Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,223
Wêne
  112,099
Pirtûk PDF
  20,583
Faylên peywendîdar
  106,840
Video
  1,596
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,812
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,274
عربي - Arabic 
31,932
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,655
فارسی - Farsi 
11,171
English - English 
7,786
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,807
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,363
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,769
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,747
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,158
MP4 
2,660
IMG 
205,841
∑   Hemû bi hev re 
240,986
Lêgerîna naverokê
Jiyaname
Mîna Acer
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke h...
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û...
Zindanîbûneke Sî û Du Salî: Îşkence, Mişextî û Berxwedan
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Zindanîbûneke Sî û Du Salî: Îşkence, Mişextî û Berxwedan

Zindanîbûneke Sî û Du Salî: Îşkence, Mişextî û Berxwedan
Zindanîbûneke Sî û Du Salî: Îşkence, #Mişext# î û Berxwedan
Zerya Delîl

Berî ku ez werim girtin, zanebûna min li gorî sînorê gund bû, heta sînorê gundê me û yên gundên cîran li ku digihiştin hev û li ku ji hev vediqetiyan min nedizanî. Bala min ne li ser wê dinyayê bû. Ji xeynî zimanê Kurdî min bi tu zimanî nizanîbû, lê Kurd û Kurdistan çi ye, di çi rewşê de ye, sînorê wê ji ku dest pê dike û li ku diqede agahiyên min tunebûn.
Mehmet Savur, tekane Kurdê ku dîroka gelê Kurd û tevgera azadiyê de ev bû sî û du sal di zindanê de ye û dikeve sala sî û siyan. Herçiqas berê tu têkiliya wî bi Tevgera Azadiyê re çênebibû, ji piştî girtina xwe di nîvenga Tevgera Azadiyê de digire, di xeta berxwedanê de bi salên dirêj bi dilpolayî li ber xwe dide. Dema ku rastî nêzîkatiyên xelet û reftarên şaş tê, soz dide xwe û dibêje ez ê ji bo serokê gelê Kurd û tevgerê hêzdar bibim û ez şexsan ji xwe ra esas nagirim. Her çiqas di nava van sî û du salan de gelek caran bi zanebûn an jî bê zanebûn ji êşên wî re bibin sedem jî ew hay jê heye ku qedera gelê meriv qedera meriv e. Xelasiyeke takekesî nîne. Ji ber vê jî ew jî wekî her şoreşgerî serê ewilî bi guherandina qedera gelê xwe bawer e.
Me jî xwest ku em çend pirsan ji Mehmet Savur bikin û em wî ji devê wî nas bikin.
Merheba Hevalê Mehmet, tu dikarî xwe bi me bidî naskirin? Mehmet Savur kî ye, bûyera wî ya girtinê çawa rû da û sedem çi bûn?
Ez di sala 1962an de li gundekî girêdayî navçeya Amedê Pîranê hatim dinê. Lê di nasnameya min de 1968 hatiye nivîsandin. Ji bo ez dereng biçim leşkeriyê bavê min temenê min şeş sal biçûk daye nivîsandin. Em heşt bira û sê xwişk in. Ji van sisê ji min mezintir in. Malbata min wekî tevahiya civaka wê heremê xizan bû. Salê neh mehan, bi şev û roj em dixebitînlê têra sê mehan nedikir. Li wê herêmê ne axatî, ne eşîrtî ne jî serweriya dewletê nemaye. Bi gotineke din piştî serhildana Şêx Seîd, dewletê ew herêm ceza kiriye. Bi taybetî jî gundên çiyayî! Însanê wê herêmê ji dinyayê bêxeber in loma hêj zêde xera nebûne. Tu ji amûrên bi kar tînin bigire heta jiyana wan a rojane, çanda wan, hinek baweriyên wan, têkîliyên wan wekî yên pêç-şeş hezar sal berê ne. Gelê herêmê têkîliya wan zêde bi bajar re nîne. Min çavên xwe di nav civak û malbateke wisa xizan û ji cîhanê bêxeber de vekir. Ez dikarim bêjim piştî heft saliya xwe û bi şûn ve min rojek baş û rehet nedît. Kar û barê malê tev mabû di sitûyê min û dê û bavê min de. Tu tişt wek xizantiyê zor û zehmet nîne; kirasekî ji agir e, mirov dişewitîne. Ez dikarim bêjim piştî heft heşt salîya xwe û bi şûn de, jiyana min tev di nava kar û xebatên zor û zehmet de, bi hemaltiya xelkê derbas bû. Tiştekî din jî, ji ber ola îslamê ev dinya ji bo min bê wate bû. Di zarokatiya xwe de ez ketim bin bandora ola îslamê. Ne tenê ez civaka herêmê bi gelemperî wisa bû. Lê hinek hêlên xwe yên erênî hebûn wekî wijdan, exlaq, alîkarî, parvekirina êşê, jiyaneke bi keda xwe... Civakeke xwezayî ya ku bi zagonên exlaqî dimeşîya. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim berî ku ez werim girtin, zanebûna min li gorî sînorê gund bû, heta sînorê gundê me û yên gundên cîran li ku digihiştin hev û li ku ji hev vediqetiyan min nedizanî. Bala min ne li ser wê dinyayê bû. Ji xeynî zimanê Kurdî min bi tu zimanî nizanîbû, lê Kurd û Kurdistan çi ye, di çi rewşê de ye, sînorê wê ji ku dest pê dike û li ku diqede agahiyên min tunebûn. Carna di kilaman de peyva Kurdistanê derbas dibû, lê min digot qey behsa Kurdên Îran û Iraqê dikin; ji xwe ew jî ne ji me ne. Yê wan dewletan in. Yanî zarokekî neh deh salî çi qas dikare ji cîhanê fêm bike, sînorên zanebûna wan çiqas e ya min jî wisa bû.
