Rista Koma Berxwedan û nameyeke biqedirzanînê
#Kakşar Oremar#
Eşqa Kurdistanê wiha hêdî hêdî di dil û mejiyê min û hezaran kesên din de kemilî û êdî asoyên pêşerojeke tije hêz û hez û xwezî li ber piyê me da xuyanîkirin. Di vê rêyê de ku êdî zimanê me yê îtîrazê li dijî siyasetên dijmin tûjtir dikir, bi qedirnasiyeke mezin dikarim bêjim em gelek deyndar û minetdarê endamên Hunerkom û Koma Berxwedanê ne.
Dema navê Koma Berxwedan dibihîsim destpêka heza ji şoreşekê dikeve bîra min ku bi hatina wê re hêvîyên jiyaneke nû li ber çavên min zindî dibin. Bînin ber çavên xwe awayê jiyana nûciwanekî ku li Kurdistanê najî û hay ji rewşa siyasî-civakî ya welatê xwe nîne, lê dema dengê xweş yê çend hunermendan dibihîse rêbazeke nû ya jiyanê ji xwe re hildibijêre. Êdî pêre jî xwedî armancên siyasî-civakî ye. Ew deng û awaz weke bandora “ava heyatê” bû ku di havîneke germ de axa dewlemend a ku reh û rîşalên guleke têhnû hembêz kirine, av dide û ji mirinê xilas dike. Hez û evîna zarotiyê qedera jiyana paşerojê dide xuyakirin. Newayên ku me bi dengên ji nav Koma Berxwedanê dibihîstin mizgîniya şoreşeke dida me ku siyaseta dijminê înkarker vala derdixist. Ew stran û awazên nebihîstî, manîfestoya jiyana min û gelek kesên din dan diyarkirin. Ji ber ku em hînî dengê wan bûbûn û ji wan hînî gelek zanyariyên nû bûbûn, têhna me hingî dişikiya dema ku berhemekî nû belav dikirin. Ez heya hingî bi eşqa radyoyên Êrîvan, Bexda û Urmiyeyê dijiyam ku babê min bi me zarokên malê dida guhdarîkirin. Me bi stranên Koma Berxwedan, Şivan û Gulistan Perwerê zanî ka Kurdistana mezin çi ye û herî zêde Kurd li kî dera wê dijîn. Me zanî ka em ê çawa ji xewa giran a mirinê hişyar bibin û ka serhildan û berxwedan tên çi wateyê. Ji teva giringtir me zanî ku dema em li dora hev kom bibin dê ala Kurdistanê bilindtir û bihêztir biheje. Her peyva ku ji zimanê wan stranbêjan dihate bihîstin, navnîşana jiyaneke nû ya tije armanc ji me re dida diyarkirin.
Hevalên ji bîr naçin
Wan salan xebatkarên doza Kurdistanê kêm bûn û carna jî dihatin mala me, lê dema yek ji wan dibû mêvan bi zanînên xwe yên kûr û dîrokî mirovî wisa hest dikir ku hemû Kurdistan bi xwe re aniye. Ew keç û xort bi exlaq û pirensîbên xwe yên bilind zû ketin nava dilê gel. Jîr, fîdakar, mutewazî û evîndarên xwendin, nivîsandin û zanînê bûn. Wan dizanî dê çi bikin û çi bêjin da ku guherînekê di feraseta gelî de çêbikin. Li gundan gundî, li bajaran bajarî, li civatan têr û tûrkê wan tijî, xwedî zanyariyên nû bûn. Vê rewşê liv û lebateke bihêztir xistibû nava jiyana civakê. Êdî hêvî mezintir bûn û ew şikestina şoreşa Barzanî di hestên xelkê de çêkiribû, dikewiya. Bêguman ev kesên ku wiha hêz didan me gerîla, şervan û şoreşgerên li serê çiyayên Kurdistanê bûn. Çantê wan li piştê û her dera ku diçûnê xelatên herî giranbûha, stranên Kurdî diyarî dikirin ku ji hêla dengxweşên bênavnîşan ve hatibûn gotin. Me nedizanî ew stranbêj kî ne, bergên kasetan pir sade bûn û derbarê wan da zanyariyên nivîskî gelekî kêm bûn. Ew tenê xwediyê dengê xweş bûn ku hêza xwe ya mezin didan diyarkirin. Ji min re xelata herî bihagiran kaseteke Koma Berxwedan û hunermendên din bû ku min bi sedan caran guhdarî kir. Gelek pirs diketin ber aqilê min, dîsa bersiva wan li cem wan hevalên hêja bûn. Silêman (Îmam Husên Bilgîn), Bedran, Mistefa, Yeqûb, Ehmed Aktaş, Sakîne, Rojîn, Fûad, Şehîd Sefkan û bi dehan kesên din ku heya roja îro jî şîret, daxwaz û rastiyên wan ji bîra min naçin.
