Xelîl Xemgîn: #Koma Berxwedan# berhema Şoreşê Bû
Berrin Ünsal
Xebatên Koma Berxwedanê, sala 99’an jî têde, lê bi taybetî di salên 97-98’an de êdî gihiştin asteke têr û tijî. Piştî salên 92-93’yan bi telîmata Rêber Apo, bi keda wî, li derveyî welat salê carekê konferanseke çandê pêk dihat ku ji her aliyê Kurdistan û cîhanê pisporên çand û hunerê, rewşenbîr, wêjekar beşdar dibûn. Di van konferansan de rewşa hunera Kurdî dihat nîqaşkirin û encamên pir bibandor derdiketin.
Huner carna hemû hêza xwe ji bo kesên ku ew kirine hedef bi kar tîne û di encama vê yekê de hebûna xwe li ser vê bingehê ava dike. Hemû gotinên xwe li dijî bêdengkirin, jinavbirin û “tunekirin”a li dijî xwe dibêje û hebûna xwe qahîmtir dike. Koma Berxwedanê jî li dijî vê tunekirinê hebûn, huner, çand û muzîka netewa Kurd raxist ber çavan û şiyana parastina civaka xwe nîşan daye û heta demeke dirêj jî ev erka xwe bi cih anî. Di demên gelek zehmet de muzîkeke gelek serketî îcra kiriye. Wan tevî şexsîbûna xwe û avaniya populer ya civakê, îcrakirina hunera kolektîf berdewam kirine û di hişê milletê xwe de hunereke asokûr înşa kirine. Her wiha zimanê Kurdî ku giringtirîn hêmana hebûna milletê Kurd e bi muzîka xwe bi pêş xistine. Di dema avabûna xwe de bandoreke rasterast li ser jiyana gelek însanan kir û roleke mezin di warê çand û hunerê de lîstiye ku di têkoşîna milletê Kurd de li dijî kolonyalîzmê bivênevê ye. Me jî xwest em li ser vê komê careke din bifikirin ku di dîroka têkoşîna Milletê Kurd û Hereketa Kurdî de ciheke giring digire û niha tê paşguhkirin. Di vê çarçoveyê de me xwest em ligel Birêz Xelîl Xemgîn biaxivin ku yek ji kevintirîn endam û damezrînerê komê ye ku di vî warî de xwedî taybetmendiyeke dîrokî û arşîvî ye. Birêz Xemgîn, derbarê avabûn, mîsyon, motîvasyon û armanca komê de behsa gelek xalên giring kir ku mirov dikare demeke dirêj li ser biaxive û nîqaş bike. Hin tişt di gerdûna xwe ya sembolîk de bi hezaran gotinan rave dikin. Koma Berxwedan jî ji aliyê dîroka têkoşîna Hereketa Kurdî ve nîşaneya sembolîzmeke wiha ye.
Fikra avakirina Koma Berxwedanê çawa peyda bû? Kom, di pêvajoyek çawa de û li ser çi esasan hate damezrandin?
Şoreşa Kurdistanê dema di bin rêberiya PKKyê de bi rê ket, dixwest her beşeke civakê bixe hereketê û bi vê armancê biryara avakirina saziyeke çandî û hunerî da. Çinku şoreş bêyî xebata çand û hunerî nabe, çand û huner ji bo şoreşê bi qasî çapemenî û ragihandinê giring e. Ji bo beşên cuda yên civakê yên wekî karker, xwendekar û saziyên sivîl tevlî şoreşê bikin û wan bi rêxistin bikin hebûna saziyeke çandî hunerî lazim bû. Fikra esasî ji vir tê, bi gotineke din Koma Berxwedan projeyek bû. Hîn destpêka salên heştêyî de, Rêber Apo, giringiyeke mezin da çêkirina xebateke çand û hunerî. Heta sala 1983’yan, bi têkoşîna şoreşê û bi hewldanên me yên çand û hunerî me li diyasporayê bi navê Hunerkomê saziyek ava kir. Ji navê ewê jî aşkera ye, di bin banê Hunerkomê de komên muzîk, govend û şanoyê hatin avakirin. Li gelek welatên Ewrûpayê xebat kirin û çend şaxên saziyê li welatên wekî Swîsre, Fransa, Almanya û Îskandînavyayê hatin vekirin. Heyanî sala 1993’yan, ku Hunerkom di vê salê de hat girtin, li van şaxan gelek xebatên çand û hunerî hatin kirin.
