Ceribandina #Fîlm# eke Helbestî: Bîraxane
Darin Duman
Hemû karakter bi melankolî û hest û fikrên xwe subjektîvîtiya Kurdistanê nîşanî me didin. Ji ber vê yekê, ji bo wan tiştek tune ye ku mirov pê kêfxweş bibe. Wekî saeta sekinî ya bi dîwarî ve hatiye hilawîstin dixuyê ku bextewarî jî sekiniye. Sedema herî aşkire ya vê naxweşî û tengezariyê ji dengê çekan, helîkopteran û ji hatina polîsan bo kontrolkirina nasnameyan dîyar dibe ku şîdeta li ser hebûna Kurdan a kolonyal nîşana vê naxweşî û tengezariyê ye.
Efendîno
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tenq, top, tiveng, teyare…
Arjen Arî
Bilal Korkut, yek ji derhênerên Kurd ên van salên dawî û nifşê nû ye. Beriya yekemîn fîlma wî ya metrajdirêj a bi navê Bîraxane, kurtefîlmên wî yên wekî Ez Tsubasa Me (2016), Li Pey Nanê Xwe (2017), Çi Bikim? (2019) û 2 Raport Bo Akademiyê (2019) jî hene. Bilal Korkut, ji xeynî derhêneriya fîlman di hindek lîstikên şanoyê de jî derhênerî kiriye. Ev nivîsar dê li ser derhêneriya wî û fîlma wî ya dawî Bîraxaneyê hûr bibe.
Fîlma Bîraxaneyê li cihekî bêrûxset derbas dibe ku çend heval lê kom bûne û bîrayê vedixwin. Yekmekanî û pirkarakteriya fîlmê vegêraneke bi diyalogan li ser fîlmê ferz dike. Vegêran û çîroka fîlmê, li ser helbestên Arjen Arî dirust bûye ku bingeha xwe ji helbestên wî werdigire. Lîstikvanên fîlmê -ku fîlm yekem car li Festîvala Navdewletî ya Duhokê hatiye nîşandan- ji Yavuz Akkuzu, Kemal Ulusoy, Husên Hesen, Hilmi Demirer, Rowal Navgundî, Selam Salar Çakay, Sidar Özmen, Nicholas Christopher pêk tê. Ji ber şêweya yekmekanî, fîlm bi hereketên kameraya sabit û nêzîk hatiye teswîrkirin. Ev form, nêzîkahiyê li karakter û çîrokên wan dike ku li ser diyalog û dengî fokûs dibe. Her çîrok û diyalogên karakteran ku tenê behsa mijarekê an jî suhbeteka hevpar nakin, bi helbestên Arjen Arî digihin hev. Ev çîrok û suhbetên şexsî û polîtîk, li ser helbestên Arî ava dibin ku vegêraneke helbestî pêk tînin. Jixwe fîlma Bîraxaneyê li ser çîroka komeke hevalan hatiye raçandin ku li cihekî veqetandî bîrayê vedixwin û helbestên Arjen Arî dixwînin. Fîlm, bi vexwarina bîrayê û bi risteyên Arjen Arî li cihekî pir qirêj û daketî derbas dibe. Çîroka her karakterekî tê ser mijar û pirsa “Welatê mirov ku der e?” disekine. Ji ber vê yekê gelek caran suhbet vediguhere minaqeşeyeke li ser man yan jî terikadina welatê xwe. Di helbestên Arjen Arî de welat yanî Kurdistan ji bo her karakterekî wekî cihekî dagirkirî ye. Bo mînak karakterê fîlmê Smaîl (Rowal Navgundî) dixwaze biçe û ew behsa neçariya miletekî dike ku nikare helbestvanê xwe jî biparêze. Bi nezera wî, cihê ku şivanek li ser axa xwe bi serbestî nikare pezê xwe biçêrîne, ew cih/welat nikare bibe welatekî azad û serbixwe. Li welatekî wiha dagirkirî ji bo wî azadî ne tiştekî pêkan e. Loma, çûyîn û terikandin ji bo wî nîşana bêwelatîyê ye. Smaîl ji hevalê xwe yê bîyanî -David (Nicholas Christopher) re dibêje: Tu hinekî li vir bimîne tê bibinî ev germahî dê çawa bibe agirê dojehê. Melankolî û bêwate-dîtina wî ya her tiştî ji vê bêwelatiyê avê vedixwe. Smaîl bi her axaftin û dîyalogên xwe referansê dide helbestên Arjen Arî. Di sehneyekê de radibe ser pêyan û helbesta Arjen Arî ya bi navê Efendîno dixwîne. Tê famkirin ku derd û mebesta Smaîl welatê wî yê mêtingehkirî ye. Bêhizûriya wî wisa xuya dike ku herwekî ew li welatê xwe hatibe sirgûnkirin û xerîbkirin.
