Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,327
Wêne
  112,121
Pirtûk PDF
  20,585
Faylên peywendîdar
  106,859
Video
  1,596
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,812
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,274
عربي - Arabic 
31,932
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,655
فارسی - Farsi 
11,171
English - English 
7,786
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,807
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,363
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,769
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,747
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,158
MP4 
2,660
IMG 
205,841
∑   Hemû bi hev re 
240,986
Lêgerîna naverokê
Jiyaname
Mîna Acer
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke h...
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û...
Ji dûriyê dengê Kurdistanê tê: Koma Berxwedan
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Ji dûriyê dengê Kurdistanê tê: Koma Berxwedan

Ji dûriyê dengê Kurdistanê tê: Koma Berxwedan
Ji dûriyê dengê Kurdistanê tê: #Koma Berxwedan#
Mehmûd Demîr

Stran û helbestên gelêrî ji bo parastina nasnameya gel roleke giring dilîzin. Koma Berxwedanê di albûmên xwe de cih da gelek stranên gelêrî yên wekî “Baran Barî”, “Zozan Zozan” û “Çoxê Mino” û bi saya vê yekê gelek stran hatin parastin, ji aliyê hunermendên cuda ve hatin gotin û gihiştin roja me.
Li her derê dinyayê, ji ber zordariya serdestan gelên bindest mecbûr dimînin ji axa xwe derkevin û li welatên cuda bibin penaber. Bêguman jiyana penaberan ji her aliyê ve dijwar e. Pirsgirêkên wekî nijadperestî û kedxwariyê li wan welatan jî derdikevin pêşiya wan. Di wan şert û mercan de helbet parastina hebûn û nasnameyê karekî zor e. Lê belê, em dibînin ku gelê Kurd bi hêz û îradeya xwe, li her derê dinyayê dengê xwe bilind dike, têkoşîna xwe dide nasîn û xebatên xwe yên kurdewar didomîne. Koma Berxwedan jî yek ji wan mînakan e ku bi dehan hunermendên welatparêz li Ewropayê kom bûne û him ji bo parastin û pêşketina çand û hunera Kurdî, him jî ji bo danasîna tevgera azadiya gelê Kurd ked dane, bi dehan albûm amade kirin û dengê wan çil sal in hê jî di guhê me de ye. Stranên Koma Berxwedanê bi şêweyên cuda tehm û hestên cuda dide mirov. Di vê nivîsê de ez ê di bin sê babetên sereke de li ser stranên Koma Berxwedan hûr bibim.
Bêhna Xaka Welêt
Hin stran hene ku dema li wan guhdar dikim, çavên xwe digirim û ew min tînin çiya û zozanên Kurdistanê. Di albûmên Koma Berxwedanê de gelek stranên bi vî rengî hene û ez dixwazim çend mînakan bidim. Ez ê bi “Oy Kurdistan”ê dest pê bikim, ji ber ku di vê strana kurt de em him rewşa Kurdistanê, him jî hesret, têkoşîn û hêviya gelê Kurd bi hev re dibînin:
Pir salan man em bindest,
dijminê xwînxwar serdest
Oy Kurdistan Kurdistan navê te çi şêrîn e,
dinya alem dizane em şer dikin ji bo te
Ji bo serxwebûna te, mezin bûye şerê me
Em ê dijmin derxînin, ji ser çiya û erdê te
Stran û helbestên gelêrî ji bo parastina nasnameya gel roleke giring dilîzin. Ji ber vê serdest her tim êrişî wan dikin. Wekî mînak, gelek stranên Kurdî ji bo Tirkî hatine wergerandin û bi salan wekî stranên gelêrî yên Tirkî hatin nîşandan. Herwiha, stranên Kurdî hatin qedexekirin û di dawet û şahiyan de jî dewletê nehişt ku gel stranên xwe bibêje. Li dijî vê zordariyê, Koma Berxwedanê di albûmên xwe de cih da gelek stranên gelêrî yên wekî “Baran Barî”, “Zozan Zozan” û “Çoxê Mino” û bi saya vê yekê gelek stran hatin parastin, ji aliyê hunermendên cuda ve hatin gotin û gihiştin roja me. Li gel vê mîsyona xwe ya giring jî, ew bi gotin û awazên xwe me li gund û bajarên Kurdistanê digerînin.