Karên organîzekirina şevên şahiyê û festîvalan û beşdarbûna festîvalên biyaniyan hemû di bin banê saziyê de çêdibûn. Koma Berxwedan jî beşek ji Hunerkomê bû û beşa herî aktîf bû, kar û barê saziyê giş li ser milê wê bû. Ew komeke hevalan bû ku ji çend kesan pêk dihat. Em dora pênc şeş hevalan bûn, hin caran kêm dibûn hin caran zêde dibûn. Em xwedî roleke berfireh bûn ku me hem xebatên siyasî dikirin hem yên propagandayê hem jî yên hunerî. Her wiha ji bo xebatên rêxistinkirinê jî giring bû ku em biçin seredana şaxên xwe, perwerdeyên wan çêbikin, rê nîşanî wan bidin, bi wan re bikevin nav têkiliyê.
Motîvasyon û mîsyona Koma Berxwedanê çi bû? Tevgerîna karê hunera Kurda li Ewrûpayê têkiliyek çawa bi Kurdistanê re datanî?
Rojeva me şoreş bû, loma, dema me xebatên xwe dikirin, motîvasyona me ya sereke ew bû ku em êş û azarên gel dikişîne, rewşa şoreşê, zehmetiyên ku hene bînin ziman. Tevî ku em li derveyî welat bûn, bawer bikin bi ruhê xwe bi xebatên xwe em li ser axa welatê xwe bûn.
Çinku dema tu nav rêxistinê de bî, karê te 24 saetan xebata civakî ye. Em tim xwe bi xwe bûn. Em li Ewrûpayê bûn lê em qet bi Ewrûpayiyan re nejiyan. Hemû têkiliyên me yên civakî di nav gelê me de bû. Loma vê biyanîbûnê wisa tesîreke mezin li me nekir. Berpirsiyariya me ew bû ku di vê serdemê de ku Kurd nû şiyar dibûn, gelê Kurd hebû lê xwedî li Kurdbûna xwe dernediket, em temsîliyetekê bikin ku rastiya wan bi wan bidin qebûlkirin. Her wiha dema name û helbestek ji gerîlayekî dihat, wisa heyecaneke mezin bi me re çêdikir. Nirxandinên Rêber Apo jî bi heman awayî bûn, çinku herî zêde ew bi vê xebata çand û hunerê re mijûl dibû. Van dikir ku bala me li ser rewşa şoreşê be, em bi ruh û can tê de bûn. Hevalên me ji kêleka me diçûn şehîd diketin, ev dibû motîvasyoneke mezin.
Lê derfetên şoreşê diyar bûn. Ji bo Koma Berxwedanê her kesek ji derekê bi dilxwazî hatibû, me nedikarî em lê mêze bikin ka xwedî şiyaneke hunerî ye yan na. Tenê me digot, tu dixwazî muzîkê bikî ha were stranan bêje. Lê piştre bi demê re hinek ji wan nekarîn dewam bikin, têrê nekirin, hinek ji wana derketin, lê yên herî jêhatî jî wek Şehîd Sefkan, Şehîd Mizgîn, Şehîd Newaf Haco û Şehîd Çiya keda wan gelekî di avakirina vê saziyê de hebû çûn û şehîd ketin.
Hilbijartina stranan, nivîsandina wan di nav pêvajoyeke çawa de pêk hat? Gelek sirûd û marşên Koma Berxwedanê hene, van sirûdan li ser civak û milletê Kurd mobîlîzasyoneke çawa dikir?