Fîlm îfadeyeka polîtîk a subjektîvîteya Kurdan/Kurdî nîşanî me dide. Hemû karakter bi xwe, yan jî bûyerên ku hatine serê wan û jiyana wan a rojane, ontolojiyeka polîtîk ya li Kurdistanê dihûnin. Cîhana hemû bûyerên fîlmê bi Kurdî ye û vegêrana fîlmê ya yekmekanî nîşaneya cihekî dorpêçkirî jî derdixe pêş. Fîlm, ji çîroka derhênerî bigire heta ya karakteran û ya Arjen Arî, taybetiyeka sînemaya Kurdî jî nîşanî me dide.
Lê belê karakterê dîtir Simko (Kemal Ulusoy) dixwaze li welatê xwe bimîne, ji ber ku ew helbestvan e û ji bilî welatê xwe tu cihê manê û jiyanê bo xwe nabîne. Ew tenê dikare helbestên xwe li welatê xwe, li ser xaka xwe, bi zimanê xwe û li ser koka ku zimanê wî lê geş dibe binivîse. Helbest û welat heman tişt in bo wî û dibêje; hemû axînên me bo axê ne. Cihê lê şîn dibe, hêmaya helbestên wî ye. Ziman û welat wekî goşt û hestî ne ku tu car ji hev venaqetin. Kirîv (Selam Salar Çakay) jî wisa, wekî Simko difikire, çi dibe bila bibe, naxwaze ji welatê xwe derkeve. Li gor wî, her kes li welatê xwe xwediyê wateyekê ye û bedewî jî tenê li welatê wî kesî şîn û peyda dibe. Şîretan li Smaîl dike û jê re dibêje, her çûyîn qurmê vegerekê xwedî dike nav hinavên xwe de. Kalo (Hilmi Demirer) karakterê bêdeng e. Bi tenê bîraya xwe vedixwe û bala xwe dide tiştên têne gotin û kirin. Wekî ku Arjen Arî li kêleka wan be û wan temaşe bike, ew jî bi bêdengî wan guhdarî dike. Lê xemgîn xuya dike. Xemginiya wî ji rûyê wî diyar dibe. Qet napeyive. Sedema bêdengiya wî aşkera nîne. Fîlm bi ketina wî ya ji ser kursiyê xilas dibe. Nezelaliya dawiya fîlmê -mirin û saxiya Kalo- wekî giyanê Arjen Arî yê li wî cihî ye. Arî li wê derê nîne, lê belê bi helbest û rihê xwe li wê derê ye. Karakterê dîtir, Doktor Mazlum (Sidar Özmen), behsa jidestdaneke xwe ya berê dike, ya ku ji bo wî watedar e û wî zindî dihêle paşeroj bi xwe ye. Sarya -ku jê re dibêje Buhok- çûye û ew bi tenê hêlaye. Mayîn û çûyîn bo wî êdî ne hinde muhim e. Çûyîna Saryayê, bîr û rabirdûya wî ye ku qet nikare xwe jê xilas bike.
Karakterê bîyanî David, hevalê Smaîl, ku di destpêka fîlmê de ew bi ajaniyê têtin sûcdarkirin û hesibandin; daxwaz û xwesteka Smaîl bêwate dibîne. Smaîl dibêje ku ez li gelek deverên dinyayê geriyame. Ew tu carî nikare vê cimaetê li wir bibîne. Sar e hemû tişt li wir, hewa sar e, mirov sar in, ev germahî li wir nîne. Ev jî têtin wê wateyê ku hûn neşên têkiliyeka geş û germ li her deverên cîhanê wekî yên niha bibînin ku we niha li vê derê heye. Ji bo David jiyan, li cihekê din ê bîyanî bi bêhêvîtiyê, bi sarbûna têkiliyên mirovan re heman tişt e. David antropolog e û gelek hej helbestên Arjen Arî dike ku çend helbestên wî jî ji ber kirine. Lê ji axaftînên wî dîyar dibe ku ew gelek ji hest û ramanên wan dûr e. Ji ber vê jî gotinên David ên ji bo çûyînê û ji bo Smaîl tu wateyeke xwe nînin. Bêwelatî û metînkariyê cihê ku lê dijî bêwate kiriye. Naxwaze şibî niştecihekî bêwelat û wî gelê ku azadiya xwe jidestdayî bijî. Ji ber vê sedemê, her rêya terikandin û çûyînê ji bo Smaîl destûr û fersendek e.
