Hevpeyvîn Ligel Aram Dildar
Havîn Kiye
Dema min #fîlm# a xwe ya yekem di 2009an da kişand ez 19 salî bûm. Ev emrê min ê lêgerînê bû û min dixwest ez bizanim ka ez ji çîrokên çawa hez dikim. Ya rastî ev ne meseleya hilbijartinê ye jî, çîrokek tê pêşberî te, tu wê dixwînî, wê seh dikî yan jî fîlmekê temaşe dikî, dinirxînî û tu dibînî ku hin tişt di serê te de zelal bûne û bi demê re çîrokên bala te dikişînin di hişê te de wekî sehneyên xeyalî xuya dibin.
Aram Dildar yek ji derhênerên ciwan ê Kurd e ku di van çend salên dawî de çendîn fîlm saz kirin û li festîvalên navdewletî xelat wergirtin. Dildar, ku di fîlmên xwe de li ser babetên ciyawaz ên polîtîk, civakî û dîrokî hûr dibe, bi şêwazeke xweser çîrokên Kurdî vedibêje. Di çarçoveya derhêneriya wî de em derbarê fîlmên wî, temayên fîlman, tercîhên wî yên zimanî û kêşe û arîşeyên hilberîn û belavkirina fîlmên wî de axivîn.
Tu yek ji wan derhênerên ciwan ê Kurd î ku di van çendîn salên borî de te hejmareke kurtefîlmên Kurdî saz kirin ku ji aliyê naverokên xwe ve ji hev cuda ne. Bo nimûne kurtefîlmên te yên pêşî yên eksprerîmental ên wekî Binevş û Tixûbên Nepenî, berhemên te yên ewil in ku li zimanekî sînemayî digerin. Piştre bi kurtefîlma xwe Dayê ji aliyê naverokê ve tu dikevî nav çerxa meseleya Kurdî ya polîtîk. Herdu kurtefîlmên te yên herî dawî, Haziriyek Bo Derengmayînê û Navnîşan jî bi ser karakteran re meseleyên civakî, dîrokî û polîtîk vedibêjin. Gelo li gorî vê tabloya berdest wextê tu biryar didî wan wekî senaryo binivîsî û bikî fîlmek çi faktor tesîrê li ser hilbijartina tema û çîrokên te dikin?
Dema min fîlma xwe ya yekem di 2009an da kişand ez 19 salî bûm. Ev emrê min ê lêgerînê bû û min dixwest ez bizanim ka ez ji çîrokên çawa hez dikim. Ya rastî ev ne meseleya hilbijartinê ye jî, çîrokek tê pêşberî te, tu wê dixwînî, wê seh dikî yan jî fîlmekê temaşe dikî, dinirxînî û tu dibînî ku hin tişt di serê te de zelal bûne û bi demê re çîrokên bala te dikişînin di hişê te de wekî sehneyên xeyalî xuya dibin. Wekî encama van xeyalan niha 5 kurtefîlmên min hene ku di navbera 13 salan da min temam kirine. Di pêvavojeyeke ewqas dirêj de normal e ku mijarên van fîlman ji hev cuda bin. Lê dikarim bibêjim her ku diçe usluba çîroka ez jê hez dikim ava dibe. Ya rastî kêfa min ji wan çîrokan re tê ku di xwe de îroniyê dihewînin. Helbet bi demê re, bi kar û xebatê re mirov pêş dikeve, dema bi piştî salan mirov li dû xwe binêre ew rêwîtî û lêgerîn derdikeve holê û tê dîtin ku ev ne plansaziyeke min e. Ez li gor têgihiştin û tecribeya xwe kar û barê xwe yê sînemayî bi rê ve dibim û nabêjim ev têgihiştin û feraset pêş dikeve, lê dikarim bi rehetî bibêjim ber bi başiyê ve diguhere.