Ez di sala 1987an de zewicîm, du keç û kurekî min hene, lê em qet bi hevre nejîyan. Piştî ez ketim zindanê dozdeh salan me qet hevdu nedît, ev yanzdeh sal in ez li vir im, hew carekê tenê hatine hevdîtina min. Ji ber rewşa madî nikarin werin. Mijara girtina min bi serê xwe mijareke trajîk e. Mînakên wê di cîhanê de pir kêm hene. Rewşek wisa trajîk encax bi serê me Kurdan de tên, em weke civak ji van ne xam-xeşîm in. Min rewşa xwe li jor bi kurtasî anî ziman, mirovekî wisa çawa dibe şoreşger, çawa dibe mîlîtanekî vê rêxistinê, bajarê ku di xewna xwe de nedîtiye û neçûyiyê çawa li wir du kes kuştine? Lê îxanet bi xefkî nayê kirin. Cihê ku dad û dadwerî lê tunebe û xayîn, bêbext pir bin, ne hewce ye ku tu “sûcekî” bikî, tew heger tu Kurdekî dilsozê hebûna xwe bî, şeref û rûmeta xwe biparêzî, tu yê bi rewşên wiha trajîk re rû bi rû bimînî.
Ez di 3yê Tîrmeha 1991ê de hatim girtin. Min li cem yekî cenantî dikir. Wan rojan diranê min pir diêşiya, ez û xwediyê pembo bi tirextorê hatin Amedê. Min diranê xwe kişand, êvarê saet li dor pêncan em vegeriyan. Em hatin Seyrantepeyê ku li wir çar rê digihijin hev. Yek ji Amedê diçe Elezîzê, yek jî ji hêla Sêrt û Çewlikê tê û ber bi Rihayê ve diçe. Gava em hatin lemba sor pêket û em sekinîn, gava şîn pêket em bi rê ketin. Gava em derbas bûn maşîneyek sergirtî ji hêla Sêrtê ve dihat û li kêleka rê sekinî. Em di ber ra derbas bûn lê qet bala min nekişand. Ez di girtîgehê de piştî çend sal şûn de hîn bûm ku ew maşîne ya polîsan bû. Ji Sêrtê hatine û di maşînê de du îftîrakar hebûne. Axir em bi qasî pênsed metreyan ji wir dûr ketin lê me hew dît maşîneya polêsan dora me girt. Gava em di ber maşînê re derbas bûn îftîrakarê bi navê M.D ji polêsan re dibêje “ev e û polêsan çekên xwe kişandin û gotin “peya bibin! Em şaşwaz mane, em nizanin ka mesele çi ye. Em peya bûn, li ser me geriyan û tiştek tunebû. Çavên min girê dan ez avêtim teqsiyê, ji ajokar re gotin “me bişopîne”. Di rê de dengê yekî hat û got Ka em binêrin ev e an ne ev e û dengê yekî din hat û got “Dev jê berde ma ne Kurd e ?” Ji ber ku çavên min girêdayî bûn, texmîna min ez birim cihê tîmên taybet a li ofîsê. Ez avêtim hucreyekê. Piştî çend saetan ez derxistim û birim qata jor. Bi paçekê reş çavên min girê dane, ez tu tiştî nabînim. Piştî çend deqan dengê yekî hat got “Ev sê roj e em bi kuçe û kolan li te digerin lê tu hema li kêleka me bûyî. Me hevalên te tev girtine, M.D, N.A û X.Q di destê me de ne. Serê me neêşîne tu wan keleş û demanceyan bîne, diya min bibe jina min ez ê te berdim. Min got qey henekê xwe dike. Min got Ne hevalên min ê wisa hene û ne jî li cem min çek. Bi rastî jî ez li wir hînî navê keleşan, navê welat û rêxistinê bûm. Ji ber ku min bi Tirkî nizanîbû û yekî tercûme dikir. Herî dawî gotin “Em hevalê te bînin tu yê çi bikî?” Min got ka bînin. Piştî çend deqeyan dengê derî hat, çavên min vekirin û gotin “Baş lê binêre ev kî ye?” Yê min nîşanî polêsan dide dibêje “Ev M.D ye.” Yê di bin çavan de li ser min îfade dide N.A ye. Min nihêrt yekî qamqutik û birih e. Min got “Ez vî zilamî hêj nû dibînim, nas nakim”. Vê carê ji wî pirsîn “N.A bêje ka ev kî ye, we li ku hevdu nas kir, we A.Kurt û A.Celek çawa kuştin? Piştî kuştina wan çek li cem kî ma? Wî kesî tiştên ku polêsê li ser masê ji min re gotibûn peyv bi peyv anî ziman: “Em li Mûşê di şîrketa Arutan de bi hev re dixebitîn, me li wir hevdu nas kir. Ez navê wî yê esasî nizanim. Jê re digotin dîyarbekirlî Mistefa. Panzdeh roj e ez îşkence dibînim. Ez tevlî kuştina Evdillah Kurt bûm lê tevlî kuştina Evdillah Çelek nebûme. Du demançe û keleşek li cem wî mane. Ez çûm Stenbolê û wî çi bi çekan kiriye ez nizanim.” Piştî van gotinên wî ez matmayî bûm. Ew derxistin birin. Yê li ser maseyê dîsa axivî, dijûn-heqaret kirin. Herî dawî got. De baş e, gunehê te li stûyê te. Ez dixwazim alîkariya te bikim, lê tu ne çekan tînî ne jî navê hevalê xwe dibêjî. Lê bizane ku şêr dikevin van deran û wekî pisîkan ji vir dertên! Tu qet li helîkopterê siwar bûyî yan na? Min got Li leşkeriyê min carekê ji dûr ve dîtiye, ez lê siwar nebûme.” Min got qey rast behsa helîkopterê dike.
