#Strana# Keziyên Sor
Bêrîvan Saruhan
Helbet rêyek heye ku em xwe ji kêliyên herî xirab û hestên herî dijwar rizgar bikin û mêjî û hişê xwe bi xweşikahiyan dorpêç bikin.
“Li tenişta te deng û sûret
ev strana wan zarokan e ku bayê axa li dengê xwe dikin
dengê jinên ku li rûyê xwe rûmeteke bistêrk pêçane”
Nagehan Akarsel
Di nav aloziya wan tiştan de ku em dixwazin watedar bikin te dî çirayek vêdikeve. Temaşeya roniya wê çirayê mîna temaşeya roniya rojê ye ku diteyise li ser berfa hêdî hêdî dihele. Bawer im ev çend roj in gelek kes ji me wiha hîs dike. Dema ku yekparebûn, piştgirî, dîrok û têkoşîna me ya xwebûnê bi kêm gotinan, bi rîtmeke ewqas xweş hat vegotin û dilê me germ kir, ma me hemûyan xwe bi xwe negot ev çi şens û şanaziyeke mezin e?
Roja ku stran weşiya ez gelek westiyabûm û min xwe bêtaqet hîs dikir. Loma ew enerjiya min nîn bû ku ez muzîkaleke 22 deqîqeyî guhdar û temaşe bikim. Lê belê ji derbekê ber bi nîvê şevê ve min got heçko ez ê bikarim vê muzîkala ku herkes parçeyek jê parve dike binêrim. Edî em her tişta ku ji teref Hunergeha Welat ve tê afirandin bi meraq û kelecanekê temaşe dikin û bi rojan ji ser zimanê xwe naxin. Terz, şêwe, reng, aheng ewqas senkronîze ye ku ne tenê guhdarkirin klîbên wan bi xwe jî dilê me geş dikin. Helbet guhdariya wê mîna her kesî bi min jî xweş hat û ev fikar kete hişê min: Em li her derê cîhanê rûbirûyê cureyên cuda yên tundiya arasteyî jinan dibin, lê di heman demê de rêbazên cuda yên berxwedan û têkoşînê jî li her derê cîhanê li dijî hemû tundiyan şax vedide.
Tam li vir ez dixwazim vê pirsê ji xwe bikim; gelo berxwedan çi ye? Ma tu kesek ji me car caran jî be xwe bi temamî berxwedêr hîs dike gelo? Kêliyeke ku em westiyan an jî xemgîn bûn ma me navber da tişta ku em weke têkoşînê bi nav dikin an jî her çi be? Me nexwest em li ser laşê xwe, dîroka xwe û kesayetiya xwe kûrtir bifikirin û lê hûr bibin? Ma me tu carî hewla wê yekê neda ku em karê li ber destê xwe, bûyî barê ku nasnameya jinbûnê li me bar kirî û feraseta zayenda civakî ku civak dixwaze me pê binixumîne, bikin. Ma me rojekê xweş rojekê tarî, danekê wekî ba û bagerê danekê wekî berfa dike ku bihele hîs nekir?
Di vê çerxa jiyanê de ku mirov xwe ji nava gerdûnê berdide dilê xwezayê, hêza xwe carna bi dîtinê, carna bi guhdarkirinê lê zêdetir bi destdanê fam dike. Em baş dizanin ku ji şîniya asîmanan heta keskê axê pêrgaleke wisa di nav civak û mirovan de nîne ku tim û tim tehekûmê li ser jinan dike.
Helbet rêyek heye ku em xwe ji kêliyên herî xirab û hestên herî dijwar rizgar bikin û mêjî û hişê xwe bi xweşikahiyan dorpêç bikin. Va ye ji we re Strana Keziyên Sor ku berxwedana me ya hebûnê ewqas bi kubarî lê kubariyeke xurt û xweşik rêstiye ku aramiyeke bêhempa da rih û canê min. Ne hêzdar û berxwedêr bes hesteke aram. Ev strana 22 deqîqeyan gav bi gav behsa dîroka têkoşîna jinan dike û ji heft beşan pêk tê. Digel têkoşîna şervanên jinên Kurd ku li hember DAÎŞê em fîgûrên jinên Rosa Luxemburg, Jîna Mahsa Amînî, Leyla Qasim hwd. jî tê de dibînin. Wexta cîhana me ya derûnî şêwe digire, her astengiya ku em nikarin jê derbas bibin, her tişta ku em nikarin serî pê derxînin, piştî demekê wekî şikestinên derûnî di jiyana me de binecih dibin. Ferqkirin, qebûlkirin û biryardayîna li ser wan rêyeke dirêj ê bi zehmet e. Lê car caran em bi veşarî lê dinêrin, carna hewl didin kontrol bikin û carinan jî dev jê berdidin.
Di vê çerxa jiyanê de ku mirov xwe ji nava gerdûnê berdide dilê xwezayê, hêza xwe carna bi dîtinê, carna bi guhdarkirinê lê zêdetir bi destdanê fam dike. Dema ku em weke takekes çavên xwe vedikin û li qonaxên civakî dinêrin di vê çerxa ku her kes dema xwe de dijî, di her kêlî, dem û serdemê de domandina serdestiya li ser jinan bûye armanca sereke ya jiyanê. Lê em dizanin ku ji şîniya asîmanan heta keskê axê pêrgaleke wisa di nav civak û mirovan de nîne ku tim û tim tehekûmê li ser jinan dike.
Ji ber ku awayê bidestxistin û bikaranîna me ya agahiyê bi sedan salan e bi destê mêraniyê ve bi rengê spî tê boyaxkirin, bi milyonan mirovên ku weke jin ji dayik dibin lê dixwazin ku jiyana xwe bi vî rengî bijîn jî dikarin bikevin vê xefikê.
Ez weke jinekê fêrî tirs, fikar, dûrketin û lalbûnê bûm ku ji mîrateya zarokatiya min bû ji min re; Serdestiya mêran a li malê, li kolanê û li ser kar bi hêsanî nayê hilweşandin; Di hemû kêliyên ku em bi şêweyên cihêkar, newekhev ên têkiliyan û parvekirina bi bêdengiyê re rûbirû dibin, dijwariyek derdikeve holê. Derket holê ku mirov di heman demê de dikare bi dengekî bilind biaxive û di heman demê de bêdeng bimîne. Ne ku mirov bitirse di heman demê de mîna ku ditirse tevdigere û dev ji ceribandinê berdide.
Lê em vê yekê baş dizanin di nav vê xirecirê de her ku em bê hêvî bûn keziyên sor di her kêliyê de dê dengê xwe bigihînin me û vê yekê bi me bidin hîskirin. Çiyayên ku berê wan li biharê ye silavên xwe digihînin jinên ku sekna wan mîna biharê ye.[1]