Çend Hûrgilî Li Ser Koma Berxwedan
Firaz Baran
Tevî ku bi dehan sal derbas bûne, dema ku #Koma Berxwedan# derdikeve ser dikê, her kes bi hestiyarî lê guhdarî dike. Ji ber ku Koma Berxwedan di muzîkê de dengê şoreşê ye. Kom kete rûpelên menewî yên dîroka muzîka Kurdî, bû dibistanek.
Koma Berxwedan sembola muzîka siyasî ya Kurdî ye. Kom, di navbera 1983 û 1999’an de çalak bû. Di vê nivîsê de ez ê van 17 salan binirxînim bi wê yekê ku ez ê çend pirsan bipirsim û li bersivên wan bigerim:
Navê komê ji ku tê?
Koma Berxwedan di sala 1983’an de hat damezrandin. Navê xwe ji slogana Mazlûm Doxan “Berxwedan Jiyan e” girtiye. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’yê Mazlûm Doxan di sala 1980’yî de li hepsa Diyarbekirê pirtûka bi navê Berxwedan Jiyan e nivîsand. Ev pirtûk di Nîsana 1981’ê de hatiye çapkirin. Di sala 1982’yan de, Mazlûm Dogan li zindanê, roja Newrozê çalakiyeke fedaî kir. Şehadeta wî bandoreke mezin li tevahiya pêkhateya PKK’yê û civaka Kurdistanê kir, helbet her wisa li hunermendên Kurd jî... Ji ber vê yekê hunermendên Kurd dema ku dixwazin di sala 1983’yan de komeke muzîkê ava bikin, navê xwe dikin “Koma Berxwedan”.
Koma Berxwedan li ku hat damezrandin?
Koma Berxwedan li bajarê Kolnê (Elmanya) hate damezrandin. Koln ji bo Kurdan bajarekî giring e. Em dikarin sedema vê yekê wiha rave bikin: Piştî têkçûna 1975’an yekemîn saziya dîplomatîk a ji aliyê Kurdan ve hate vekirin, Komîteya Amedê bû ku di sala 1981’ê de li Koln Hansaringê hatiye damezirandin. Rojnameya Serxwebûnê di sala 1982’yan de li Koln Ebertplatzê dest bi weşanê kir. Hunerkom di sala 1983’yan de hat damezrandin û li Kolnê Ebertplatz dest bi xebatên xwe kir. Koma Berxwedan bû koma sereke ya Hunerkomê.
Ev 40 sal in herî zêde weşanxaneyên şoreşa Kurdistanê pirtûkan çap dikin. Depoya yekemîn a Weşanxaneya Serxwebûnê li Koln Neusser Strasse ye. Balkêş e ku ev çar sazî pirr nêzî hev in. Di navbera wan de herî zêde 200 metre hene. Ji ber vê yekê, Ebertplatz ji bo welatparêzên salên 80’yî xwedî cihekî manewî ye.
Dîsa yekemîn greva birçîbûnê ya Kurdên li Elmanyayê sala 1981’ê li Kolnê hat lidarxistin. Li meydana vekirî bi qasî hefteyekê dewam kir û êşkenceyên dewleta Tirk ên li zindanan ji raya giştî ya Elman re hatin vegotin. Ev çalakî bi pêşengiya hunermendên Kurd Şivan Perwer, Seyîdxan, Amele û Muarrem Aral hat lidarxistin.
Koma Berxwedan çend kaset derxistin? Navên wan çi ye û kîjan salê derketine?
Koma Berxwedan, di navbera salên 1983-1995’an de 16 kaset derxistin. Navên kasetan ev in:
Koma Berxwedan 1983 Weşanên Hunerkom
Berxwedan Jiyane 1984 Weşanên Hunerkom
Dîlan 1985 Weşanên Hunerkom
Welat Gula Cîhanê 1987 Weşanên Hunerkom
Kaniya Welat 1987 Weşanên Hunerkom
Botan 1987 Weşanên Hunerkom
Peşmerge 1988 Weşanên Hunerkom
Kulîlken Newrozê 1989 Weşanên Hunerkom
Şad Bibe Welatê Min 1990 Weşanên Hunerkom
Amed 1991 Weşanên Hunerkom
Meşa Azadi 1992 Weşanên Hunerkom
15ê Tebaxê 1993 Weşanên Hunerkom
Klamên Klasîk 1994 Weşanên Hunerkom
Klamên Bijartî 1995 Weşanên Hunerkom
Koma Berxwedan Bi Mêvanên Xwe Re Dibejê -Weşanên Hunerkom
Endamên Koma Berxwedan kî bûn?
Damezrênerên Koma Berxwedanê ev in: [Şehîd] Sefkan, [Şehîd] Mizgîn, Seyîdxan, [Şehîd] Çiya, Zozan, Xemgîn Bîrhat, Zinar û Serdar.
Hunermendên ku beriya sala 1990’î tevlî komê bûne ev in: Xelîl Xemgîn (1986), Şemdîn (1988), Cemal Tîrêj (1988), Azad (1989), Diyar (1989), Hekîm Sefkan (1990), Peywan Arjîn (1990), Alî Îkîzer (1990), Eylem (1990), Armanc (Ji Efrînê ye, strana ARGK’yê gotibû), Burhan, Guler, Fikret, Şiyar Munzur, Xalid û Turkan Îpek.