Fîlma Binevşê min di 2009an da kişand ku ew sala min a yekemîn bû ku min dest bi beşa sînemayê kiribû. Heya çûna zanîngehê ez li Batmanê bûm. Ez ji malbateke koçer im ku wekî gelek koçeran dema me dev ji koçeriyê berda em li Batmanê niştecih bûn û bi vê bicihbûnê re televîzyon jî kete nav malan. Destpêkê ji bo em Med TVyê temaşe bikin, her şev an jî şevên taybet em diçûn mala xalê min. Lê piştî demekê me jî bo xwe televîzyonek stand. Ev televîzyon tenê yek çenaq bû ku bes ji bo kanalên Kurdî bû. Ji ber wê heya min lîse jî qedand li mala me tenê kanalên Kurdî hebûn. Li ser van kanalan carna kurtefîlmên Kurdî jî belav dibûn û di heman demê de li Batmanê jî festîvalên gelek mezin dihatin çêkirin. Çalakiyên şanoyî, sînemayî, muzîkal û edebî zêde bûn. Di nav vê atmosferê da min jî bala xwe da hunerê. Her çiqas bêhtir bi hunerê re eleqedar bûm jî min ji edebiyata Kurdî jî gelek hez dikir. Ez ji 15 saliya xwe ve bi baldarî edebiyata Kurdî dixwînim, helbet di wan salan de hem hejmara berhemên Kurdî kêm bû hem jî bidestxistina wan hinekî zehmet bû lê dîsa jî çi gava ku berhemeke Kurdî diket ber destê min min ew dixwend. Taybet çîrok, roman û helbestên modern. Bêguman vê baldariyê dê tesîr li hilberîna min a sînemayî jî bikira. Dikarim bibêjim çîroka Binevşê jî berhema vê yekê ye ku ew yek ji çirokên Arîn Zînê bû. Ya rastî min ewil romaneke Arîn Zînê xwendibû, piştre derfet çêbû ku ez wê nas bikim. Di hevdîtinê de behsa çîroka Binevşê kir û min jî daxwaza vê çîrokê jê kir. Fîlma min a yekem Binevş adaptasyona vê çîrokê bû.
Piştî Binevşê ez êdî li Stenbolê bi cî bûm û xwendinên min jî dewam kirin. Wekî her kesê ku nû xwe keşf dike, klasîkên cîhanê filan ji min re jî xweş dihatin û wê demê bi taybet çîrokên Kafka gelek bala min dikişandin û min bi kêfxweşî dixwendin. Min edebiyata Kafka nêzîkî xwe didît ku ez jî ji deşt û zozanên Kurdistanê hatibûm bajarekî mezin ku min tu carî xwe aîdî wî bajarî jî hîs nedikir. Yan Tixûbên Nepenî jî di wê atmosfera adaptasyona bajêr da derket. Herdu salên ewil her meh ez ji Stenbolê direviyam û diçûm Batmanê, ev jî bû sedem ku ez zanîngeha 4 salî di 14 salan da temam bikim.
Fîlma Dayê ji min wekî diyarî bû ji bo Diya min û birayê min. Birayê min Daxistan Koçer şervan bû û şanogerî dikir, lê bi hesreta dîtina hev ji vê dinyayê koç kirin û hev nedîtin. Min çîroka xwe ya vê fîlmê li ser vê rewşê ava kir. Bi ya min heger em xwe ji meseleya şoreşa Kurdan dûr bixin, xwe lê nekin xwedî û wê nebînin em nikarin tu tiştî bikin. Gelek caran hinek derdorên hunera Kurdî heçko dixwestin vê şoreşê nebînin û jê derbas bibin; û ya rastî ez ji vê yekê gelek aciz dibûm. Loma berevajî wan min xwest ez li gor pîvanên hunerî têkoşîna me Kurdan jî vebêjim. Helbet ev ne karekî hêsan e, vegotina çîrokên polîtîk ji ber polîtîkayên dîktayî ne rehet e. Hebet ez wê yekê nabêjim ku gerek hemû çîrokên me polîtîk bin. Ev dê bibe neheqiyek, çinku em behsa milletekê dikin û Kurd jî wek millet divê çîrokên xwe yên xweser hebin. Divê em behsa hemû aliyên civaka xwe bikin.
