Nav paşnav: Rizgar Kara
Nasnav: Berxwedan Goyî
Cihê jidayikbûnê: Etrûş
Dayik-Bav: Esmer-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: #19-07-2024# / Rojhilata Kurdistanê
BERXWEDAN GOYÎ
Gelê me yê Mexmûrê ku li hemberî zext, êşkence û qirkirinên dewleta Tirk a dagirker bûye sembola sekna birûmet, çawa ku li Botanê bi tu awayî li hemberî dijmin serê xwe netewand di heman demê de di rêyên koçkirinê û li gelel kampên penaberan ên piştre lê cih bûn jî ev sekna sekna xwe ya birûmet nîşan da û bû sembola Kurdayetiya azad. Gelê me yê ku piştre li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bûyî, ev sekna xwe nîşan da û bi tu awayî li hemberî zextên komên hevkar, dagirkeran û çeteyan ji helwesta xwe ya azadiyê tawîz nedan. Ji ber vê yekê hemû caran di welatparêzî, têkoşîn û dilsoziya bêhesap ya ji bo felsefeya Rêber Apo de bûye mînaka herî şênber.
Hevrêyê me Berxwedan di nava rastiyeke gel a bi vî rebgî de di nava malbateke ji eşîra Goyî a qedîm de li Etrûşê ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku li gel malbata xwe çarenûsa gelê me parve dike, di zarokatiya xwe de rewşa penaberiyê di nava xwe de dipirse. Hevrêyê me ji çîrokên koçberiyê yên ji malbata xwe guhdar dike, êş, zehmetî û şehadetên gelê me hîn dibe û li hemberî dewleta Tirk a dibe sedema van yekan hêrseke mezin li cem peyda dibe. Hevrêyê me Berxwedan li dibistana Mexmûrê ya gelê me bi derfetên xwe ava dike, dest bi perwerdeya xwe dike û şensê perwerdeya zimanê dayikê bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku 12 salan dîroka xwe, erdnigariya xwe, edebiyata xwe û paşeroja têkoşîna xwe dixwîne û tecrûbeyeke girîng bi dest dixe, dizanîbû ku armanca xwepêşxistinê di perwerdeyê de ew e ku ji bo gelê me bibe kesateyekî kêrhatî. Ji ber vê yekê di gelek xebatên kampê yên qadên cuda de cih digire û hewl dide ku berpirsiyariyên xwe yên civakî bi cih bîne. Di heman demê de hê di zarokatiya xwe de ji bo ku têkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de kar dike û pîroziya kedê di vê pêvajoyê de fêr dibe. Hevrêyê me hê di vê pêvajoyê de afirandina nirxê ya bi dayîna kedê dike taybetmendiya kesayeta xwe ya sereke. Hevrêyê me di zarokatiya xwe de li cihekî weke Kampa Mexmûrê ku lê welatparêzî gelekî xurt e, partiya me PKK’ê nas dike û gelekî ji têkoşîna gerîlayan ya li hemberî dewleta Tirk a ku wan li warê wan Botanê koçber dike, bondor dibe. Hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de fêr dibe ku gerîla hêza gelê me ya parastin û tolhianî ye û ji ber vê yekê eleqeyeke mezin nîşanî gerîlayan dide. Hevrêyê me Berxwedan weke hemû ciwanên Kurd ên tama azadiyê standine, haya wî ji berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê me hebû û dizanîbû ku bes bi tevlîbûna refên gerîla dikare vam berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Di serî de Şengal, Mûsul û Mexmûr êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de yên li ser gelek herêman û ji sekn, têkiliyên hevrêtiyê û têkoşîna gerîlayên azadiyê yên ku xwe gihandin alikariya gelê me yê Mexmûrê ku bi talûkeya qirkirinê re rû bi rû bû, gelekî bi bandor dibe û rasterast şahidiya çîrokên lehengiyê dike. Hevrêyê me Berxwedan bi vî awayî fêm dike ku di warê heyraniya ji bo gerîlayan de ew mafdar e û biryarê dide ku weke gerîlayekî tevlî têkoşînê bibe. Hevrêyê me di sala 2015’an de xwe digihîne çiyayên Kurdistanê yên gelekî mereqa wan dike û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.
Hevrêyê me perwerdeya xwe ya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê distîne û bi van perwerdeyan adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Bi saya tevlîbûna xwe ya bicoş di demeke kurt de di kesayeta xwe de guhertinên mezn pêk tîne û gav bi gav dibe gerîlayekî azadiyê yê xwedî tecrûbe. Hevrêyê me Berxwedan ku beriya wê xwedî hin tecrûbeyan bû, bi perwerdeyên îdeolojîk xwe di felsefeya Rêber Apo de kûrtir dike. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya jidil, durist û xwezayî baweriya hemû hevrêyên xwe bi dest dixe û di gelek xebatan de cihê xwe digire. Di van xebatan de bi taybetmendiyên xwe yên weke kedkar û fedekar tê nasîn û di bidestxistina serkeftinên mezin xwe dibe xwedî roleke mezin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Prastinê yên Medyayê bi awayekî dijwar êrîşan dide destpêkirin, bi israr pêşniyar dike ku derbasî qadên ku şer lê dijwar e, bibe û ji bo vê yekê xwe amade dike. Girêdayî vê yekê ji bo ku xwe di taktîkên şerê gerîla yê serdema nû de pêş bixe, tevlî perwerdeyên di asta akademiyê de dibe. Bi awayekî çalak tevlî van perwerdeyan dibe û xwe ji bo pêvajoya şerekî dijwar amade dike. Hevrêyê me hêrsa xwe ya dîrokî û kûr ya li hemberî dewleta Tirk dike egera mezinkirina têkoşîna xwe û pêşniyar dike ku derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Pêşniyara hevrêyê me Berxwedan ê xwedî kesayeteke durist û bi jêhatîbûna xwe ya di hemû xebatan de baweriyeke mezin dida hevrêyên xwe, hate qebûlkirin.
Hevrêyê me Berxwedan ji ber qebûlbûna pêşniyara wî ya bi salan gelekî kêfxweş dibe û her wiha dizanîbû ku berpirsiyariyên vê yekê gelekî giran in û di wê çarçoveyê de tevgeriya. Weke şoreşgerekî di vê pêvajoyê de ku li dijî gelê me êrîşên dijwar pêk dihatin, karkirina li Bakurê Kurdistanê ji bo xwe weke şensekê pênase dike. Girêdayî şert û mercên Bakur weke milîtanekî fedaî yê Apoyî bi fedaîyane têkoşiya. Hevrêyê me Berxwedan di #19-07-2024# ’an de di encama kemîneke li herêma Katol li gel hevrêyên xwe Rênas û Hogir tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Berxwedan yê ku li Mexmûrê dest bi meşa xwe ya azadiyê dike û li Bakur û lûtkeyên çiyayên Kurdistanê yên herî bilind didomîne û dibe xwediyê têkoşîneke bênavber, bi kesayeta xwe ya xwerû û xwezayî û bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apoyî ji hemû hevrêyên xwe dibe şervanekî azadiyê yê mînak. Em weke hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wî pêk bînin.[1]