Wê pêvajoyê di jiyana min de ne bi gotinên felsefî û giran, lê belkî bi awaz û helbestên wan dengên xweş dest pê kiribû ku tev ji me re dengên nû bûn. Bi rêya wan me Cegerxwîn, Dildar, Mihemed Şêxo û gelek kesên din nas kirin. Beriya wan dengê Eyaz Zaxoyî yê germ bi wan stranên wî yên tije peyamên veşartî û muhtacî analîzê bûn ku hêdî hêdî mejiyê min û sedan nûciwanên din leqandibû. Ew li ser kutirkujên Mehabad û Şêx Seîd distra û tim diqêriya: “Çi bikim ez?”
Eşqa Kurdistanê wiha hêdî hêdî di dil û mejiyê min û hezaran kesên din de kemilî û êdî asoyên pêşerojeke tije hêz û hez û xwezî li ber piyê me da xuyanîkirin. Di vê rêyê de ku êdî zimanê me yê îtîrazê li dijî siyasetên dijmin tûjtir dikir, bi qedirnasiyeke mezin dikarim bêjim em gelek deyndar û minetdarê endamên Hunerkom û Koma Berxwedanê ne.
Dema ku weke xwendevanekî di nava hevalên nas û nenas de rûniştinên me çêdibûn, bi rêya bihîstinê û piştre bi dîtina dîmenên wan, bi rêya kasetan tim gotineke me ya nû hebû. Mêtîngerî çi ye, dagirker kî ne, asîmîlasyon tê çi wateyê; Dêrsim, Botan û Efrîn li ku derê ne, bakur ji kîjan aliyê Kurdistanê re tê gotin û... hwd. Tev ew mijar bûn ku ji me re nû bûn. Me bi rêya dengê wan hunermendan zanî ku êdî li Kurdistana mezin “pêvajoyeke nû” dest pêkiriye û erkên giran li ber me jî hene.