Bi vê hişmendiyê di fîlma Haziriyek Bo Derengmayînê de min berê xwe da çîrokeke takekesî. Çîroka Selim vedibêjim di vê fîlmê da ku ew dixwaze jiyaneke ji aliyê aborî ve baş bijî û ji bo vê hewl dide. Di vê lêgerîna ji bo jiyaneke baş de tişteke balkêş tê serê Selîm ku ev serborî jî mijara me ya fîlmê temam dike. Di vê çîrokê da ez ji îroniya hunerî haydar bûm û min ji xwe pirsî Gelo ez ê çîrokeke dramatîk çawa bikarim vebêjim? Esasen min nedixwest ku rasterast vegotineke dramatîk bi kar bînim. Loma komediya reş bû parçeyek ji vegotina fîlma min. Dikarim bibêjim bandora çîrokên Çehovî li ser vê fîlmê gelek e. Çinku hema bêje min çîrokên Çehov tev xwendibûn û min feyza xwe ji wan çîrokan stend. Heta vê jî bibêjim, min lîstikvanê sereke yê fîlma xwe di lîstikeke aîdî Çehov da dît û karekterekî mînanî wî li fîlma xwe zêde kir.
Çîroka dawî, Navnîşan, esas daxwaza min pêk hatibû, çinku wekî senteza Dayê û Haziriyek Bo Derengmayînê bû. Hem polîtîk hem jî îronî tê da hebû. Navnîşan behsa guhertina navên bajar, tax navçe û hemû qadên Kurdistanê dike ku çawa navên hemû cih û warên me kirine Tirkî. Min xwest ez vê nimûneya dagirkeriyê bi vegotineke îronîk temsîl bikim û gelek bi dilê min çêbû.
Îmkanên zimanê Kurdî gelek in. Tu çi karê hunerî dikî bike zimaneke qerase hazir û amade ye bo piştevaniya te. Qeweta zimanekî ne ew e ku bi hezaran peyv di ferhenga wê da hebin. Qewet lihevanîna wan peywan e, afirandina vegotinekê ye, bêguman ev jî bi huner û edebiyatê mimkin e.
Di fîlmên te da bi aşkereyî israreke bi Kurdî heye. Zimanê fîlmên te zêdetir bi Kurdî ne û heta wekî tema û babet tu li ser zimanî hûr dibî. Kurdî hem wekî zimanekî ku serencama wê ya qedexeyê vedigere sed sal berî niha hem jî ji aliyê vegotinê ve çi îmkan û avantaj, yan jî qelsî û dezavantajan li ber te durist dike?
Ez ji Kurdî hez dikim, ji edebiyata Kurdî hez dikim, li gor min zimanekî wisa ye ku tu çiqas lê kûr bibî ewqas dî rê li ber te vedike an go bîreke bêbînî, deryayeke bêkenar e. Hemû kêliyên jiyana min bi Kurdî ne û min tu carî jiyaneke bêyî Kurdî xeyal nekiriye. Her fîlm, kitêb, şano, straneke nû ya Kurdî kelecaneke mezin dide min. Dixwazim herkes wê berhemê bibîne û wê kêfê jê bistîne. Îmkanên zimanê Kurdî gelek in. Tu çi karê hunerî dikî bike zimanekî qerase hazir û amade ye bo piştevaniya te. Qeweta zimanekî ne ew e ku bi hezaran peyv di ferhenga wê da hebin. Qewet lihevanîna wan peyvan e, afirandina vegotinekê ye, bêguman ev jî bi huner û edebiyatê mimkin e. Nimûneyên gelek serkeftî hene bi zimanê me ku dibin îlham ji min re ku ez jî bi vî zimanî xebatên xwe bikim. Ne tenê berhemên resen ê Kurdî her wisa werger jî wê hêzê didin min. Loma her tim difikirim ka ez bi vî zimanê xwedî van derfetan e û dewlemendiyê pêşkêşî me dike dikarim çi bikim. Helbet karê sînemayê ji aliyê kûrahiya zimanî ve tu carî nikarê nêzî edebiyatê bibe lê dîsa avakirina atmosfer û zimanekî sade û rojane xweşa min diçe.