Te gelek îşkence jî dîtine. Dema ku neha ew îşkence tên bîra te tu çi hîs dikî?
Ji bo îşkenceya wê demê îtîrafkar A. Kadir Aygan li cihekî wiha digot “Ew îşkenceya ku me dikir, te li heywana bikira wê bimirana, lê tiştek bi wan însana nedihat.” Bi rastî jî ew îşkence qet nayê jibîrkirin. Helîkoptera ku behs dikirin û du cure “asqî”. Ji yekê re “duz asqî” ji ya din re jî Filistîn asqisî digotin. Darek didan ser sitûyê te, bi benî milê te pê ve girê didan û tu radikirin hewa. Lingê te ji erdê radibû, mirov digot qey movikên pişta te hevdu berdan û hestiyên milê te şikestin. Di ser de bi xortimê avek şid li te dikirin, bi tiliyê dest û lingê te ve qeblo girê didan û ceyran didan te. Di wî halî de sê car îşkence dikirin, heta tu ji ser hişê xwe diçûyî. Piştî wan, her du destên te kelepçe dikirin û bi cihekî bilind ve girê didan. Ew ji a helîkopteran zehmettir bû. Bi saetan tu hew li ser tiliya xwe ya mezin disekinî. Te digot qey weslê canê te tev ji hev qut bûne, êşek bêterîf e. Gava te dixwest zora xwe bidî ser tilîyên din, giraniya te tev diket ser milan, gava te tiliya mezin tenê dida erdê, giraniya te radikir. Ew jî bi saetan didomiya û ji wir tu dibirin û dixistin hindurê tekeran. Ji wir jî derbasî felaqeyê dibû. Panzdeh roj û panzdeh şev bê navber ev îşkence domiya. Ez hêj êşa wan dikişînim. Her cara ku tê bîra mirov, mirov dilerize. Hele tu tiştekî nizanibî, daxwazên wan bi cih neyînî, hê jî girantir dikin. Ji min sê tişt dixwestin ku ez ji wan re bibêjim; ka keleş û demançe li ku ne, tekîliyên kê bi rêxistinê re hene û hevalê te kî ne. Ev her sê jî tunebûn. Yanî îşkenceyek wisa bû ku mirov bi mirinê razî dibû, lê mirov nedimir. Bi salan bi şev dihat xewna mirov, tu ji xewê hişyar dibû. A neha gava behsa îşkenceyê dibe, ew dîmen ew kêlî tên ber çavên min. Her cara tu dibirin ber wan helîkopteran deh qet ji mirinê zehmettir bû. Piştî panzdeh şev û rojan a wê îşkenceya hovane, ez derxistim dadgehê û ez ji wir şandim zindana Amedê. Piştî du salan di mehkemeya dawî de dadger got “Daxwaza te a dawî çî ye?” Min got “Ev du sal in ez nizanim ka ji bo çi hatime girtin, min tu sûc nekirîye.” wî jî got “Em dizanin têkîliyên te bi rêxistinê re nîne, eleqa te bi kuştina wan kesan re jî nîne, lê di meriyetê de zagona poşmaniyê heye ku tu dikarî serî lê bidî û biçî mala xwe”. Min jî got “Min tu sûc nekiriye ku ez bêjim ez 'poşman im', yek sûcekî min heye ew jî ez Kurd im”. Keniya û got “ Ma ne bes e! Yanî dixwest bêjim “ez ji diya xwe wek Kurd hatime dinê, lê ez poşman im.” Ji ber ku min ew qebûl nekiribû, sî û şeş sal ceza dan min.
Tu li kîjan zindanan mayî?
Ez du salan li zindana Amedê mam, piştre ez mişextî zindana Bartinê kirim. Ez nezî bist mehan li wir mam. Ji wir ez mişextî Ceyhanê kirim, piştî bist û şeş mehan, em sî û çar heval mişextî zindanaa Adiyamanê kirin. Ez heft salan li wir mam, dûre bi daxwaza xwe çûm girtîgeha Merdînê. Heft sal jî li wir mam. Di sala 2012an de em nêzî 44 hevalan ji Merdînê mişextî vê girtîgehê [Şakran] bûn. Ev yanzdeh sal in ez li vir im.
Tu jî weke berxwedêrekî tevlî gelek çalakîyan bûyî, rojîyên birçîbûnê ên demdirêj û demkurt. Gelo tu dikarî berxwedanê çawa pênase bikî?