Bêguman di her dem xwedî pêvajoyeke taybet bû, vê jî bandor li ser naveroka sirûd û stranên me dikir. Vê jî dikir ku gel berhemên me biecibîne û bi salan ji bîr neke. Stîlên ku me ava dikirin li gor rojevê şêwe digirtin. Bo nimûne strana Lê Amedê yek ji van e ku di 93’yan de dema serhildanan dest pê kir, em hevalên Koma Berxwedanê rûniştin û di nava saetek, diduyan de ew stran wisa hat çêkirin. Gelek bandor kir, piştre di serhildanan de di meşan de di her derî de, di her şahiyên milet da, ev tiştên me hilberandin ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin û tim hatin dubarekirin. Helbet belkî me bi sedan stran çêkirine lê gelî ew ji bîr kirine, yan jî stranên ku tê de zêde giranî tune dihatin jibîrkirin.
Dema em Koma Berxwedanê di nav dema xwe de dinirxînin, em dibînin ku di nav civakê de kartêkirineke mezin li ser çêbûna hişmendiyeke antî-kolonyal çêkiriye. Bi taybet nivîsandina stranên biçoş ên derbarê Kurdan de yên ku behsa serhildan û têkoşîna wan dikin xwedî bandorên mezin in. Dema mirov ji vê çarçoveyê lê dinêre, hûn bandora muzîkê di warê de-kolonyalîzm û antî-kolonyalîzmê de çawa dinirxînin?
Bêguman em hereketekî îdeolojîk in. Berî ku em dest bi vî karî bikin jî strana polîtîk di nava hunera Kurdî de hebû û îro jî heye. Berê şerê eşîretan axa û began, serhildanên Kurdan hebûn ku ew jî polîtîk in û ew jî bûne stran. Hunermendên wek Mihemed Şêxo binavûdeng wan deman dikarîn di çarçoveya sîyasî û kurdewarî de, derheqê nasnameya kurdî û kurdbûnê da berheman çêbikin. Helbestvanên mîna Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Yûsifê Berazî- Bêbuhar, Hejar, Pîremêrd û yên ji serdema klasîk wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî di vî warî de berhem anîne. Ew xwedî bandoreke dûr û dirêj in ku heta îro jî didome.
Lê stîla ku Koma Berxwedanê li ser navê strana siyasî ava kirî bêhtir li ser awayê propagandayê bû. Çinku em di pêvajoya avakirinê de bûn, me dixwest em xwe bigihînin hemî beşên civakê û behsa partiya xwe û armanc û bîrdoziya wê bikin. Loma aliyê me yê propagandayê girantir bû.
Bo nimûne di salekê de sê pîrozbahî hebûn, ango sê demsal hebûn. Çawa ku demsal xwe nû dikin, divê em jî tiştên nuh bikin; sirûd, stran, govend û şanoyê jî xwe li gor wê nû dikir. Me karên nîv-şanoyî, nîv-muzîkal ji bo Newroz, 15’ê Tebaxê û 27’ê Mijarê dikirin. Her demsal wekî hemleyekê bû, me tim xwe ji bo van hazir dikir, kar û xebatên me ji bo van bûn. Her heyvekê şehîdên xwe hene, em difikirin ka em ji bo şehîdan çi bikin. Terza Koma Berxwedanê bi temamî bi rojev û rewşa şoreşê ve girêdayî bû. Belku bi awayekî pir amator dihatin pêşkêşkirin, belkî derfetên me kêm bûn, lê van bandoreke mezin li ser gel çêdikirin.
Muzîk û hunera li dijî kolonyalîzmê ew e ku tu bi rihê berxwedanê li hember wê rabî, dijminî red bikî û li nirxên xwe xwedî derkevî; ango ev meydanxwestin e. Mesela me tenê tiştên dilşewat nedigotin, me digot ka em çawa dikarin bi stran û hunera xwe li hember kolonyalîzmê şer bikin. Me nîqaşa vê dikir û di encama van nîqaşan de me ji van guftûgoyan berhem çêdikirin. Û wek min gotî em di nav şerekî de bûn û me bi van derfetan, di nav şertên pir dijwar de xebatên xwe dibirin serî.