Lê gava em werin li ser bazara zimanê Kurdî di wir de qelsî gelek in. Helbet sedemên vê dualî ne. Ya ji hemûyan giringtir ew e ku zimanê Kurdî li Bakur ne zimanê fermî ye ku ev yek di gelek qadan de rê li ber nebikaranîna zimanê Kurdî vedike, yanî li gelek qadan qedexe dike. Di vê rewşê de afirandina qadên ji bo bikaranîn û berhemanîna bi zimanê Kurdî jî dikeve ser milê me. Lê tam di vê nuqteyê de qelsiya me derdikeve holê ku di nav me Kurdan de hê hevgirtinek pêk nehatiye ku bazara berhemên Kurdî geş bike. Bo nimûne budçeya fîlmeke metraj-dirêj gelek mezin e. Da ku fîlmeke Kurdî bikare çerxa xwe bizivirîne hema bêje divê xitabî hemû Kurdan bike. Ev bi hebûna bazara sînemaya Kurdî re eleqedar e. Çinku problema herî mezin a fîlmên Kurdî ew e ku ew li Kurdistanê baş nayên belavkirin û nagihêjin bîneran û bi awayekî xwezayî nayên temaşekirin. Loma ev budçe nayê dabînkirin. Her wiha tunebûna salon û platformeke dîjîtal a Kurdî jî rê li ber avabûna bazareke navnetewî digire.
Wextê mirov bi çavekî giştî berê xwe dide ser peywendiya edebiyata Kurdî ya nivîskî û sînemaya Kurdî, peywendî û têkiliyeke qels derdikeve pêş. Bêguman gelek sebebên vê yekê yên wekî siyasî, dîrokî û belkî prodûksiyonel hene. Lê belê te fîlma xwe ya xwe dawî, Navnîşan li ser çîrokeke Kurdî ya modern raçandiye. Tu heta çi radeyê ji kelepûr û edebiyata nivîskî ya Kurdî îstîfade dikî? Çîrokên Kurdî yên modern ji bo adaptasyona sînemayê di roja îro de guncaw in yan ne, çunkî her ku diçe zimanê vegotinê yê sînemayê diguhere û şêwazên nû tên keşifkirin.
Çîroka vê kurtefîlmê xwe dispêre serboriyeke rasteqîn. Esasen senaryoya vê kurtefîlmê min demek berê nivîsîbû. Lê tam ne li gor dilê min bû û min nekarî ji nav derêm. Û min behsa vê serboriyê ji hevalê xwe Kenan Demir re kir û min senaryo û nîşeyên xwe jî danê û wî ev serborî li gor senaryo û nîşeyên min bi şiklekî çîrokî nivîsî. Bi vê wesîleyê dîsa li ber çavê min germ bû û min ji nû va senaryo nivîsî. Loma nikarim bibêjim bi temamî adaptasyon e.
Lê belê ez her tim ji edebiyata Kurdî îstîfade dikim. Helbet ev îstîfadekirin nayê wê maneya adaptekirina çîrok an jî berhemeke din a edebî. Wek derhênerekî ez di gera xwe ya di nav deryaya edebiyata Kurdî da carna rastî hevokekê têm ku ji min re dibe îlham, carna risteya helbestekê rêyeke nû li ber min vedike ku çîrokeke nû birêsim. Gelek çîrokên min xwendî ji aliyê naveroka xwe ve ne guncanî sînemaya min bûn. Edebiyat û sînema du qadên ji hev cuda ne, loma normal e ku gelek caran hevdu têr nekin.
Çend mînakên pir xweş hene helbet lê ji bo sînemaya Kurdî hêj gelek zû ye ku ew peywendiya sînema û edebiyatê di warê adaptasyonê da çêbibe. Ji bo xurtkirina vê têkiliyê divê berhem zêde bibin. Her wiha divê bûyer û karakter wek romana Jana Gel a Îbrahîm Ehmed çêtir berbiçav bin. Di hin çîrokên modern ên Kurdî de ji ber şêweya vegotinên cuda carna karakter û bûyer li paş dimînin û vegotin derdikeve pêş ev jî normal e, lê adaptasyona van çîrokan ji bo sînemayê zehmet dibe. Çinku sînema nikare bikeve nava mejiyê însanan lê şahidiya hereketan dike û tişta şênber careke din bi dîmenan pêşkêş dike. Bi kurtî vegotina li ser ekranê û ya li ser rûpelê şiyan û derfetên ciwayaz dixwaze.