Gava behsa girtîgehan tê kirin berxwedana Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, Ferhad û Akîfan tê aqilê mirov. Wan lehengan mîrasekî mezîn li pey xwe hiştin. Hevalê Mazlûm got “Teslîmiyet mirovî dibe îxanete, berxwedan dibe serkeftinê”, Xeyrî her tim xwe deyndarê vî gelî dît, Kemal hişyariya kî şemitî ew şewitî da û hevalê Akîf got “Min tenê sermayeyek heye ew jî hevalên min e”. Wan nîşanî me da ka kîjan rê rêya rûmetê kîjan a bêrûmetiyê ye. Mirovên kor û şîrheram pişta xwe didin rojê, lê yên şîrhelal û xwedî wijdan berê xwe didin rojê û heqîqetê dibînin. Çalakiya herî mezin ew e ku her tim berê mirov li rojê be. Çalakiyên birçîbûnê jî perçeyek ji vê rêyê ye. Loma dema em dikevin çalakiya birçîbûnê, mirov hêz û moralê ji vê îradeyê digire. Bi rastî jî gava digotin “Sê, çar an jî deh rojan hûn ê birçî bimînin moralê mirovî xera dibû; lewre hindik bû. Ji ber ku zindan lingekî şoreşê ye. Gava tu dikevî çalakiyan ev bandoreke mezin li ser civakê jî dike. Em carna bi awayekî komî ji bo demeke dirêj diketin greva birçîbûnê. Ji bo em jî tê de cih bigrin, me çavên xwe derdixist. Gava me tê de cih nedigirt moralê me xera dibû. Bi hezaran gilî û gazincên wekî “Ma hûn min wek heval nabînin” yan jî “Bawerîya we bi min nayê” me rêz dikirin. Me jî dizanîbû rastî ne wisa ye lê ji bo ku di çalakîyêde cih bidin me, heval tengav dikirin. Çinku ji bo me berxwedan çalakîya birçîbûnê bû, loma gava me di nav de cih nedigirt, me digot em ji berxwedanê mane. Ez dikarim bibêjim ku ji bo min tişta herî zor û zehmet çavdêriya hevalên di çalakiya birçîbûnê de bû. Heval di çalakiyê de ne lê tu ne têde yî, ev bi min giran dihat. Ji bo min çalakiya herî mezin bi naskirina xwe û dijminî ketina rêgeha rojê ye. Heke ne wisa be mirov nikare xwe li ser piyan bigire û bibe layîqê gelê xwe. Bi gotinek tenê, çalakiya herî mezin xweperwerdekirin e.
Mirov nikare bi hêsanî xwe berde nava behrê, behr bêbinî ye. Lê belê gava li ser rûyê behrê dinihêre, yan jî ji qeraxê wê lê dinihêre, mirov tenê masiyên dertên ser avê, mirovên li ser avê avjenî dikin û keştiyan dibîne. Lê hûr û girên li binê behran, hebûna wan a nav wan nayê hijmartin. Bi dîtina rûyê behrê mirov nikare fêr bibe û bibe xwediyê zanîneke rast û durist. Lê ji bo têgihiştina binê behrê avjenî pêwist e, bêhneke fireh û ked, xwestek û bawerî lazim e.
Di jiyana te de çi tişt bûn sedema guhertinên mezin? Heger tu di navbera paşeroj û anihaya xwe de berawirdiyekê bikî, tu dikarî çi ji me re bibêjî? Ango tiştên berê ji bo te giring an jî bêwate bûn niha jî bi heman awayî ne?
Gotinekî feylezofekî heye ku ez dikarim bibêjim ji bo min jî derbasdar e. Dibêje Mamosteyê min ê herî qenc neyarê min e. Xerabî û neyartî dibin sedem ku mirov hay ji rastiya xwe hebe, dibe sedem ku mirov ji tarîtiyê derê ronahiyê. Carna gotinek yan jî dîmenek dibe sedem ku heyata mirov, fikir û nêzîkatiya wî bên guhertin. Tu tasek xwê û du tas av têxî nav hevdu, hêkek saxlem biavêjî navê û bi saetan bikelînî jî gava te ew qalik ji ser rakir, nava wê dîsa bêxwê dimîne. Çimkî ew qalik nahêle bandora xwê li hundir bibe. Ji bo bandorê lê bike divê tu qalikê wê bişkênî. Demek dirêj rewşa min jî wisa bû. Tu tiştî bala min nedikişand, ez bi derdê xwe ve mijûl dibûm.
Lê du tişt bûn sedem ku ew qalik parçe parçe bibe û fikir û heyata min bê guhertin. Min berê jî gotibû hêj di zarokatiyê de bandora ola îslamê li ser min çêbibû. Heta sala 1996an rojî û nimêj li min nediçû. Sala 1996an di televîzyonê de serokê diyanetê M. Nurî Yilmaz ji bo me Kurdan gotinek got, wek bombe di serê min de biteqe, cîhan û jîyana min guhert. Spîkerî derbarê Kurdan de pirsek jê kir û wî jî got Kurd ji qewmê şeytan in.” Min got heke misilmanî ev be ez edî berê xwe nadim wê qiblê. Heta wî çaxê di zindanê de tişta ku ez li ser piyan dihiştim ew bawerî bû. Gava min dev jê berda ez ketim valahiyê. Mirov neçar dibe ku bikeve nav lêgerînekê. Ya ji vê jî bibandortir dîmenê keçeke Kurd bû. Carna gotineke heqaret û dîmenekî biêş te bi rastiya te re rû bi rû dihêle, deriyê cîhaneke nû li te vedike û dibe sedem ku perda reş ji ser çavên te rabe. Hinek dîmen dibin sedem ku mirov wê rewşa xwe ya kambax bibîne û ji wî halê xwe şerm bike. Ez şaş nebim piştî wê axaftina M. Nurî Yilmaz du mehan di televîzyonê de bernameya Tayfun Talîpoglu hebû. Çûbû Colemêrgê. Di dîmenên wî girtî de keçikek û çend zarokan li ser sergoyê bajêr tiştin digeriyan. Di dîmenê keçikê de, di destê wê de pariyek nanê somin, pêxwas, her tayekî porê wê li alîyekî çûbû, bi çavên melûl û şermok li qamerayê dinihêrt. Ew dîmen ev bû bîst û şeş sal e hêj li ber çavên min e. Piştî wê dîmenê min ji xwe re gotinek kir: Yê ku stûyê xwe li ber we tewan bila bila ji we xirabtir be. Min ev gotin ji bo neyar gotibû. Mirov çiqas êşên kesên din parve dike, di dil û mejiyê xwe de dijî, ew qas hest û rihê mirovatiyê di kesayeta xwe de dijî, nas dikî, pê dihesî. Kesên ku digihêjin vê rastîyê, êdî qedera wî wijdanê wî ye.
