Nav paşnav: Bedran Erîn
Nasnav: Rênas Civyan
Cihê jidayikbûnê. Gever
Dayik-Bav: Pakîze-Refîk
Dem û cihê şehadetê: #19-07-2024# / Rojhilata Kurdistanê
RÊNAS CIVYAN
Dema ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê gav bi gav li tevahiya Kurdistanê belav bû, xelkê me yê Geverê partiya me û gerîlayên azadiyê nas kir û baweriya xweb i wê yekê anî ku hesreta bi dehan salan a azadiyê tenê bi gerîla dikare pêk were ku dilê wan tenê ji bo azadiyê û rizgariya gelê me lê dida. Ji jiyana sade û dilnizm a gerîla, ji helwesta gerîla ku mîna volkanekî bi ser dijmin ve diherikî bi bandor bû. Xelkê me yê Geverê ku di têkoşîna gerîla de paşerojeke bi rûmet û azad dît, xwe ji tevlîbûna li vê têkoşîna bi lehengan dagirtî neda alî û ewladên xwe yên herî hêja tevlî vê têkoşînê kir. Di nava vê têkoşînê de ji dayina berdêlên giran ti carî xwe neda alî. Li hemberî zext, êşkence û komkujiyên ji aliyê dijmin ve dihatin kirin bi têkoşînê, bi mezinkirina têkoşînê bersiv da. Ji ber vê yekê jî îro bûye yek ji navendên herî girîng ên serhildanê û biryardariya li ser jiyana azad. Bi vî rengî rola xwe ya dîrokî bi cih tîne.
Hevrêyê me Rênas ku ewladekî hêja yê xelkê me yê Geverê bû, di nava rastiyeke bi vî rengî ya gel de li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji kevneşopiyeke welatparêziyê bû, hevrêyê me Rênas jî girêdayî çand û kevneşopiya Kurdîtiyê mezin bû. Piştî ku hevrêyê me Şehîd Egîd Civyan - Vahdettîn Karay sala 1990'î tevlî nava refên gerîla bû, malbat û derdora wî partiya me PKK nas kir. Piştî bi salan gelek hevrêyên din jî tevlî nava refên gerîla bûn û bi vî rengî derfet dît ku partiya me hîn bêhtir nas bike. Hevrêyê me Rênas jî hîn di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla yên lê guhdarî dikir, derfet dît ku partiya me PKK'ê nas bike. Nakokiyên ku di temenê biçûk de jiya, di demên ciwantiyê de hewl da hîn bêhtir fêhm bike û çareser bike, bi taybetî li hemberî hebûna dijmin a li Kurdistanê gelekî bi hêrs bû. Gihîşt wê baweriyê ku jiyana di binê statuya koletiyê de ya li welatê xwe ne qedera me ye û rizgariya ji vê jiyanê jî bi têkoşînê dibe. Li ser vê bingehê li Geverê ku navê wê bi serhildanan re bûye yek, tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû, hem ji bo zanekirina gelê me ya li hemberî êrîşên dijmin, hem jî ji bo tevlîkirina ciwanên Kurd mîna xwe li nava refên gerîla, kedeke mezin da. Di salên ku êrîşên dijmin giran bûbûn ku êdî tehemûl jê re nedibû, ji derdora xwe ya nêz gelek kes tevlî nava refêng erîla bûn. Vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Rênas kir. Hem xwest bersivê bide êrîşên dijmin, hem jî bi bandora tevlîbûnan û şehadeta gerîla, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî perwerdeya destpêkê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û daxwaz, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin zû hînî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi taybetî ji ber eleqeya wî ya li ser hunera şerê gerîla û fikrê afirîner ê il vê qadê, hem ji hevrêyên xwe re bû mînak, hem jî di vê mijarê de hewl da xwe şareza bike û wezîfeyên demê bêkêmasî bi cih bîne. Hevrêyê me ji aliyê akademîk ve perwerde bi serketî qedand û di dema pratîkê de fêhm kir ku temamiya jiyana PKK'ê perwerde ye. Di her kêliya jiyanê de xwest tiştên nû hîn bibe, xwe bi pêş bibe û bi vî rengî bibe milîtanekî Apoyî yê fedaî. Bi sala 2015'an re piştî ku dewleta Tirk a qirker ji bo qirkirina gelê Kurd dest bi êrîşên topyekûn kir, hevrêyê me Rênas jî li qada ku lê bû bi çalak tevlî çeperên berxwedanê bû. Tevî ku hîn nû bû û tecrûbeya xwe ya şer tine bû, bi daxwaz û biryardariyeke mezin xwest beşdarî çalakiyan bibe. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku dem hatiye hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê û kelecana di çalakiya xwe ya destpêkê de weke yek ji kêliyên jiyana xwe yên qet neyên jibîrkirin pênase kiribû. Bi kêfxweşiya derba ku li dijmin xist û tecrûbeya wergirtî piştre beşdarî gelek çalakiyan bû, li hemberî êrîşên tasfiyeyê yên dijmin îradeya xurt a milîtanên Apoyî bi rengekî hêja nîşan da. Di sala 2016'an de ku weke sala fedaiyan hate pênasekirin, hevrêyê me Rênas di berxwedana gerîla de roleke çalak nîşan da û weke her milîtanan tevî ku tevlîbûnek ji bendewariyê zêdetir dikir jî, her tim dixwest xwe bike bombeyek û di dilê dijmin de biteqîne. Hevrêyê me Rênas meraq dikir ku gelek hevrêyê me yên fedaî yên hêja bi kîjan kûrbûnê gihîştine vê astê û di vê pêvajoyê de lêgerînên xwe hîn kûr kir. Bi vê kûrbûnê re fêhm kir ku fedaîtî cewhera PKK'ê ye, fedaiyê destpêkê Rêber Apo ye û bi vî rengî gihîşt sira hevrêyên ku çalakiya fedaî kirin. Hevrêyê me têgihişt ku fedaîbûn bi tevlîbûna li rastiya Rêber Apo û xeta berxwedanê ya PKK'ê ye, dît ku rêya pêkanîna vê ya herî bi bandor jî karên Hêzên Taybet e. Li ser vê bingehê ji bo xwe bi temamî tevlî têkoşîna me bike û bibe parêzvanekî xurt ê felsefeya Rêber Apo pêşniyar kir ku derbasî Hêzên Taybet bibe.
Bi saya sekna xwe ya bi biryar a li ser milîtaniya Apoyî, tevlîbûna bêteredût û bi fedakarî ya li nava jiyanê, bi asta xwe ya biryardariyê pêşniyara wî hate qebûlkirin û di sala 2018'an de tevlî Hêzên Taybet bû, li vê derê beşdarî perwerdeyên destpêkê bû. Di dema perwerdeyê de bi kûrbûna xwe diyar kir ku armanca xwe ya bingehîn ew e ku hêjayî keda hevrêyên şehîd û Rêber Apo be, ev yek jî tenê bi fêhmmkirina Rêber Apo û tevlîbûna li felsefeya Rêber Apo dibe. Di nirxandineke xwe de gotibû, 'Milîtanekî ku xwe tevlî têkoşînê kiribe, tiştekî ku bi ser nexîne nîne' û destnîşan kiribû ku ji bo vê jî divê kesayetiya xwe bi temamî tevlî nava têkoşînê bike. Zanîbû ku hevrêyên me yên ku di dilê dijmin de çalakiya fedaî kirin bi vî rengî gihîştin vê astê, weke şopdarê wan jî ew ê jî bi vê têgihişt û tevlîbûnê tevbigere û bi vî rengî tempoya xwe ya tevlîbûnê her roj hîn bilind kir. Hevrêyê me Rênas piştî ku perwerdeya xwe qedand li gelek qadan kar kir, kûrbûna xwe hîn xurt kir û ji bo karibe di her karî de serketinên girîng bi dest bixe ked da. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger berê hevrêyê me timî li Bakurê Kurdistanê bû û ji bo vê armanca xwe pêk bîne timî pêşniyar kir. Hevrêyê me bawer dikir ku tenê bi mezinkirina têkoşîna li Bakurê Kurdistanê dikare bersivê bide êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me. Bi taybetî piştî şehadeta xizmê wî hevrêyê me Egîd Civyan - Vahdettîn Karay, di vê pêşniyara xwe de hîn bêhtir israr kir û bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî, kesayetiya xwe ya durust, samîmî û tevlîbûna xwe ya ji dil gihîşt vê armanca xwe. Li ser bingeha vê armancê li Bakurê Kurdistanê têkoşiya. Hunera mirovî ya mezin, kesayetiya dîrokî, şoreşgeriya fedaî û rêbaza fermandariyê ya hevrê Egîd Civyan ji xwe re kir mînak. Bi vî rengî hewl da têkoşîna xwe ya li Bakur bi rengekî fedaî û rêbazeke rast bimeşîne. Hevrêyê me Rênas dema ku bi erka xwe radibû û di nava tevgerê de bû #19-07-2024# 'an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî li ber xwe da û şehîd bû.
[1]