#Têkoşîn# eke xweşik, wêrek û zelal
PolitikART
Ji destpêka dîroka ku tê zanîn heta îro, Kurd ji bo man û nemanê têkoşiyane; li zindanan, li serê çiyayan, li bajaran... Ev rewş îro jî ne pirr cuda ye. Lê êdî şewqa azadiyê zelaltir dixuyê.
Jiyan ji bo her cureyê hebûnê yek e. Bi bayekî tenik tê û dide pey mijeke tûj û diçe. Li gorî hin kesan armanca jiyana bûneweran mirin e, li gorî hin kesan jî jiyan eksa li dijî mirinê ye. Şerê di navbera jiyan û mirinê de ji destpêka hebûnê heta îro her dewam dike. Diyalektîk ev e; ne ti carî mirinê serketineke teqez bi dest xistiye ne jî jiyanê şiyaye mirinê têk bibe. Hal û wextê hebûnê, her ev bûye.
Liv û tevgerên tevahiya cureyên ku hebûna xwe saz kirine, hemûyan, di navbera jiyan û mirinê de xalîçeyekê dineqişînin. Ez, tu, em; masî, çûk, fîl; kes, civak û alem; em hemû di nav sînorên mirin û jiyanê de tevdigerin. Lê azadî?
Hebûn ne hêsan e, hebûneke azad jê zehmettir e. Lewma şerekî mîna yê di navbera mirin û jiyanê de, di navbera azadî û bindestiyê de jî hebûye û hê jî heye. Masî ji bo asoyên nû ji avê derdikeve, çem ji bo rêyên nû dipêle, dar bilindî asîmanan dibe, mirov têdikoşe...
Hebûn û azadî, ango hebûneke azad ji bo civakan jî bivênevê ye. Xweparastina civakê xwezayî ye, peywireke hebûnî ye. Lewma îro gelê Kurd jî ji ber ku bi her awayî di bin êrişên tinekirinê de ye di nav parastineke hebûnî de ye.
Ji destpêka dîroka ku tê zanîn heta îro, Kurd ji bo man û nemanê têkoşiyane; li zindanan, li serê çiyayan, li bajaran... Ev rewş îro jî ne pirr cuda ye. Lê êdî şewqa azadiyê zelaltir dixuyê. Ji ber ku em Kurd êdî bi çarenûsa hebûna xwe dizanin û formula hebûnê di destê me de heye: Têkoşîneke hevpar. Têkoşîneke ku bi dengê doh, îro û sibê bang dike; têkoşîneke xurt, hestyar û zanyarî; xweşik, wêrek û zelal.
Di hejmara 320’an de PolîtîkART berê xwe dide vê têkoşînê: Têkoşîna ku ji zindanan û ji derveyî wan, bi hev re didome. Em di vê hejmarê de hem li ser muzîk, wêje û mîrateyên dîrokî yên Kurdistanê hûr dibin, hem jî li ser çarenûsa hebûna çandî û bîreweriya neteweyî. Nivîskarên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dîl hatine girtin jî li ser vê meseleyê diafirînin kedkar û xemxurên çanda civaka Kurdistanê ne jî. Û em hêvî dikin ku ev hejmar bi qasî dilopeke avê be jî kartêkirinekê li vê deryaya kûr a xebatên Kurdistanê bike.
Edîtor: Havîn Kiye
[1]