Di vê konteksê de fîlm, ji destpêkê hêdî hêdî vediguhere vegêraneke derbirîneke dilî û pirsgirikên jiyana rojane yên karakteran ku digel helbestên Arjen Arî dikevin nava vegotin û suhbetê. Bîraxane, wekî cihekî qirêj û daketî, dibe cureyeke alegoriya bêhêvîbûn, westan û têkiliyên xerabkar ên li Kurdistanê. Her wisa, em dikarin vî cihî/bîraxaneyê, wekî cihê daxwaza ji dagirkeran paqijkirî jî bifikirin. Ji ber ku karakterên fîlmê bo xwe cihek dîtine ku tenê ew bi xwe lê bin û kesekî biyanî nekeve nava wan. Aciziya wan a ji derve -sedemên civakî û polîtîk, li vê derê, li bîraxaneyê dibin cihê minaqeşe, xweîfadekirin û şirîkî û parvekirina derdan. Ji ber wê hem polîs hem jî yekî ku jê hez nekin neşêtin bihête vê derê û nahête qebûlkirin.
Hemû karakter bi melankolî û hest û fikrên xwe subjektîvîtiya Kurdistanê nîşanî me didin. Ji ber vê yekê, ji bo wan tiştek tune ye ku mirov pê kêfxweş bibe. Wekî saeta sekinî ya bi dîwarî ve hatiye hilawîstin dixuyê ku bextewarî jî sekiniye. Sedema herî aşkire ya vê naxweşî û tengezariyê ji dengê çekan, helîkopteran û ji hatina polîsan bo kontrolkirina nasnameyan dîyar dibe ku şîdeta li ser hebûna Kurdan a kolonyal nîşana vê naxweşî û tengezariyê ye. Peyvên qedexe, yên di lîstika peyvan de dilîzin, parçeyên axaftina wan ên rojane ne. Ji wan re zehmet e ku bêyî bikaranîna van peyvan biaxivin. Bêyî bikaranîna peyvên -hêvîşikestin, têkçûn, ketin, kuştin, derd, xerîbî, dûrî, bêwelatî, birçî, zilm ne mimkûn e ku xwe îfade bikin. Davidê ku ne Kurd e û bêyî bikaranîna van gotinên qedexekirî biaxive, di lîstikê de bi ser dikeve. Ev gotin kilîdên helbesta Arjen Arî ne. Li ser masayê tune ye, lê helbestên wî, ji hemû karakteran re motîvasyonekê çêdike. Her risteya ku Arî di helbestên xwe de li ser dagirkeriyê bigire heta erotîzmê bi kar aniye, xuya dike ku ketiye giyanê karakteran jî.
Fîlm îfadeyeka polîtîk a subjektîvîteya Kurdan/Kurdî nîşanî me dide. Hemû karakter bi xwe, yan jî bûyerên ku hatine serê wan û jiyana wan a rojane, ontolojiyeka polîtîk ya li Kurdistanê dihûnin. Cîhana hemû bûyerên fîlmê bi Kurdî ye û vegêrana fîlmê ya yekmekanî nîşaneya cihekî dorpêçkirî jî derdixe pêş. Fîlm, ji çîroka derhênerî bigire heta ya karakteran û ya Arjen Arî, taybetiyeka sînemaya Kurdî jî nîşanî me dide. Cihekî dorpêçkirî, daxwaza terikandina welatî, dengê polîs û helîkopteran û kontrolkirina nasnameyan, bêhêvîbûn û endîşeyên takekesî kodên sînemaya Kurdî ne ku cîvak û erdnîgariya Kurdan temsîl dike. Ev temsîl û temayên bi meselaya Kurdistanê ve girêdayî, fîlmê bi cihekî din, bi arîşe û kêşeyên Kurdan ve girê dide. Fîlm, ji fîlmê derdikeve û dibe nîşandera cîhana polîtîk û civakî. Ji ber vê çendê, fîlmeke Kurdî bes wekî fîlmeke nahête hesibandin. Bi tenê serê xwe bikaranîna zimanê Kurdî, fîlmê û hemû bûyerên fîlmê polîtîze dike. Cîhana Kurdî ya fîlmê û rewşa binyadî/polîtîk ya Kurdan têkiliyeke asîmetrîk jî çêdike. Ji ber vê yekê fîlm, hem îtîrazekê hem jî hewldanekê ji bo cîhana non-diegetic -helwestên polîtîk ên Kurdan- diafirîne. Ji ber hindê em dikarin çîrokên hemû karakteran digel xwendina helbestên Arjen Arî wekî cureyeke alegoriya berxwedanê ya talih û tarîxa Kurdan bibînin. Serkeftina fîlma Bîraxaneyê ew e ku cîhana karakteran ya şexsî di heman demê de cîhana mezin ya civakî û siyasî ye ku li ser têkiliyên rojane û şaîrekî Kurd vegêranekê dirust dike. Fîlm, ji bilî naverokê jî ceribandinek e li ser peywendiya sînemaya Kurdî û helbesta Kurdî ku vegêraneke nû û kêm diafirîne. Ya dawî: Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê.[1]