Demeke dirêj bi rêya kovara Jehrê ez di nav edebiyata Kurdî da aktîf bûm. Ew kelecana geşbûna hunera Kurdî nadim bi tu tiştî û bawer dikim bi xebatên xurt û afirandina bênavber ew ê di her qadê da hunera me rake ser piyan. Ji ber ku heya sibê em bêjin zimanê me şekir û şêrîn e bawer bikin gavek jî pêş nakeve û li ber dilê kesê jî şêrîn nabe. Lê kengî te fîlmek, romanek, şanoyek û konsereke ji aliyê hunerî ve serkeftî temaşe û guhdar kir û xwend, wê çaxê tu ji wî zimanî hez dikî. Lê dîsa jî ev mesele bêyî meseleya serbestiya zimanê Kurdî nabe. Çareseriya vê jî di nav şert û mercên îro de dikeve ser milê siyaseta giştî û Kurdî. Kurd çiqas ji aliyê siyasî ve xurt bin hunera wan jî dê xurt be. Li dera azadî lê nebe pêşketina hunerî jî zehmet e.
Bêyî platformên dîjîtal em ê nekarin bazareke xurt a sînemaya Kurdî ava bikin. Niha Kurd jî wek her milletî bi rêya platformên dîjîtal dikarin xwe bigihînin her kesî. Israra min a avakirina bo vê yekê ji rewşa heyî ya milletê Kurd tê ku hem welatê me perçebûyî ye hem jî em li hemû dinyayê belav bûne. Loma ji bo belavkirina fîlmeke Kurdî bes ceribandina şêweyên klasîk têrê nake.
Çîrokên fîlmên te yên Da, Haziriyek Bo Derengmayînê û Navnîşanê zêdetir karakter li navenda fîlmê ne, yanî serhatî û çîrokên van karakteran tên vegotin. Gelo karakterên te çîrokên te ava dikin yan çîrokên te karakterên te ava dikin?
Çîrok tên serê karakteran, yanî her du bi hev ra girêdayî ne. Çirokek bi serê xwe nikare biherike divê ew bûyer bê serê karakteran, bi taybet ji bo sînemayê divê wiha be. Xurtbûna karakteran çîrokê jî xurt dike. Dixwazim karakter wekî çîrokê karakterên fîlmên min jî baş bên bîra temaşevanan. Loma ji bo min karakter jî çîrok jî wek hev muhîm in û ji bo fîlmeke xurt divê mirov li ser her aliyê çîrokê bixebite.
Ji bo min serê ewil çîrok tê û karakter jî wek hêmana sereke ya çîrokê ye. Di kurtefîlmekê da avakirina karakteran ne hêsan e, ji ber ku dema wê kin e. Lê wisa bawer im ku qe nebe di her sê kurtefîlmên min da sê karakterên min dikarin di bîra temaşevanan da bimînin. Lê ya esas ew ê di filma metraj-dirêj da xwe eşkere bike. Di wir de wext zêde ye û mirov dikare bi rehetî li ser karakteran bixebite. Piştî min dest bi senaryoya Bedewiya Berbad kir çêtir min ji nivîsandinê hez kir. Avakirina dramaturjiya çîrokê, karakter, diyalog kelecaneke mezin dide min ku heya vê sala dawî ji bo min nivîsandina tiştekî biçûk jî gelek zehmet bû û min tu carî nekarîbû projeyeke xwe bi dilekî rehet binivîsim. Konsantreya min gelek kêm bûbû lê niha baştir im û ev fîlma metraj-dirêj jî ji bo min mîna ezmûna nivîsandinê ye. Hêvî dikim ez ê bikarim bi dilekî rehet ji binê wî barê derkevim.
Dixwazim hinekî bême li ser meselaya nîşandan û belavkirina fîlmên te. Fîlma te Navnîşan li çendîn festîvalan hat nîşandan û xelatkirin û piştre li ser MUBIyê hat belavkirin. Hem ji ber ku endustriyeke kurtefîlman nîne hem jî li salonên sînemayê nayên nîşandan berê kurtefîlman tenê li festîvalan e. Tu fîlmên xwe çawa belav dikî, herwiha çi astengî li pêşiya te hene di warê belavkirin û gihandina berhemên xwe de bo bînerên Kurd û cîhanî?