Rista Koma Berxwedan û nameyeke biqedirzanînê
Sal derbas bûn û êdî peyamên nûtir jî hatin. Şerê çekdarî, HRK, Egîdê fermandar, ARGK, manîfestoya PKKyê û mizgîniyên wekî “Ji serxwebûn û azadiyê birûmetir tiştek nîne...” em ji rewşeke nû ya li welat haydar kirin. Her kar û kiryar dê li gor dema xwe bên nirxandin, pîvandin û analîzkirin. Ji me kesên çavgirtî re ew deng û peyvên ku ji zimanên wan bi ser mejiyên me de dibarîn, tev nû bûn. Rê û heza me ya ji bo Kurdistanê, naskirina zaravên Kurdî, erdnigarîya welat, hevgirtina Kurdan, daxwazên dîrokî û bi dehan tiştên din bi rêya hunera şoreşê bûn hesretên ku heya roja îro jî ji dilê me derneketine. PKKyê û rêberên wê baş dizanîn ku şoreşeke zanistî û Kurdistanî lazim e ku divê piralî be û şaxên wê dewlemend bin û ji hêla herkesî ve bêne dîtin. Ji ber wê jî em di nava Koma Berxwedanê de Kurdên ji çar aliyên welatê xwe dibînin. Ev di xana muzîk û hunera Kurdî ya protestoyê de jî destpêka pêvajoyeke nû bû ku îro êdî bûye xwendingeheke dewlemend û xwedî bandor li ser hemû çînên civaka me. Ew pêvajo ji salên 1980yî heya 1990î pir xweş meşiya û li rex şerê çekdarî û xebata siyasî bû hêzeke mezin a menewî-siyasî ku dijmin har û dîn kiribû. Dewlemendiya ziman û hunera Kurdî bi wan dida selmandin. Vê yekê bi serê xwe gelek destkeftiyên din afiradin ku ya herî girîng hatina keç û xortên dengxweş bû ku bi evîneke mezin berê xwe dabûn qada xebatên hunerî. Di nava berhemên wan keç û xortan de em pirî caran stran û sirûdên stranbêjên Koma Berxwedanê ji nû ve dibihîsin. Ev selmandina wê rastiyê ye ku ew hunera şoreşê di wan salên reş û bêdengiyê de li ser civakê xwedî bandoreke pir baş û erênî bûye. Gelo êdî di wan salan de ku tije şer û xwîn, berxwedan û serhildan bû, pêwîst nebû ku ew mîrateya dîrokî roja îro bêtir bê gotin û belavkirin? Ma ew nebûn ku hêza Kurdên Ewropa û Kurdistanê bi hev re girê dan û li dijî dijminê dagirker anîn qada xebatê?
Min xwest wekî qedirnasî û spasbêjiyekê girîzgaheke wiha bikim. Ne ku li gor derfet û îmkanên demê ji nava dil û hestên min derketin ku dîsa li vir dubare dikim: Di wan salan de ne ewqas radio hebûn ne teknîka ragehandinê bi hêz bû ne jî qêrîn û hewarên Kurdan dihatin bihîstin, lê keda Koma Berxwedan û bi taybetî hunermendên wê yên şehîd qet û qet ji bîra dîrokê naçe.
Rexne û daxwaz!
Min berê jî li ser Koma Berxwedan rexne nivîsîne, wan dubare nakim û li vira amaje bi hinekên din dikim. Min di vê nivîsê de tenê 11 xalên rexneyî lê tije daxwaz raxistin ber çavan. Li ser vê mijarê rexne û nêrîn pir in, bes bila vê carê evqas bin û yên din bimînin bo derfeteke din û nivîseke dirêjtir:
• Çima vê koma şoreşgerî li pey wê bandora mezin û berhemên giranbûha karê xwe berdewam nekir? Çima niha Koma Berxwedan bûye Koma Bêxwedan? Kî bû an kî bûn sedema hilweşîna vê koma ku dengê şoreşa Kurdistanê bû û serdemekê digotin em ê bibin sefîrên hunera Kurdî ya şoreşgerî?!
Min heya roja îro jî ji zimanê yek ji endamên wê komê bersiva xwe nebihîstiye!. Hinek kes bi awayekî dûr ji lojîkê dibêjin: “Di nava komê de her endamek bi serê xwe hunermendekî serbixwe bû. Hinek deng jî hev nagirin û li hev nayên. Ji ber wê jî me xwest em karekî nûtir bidin dest pêkirin...!” Gotinên wiha ji min û gelek kesên din re nabine bersiv. Ger deng li hev nedihatin we dikarî hûn stranbêjên amator ji nava komê derxînin û ciwanên deng xweş, perwerdekirî û bihêz bînin nava xwe?
• Dema kar bi hev re bê meşandin, hingî berhemên bihêz û dewlemendtir di nava xelkê de belav bikin. Hez û rêzdariya ji bo karê komî ji ya takekesî gelek zêdetir e. Gelo endamên komê di wan pêşwaziyên germ ên di şevên pîrozbahiyê de ku ji bo Newroz, 15ê Tebaxê û salvegera damezrandina PKKyê û hwd, dihatin lidarxistin bi wê rastiyê nehesiyabûn ka çima gel ji wan hez bike? Ger xwe ker û kor nekirana û qîmeta nêrînên gelê li dora xwe zanîbûna, wan qet û qet nedipejirand ku ew kom belav bibe. Siyasetmedar an kesên din jî ne xwediyê wê rayeyê ne ku li ser rêbaza wan hunermendan biryarê bidin ku ji wan zêdetir tên hezkirin.