Dema em berê dinêrin em dibînin ku piraniya komên muzîkê, hem ji aliyê hunerî ve hem jî ji aliyê muzîkolojiyê ve tevî şert û mercên zehmet, muzîkeke serketî hilberandine û ligel vê yekê ji aliyê polîtîk ve hişmendiyeke polîtîk li ba civakê çêkirine. Bi nêrîna we çi guherî ku muzîka kurdî ev taybetîya xwe ya çêkirina muzîkeke polîtîk ji dest da?
Belê, çanda keyfê bi pêş ket, em wisa bi nav dikin. Lê ez dixwazim hinekî behsa pêvajoya dîrokî ya vê yekê bikim. Ji bo me, ji bo gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê komploya navtewî derbeyeke gelek mezin bû, ne hêsan bû. Piştî esareta Rêber Apo bêguman me derbe xwar. Çinku wî di vî warî de jî rêbertiya me dikir. Rêber Apo di 98’an de li Îtalyayê bû û çend caran em hişyar kirin. Israr kir û got heger hûn guhertinekê nekin, tiştekê lê zêde nekin hûn ê di cihê xwe de bisekinin. Çinku ev sazî gelek mezin bûye, giring e hûn guhertinekê çêbikin. Divê êdî Koma Berxwedan bibe dibistanek. Bibe koroyeke netewî ku her kes bikare lê stranan bêje. Çinku dinya tevahî hat guhertin, ne tenê em, diviya me jî bi wê guhertinê re hin tişt biguhertana. Em jî ketin nav hewldana vê yekê, lê razemeniyek bo vê çênebû. Belkî heta niha jî tim armanca me ew e lê me nekarî.
Dîlgirtina Rêber Apo bandoreke çawa li xebata me ya çand û hunerî kir, em hinekî behsa wê bikin. Heta sala 2000’î jî ji aliyê hunerî ve serdestî di destê me de bû. Bo nimûne Koma Berxwedanê ji bilî xebatên şexsî yên endamên xwe, yek yan du album çêdikirin. Vêca di kanala dewleta Tirk TRT’yê de bernameyeke muzîkê çêdibû ku stranên têda dihatin gotin bi piranî yên Koma me bûn ku wan dizîbûn û adapteyî muzîka Tirkî kiribûn. Ev hemû di arşîvan de hene hûn dikarin lê mêze bikin. Heta ku stranên me yên radîkal jî gotinên wan guherandin, lê rîtîm û muzîk seranser aîdî me bû. Loma ez dibêjim ji aliyê bandora hunerî ve serdestî li Kurdistanê di destê me de bû. Piştî du hezaran me ev serdestî winda kir, çinku me derbe xwar, saziyên me sist bûn, me serdestiya hin tiştan ji dest da. Di eniya me de êdî razemenî jî çênebû ku vê bandorê çêbike. Di demeke kurt de me bandoreke mezin kiribû, lê me hîn têra xwe negotibû. Çinku me ji bo nifşên dahatûyê terzek ava dikir lê me negihande wan.
Divê em vê fahm bikin, ji 2000’î bi şûn ve me nekarî em xwe nuh bikin. Lê dewletên dagirker, taybetî Tirkiyeyê piştî salên 2000’î sîstema dewletê jî tê de xwe nuh kir. Bi taybetî jî di şerê li dijî Kurdan da, dest avêtin çand, huner, hunermend û saziyên me. Li bakur û başûr gelek saziyên me hebûn, li başûr hinek êrîş çêbûn li ser hêzên Kurdî û saziyên me û heval Çiya li wir şehîd ket. Yanî di van êrîşên dewletan da, bawer dikim piştî 2004-5’an gelek saziyên me hatin valakirin û dewletê heval saziyên me kêşan aliyê xwe. Gelek hunermendên me yên jêhatî ku karên sînamegerî, şanogerî û stranbêjiyê dikirin kişandin birin cem xwe. Bi ser de bi zimanê Kurdî televîzyon ava kirin û li wir em wek terorîst, dijmin û eşqiya bi nav dikirin. Vêca êdî ev tişt bi Kurdî gotin. Yanî ev rastiyek e heta niha jî hin kesên ku xizmeta dijmin dikin hene.
