pêş, di dilê gelê me û hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrê Têkoşîn vê carê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me, bi gelê me re di çeperên berxwedanê de cih girt. Bi taybetî jî ji qîrîna jinên ku hatin revandin û li bazarê hatin firotin re bû bersiv. Di şikandina çeteyên ku bi destê jinên azad ên Kurdistanê pêk hat de kedeke girîng da û rola xwe lîst.
Hevrêya me Têkoşîn bi kesayeta xwe ya pirreng û bi fedakariya xwe ya têkoşînê tê naskirin, di nava yekîneyên YJA Starê de li cihê ku pêwîstî pê heye li wir cih girt û erkên xwe yên şoreşgerî bi awayekî herî baş bi cih anî, di nava xebatên tenduristî, perwerdehî û civakî de cih girt. Bi hezkirin, coş, moral û daxwaza serketinê ya mezin nêzî her karî çi mezin be çi biçûk be, serkeftinê ji xwe re kiribû armanc. Hevrêya me Têkoşîn xwe li ser afirandina kesayeta serketinê di nava xwe de esas girt, ji bo ku kûrahiya ku jiyabû bixe pratîkê, ji bilî serkeftinê ti vebijarkek din qebûl nekir. Hevrêya me Têkoşîn ji roja ku ketiye nava têkoşînê heta ku gihîşt şehadetê her tim dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêber Apo re parast, li pey xwe mîraseke dewlemend a têkoşînê hişt. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê têkoşîna ku hevrê Têkoşîn ji me re hiştiye heta serkeftinê bimeşînin, em ê di têkoşîna xwe de evîna jiyana azad her tim zindî bihêlin, xeyalên wê pêk bînin û bîranînên wê bidin jiyîn.
[1]