Ev her du bûyer bûn sedem ku êdî ne êşên xwe, êşên bi milyonan bijîm û têbigihêjim ev mesele ne meseleya min e, ev meseleyeke civakî ye, lê di hêla manewî de valatî heye; xwendin nîne, nivîs nîne, tiştekê ji siyasetê fêm nakim, zanebûn nîne. Di hêla fêmkirinê de pir zehmetiyan dikişînim. Di hêla ehlaqî, wijdanî hest û dilpaqijiyê de zêde pirsgirêk nîne. Min ji civakê tiştên baş girtine, lê zanebûn nîne. Her hevalek tiştekî dibêje. Behsa hevalê Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Ferhat û Rêbertî dikin, lê hinekî li gotin û jiyana wan dinêrî hev du temam nake, ji ber vê zêde bawerî nade mirov. Wek Şêx Bedreddîn dibêje: Eger tu ne kamil bî, mamoste pêxember be jî dîsa nikare tiştekî bi te bide fêmkirin. Eger tu amade bî tu dikarî rêya heqîqetê ji kuçikekî jî hîn bibî. Ji bo biryardayîn û xweguhertinê kamilbûn û xweamadekirin lazim e. Gava min biryar da min got “Rastîya rêxistinê ji xwediyê wê hîn bibe” û min dest bi xwendinê kir. Nivîs ji çar tîpan derbas bibe ez nikarim bi hev re bixwînim, ez dixwînim vê carê pirsgirêka ziman heye. Pirtûk, nivîs, axaftina hevalan tev bi tirkî ye, lê ez bi tirkî nizanim. Piştî ku ez hinekî hînî xwendin û zimanê tirkî bûm min pirtûkên Rêbertî xwendin û tiştên ku ez di olê de lê digeriyam, min li wir dîtin. Heçku Serokatî li hember min sekiniye û rastiya min tîne ziman û te dikişîne nava behrê. Ez têgihiştim ku Rêbertî wek behrê ye. Mirov nikare bi hêsanî xwe berde nava behrê, behr bêbinî ye. Lê belê gava li ser rûyê behrê dinihêre, yan jî ji qeraxê wê lê dinihêre, mirov tenê masiyên dertên ser avê, mirovên li ser avê avjenî dikin û keştiyan dibîne. Lê hûr û girên li binê behran, hebûna wan a nav wan nayê hijmartin. Bi dîtina rûyê behrê mirov nikare fêr bibe û bibe xwediyê zanîneke rast û durist. Lê ji bo têgihiştina binê behrê avjenî pêwist e, bêhneke fireh û ked, xwestek û bawerî lazim e. Yan na tu bi keştiyan derê ser behrê tu yê tiştekî ji behrê fêm nekî. Ji bo ez tiştekî fêm bikim, min nêzî panzdeh salan ji xeynî pirtûk û nivîsên wî tiştek nexwend. Ez dikarim bibêjim piştî sî û şeş saliya xwe ez bûm wekî zarokekî du salî hêj nû hînî axaftinê bibe, wek zarokekî heft salî hêj nû nû tiştan fêm bike, der û dora xwe nas bike, dost û neyarê xwe nas bike. Mirov çiqas tiştan hîn dibe, hay ji nezaniya xwe dibe. Min dît ku neyarê herî mezin û xirab nezantî ye. Zanebûn ber te bi ronahiyê ve dibe û di eynî wextê de barekî giran û berpirsîyariyê jî li mirov bar dike. Bi kurtasî ji ber îxanetê, bêbextiyê û bêadelatiyê di zindanê de demek dirêj ji hêla derûnî ve min pir zehmetî kişand. Rêbertî heta salên 1970-72an behsa qkrîzekê dikir û behs dikir ka çawa xwe jê rizgar kiriye. Ew ji bo min jî bû mînak. Dibêjin, “Êşa ku mirov nekuje bihêz dike.” Bi rastî jî wîsa ye. Di kesayeta mirov de di her hêlê de guherandinên mezin çêdike. Bila wek pesîndayînê neyê fêmkirin (bi rastî jî jê nefret dikim) trajediya ku hatiye serê min, kesî nedkarî ji binî derê. Gava ez têgihiştim ku ev trajedî ne ya min tenê ye, civaka min jî tevde van hemû trajediyan dijî, ez ji bo xwe neêşiyam. Manewiyateke xurt nebe nê pêkan e ku mirov van trajediyan wisa derbas bike. Fikir û ramanê Rêbertî, felsefa wî, jiyan û berxwedana hinek lehengan ji bona min bûn sitûna jiyaneke nû û ez heta niha li ser piyan hiştim. Ka me deynê xwe daye, nedaye ez nizanim. Ez vê biryarê ji gelê me yê birûmet re dihêlim.
