Koma Berxwedan: Suflora Şoreşê
Zerdeşt OMERÎ
Koma Berxwedan di warê #muzîka Kurdî# ya modern de belkî jî koma yekemîn bû ku me zarokên salên 1990î lê guhdarî dikir. Koma yekemîn bû dengê wê ji bajaran ber bi çiyayan ve olan dida. Koma Berxwedan ji bo nifşê me ku di serê salên hêştêyî de hatibû dinê suflora şorêşê bû.
Di salên 1990’an de heke hûn li gundekî çiyê yê Kurdistanê mezin bûbin, teqez stranên bicoş û kelecan yên şoreşê bi ber guhê we ketine. Ew stranên ku nedişibiyan stranên Kurdî yên di radyoyê de ku ji ber xuşe xuşê geh dihat bihîstîn geh bêdeng dima. Sal 1989 nebû bawer dikim. Gerîlayên PKK’yê êdî li gelek deveran xwe nîşan didan û bi gel re têkiliyên germ datanîn.
Li gundê me jî, heman pêvajo li dar bû. Ew kesên ku xelkê bi kurtepist behsa wan dikir û zarokên xwe tembîh dikirin ku behsa wan ji kesî re nekin, hêdî hêdî dibûn “hevalên” nêzîk. Li gundê çiyê yên bêceyran ku çûna bajêr bi saetan diajot, hatina hevalan nîmetek bû. Lewra ew rêyeke têkilîdanîna bi gund bajaran re bûn. Herwiha exbarên radyoyaya bêpîl mayî û naxebite wan dianîn û belav dikirin. Lê wan çawa wezîfeya radyoyê hilgirtibû jî, bo teybên me jî wezîfeyeke nû anîbûn. Bantên ku wan bi xwe re dianîn êdî me di teybên xwe de guhdar dikirin. Bantên ku ji ber teybên piçûk yên karê rojnamegeriyê hatibûn zêdekirin, hinekî ji bantên dengbêjan ku li odeyan hatibûn dagirtin biqelîtetir bûn.
Bantên ku bi şev û dihatin û heya derengê şevê li wan dihat guhdarkirin, bi hevalan re careke din diçûn. Vê yekê wisa çend mehekî berdewam kir. Paşê nizanim çawa çêbû lê ew kaset êdî bi roj jî li malê man. Lê vê carê jî meseleya me û pîlan hebû. Dema pîl biqediya têkiliya me û dinyayê jî diqediya. Wê demê divê em hemû kom bibûna da ku em li dengê nû guhdar bikin. Belê em zarok bûn lê kelecana guhdarîkirina tiştên nû jî ecêb bû. Nexasım guhdarîkirin û jiberkirina van stranên hêsan gelekî kêfa me zarokan dianî û herwiha ji bo cihê pesnê bû, bê kî gelek stranan ji ber dike. Li gund strana sereke jî “Bijî Bijî Heval Egîd” bû. Helbet wê demê me nedizanî ev stran ya Koma Berxwedanê ye. Me tenê navê solîstê, Mizgînê dizanî û hemû bant jî li ser navê wê dihat hesêbê. Lê tiştekî ecêb hebû. Di bantê de dengê zilaman jî hebû. Bi aqilê zaroktiyê me tu tiştek ji vê yekê fêhm nedikir. Lê stran gelekî rîtmîk û jiberkirina wan hêsan bû.
Mizgîniya serfiraziyê û şîna şehîdan
“Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda
Bijî bijî pilingê çiya, bijî bijî serleşkerê hêja”
Her çi qasî me wateyan gelek peyvan nedizanî jî stran bi me gelek xweş dihat û jiberkirina wan ji wan stranên ku heya wê rojê me guhdar kiribûn hêsantir bû. Ev stran tim û dayim li ser zimanê me bûn, geh bi gotin, geh bi fîkînê. Herwiha me Rêheval Mahsûm nas kiribû bi rêya vê stranê. Em bibûn hevalên hevûdu. Lê tişta ecêb jî ew bû ku du navên wî hebûn. Ew hem Mahsûm bû hem jî Egîd. Ji ber wê kaseta Koma Berxwedanê ku paşê hîn bûm ku navê wê Botan e, saleke me wisa di nav wê sergêjiyê de derbas bû. Piştî wê hevalekî ku li tembûrê dida dihat û diçû. Wî ji me re qala Koma Berxwedanê kiribû. Em êdî nû pê hesiyabûn ku di bantekê de gelek kes dikarin bistrên. Herwiha em fêrî navê Xelîl Xemgîn û dengê wî jî bûbûn.
Koma Berxwedan êdî ji bo me jî şîfreyek bû. Ji bo me yên ku li Koma Berxwedan guhdar dikirin hebûn û yên ku guhdar nedikirin. Lewra ew dengê wê şorêşê bû ku her roja diçû bi heybet nêzîk dibû. Dengê Kurdistaneke azad bû. Mizgîniya dahatûya serfiraz bû. Dengê şîna li pey çûyîyan bû lê ne şîngirêdaneke ji heznê, şîneke di rengê tolhilanînê de bû. Hêvî bû. Berî her tiştî ew stranên geşkirina hêviya dilê me zarokan bû. Xwequrekirina me ya zaroktiyê bû bê dengê kê ji me nêzî meqamê stranê bibe.
Herwiha dengê Koma Berxwedan wekî nasînê bû. Nasîna erdnîgariyê, nasîna miletê xwe. Cara ewil Botan û herêma Botanê me bi wê nas dikir.
Em li kurdistanê digerandin
“Ey Botan Botan, Botan e, şerê me li ser te giran e.”
Erê şerê me li ser Botanê giran bû. Şêrên me li wê derê jî şêr dikirin û Botana biheybet me dizanîbû ku li pişta me ye. Lewra li pişta wan çiyayên tenya, me xwe bi tenê hîs nedikir.
Ji ber zilm û zora stemkaran em bi hezaran salan birîndar bûn. Lê em nû pê dihesiyan. Carinan mezinên me jî behs dikirin. Bi her behskirinê re em fêr bûn. Ji Botanê em digihan Geliyê Zilan. Em fêrî navên nû dibûn. Koma Berxwedan ji bo me cîhaneke nû bû. Em li Kurdistanê digerandin.
Em fêrî peyvên nû dikirin. Baş tê bîra min carinan di nav mezinan de nîqaşên li ser wateya peyvan çêdibûn. Peyva ku nedihate çareserkirin dima bi hêviya hevalan re.
Empatiya bi dayikên şehîdan re
“Lê dayê bes e menal e, lê dayê bes e menal e, nalîn ji me re ne derman e” digotin û li ber dilê dayikan digeriyan. Ew strana aram a bêdengiya dayikan bû. Dayikên me herî zêde li wê stranê guhdar dikirin, baş tê bîra min. Ev rêya empatîyê bû bi dayikên hevalan re û carinan jî hêsirên ku kesî nedidîtin. Lê dîsa jî hêvî hebû bi qasî Botanê, bi qasî Cûdî.
Koma Berxwedan di warê muzîka Kurdî ya modern de belkî jî koma yekemîn bû ku me zarokên salên 1990’î lê guhdarî dikir. Koma yekemîn bû dengê wê ji bajaran ber bi çiyayan ve olan dida û heya bi gundê gelekî dûrî bajêr yên li serê çiya jî berbelav dibû. Koma Berxwedan ji bo nifşê me ku di serê salên heştêyî de hatibû dinê suflora şorêşê bû.[1]