#Lorîk# ji bo zarokên Kurdistanê
PolitikART
Kurdistan, dergûşa şaristaniyê ye. PolîtîkART, vê mehê guh dide lorîkên zarokên di vê dergûşê de mezin bûne. Rûpelên xwe bi deng û hestên dayik û dapîrên me dinexşîne. Ji ber ku ew deng û hest destpêka xwebûna me ye.
Şaristanî bi wateya xwe ya li me hatiye ferzkirin bi xwecihîbûna mirovahiyê û bikaranîna nivîsê dest pê dike, lê di vê pênasekirinê de çend xal ji bo berjewendiyên pergala netew-dewletên kapîtalîst hatiye piştguhkirin. Helbet şaristanî bi liv û tevgerên mirovan ên civakî û xwezanîna takekesî, afirînerî û berhemdariya mirovan ve hişk girêdayî ye. Ger mirov nikaribûna rewş û buyerên derdora xwe watedar bikira ne dikaribû biafirîne ne jî me karibû behsa şaristaniyê bikira. Derveyî pênasekirina pergala serdest, şaristanî bi tevlîbûna mirov a civakê dest pê dike. Ji ber ku pênasekirina pergalê cih nade afirînerî û berhemdariya fikrî û ramanî. Pergal metayan dixwaze û mirov encax bi berhemên xwe yên fizîkî dikare tevlî şaristaniyê bibe. Ev yek rê li ber digire ku hest û ramanên mirov, serpêhatî û tecrubeyên mirov ê jiyanî tevlî şaristaniyê bibin. Lewra jî mirov nikare xwe bi xwebûna xwe di nav civaka ku ji aliyê pergalê ve hatiye dîl girtin de bi wate bike.
Xwebûn bi xwenasînê, bi hay ji xwe hebûnê dest pê dike. Pêvajoya xwenasîna mirov tekabulî 6 mehiya pitikan dike. Pitik di vî çaxî de êdî hêdî hêdî dengan; reng û rîtmên dengan ji hev nas dikin û hêdî hêdî têkilî bi xwediyê dengan re datînin. Di heman demê de bi rêya teqlîtê dikevin nav hewlekê ji bo dengê bihîstine derxin jî. Yanê em dikarin bibêjin ku piştî 6 mehiya xwe her mirov di nav çanda ku lê hatiye dinê de ligel şert û mercên erdnigariya xwe dest bi avakirina qerekterê xwe dike û ji bo tevlî civakê bibe amadekariyên xwe dike. Ji ber ku di vî çaxî de deng ji bo mirov tevlî civakê bibe amûra herî kêrhatî ye girîngiya dengên ku dibihîze jî xwe dide der. Ew dengê ku em dibihîzin, dengê lorîkan e.
Kurdistan, dergûşa şaristaniyê ye. PolîtîkART, vê mehê guh dide lorîkên zarokên di vê dergûşê de mezin bûne. Rûpelên xwe bi deng û hestên dayik û dapîrên me dinexşîne. Ji ber ku ew deng û hest destpêka xwebûna me ye.
[1]