Waye tu sî û du sal in di zindanê de yî. Te cezayê xwe qedand. Ewilî şeş meh tehliya te dereng xistin û piştî şeş meh qediyan hatin gotin înfaza te şewitiye. Her wiha belasebep sê cezayên hucreyê jî dane te. Em li bendê ne ku di demên dawî de yek bikeve û tu jî werî berdan. Gelo tu ji bo tiştekî wisa re hazir bûyî ku berdana te wisa were astengkirin?
A rast ji ber ku şert û mercên ku em tê de ne zêde ne guncav in ez naxwazim berfirehî bersiv bidim vê pirsê. Lê bi rastî jî vê rewşê ez zêde êşandim. Sî sal berê dadger û dozgerî jî dizanîbû ku min li gor zagona wan sûcek nekiribû û ji her tiştî bêxeber bûm. Lê ji ber ku min negotibû “Ez ji Kurdbûna xwe poşman im”, min îxanet li diya xwe û nirxê civaka xwe nekiribû, wan ez wekî neyarekî dîtim û 36 sal ceza dan min. Heke yek bi te re neyartiyê bike, tu nikarî bêjî “tu çima neyartiyê dikî”, neyar neyartiya xwe dike û bêminet e. Erk û pêywira te xweparastin û berxwedan e. Divîyabû ku ev rewş, yanî trajediya duyemîn nehata jîyankirin. Bergirî bihata girtin. Bi hêsanî dikarîn pêşiya wê bigirin. Lê ji ber sersariyê, xemsariyê, bêberpirsiyarî, ji guhertina siyaseta dewletê fêm nekirin, pêşiya xwe nedîtin, dev ji elimandinên xwe yên berê neberdan, bi pêşbinî tevnegerîn bûn sedema trajediya duyemîn. Hinek hene heta çong li serê wan nekeve, yan jî li serê hevalê xwe nedin hay ji rastiyan nabin. Bi gotina bav û kalan bi pênc quruşan keran dixesînin û bi deh quruşan sabûnê dikirin û pê destên xwe dişon. Yan na min beriya neha şeş sal berê ev rewş anîbû ziman, xeterî heye. Ma kî te guhdar dike. Bi taybet ev pênc sal bû ji ber van nêzîkatiyên çewt û nêzîkatiyên dewletê, min hîs dikir ku wê tiştekî wisa were pêşiya me. Ne ez tenê me, hevalên din jî hene. Heke baldariyek hebûya, ev rewş nediqewimî. Lê bû, çû. Heke tu gav bi gav siyaseta dijberê xwe neşopînî, tu yê bixafilî û bidî wendakirin. Tiştên ku mirov diêşîne ev rewş e, yan na wekî din bêminetî ye. Halbukî Rêbertî bi salan e hişyarî dike; ev desthilatdarî xetere ye, niyeta wê xerab e, li her derê û di her warî de bergiriyên xwe bigirin. Lê li ser vê yekê zêde nayê fikirin û ev yek nayê fêmkirin. Binêrin neyar çima tiştekî ji Rêbertî fêm nake, pê re nagihêje? Her wiha em jî wisa. Çimkî Rêbertî tiştên ku duh dijî îro dubare najî. Ev desthilatdarî ev çend sal in li her derê şerekî kirêt dimeşîne. Ji ber wê hêj pênc-şeş sal berê hîs dikir ku wê me bernedin. Di van salên dawî de ji bo em derneyên, zagonên ku derxistine mînakên wan di cîhanê de nînin. Bi kurtasî min ji bo dîmenê wê keça Kurd gotibû “Yê sitûyê xwe li hember zilma zaliman bitewîne, wek wan be”. Wek berxwedêrê serhildana Dêrsimê Seyît Riza jî gotiye: “Ez bi derew û hîleyên we re neçûm serî, ev ji min re bû dert, lê min jî li hember we çok neda erdê, bila ev jî ji we re bibe derd.”
Rêbertî zindanê ji hêla sosyolojîk ve dinirxîne û di encamê de dibêje “Zindan ne cihê îslehbûnê cihê hînbûna pêkanîna peywirên xwe yên sincî û vînî ên li hember civakê ye.” Di vê mijarê de tu dikarî çi ji me re bibêjî?
Bi rastî jî girtîgeh ne cihê îslehbûnê ye. Îslehbûn ji bo şoreşgerekî di warê bîrdozî, polîtîk û wijdanî de mirin e; qutbûna ji nirxê civakê ye, sitûtewandin e, terkîqederî ye. Di warê bîrdozî û wijdanî de mirin, mirina herî xerab e. Jixwe girtîgeh ji bo wê çêkirine. Loma heger mirov girtîgehê veneguherîne qada derfetê, ew ji bo mirovekî şoreşger xefîka herî bixeter e. Gava girtîgeh tê gotin pîrik tê aqilê min. Pîrik di goşê xanîyan de, bi qotî/banê xanî ve li cihekî xewle konê xwe çêdike û di hundir de li benda nêçîra xwe disekine. Gava mêş tên xwe li ser kon datînin, ew her du lingên xwe paş ve diavêjê û wê girê dide. Destpêkê mêş pê nahese. Piştî wê bi kon ve girê dide, nikilên xwe yên wek derziyê li zikê mêşê dide û hundirê wê vala dike û li benda hinekên din disekine. Gava mirov lê dinêre dibêje qey sax e lê halbûkî şeş meh berê miriye, hew bask û qalikê wê maye. Heke mirovî hay ji vê hebe nexwe ji bo çi di girtîgehê de ye? Heger ji hêla sincî û vînî û ji hêla bîrdozî, felsefe û baweriyê ve lewaz nebe, ji armanc, erk û berpirsîyariya xwe haydar be, bi tiştên biçûk re mijûl nebe, ne pêkan e ku têkeve xefika pîrikê. Armanca neyarî ew e ku di girtîgehê de wek mêşê serê te û hundirê te vala bike û te berde derve. Rastiyek din jî heye ku dijmin jî dizane nikare tu kesî îsleh bike. Dixwaze bi rêya girtî û girtîgehan tirsê têxe nava civakê. Rewşa welat û civaka me li ber çava ye; di bin dagirkirin û qirkirinê de ye. Ev rastî dibe bingehê sincê; li hemberî vê rewşa kembax, cihgirtina di nav têkoşîn û berxwedana azadiyê de jî dibe sekneke bivîn û birûmet. Min wekî her tiştî jîyan jî li girtîgehê nas kir. Ev qadên wisa ne.
