#Sînema# ya Kurdistanê Wekî Sermayeya Çandî
Emîr Xulamî
Tişta ku li Kurdistanê rê li ber pêşketina sînemaya Kurdî vedike ew e ku qada sînemaya Kurdistanê têra xwe ji aboriya dewletê dûr e û ev jî rê li ber pênasekirina sînemaya Kurdî vedike. Lê belê serxwebûna vê sînemayê ewqas ne hêsan e, çinku hêz (dewlet) di hemû sermayeyan de binecih bûye û şûndeanîna sermayeya aborî jî dîsa girêdayî dewletê ye.
Sermaye têgehek e ku wateyên wê yên wekî aborî, siyasî û civakî hene. Ew piştî salên 1970yî û dabeşkirina wê ji hêla Pierre Bourdieu ve di warê zanistên civakî de bi awayekî berbelav hate bikaranîn. Bourdieu û John Passon di xebata xwe “Jinûvehilberandina Çandî û Jinûvehilberandina Civakî” (1973) de bi awayekî hûrgilî li ser têgeha sermayeyê hûr bûne. Li gor Bourdieu, sermaye wekî têkiliyeke civakî di nav sîstemeke danûstandinê de dixebite û ev têgeh bêyî cudakirinekê ji bo hemû tiştên bazirganî û sembolîk tê bikaranîn.
Bourdieu sermayeyê wekî sermayeya aborî, çandî û sembolîk dabeşî sê cureyan dike. Her yek ji van li gor fealiyetên diyar pêk tên û di nav xwe de wekî sermayeya akademîk, pîşeyî, edebî, zanistî, hiqûqî-aborî, felsefî, siyasî, zanîn û perwerdehiyê dabeş dibin. Carna sermaya aborî bi tenê wekî çavkanî tê qebûlkirin û çavkaniyên daxwazkirî ew in ku bi hêsanî dikarin bibin pere.
Sermayeya çandî bi gelemperî xwe dispêre jêhatinên cûrbecûr ên bi rêya serkeftinên perwerdehî û civakî têne afirandin. Lê belê, wek nîşaneya sermayeya sembolîk, ev di xwe de hin qayîdeyan de dihewîne ku bi giringiya ferd an jî koman ve girêdayî ye.
Têkiliya di navbera sînemaya Kurdistanê û sermayeya aborî de
Sînemaya Kurdistanê, ji ber hewcedariya xwe ya sermayeya aborî di nav qadeke polîtîk de dixebite û ev wekî berhema qada hêzê tê dîtin ku xwedî şiyana kontrolkirina siberoja hilberandina xwe û yên din e. Bourdieu vê kontrolê wek berhema qada hêzê ya dewletê dibîne ku ew li ser şiyana kontrolê disekine ku hemû sermayeyên çandî, aborî, civakî û sembolîk, bi rêya sermayeya madî û amûrên hêzê (artêş û polîs) kontrol bike. Ev rewş jî rê li ber wê yekê vedike ku sermayeyeke bi tevahî di bin serdestiya dewletê de derkeve holê.
Tam li vir, ji bo çalakiyên sînemayî yên di nav dewletekê de têgeha sermayeya guherbar dikeve dewrê. Dewletê li qada sînemaya ciwanan wekî dewlet, li qada hunerê wekî dewlet û wekî Wezareta Çandî ya Herêma Kurdistanê û hwd prestîjeke sembolîk bi dest xist. Tişta ku li Kurdistanê rê li ber pêşketina sînemaya Kurdî vedike ew e ku qada sînemaya Kurdistanê têra xwe ji aboriya dewletê dûr e û ev jî rê li ber pênasekirina sînemaya Kurdî vedike. Lê belê serxwebûna vê sînemayê ewqas ne hêsan e, çinku hêz (dewlet) di hemû sermayeyan de binecih bûye û şûndeanîna sermayeya aborî jî dîsa girêdayî dewletê ye.
Li vir dewlet ne di wateya netew-dewletê de ye, di wateyeke giştî de ye. Çinku sînemaya Kurdî ne tenê li Kurdistanê di heman demê de li derveyî Kurdistanê jî hewcedarî şûndeanîna sermayeyê ye. Ev, li derveyî Kurdistanê, ligel qadeke din a stratejîk; qada sînemayên rojhilatî, li ser heman xetê dimeşe û bi rojhilatnasan re xwedî heman perspektîfê ye.