Bêguman em nikarin di nivîsekê de behsa hemû stranan bikin, lê stranek heye ku naxwazim bêyî wê li ser vê mijarê biaxivim, ew jî “Gundîno Hawar” e. “Gundîno Hawar” him bi gotinên xwe him jî bi dengê efsûnî yê hunermend û şoreşgereke mezin Hozan Mizgîn bandoreke mezin li mirov dike. Dema şoreş û huner tên cem hev, bandoreke xurt tê afirandin. Hozan Mizgînê jî bi awayekî bêhempa, şoreş û hunera xwe anîbû cem hev. Straneke din a bi vî rengî jî “Ax Sebra Me Welat” e. Ev stran jî her tim hestên cuda dide min lê herî zêde hesreta welêt di dilê min de mezin dike:
Tu tim dilxweş be, tu car te ji bîr nakim
Keç û xortên dîlan ji bo te şer dikin
Welatê min, canê min, ax sebra dilê min
Di vê babetê de mînaka min a dawî “Bihar Xweş e” ye. Helbesta Cegerxwîn bi dengê Xelîl Xemgîn hesreta bêhna kulîlkên Kurdistanê nîşan dike. Bêguman Newroz û hatina biharê ji bo gelê Kurd xwedî wateyên kûr in. Ev stran jî ji bo biharê gaziyek e:
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar?
Dengê Têkoşînê
Wekî min di destpêkê de gotiye, em dikarin armanca Koma Berxwedanê bi du nuqteyên sereke yên wekî pêşketina çand û hunera Kurdî û danasîna tevgera gelê Kurd pênase bikin. Ew di salên ewil ên tevgera azadiyê de hatibû damezrandin û stranên xwe wekî xebatên dîroka devkî, dîroka tevgera azadiyê qeyd dikirin.
Em dikarin gelek mînakên wekî “28ê Adarê”, “Xortên Kurdistan”, “Partîzanê Me” û “Warê Me Ceng e” bidin. Di van stranan de him behsa berxwedana tevgera azadiyê tê kirin him jî ew gazî gelê Kurd dikin ku tevlî têkoşînê bibin. Hemûyan bi rîtm û gotinên xwe kelecaneke mezin afirandin, di şahiyên gel de cih girtin û hê jî bi heman kelecanê tên guhdarkirin. Li vir dixwazim mînakekê bidim ku dema navê Koma Berxwedanê dibihîzim cara ewil ew tê bîra min, ew jî “Lêxin Birano” ye. Ew helbesta Keremê Anqosî ye û Koma Berxwedanê bi dengê xwe ew kiriye efsaneyek:
Lêxin birano lêxin
Ala sor bilind e
Kurdistana azad
Çi qas xweş û rind e
Gelek hunermendên cuda di Koma Berxwedanê de xebitîn û ji ber vê yekê em di stranên Koma Berxwedanê de şêweyên cuda dibînin. Ev di berhemên wê de dewlemendiyekê diafirîne. Him di vê babetê de him jî di mijara şêweyên cuda de dixwazim “Şervan im” mînak bidim. Em di vê stranê de dengê Rotînda dibihîzin. Rotinda wekî hunermend û şoreşgerekî xwedî şêweyeke taybet e û di muzika Kurdî de bêguman xwedî cihekî taybet e. Ev stran jî him bi bikaranîna enstrûmanên cuda him jî bi terza Rotînda her tim coşeke mezin dide min.
