Nav paşnav: Ersîn Arvas
Nasnav: Şiyar Cûdî
Cihê jidayikbûnê: #Wan#
Dayik-Bav: Zubeyde-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: #04-09-2017# / Zap
ŞIYAR CÛDÎ
Hevrêyê me Şiyar li herêma Geliyê Karkarê yê navçeya Westan a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ku malbat û derdora wî welatparêz bû, li nava malbateke kedkar a dilsozê nirxên Kurdistanî mezin bû. Di salên 1990'î de ku li Bakurê Kurdistanê gund dihatin şewitandin û kuştinên kiryar nediyar gelekî rû didan, ji ber zilma dewletê malbatê koçî Wanê kir. Hevrêyê me cewhera xwe her tim parast. Li gel ku li bajêr dima her firsendê berê xwe dida gundê lê ji dayik bû û tevlî jiyana xwezayî dibû ku gelekî jê hez dikir. Di temenekî biçûk de şahidî ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst mêtinger re kir ku li dijî gelê me dimeşand. Hevrêyê me li dibistanên dewleta Tirk ên ku hêlîna asîmîlasyonê ya sîstemê ne, demekê xwend û li hemberî hewldanên dewletê yên ji bo yektîpkirinê her tim bû xwedî acizî û nerazîbûnê. Hevrêyê me Şiyar ji bo bersivê ji lêgerîn û nakokiyên xwe re bibîne, tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger û welatparêz bû. Hevrêyê me li nava karên ciwanan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke rêxistinbûyî meşand, di vê pêvajoyê de derfet dît ku Rêber Apo û partiya me PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Her ku partiya me PKK nas kir hîn bêhtir tevlî kar bû û ji xwe re kir armanc ku li gorî pîvanên jiyanê yên partiyê tevbigere. Ji milîtanên Apoyî yên li nava karên ciwanan ên şoreşger û welatparêz bi bandor bû. Hevrêyê me xwest têkoşîna xwe mezin bike, di vê pêvajoyê de kedekê bide û kete nava kûrbûneke mezin. Weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, bêdengiya li hemberî zilmê qebûl nekir. Hevrêyê me zanîbû ku siyaseta înkar û îmhayê ya li Kurdistanê tenê bi têkoşîna gerîla ya ku li çiyayên azad ên Kurdistanê tê meşandin dikare ji holê bê rakirin û bi dirûşma 'Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad' sala 2007'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla re serbilind bû ku biryareke dîrokî da.
Hevrêyê me Şiyar ku ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û bi tevlîbûna xwe ya bi moral xwest beşdarî her karî bibe. Bi saya coş û daxwaza xwe ya hînbûnê ya li perwerdeyê di demeke kurt de bi pêş ket. Li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji ewladên herî bi rûmet û leheng ên Kurdistanê pêk tên, hevrêyê me hevrêtiya rasteqîn û rastiya têkoşînê dît, bi vî rengî bi xurtî bi xeta partiyê ve hate girêdan. Hevrêyê me bi perwerdeya wergirtî ji aliyê şarezatiya leşkerî û îdeolojîk ve bi pêş ket, weke milîtanekî ji her wezîfeyê re amade, perwerde qedand. Piştî pêvajoya perwerdeyê ya serketî ji bo karên pratîkî derbasî herêmeke cuda bû. Hevrêyê me Şiyar ku di karên pratîkî de bû xwedî tecrûbe û gerîlayekî serketî, xwe ji wezîfeyên herî zehmet re pêşniyar kir û di gelek mijaran re ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar a li kar kete dilê hevrêyên xwe. Kûrbûna di îdeolojiya Rêbertî de, profesyoneliya gerîlatiyê û fedaîtiya ku tê wateya biryardariya li ser pîvanên milîtaniyê ji xwe re kir esas û pêşniyar kir ku beşdarî karên Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me di nava jiyana partiyê de felsefeya Rêbertî ji xwe re kir esas, bi vî rengî daxwaza xwe ya têkoşînê mezin kir û piştî ku pêşniyara wî ya tevlîbûna li nava Hêzên Taybet hate qebûlkirin, beşdarî pêvajoyeke xurt û zehmet a perwerdeyê bû. Bi saya şarezatiya xwe ya li branşên leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk di demeke kurt de gihîşt wê astê ku bi berpirsyarî rabe. Ji bo hevrêyên wî bibin gerîlayên profesyonel ên li gorî rastiya Rêbertî û nirxên partiyê gelekî ked da, hewl da. Hevrêyê me Şiyar 24 saetên xwe ji bo bidestxistina rêbaza jiyanê û şer a rast bi kûrbûnê derbas kir û di her kêliyê de ked da hevrêyên xwe, ev yek weke wezîfeyeke civaka azad, polîtîk û exlaqî dît. Hevrêyê me di nava têkoşînê de li gelek qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk meşand, li her qadê di demeke kurt de bi hevrêyên xwe re bû yek û wezîfeyên xwe hemû bi serketineke mezin bi cih anî. Her tim hewl dida bi xurtî tevlî bibe, kedê bide û kete nava lêgerîna li rê û rêbazên vê yekê. Li ser bingeha kûrbûna di fedaîtiyê de hewl da. Bi rastiya ku fedaîtî tê wateya xizmeta ji civakê û mirovahiyê re, jiya û şer kir. Bi sekna milîtaniyê bû mînak ji hevrêyên xwe re û bi sade, têgihiştîbûn û sekna xwe ya cewherî ji bo her kesî bû cihê hezkirinê.
Hevrêyê me Şiyar ku bi felsefeya Rêber Apo li ser xeta şehîdan meşiya, bû fedaî û her kêliya jiyana xwe da têkoşînê û tevlîbûneke xurt kir. Hevrêyê me Şiyar di #04-09-2017#an de li herêma Zapê di êrîşa dijmin de tevlî nava karwanê şehîdan bû.[1]