Axir ev giş bûn sebeb ku di nava gel de bi guherîna dinyayê ra meyleke dijîtal çêbe. Ji salên 2000’î û bi şûn ve pêlên postmodern û kapîtalîst her ku çû bandoreke zêdetir li ser civakê kirin. Em wek civakeke bêdewlet, ne xwedî zagonên fermî bûn, loma parastina civakê ji her alî ve pir zehmet bû. Welatên Ewrûpayê, dema ku înternet û karûbarên dijîtal derketin û belav bûn, wan li gor berjewendiyên xwe û parastina civaka xwe ji xwe re hinek qanûn derxistin. Me tiştekî wisa jî tune bû û xwestin bi dagirkirinê her tişta aîdî çanda me xira û talan bikin. Rêber Apo ji bo vê yekê dibêje qirqirina çandê. Di vê qirkirina çandê de bi taybetî ji 2007’an û bi şûn ve dewletên dagirker bi pêş ketin, hinek mewzî bi dest xistin. Dewletan herî bêtir çanda kêfê bi pêş xist, hunermend teşwîqî vê yekê kirin û vê jî naveroka hunerê vala kir.
Wexta ku muzîk ji wan sînorên mekanî yên ku wê ava dikin, dûr dikeve û dema ku muzîk sînorên din ji bo xwe dike mekan, bi ya te ziman di nav wî mekanî de naşibe kirasekî nelihevhatî? Di vê kontekstê de, wexta tu li ser peywendiya sirgûn, muzîk û mekanî difikirî, tu vê babetê çawa dinirxînî?
Bêguman, li derveyî welat bûn, ne wekî wê ye ku mirov di nava gelê xwe de be. Tu çîrokê bi xwe bijî, bi çavên xwe bibînî tişteke din e, tu jê dûr bî û wisa jê muteesîr bibî ew tiştekî din e. Lê muzîka me rastiyeke berçav e ku nîşan dide ka bûyerên li welat çiqas bandorên mezin li ser me kirine. Gelek hevalên me yên ku bi salan em hev du re dixebitîn, diçûn şehîd diketin. Koma Berxwedanê dîrokeke wisa heye. Her wiha me jî bandoreke mezin li ser xort û ciwanan dikir ku belkî bi sedan xort û ciwanî berê xwe dane welat û şehîd ketine. Em bi wan re jiyane, zehmetî me bi hev du re kişandiye, me bi hev du re kar û xebat kirine. Lê tu çiqas bêjî ne wekî wê ye ku mirov li ser axa xwe be, nav gelê xwe be, yanî hewayê welatê mirov jî bandora wê li ser dengê mirov heye, li ser neberata stranê heye, li ser her tiştekî heye, ev bênîqaş e. Lê me tim hewl dida, me digot erê em ne li welatê xwe ne lê em di nav civaka xwe de ne. Hemû kar û xebatên me di komele û saziyên me de pêk dihatin, jiyana me giş wisa derbas bû.
Bêguman xebatên kolektîf jî xebatên giring in, heta salên nodî hem kom mezin bû hem sazîya me û şaxên wê mezin û zêde bûn. Dema me pîrozbahî an jî konserên bi gel re çêdikirin, panzde bîst hezar însan kom dibûn. Mirov dikare bibêje partiyên herî mezin ên Ewrûpayê nedikarîn evqas însanî kom bikin. Lê me dikarî. Ev jî dibû motîvasyoneke mezin, tu dengê xwe digihînî gel. Serdema propagandayê serdema avakirinê bû. Ew serdemên avakirinê pir taybetiyên cuda hene. Tu nû ava dikî, kelecana wê gelek mezin e, zehmetiyên wê gelek mezin in, endamên te gelekî kêm in, bi tişta ku te heye tu dimeşînî.
Niha em li repertuara muzîkal a Koma Berxwedanê binêrin, gelo we dikarî aranje û orkestrayên hinekî din bi terzekî polîfonîk hilberînin? We dikarî înstrumanên hem ji rojava hem jî ji rojhilat bi kar bînin da ku hûn ji potansiyel û dewlemendiya wan sûd wergirin?