Bi ya min mirov tu carî bêyî azadiyê nikare behsa jiyaneke watedar bike. Lê îro jiyan bi koledariyeke gelekî kûr dorpêçkirî ye. Ev rastî herî zêde ji bo me Kurdan derbasdar e. Belkî tu demî bi qasî niha pêwistiya me Kurdan bi azadiyê çênebûye. Tevî vê jî gelek Kurd hê jî dikarin xwe wekî mirovên herî azad bihesibînin. Ji bo vê jî qet pêwistî bi lêpirsîna rewşa xwe nabînin, lê em dizanin ku tu têkîliya vê bi rastiya Kurdan re nîn e, heta ev mirovên wisa ji hemu kurdan bêhtir kole ne.
Rêbertî behsa mijara azadiyê dike û azadiya ku bi mekan hatiye sêwirandin red dike. Ez jî wisa dipirsim, heta ku gelê me azad nebe dê çi ferqa esareta me ya hundir û ya derve hebe?
Bi ya min mirov tu carî bêyî azadiyê nikare behsa jiyaneke watedar bike. Lê îro jiyan bi koledariyeke gelekî kûr dorpêçkirî ye. Ev rastî herî zêde ji bo me Kurdan derbasdar e. Belkî tu demî bi qasî niha pêwistiya me Kurdan bi azadiyê çênebûye. Tevî vê jî gelek Kurd hê jî dikarin xwe wekî mirovên herî azad bihesibînin. Ji bo vê jî qet pêwistî bi lêpirsîna rewşa xwe nabînin, lê em dizanin ku tu têkîliya vê bi rastiya Kurdan re nîne, heta ev mirovên wisa ji hemu kurdan bêhtir kole ne. Lewra haya wan ji rastiya wan nîne. Heya bindestiya welat û civaka me ji holê ranebe, em li derve jî li hundir jî nikarin xwe azad bihesibînin. Her wiha nêrîna Kurdê li derve azad e nêrîneke gelekî bixetere ye. Lewra dikare têkoşîna bo azadiyê bêwate nîşan bide. Çinku hemû dîlgirtiyên azadiyê li derve bûn û dema ji bo azadiya gelê xwe hewl didan dîl hatin girtin. Loma jî em nikarin wisa bifikirin ku li derva jiyaneke azad li hêviya me ye. Bêguman îro Kurdan bi saya têkoşînê destkeftiyên hêja û mezin bi dest xistine, lê hê jî bi mirazê xwe ango bi azadiyê şad nebûne. Loma jî mirov li derve tenê dikare bi şertekî bijî, ew jî ked û têkoşîna bo azadiya gel û welatê xwe ye. Belkî pênaseya “zindana servekirî” rewşa derve hîn bêhtir rave bike, heger mirov li derve ne azad be, her mekan ji bo mirovî wekî zindanekê ye.
Bi qasî ez dizanim te bîranînên xwe jî nivîsandine û tu xebatên wêjeyî wî jî dikî. Gelo wêje ji bo te çi îfade dike. Neha xebatên li ber destê te çi ne, dê kengê werin çapkirin?