• Di berhemên Koma Berxwedanê yên berê de em bihayê stranên bi zimanê Tirkî zêdetir ji yên bi zaraveyên Soranî, Kelhurî û Lûrî dibînin. Kızıl Güller Açınca, Hêzil Çayê û gelekên din mînakên wê yekê ne. Ger wan bi nêrîneke dûrbînane li dor hunera Kurdî ya xwedî şaxên rengîn lêkolîn bikirana bêguman dê him berhemên wan zêdetir bûna him jî hêza wan dê zêdetir bûya. Di nava sedan stranên wan de heta stranek jî bi Kelhurî, Lekî an jî Lûrî nayê bihîstin! Yên ku bi Soranî jî hatine gotin di warê ziman de tije kêmasî ne.
• Hinek berhemên ku di 16 kasetên komê de cih girtine wisa xweş û tije peyamên dîrokî û girîng in ku êdî dubare nabin: Hûr Hûr Lêxin Govendê, Gundê Me, Ax Kurdistan, Kurd im Dizanim Ez Kurd im, Lê Amedê, Îro Çerxa Şoreşê, Zara Giyan, Derdo Derdo, Gidî Lolo, Azade Şêrîn, Hey Botan, Arteşa Me Rabû, Dewleta Tirk li Dêrsimê, Şa Be Welatê Min Şa Be, Berfek Barî, Hoy Mamo, Ez Kurdistan im, Ey Welat û hinekên din vê rastiyê diselimînin ku karê kolektîf “hebûn û mayîna” keda mirovan dirêjtir dike. Gelo çima êdî berhemên wiha ji hêla Şemdîn, Xelîl Xemgîn, Zozan û yên din ve nayên afirandin?
• Koma Berxwedan berê xwedî plan û proje bû. Dema komê kasetek derdixist li ser kilamên klasîk, sirûdên netewî û hwd dinivîsî. Bi belavbûna wan û beşdariya dengbêjên weke Marûf qîmeta folklora Kurdî ji her çar alî ketibû nava xebatên komê. Em li benda berhemên din yên bi vî cûreyî bûn, lê êdî hew karekî nû hate bihîstin û kirin!
• Akademiya Koma Berxwedanê, xana muzîka Kurdî ya protestoyê bihêztir kir. Karekî wiha anku bi rêya strana protestoyî şerekî din jî li dijî dijmin hat dayîn. Ev ji hêla hunermendê navdar Şivan Perwer ve çêbû û hinek berhemên wî û Gulistan Perwerê jî hene ku programa hereketa bakurê Kurdistanê eşkere dikin û bi zimanê hunerê vedibêjin. “Deng û Basên Kudistan” yek ji wan kasetan bû ku xwedî bandoreke mezin bû! Mixabin salên piştre Şivan Perwer ji hereketê dûr ket lê di eniyeke din da karê xwe berdewam kir. Pêre jî Hunerkomê di sala 1983an de dest bi karê xwe kir û êdî hunera protestoyê derbasî pêvajoyeke bihêztir bû. Rûberê wê berfirehtir bû lê hê jî nebibûne xwediyê wê hêzê ku li her dera Kurdistanê bêne naskirin. Kêbirkiyeke mezin kete navbera wan û ev jî bi xêra şoreş û hunerê bû. Li vir pirsa sereke ev e: Çima zêde xwendevan di dibistana Koma Berxwedanê de nehatine pewerdekirin? Çima di komcivîn, konferans û kongireyan de nifşê nû û ciwanên dengxweş pirsên bêhejmar li berpirsên Komê dikin? Ji sala 1983an û şûnde çend “dengên nû” ketin nava komê? Ji rojhilat, Kurdên Xorasan û Kurdên başûr çend endamên nû hebûn?