Beriya kurtefîlma Navnîşanê min kurtefîlma Haziriyek Bo Derengmayînê bi xwe belav dikir lê min encameke baş jê newergirt. Min nexwest vê carê jî wisa bikim û min da belavkarekî. Helbet karê belavkirinê jî budçeyek jê ra divê û ne budçeyeke hindik e jî. Rastî ji ber dahata kurtefîlman kêm e karê belavkirin û kişandinê jî zehmet e û barekî giran û aborî dihêle ser milê me. Navnîşanê gelek xelat standin û hat nasîn, loma belavkirina wê li ser MUBIyê jî hêsan bû. Heta platformê bi xwe kurtefîlm xwest. Min jî her du kurtefîlm bi hev ra dane MUBIyê. Bi vî awayî Haziriyek Bo Derengmayînê jî derfet dîtibû ku li ser platformekê bê nîşandan, wekî din belavkirina wê an jî peydakirina platformekê zehmet bû. Çinku hem kevin bû hem jî rêwîtiya wê ya festîvalan ne wekî Navnîşanê baş bû. Yanî kurtefîlma min Navnîşanê bi xwe ra filma min a berê jî xiste rojevê. Ya muhîm li vir ew e ku her fîlm nikare di hemû waran de serkeftî be, lê heke mirov ji xwe bawer be divê mirov xebatên xwe bê navber bidomîne, helbet rojeke ew ê jî bigihêjin heqê xwe. Lê di vê serdema dîjîtal da ji bo Kurdan platformeke dîjîtal teqez lazim e. Dizanim ne karekî hêsan e lê karekî mimkin e. Çinku bêyî platformên wiha em ê nekarin bazareke xurt a sînemaya Kurdî ava bikin. Niha kurd jî wek her milletî bi rêya platformên dîjîtal dikarin xwe bigihînin her kesî. Israra min a ji bo avakirina platformeke dîjîtal ji rewşa heyî ya milletê Kurd tê ku hem welatê me perçebûyî ye hem jî li hemû dinyayê em belav bûne. Loma ji bo belavkirina fîlmeke Kurdî bes ceribandina şêweyên klasik têrê nake. Em nikarin li her welatê Kurd lê dijîn fîlmên xwe nîşan bidin, lê heke platformek hebe û fîlmên Kurdî tê da bên belavkirin, bawer dikim ku di demek kin da ew ê bigihêje hezaran kesî. Dîsa wekî min li jor anî ziman, divê hemû sînemagerên Kurdan bi awayekî li pişta vî karî bisekinin. Ne tenê hunermend, divê siyaset jî bi awayekî xurt û bi îmkanên maddî li pişt sînemayê bisekine. Wê demê bi rehetî ez ê li mala xwe bikarim fîlmên li Rojhilatê Kurdistanê hatî çêkirin temaşe bikim.
Herî dawî projeya te ya nû, Bedewîya Berbad, ji bo 19emîn Kargeha Köprüde Buluşmalarê hate hilbijartin. Wisa diyar e navê fîlmê feyza xwe ji şi’ra Kawa Nemir wergirtiye û dîsa peywendiya edebiya/şi’r û sînemayê heye. Bi vê projeya xwe tu dê çi pêşkêşî bîneran bikî, dikarî behsa vê projeya xwe bikî hinekî?
Her gava ku ez dest bi karekî nû dikim, hemû werger û helbestên Kawa Nemir datînim ser masê û demek dirêj li wan dinêrim. Feyzeke mezin didin min. Dikevim pey hevok an jî peyvekê û dibînim jî. Bêguman helbest û wergerên wî palpiştên saxlem in ji bo min. Senaryoya Bedewiya Berbad hêj berê min wek kurtefîlm nivîsîbû, lê niha veguherî senaryokeke metraj-dirêj. Esasen bi xêra Kawa fîlmê min temam bû. Çinku çîrokê li navê xwe digeriya û min navê wê di nav helbesta wî da peyda kir. Ez ji vê peywendiyê gelek hez dikim. Kawa jî ev hevok ji şairê Îrlandî William Butler Yeats wergerandiye û kiriyê malê Kurmanciyê. Niha fîlm di asta senaryoyê da ye û hindik maye biqede. Her wiha wekî te anî ziman ji bo du kargehên navneteweyî hate hilbijartin, loma rêwitiya fîlmê jî gelek bi dilê min e. Hêvî dikim derfetên aborî jî çêbibin ku em bikarin fîlma xwe bikişînin.
[1]