Berxa min sond dixwim dema tu şehîd bikevî ez ê şînê nedim govendê bigrim,
Serê min bilind, dilê min xweş, ez ê bêjim keça min bû bûka welatê xwe
Di vê babetê de wekî mînaka dawî, dixwazim dîsa straneke bicoş û navdar “Lê Amedê” bidim. Amed bi dîroka xwe bêguman di dilê gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e. Ev stran silavekê ji Amedê re dişîne û îro jî em li her qadê wê dibihîzin:
Navê te pirr şêrîn e tu keleha berxwedanê
Paytexta Kurdistanê lê Amedê Amedê
Silaveke bi Kurdî ji bo cîhanê
Li gel stranên kurdewarî û li ser berxwedana gelê Kurd, em di stranên Koma Berxwedanê de rihê berxwedana enternasyonal jî dibînin. Bêguman ew bi xwezaya tevgera azadiya gelê Kurd re têkildar e. Em dikarin mînakên cuda yên wekî “Marşa Enternasyonal”, “Stêrka Sor” û “Serfiraz Kin” bidin. Ew li hemû dinyayê bi zimanên cuda hatibûn wergerandin û bûbûn sirûda berxwedana gelên cuda. Koma Berxwedan jî li gel stranên wekî “Hey Şoreşgerên Kurdistan”, “Ey Reqîb” û “Herne Pêş” cih dide stranên enternasyonal û ji şoregerên cîhanê re silavên tevgera azadiya gelê Kurd dişîne:
Karistanan em in, li zeviyan em in
Em in jînê çêdikin
Ziman yek e ji bo me, dîn yek e ji bo me
Wekî ji dê û bavek hatin
Strana “Kurd im, Dizanim Kurd im” li vir mînakeke gelekî baş e ku tê de em him hişmendî û nasnemaya netewî ya gelê Kurd, him jî berxwedanên gelên cîhanê dibînin. Bêguman piştgiriya enternasyonalîst îro jî ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê hêviyeke mezin diafirîne. Ez dixwazim nivîsa xwe bi gotinên vê stranê bi dawî bikim:
Bigihim Komara Kûba Guevara can bikim
Kurdistana Sosyalîst wek Vîetnam şîn bikim
Em ji wekî Vîetnam serbixwe ji bindestan
Divê bang bikim serbestî, bijî kurd û Kurdistan
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://politikart.net/ - 12-11-2024
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-12-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Kurtelêkolîn
Pêxember Birahîm ji bav û kalên kurdan bû?
Kurtelêkolîn
Di kesayeta Kurdî de xwendina realîst
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Şaristaniya kevnar a Kurdistanê
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Diya Ciwan
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Obelisk Kêle Şîn li parêzgeha Soran, sal 800 berî zayînê
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Mîna Acer
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Zimanên Hindo-Ewropî ji Kurdistanê şîn
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Sîsa Mecîd

Rast
Jiyaname
Mîna Acer
20-09-2024
Sara Kamela
Mîna Acer
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
21-09-2024
Aras Hiso
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
22-09-2024
Evîn Teyfûr
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
13-10-2024
Sara Kamela
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
22-11-2024
Sara Kamela
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,327
Wêne
  112,121
Pirtûk PDF
  20,585
Faylên peywendîdar
  106,859
Video
  1,596
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,812
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,274
عربي - Arabic 
31,932
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,655
فارسی - Farsi 
11,171
English - English 
7,786
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,807
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,363
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,769
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,747
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,158
MP4 
2,660
IMG 
205,841
∑   Hemû bi hev re 
240,986
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Kurtelêkolîn
Pêxember Birahîm ji bav û kalên kurdan bû?
Kurtelêkolîn
Di kesayeta Kurdî de xwendina realîst
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Şaristaniya kevnar a Kurdistanê
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Diya Ciwan
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Obelisk Kêle Şîn li parêzgeha Soran, sal 800 berî zayînê
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Mîna Acer
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Zimanên Hindo-Ewropî ji Kurdistanê şîn
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Sîsa Mecîd

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!