Lê belê pirsgirêk ew e ku gelo çima tevî hebûna Hikûmeta Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê ev nêrîna rojhilatnas li dar e? Bersiva vê pirsê vegera sermayê ye ku li Kurdistanê ne mimkin e. Loma divê fîlm-çêker di nav stratejiya xwedî gotara rojhilatnasî de dest bi hilberîna sînemaya rojhilatnasiyê bikin.
Kêmasiya stêrkan di sînemaya Kurdî de, bû sedem ku sermayeya çandî bi awayekî şênber bi valahiyekê re rû bi rû bimîne. Nebûna van stêrkan tê wê maneyê ku sînemaya Kurdî di mijara çêkirina temaşevanan de dikeve zehmetiyê û nikare lîstikvanên xwe wekî stêrk pêşkêş bike. Maneya vê yekê jî ew e ku, ev sermayeya şênber, di nav hêmanên hilberîner ên sînemaya Kurdî de ne tenê ji bo derhêneran, herwiha ji bo beşdarên din jî bi awayekî sînordar pêk tê.
Têkiliya di navbera sînemaya Kurdistanê û sermayeya çandî de
Pierre Bourdieu di lêkolîna xwe de ku xwe dispêre hîpoteza newekheviya çandî, sermayeya çandî wiha pênase dike: “Asta şarezayiyê ya kesekî ya di çalakiyên çandî de ye ku ew ji aliyê civakeke diyar ve meşrû tê dîtin.” Bourdieu sermayeya çandî dabeşî sê kategoriyan dike:
Sermayeya maddî (hafizeya fîzîkî û ferdî): Jêhatîbûnên ezmûnî, tevgerî û zanînên destkeftî wekî parçeyek ji sermayeya fîzîkî û ferdî tên qebûlkirin. Em dikarin berdewamî û xwecihîbûnê di nav taybetmendiyên vê sermayeyê de bihejmêrin. Ev sermaye heyînek e ku reng û ruhiyeta ferdekî li xwe girtiye. Bi gotineke din, tenê yê ku xwediyê van taybetmendiyan e dibe xwediyê vê sermayeya navxweyî. Ji ber vê sedemê ev sermayeya navxweyî nikare ji bo kesekî din wekî bexş, mîras bê dayîn an jî bi kirîn û firotinê nayê neqilkirin. Herî dawî, ev cureya sermayeya çandî demkî ye, çinku bi awayekî xurt bi hebûna biyolojîk a kesekî taybet ve girêdayî ye.
Sermayeya maddî ya çandî: Ji bo daneheva mîrateya çandî, şaheserên edebî û hunerî û tiştên din sermayeya çandî tê gotin. Ev cure sermayeya maddî ya çandî, xwedî taybetmendiyên diyar e û dikare tenê bi şênberiya sermayeya çandî û bi rêya têkiliya sermayeya çandî, ferdî û fîzîkî werin pênasekirin. Ev sermaye (wekî pirtûk, fîlm, wêne, amûrên muzîkê û hwd.) encax dikare ji aliyê xwediyên xwe ve were neqilkirin (lê belê bi tenê bi şertê milkiyeta qanûnî dikare were neqilkirin).
Sermayeya dezgehî û sererastker: Bawernameyên perwerdehî, pîşeyî û xebatê nimûneyên sermayeya dezgahî û sererastker in. Bawernameyên perwerdehiyê û heta xelatên festîvalan, ji bo pisporiya çandî wekî belge tên qebûlkirin ku ji bo xwediyên xwe wekî peymanan xwedî nirx in. Bourdieu wisa bawer dike ku sermayeya aborî dikare ji bo xwediyê xwe sermayeya çandî û civakî biafirîne; bi heman awayî sermayeya çandî jî bi karîgeriya xwe dikare sermayeya aborî biafirîne.