• Pirî caran min bi hunermendên li derveyî Koma Berxwedanê re hevpeyvîn û hevdîtin pêk anîn ku bi gilî û gazin digotin: “Hinek endamên wê komê bûne rêgir ku em di karê xwe de pêş bikevin. Heta teklîfa me ya endamtiyê jî di nava xwe de red kirin. Di hemû helkeft û çalakiyên hunerî de tim singê xwe dane pêş û di ragehandinê de jî zêdetir rûyê xwe dane xuyanîkirin. Ne hevkarî dane me ne jî hiştin em jî dengê xwe bigihînin gel. Ew bi xêra ragehandina aliyekî siyasî nabe ku li dijî kesên din xwedî helwest bin. Em jî Kurd in û ji şoreşa Kurdistanê hez dikin. Sansûr li dijî me sepandin û îmkanên şoreşê tenê ji bo xwe bi kar anîn. Bi vî awayî bûne sedema bêdengî an jî paşdemayîna me.” Cîhanbîniya hunermendên xwedî îdîayên şoreşgerî divê fireh û gerdûnî be. Xwezila ew mentalîteya nerast di xeta hunerî ya vê komê de nebûya. Em ê jî îro ne di vê rewşê da bûna.
• Rûdanên ku li Kurdistana dagirkirî diqewimin di salên berê de zêdetir bala Koma Berxwedanê dikişandin. Carna soz û awazên wan birînên di nava hestên xelkê de dikewandin, lê nêzî bîst salan e ku ne ji bo Berxwedana Kobanî ne ji bo fermana Şingalê ne jî ji bo şoreşa Jin Jiyan Azadî û gelek mijarên din em dengekî bihêz ji endamên komê nabihîzin.
Ji xeynî hozan Diyar Dêrsimî ku bi dengê xwe yê şirîn carna ji vê yekê re bûye bersiv, ewên din tim xwe dubare dikin. Hinek jî tenê wek endam xuya dikin lê kartêkirineke piçûk jî nekirine.
• Tevî ku teknolojiya ragehandinê pêş diket ew li cihê xwe diman, belkî paşda man û piraniya wan nekarî medya û torên civakî ji bo bilindkirina deng û hunera xwe bi kar bînin. Yanî di çarçoveyeke teng de him bêperspektîf man him jî gelek endamên wê nekarîn piştî belavbûna komê li ser piyên xwe bisekinin.
• Hinek endamên komê zêdetirî 40 salan e li Ewropayê ne, lê mixabin min hêşta konsereteke wan bi hunermendekî Almanî, Fransî an jî Îngilîz re nedîtiye. Gelo ger ew kom mabûya di pêşerojê de dê nekarîbûya pêngaveke wiha jî hilîne? Ev yek nedibû sedema zêdetir nasîna huner û pêre jî doza siyasî ya Kurdistanê?
• Di karê kolektîf de şêwr û hevkariya helbestvan û rewşenbîran dikarîbû asta kar û xebatên Koma Berxwedanê zêdetir bike. Lê komê weke kadroyên rêxistinekê, bi civînên xef biryarên xwe dan. Ev jî bû sedem ku asta wan ya rewşenbîrî kêm bimîne û pêş nekevin. Ji berê heya roja îro nehatiye dîtin ku cudatî di navbera hunermend û rewşenbîran de hebin. Ew her du jî mukemilên hev in, lê ger hûn baş bala xwe bidinê di hemû berhemên Koma Berxwedanê de helbesteke Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Cizîrî û dehan şairên din yên Kurdistana mezin nayên dîtin. Ji wê zêdetir jî xwendina wan ya pirtûkên bi zimanên din gelek ji yên bi zimanê wan yê zikmakî zêdetir e. Em vê yekê di hevpeyvîn, nivîs û daxuyaniyên wan de dibînin. [1]