Hunermendên ku piştî sala 1990î tevlî komê bûne ev in: [Şehîd] Serhad, Beser Şahîn, Merdan Zirav, Cevad Merwanî, Cafer, Binewş, Yasîn Poyraz, Hêlîn, Mehmet Yapiştiran, Memo Gul, Zarife.
Koma Berxwedanê li ser kîjan mijaran stran çêkirine?
Koma Berxwedan bû dengê muzîkê yê tevgera azadiya Kurdistanê. Şîna şehîdan girt, berxwedana gel, gerîla û têkoşerên zindanan anî ziman. Sirûdên ku moral dida gel çêkirin. Weke mînak: Rêheval Egîd, Hey Şoreşgerên Kurdistan, 15’ê Tebaxê, Pêşmergeyên Qehreman... Komê, stranên gelêrî jî wekî çandeke qedîm a gelê me qebûl kir û ji nû ve xwend.
Şehîdên Koma Berxwedanê kî ne?
Sefkan (Celal Ercan): Di 16’ê Nîsana 1985’an de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.
Mizgîn (Gurbet Aydın): Di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê şehîd bû.
Çiya (Gazi Sayan): Di 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê şehîd bû.
Serhad (Suleyman Alpdogan): Di 22’ê Tirmeha 1999’an de li deşta Feraşînê ya Bêşebabê şehîd bû.
Hin taybetmendiyên endamên komê?
Kasetên Solo: Endamên komê zêdetirî 60 kasetên solo derxistine û bûne nûnerên giring ên muzîka Kurdî. Endamên ku kasetên solo derxistine ev in:
Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Şehîd Çiya, Şehîd Serhad, Beser Şahîn, Binevş, Cemal Tîrêj, Cewad Merwanî, Diyar, Eylem, Hekîm Sefkan, Peywan Arjîn, Serdar, Seyîdxan, Şemdîn, Şiyar Munzur, Xelîl Xemgîn, Xemgîn Bîrhat, Zarîfe û Zozan.
Hekîm Sefkan: Di muzîka Kurdî de, bi taybetî jî di navbera salên 1988-1999an de, stranên ku bi navûdeng bûne, herî zêde Hekîm Sefkan nivîsandine: 15ê Tebaxê, Ez Şehîd im, Rojbaş Gerîla, Sînor, Rêya Serxwebûnê û bi dehan stranên din.
Şemdîn: 20 salan (1998-2018) li ser dengbêjiyê bernameyên televîzyonê amade kirin. Wî, çanda dengbêjiyê populer kir û her kesî qebûl kir ka çanda dengbêjiyê çiqas giring e. 800 dengbêj tevlî bernameyên Şemdîn bûne û bi vî awayî arşîveke giring a neteweyî ava kiriye.
Cewad Merwanî: Stranên Radyoya Yêrîwanê, Radyoya Bexdayê û stranên dengbêjên Bakûrê Kurdistanê jî tê de bi giştî şeş hezar stran, bi alîkariya hevalên xwe yên di nava komê de û hin kesên din berhev kirine.
Xelîl Xemgîn: Bi stranên xwe yên bi navê Hemzeyê Pehlewan, Nûrî Dersimî, Berxwedana Sasonê, Hogir, Bagok, Hey Çemo, Rista Şehîd bû dengê şehîdan.
Taybetmendiyê muzîkjenên komê çi ne?
Êqbal Hacibî: Ligel aranjekirina kasetên ku komê di sala 1992’yan de derxistine orkestraya senfoniyê jî ava dike. Vê orkestrayê wan salan bandoreke giring çêkiriye û li gelek cihan derketiye ser dikê.
Memo Gul: Amûra wî ya muzîkê ney e. Dîsa li amûrên wekî bilûr, tenbûr, ûd, cumbuş, dahol, bendîr, rîtim û piyanoyê jî dixe. Bi giştî di qederê sed kasetan de wek aranjor û muzîkjen cih girtiye.
Yasîn Poyraz: Pisporê reqsên gelêrî ye û muzîkjenekî taybet e. Die qederê sed kasetên kurdî de muzîkjenî kiriye. Li 25 amûrên pifdanê û herî zêde jî li bilûra lal dixe.
Merdan Zirav: Ew wekî aranjor xwedî pozîsyoneke taybet e. Hunermend ji bo Merdan Zirav wiha dibêjin: Em stranekê dinivîsin û muzîka wê çêdikin. Merdan dixemilîne û naverokeke dewlemend derdixîne. Mînak kasetên Koma Amed (salên 90î) û kaseta Beser Şahîn a bi navê Roj wî aranje kirine.
Ez ji bo Koma Berxwedan li çi difikirim?
Li gorî min Koma Berxwedanê di salên 1983-1995’an de bi rista xwe rabû. Kete rûpelên menewî yên dîroka muzîka Kurdî. Kom, bû dibistanek. ew her wiha bû keleha muzîka şoreşa Kurdistanê.
Piştî sala 1995’an endamên komê li ser karên xwe yên solo sekinîn. Tenê di şevên neteweyî yên wekî 21’ê Adarê, 15’ê Tebaxê û 27’ê Mijdarê de bi navê Koma Berxwedan derketin ser dikê. Tevî ku bi dehan sal derbas bûne, dema ku Koma Berxwedan derdikeve ser dikê, her kes bi hestiyarî lê guhdarî dike. Ji ber ku Koma Berxwedan di muzîkê de dengê şoreşê ye. Em hezar carî malavahiya Koma Berxwedanê dikin ku bû dengê menewiyata me.
* Firaz Baran, nivîskarê pirtûka Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006 e.
[1]