Kêmasiya stêrkan di sînemaya Kurdî de, bû sedem ku sermayeya çandî bi awayekî şênber bi valahiyekê re rû bi rû bimîne. Nebûna van stêrkan tê wê maneyê ku sînemaya Kurdî di mijara çêkirina temaşevanan de dikeve zehmetiyê û nikare lîstikvanên xwe wekî stêrk pêşkêş bike. Maneya vê yekê jî ew e ku, ev sermayeya şênber, di nav hêmanên hilberîner ên sînemaya Kurdî de ne tenê ji bo derhêneran, herwiha ji bo beşdarên din jî bi awayekî sînordar pêk tê.
Yilmaz Güney, Bahman Qubadî û gelek derhênerên din bi xelatên ku ji fîlmefestîvalan girtin, sermayeyeke maddî û şênber bi dest xistin û li şûna ku vê sermayeyê ji saziyên civakî dabîn bikin, bi rêya desthilatê entegreyî saziyên civakî kirine. Çinku bidestxistina prestîjê ya sînemaya Kurdî, ji saziyên civakî yên civaka Kurd wêdetir, xwe dispêre sermayeya çandî ku bi saya festîvalan bi dest dikeve. Ev sermayeya ku veguheriye sermayeyeke sembolîk, bi giştî ji bo derhêneran bi awayekî berbiçavtir derketiye holê, yanî bêhtir aîdî wan e.
Sînemaya Kurdî jî bi saya van festîvalan sermayeyeke dezgahî bi dest xistiye. Çinku ev sermaye, belgeyên wekî bawernameyên perwerdehiyê zêdetir e; esasen xelatên festîvalan vê sermayeyê diafirînin. Van xelatan, şêweyê çêbûna qada sînemaya Kurdî danîne. Çinku mirov di nav valahiyekê de hereket nakin, ew di qad û rewşên civakî de cih digirin û li vir hereket dikin. Li gor Bourdieu, ev rewş û qad, jêr-civak in ku tebîetek an jî karakterek lê serdest e.
Herwiha edetî divê wekî pergaleke bi qismî mayînde ya tebîet û taybetmendiyan were destnîşankirin ku di nav mirovên asayî de wekî qalibeke hevpar heye û dibe bingeha têgihiştin, darizandin û kirinên wan. Esasen edetî an jî habîtus nêzîkatiyeke şîrovekirin û ferasetî ye ku pozîsyona mirovan a di têkiliyên civakî de diyar dike.
Bi giştî Bourdieu heta radeyekê bawer dike ku têkiliya di navbera tişta edetî (habitual) a li mekanên ciyawaz ên civakî û qadê de eynî wekî têkiliya paradîgmaya Thomas Cohen e ya ku di navbera koma akademîsyenan de nirxandî. Û ev yek di nav herka xebatê de û bi awayê têkiliyên kolektîf ên di nava xebatê de ji perwerdeya zanistî pêk tê. Wergirtina van xelatan bûye wesîleya pêkhatina qada sînemaya Kurdî. Qadeke wisa ye ku hem edet (habit) pêk tên hem jî berhema stratejiya gotarî ya festivalan e.
Têkiliya di navbera sînemaya Kurdistanê û sermayeya sembolîk de
Tişta ku pêbaweriya sembolîk da sînemaya Kurdistanê çi bû? Ya rastî diviyabû ku temaşevan an jî rexnegirên Kurd û heta tevahiya civaka Kurd ev qîmet bidaya vê sînemayê. Lê tişta ku ev qîmeta sembolîk da vê sînemayê xelatên festîvalan bûn ku dewletê (hêz) didayê. Sermayeya sembolîk a sînemaya Kurdistanê, di sermayeya çandî de dikare wekî parçeyeke sermayeya çandî were hesibandin.
Çavkanî:
Stones, Rob (2008), Mutefikirên Mezin ên Sosyolojiyê (Key Sociological Thinkers), werger: Mehrdad Mirdamadi, Tahran: Nahrê Karzan.
Pierre, Bourdieu (1380), Teoriya Hereketê (Theory of Action) (werger: Morteza Mardiha) Tahran: Naghsnegar.
Kallinikos, Alex (2008), Destpêkeke Dîrokî bo Teoriya Civakî (Social Theory: Historical Introduction) (werger: Akbar Masoumbeigi) Tahran: Aghaz.
Rezaei, Mohammad (2013), Qada Çandî ya Hilberînê ya Pierre Bourdieu, Kitêba Mehane ya Zanistên Civakî, hejmar 7.
[1]