Berê ku ez bersiva pirsa te bidim, dixwazim tiştekî bêjim. Li cem me gotineke dayîkan heye ku dibêje: “Keç radibe teşiya dê, kur radibe çavê bavê digire”. Ji ber ku çavê bavê min tune bû (ne mirovekî zordest bû, tehda wî li tu mirovî nedibû, kes jê nediêşîya, di malê de serweriya wî tune bû) teşiya diya min di destê min de ma. Yanî hêlek min şibiya bavê min. Hêla din şibiyabû diya min. Çimkî ez li ber destê diya xwe zêde mam. Ji bavê min bêtir “nexweşiyên” diya min li min geriyan. Mînak, di hêla hestiyarî de! Hezar dert, kul û êşên wê hebûn, lê gava yekî jê re qala derdê xwe û neheqiya ku lê hatiye kirin dikir, bi saetan hêsir dibarand, ji bîra nedikir. Ji xwe bêtir ji bo hinekên din kezeba wê dişewitî. Taybetmendiyên wî yên bi vî awayî gelek abdor li min kirin, hê jî wisa ye. Tu ji min bêtir û çêtir dizanî, piraniya wêjeya Kurdan a devkî ji devê jinê ye. Wateyek wê ya kur û berfireh heye. Gelek sitran û çîrok bêhtir berhemên jinan in. Lewre bi hezaran salan herî zêde jin di domahiya dîrokê de hatiye astengkirin, tehde dîtiye û di her alî de pêşiya wê hatiye girtin. Ji ber wê, wêjeya devkî jê re bûye xweîfadekirina wê û ji bo wê bûye qada pêkanîna jiyana xwe. Her wiha jin dilbirehm e, hevpar e, êş û rastiya jiyanê baş nas dike û li hember bûyeran zêdetir hestiyar e. Wêjeya devkî, bi hunera xwe ji hest, raman û bûyerên ku di nava civakê de pêş ketine, hiş, giyan, nêrîn û helwesteke hevpar afirandiye û ev hevparî bûye sedema hêz û pevçûneke civakî. Hebûna gel û welatê me bi rêya vê hunerê bi awayekî zindî di dîrokê de her tim xwe xuliqandîye. Ji ber vê jî pir kêfa min ji wêjeya devkî tê. Lê ez dê ji vê jî bibêjim, ez xwe wek wêjevan nabînim. Di wêjeyê de gotinên pêşiyan pir bala min dikişînin, lewra behra wate û zanînê ne. Li ser rastî û şaşîtiyê, başî û xerabiyê, xweşikahî û kirêtiyê zanîn û nêrîneke tîr û berfireh didin mirovan. Dema ez rastiya li welatê me tê jiyan bi qasî hêza xwe dinivîsim, ez rihet dibim. Dema em êşa gelê xwe tînin ziman, li gor min em erk û berpirsiyariya xwe pêk tînin û deynê li stûyê xwe didin, ev jî mirov kêfxweş dike. Yek ji tiştên ku herî zêde ez ber dikevim ew e ku çima min hêj di destpêkê de dest bi xebatên ziman û wêjeya Kurdî nekirine! Min dema xwe zêde da xwendina tirkî lê min tiştek jî jê fêm nekir. Mirov xwe û ramanên xwe bi zimanekî din nikare çêtir bîne ziman, heta ji rastiya xwe û ya civaka xwe dûr dikeve. Gotineke Osman Sebrî ya pir xweş heye ku dibêje: “Ger tu bixwazî welatparêzîya yekî nas bikî lê mêze bike bê çiqas bendewarê zimanê xwe ye.”
Te behsa nivîsê kiribû, min li ser wê herêmê, hinek cihên dîrokî, çand, rewşa gelê herêmê û malbatê û rewşa xwe ya trajîk nêzî sed û heftê rûpelên mezin nivîsand. Her wiha min nêzî sed û bîst rûpel hinek jê gotar hinek jî cerebe nivîsandin. Bi gelemperî cerebe ne. Bi qasî pêncî rûpelan jî çîrokên ku min ji dapîr û bapîrên xwe gohdar kiribûn hene. Bi gotina diya min tiştek jê derê dernayê ez nizanim. Carna didim hevalan dixwînin, dibêjin” Pir xweş in”. Heke tiştek jê derê aniha çar (4) dosya hene. Hê jî dinivîsim, lê êdî çavên min baş nabînin, hinekî zehmetî dikişînim. Ji bo çapkirinê derfet nîne, yeka din jî em ê çawa bigihînin derva, mesele hinekî di vir de ye.
Tiştekî ku tu jî xeynî pirsên me bixwazî bibêjî hebe, kerem bike.
Bi kurtasî vê bêjim, vê êş û şerê dewletê yê tunekirinê, wek kes û civak belkî pir tişt bi me da wendakirin. Lê bi ya min tişta herî giring ew e ku mirov vîn, wijdan, exlaq, hêvî û rûmeta xwe wenda neke, ji nirx û xeta mirovahiyê bi dûr nekeve û wê biparêze. Ji xwe em bi hêvî û baweriyeke xurt di rêwîtiya xwe ya azadiyê de dimeşin.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 11-11-2024
Gotarên Girêdayî: 3
1. Dîrok & bûyer 25-03-2024
1. Peyv & Hevok îşkence
2. Peyv & Hevok -îşkence kirin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-03-2024 (0 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 12-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 11-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.148 KB 11-11-2024 Aras HisoA.H.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Jiyaname
Diya Ciwan
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Şaristaniya kevnar a Kurdistanê
Kurtelêkolîn
Di kesayeta Kurdî de xwendina realîst
Kurtelêkolîn
Pêxember Birahîm ji bav û kalên kurdan bû?
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Zimanên Hindo-Ewropî ji Kurdistanê şîn
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Jiyaname
Narin Gûran
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Obelisk Kêle Şîn li parêzgeha Soran, sal 800 berî zayînê
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA

Rast
Jiyaname
Mîna Acer
20-09-2024
Sara Kamela
Mîna Acer
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
21-09-2024
Aras Hiso
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
22-09-2024
Evîn Teyfûr
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
13-10-2024
Sara Kamela
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
22-11-2024
Sara Kamela
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,223
Wêne
  112,099
Pirtûk PDF
  20,583
Faylên peywendîdar
  106,840
Video
  1,596
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,812
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,274
عربي - Arabic 
31,932
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,655
فارسی - Farsi 
11,171
English - English 
7,786
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,807
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,363
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,769
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,747
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,158
MP4 
2,660
IMG 
205,841
∑   Hemû bi hev re 
240,986
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Jiyaname
Diya Ciwan
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Şaristaniya kevnar a Kurdistanê
Kurtelêkolîn
Di kesayeta Kurdî de xwendina realîst
Kurtelêkolîn
Pêxember Birahîm ji bav û kalên kurdan bû?
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Zimanên Hindo-Ewropî ji Kurdistanê şîn
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Jiyaname
Narin Gûran
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Obelisk Kêle Şîn li parêzgeha Soran, sal 800 berî zayînê
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.656 çirke!