Ez ji bo vê pirsê dixwazim kevanekê vekim, niha dema ku şoreşê em anîn li hev du civandin, pîvaneke hunermendiyê tune bû. Gelo Xelîl Xemgîn heqeten hunermend e yan na, dengê wî baş e yan xirab e, gel dê jê hez bike yan neke… Ji bo gel jî wisa bû, ev meşa şoreşê bû, me xwe wisa bi pêş dixist. Gel piştre biryara xwe dide ka kî baş e kî xirab. Ji taybetmendiya hunermendiyê zêdetir me berê xwe dida kurdbûna wan, me dixwest em modela hunermendên Kurd yên ku şoreşger û welatparêz bi pêş bixin. Ev giring e, em fêrî vê dibûn, ku em fêrî wê nebana me nedikarî em van berheman jî çêbikin. Çinku Koma Berxwedan berhema şoreşê ye. Me çiqas para xwe ji wan girtibe, ew jî ji berhemên ku me dane xuya ye.
Di meseleya orkestrayê de jî heger hûn li arşîvan binêrin hûn ê bibînin ku heta salên 92’yan jî em bi orkestrayan derdiketin ser dikê. Bi qasî orkestrayeke pêncî kesî em diciviyan. Em diçûn me muzîsyenên ewrûpî dianîn, me koroyên pirdeng çêdikirin. Me pê dîroka partiyê anî ziman, behsa şoreşê kir. Hingê derfet hebûn, bifikirin heta sala 92’yan me dikarî em orkestrayekê derxînin. Di salon û eywanên binavûdeng de bi awayekî girseyî em dihatin ba hev. Vê bala Ewrûpiyan jî gelek dikişand, lê niha em hatine 2023’yan, em pîrozbahî û sersalên partiyê li eywanên piçûk, heta li salonên daweta, bi înstrumanên biçûk ên wekî orgê yan jî yên elektronîk li dar dixin. Piştre sal derbas bûn, ev derfet êdî di destê me de neman. Ya din jî her ku çû ev aliyê kesayetî derket pêş, êdî her kes bi tena serê xwe bû hunermend, bi serê xwe karî ji xwe re tiştinan bike. Di xebata kolektîf de belkî pir kes ji me tam ne hunermend bûn, pir kes ji me jî di cihê xwe de sekinîn, xwe bi pêş nexistin. Belkî em bi xwe jî ji wan bin, yanî me xwe bi pêş nexist, me xwe negihande wê profîla hunermendiyê ya hunermendê biexlaq û bi her tiştê xwe ji bo civakê dixebite. Temam niyeta me çiqas baş be jî bila baş be, em hinekî di ciyê xwe de sekinîn. Me her tim xwe bi siyasetê ve girt, me aliyê xwe yê teorîk û hunerî paşguh kir. Loma em qels bûn û perspektîfeke xurt wekî ya Rêber Apo êdî tune bû.
Bêguman pêla populîzmê bandora xwe li ser xebata kolektîf kir, her ku çû ew zeîftir bû. Rêxistinbûyîna me jî kêm dibû roj bi roj. Piştî du hezarî şûnda, nêzîkahiya bo vê xebatê her çû hat guhertin, êdî razemenî bo vê yekê çênebûn. Belkî pir caran hewildan jî hatin dayin, lê çênebû.
Niha em wek hevalên Koma Berxwedanê em hatin gihîştin astekê, hinek ji me çil salên xwe di vê xebatê de derbas kirin. Dema em hatin ketin nav vê xebatê em hîn ciwan bûn, di hunerê de dînamîka ciwaniyê pir muhîm e, lê niha her yek ji me şêst saliya xwe derbas kir. Performansa me, aliyê me yê fizikî her tiştê me bi awayekî xwezayî guherî. Bi kurtî dem diguhere û belkî tiştên hîn kûrtir çêdibin, lê ev rastiyek e, di hunerê de tim wisa ye, ji bo hemû dinyayê jî wisa ji bo me jî wisa bûye. Koma Berxwedan berî du sê salan gihişt astekê ku êdî endamên wê nekarîn bi hev du re bixebitin. Me xwest em vê komê dewrî jenerasyoneke nû bikin, wekî dibistanekê yan jî koroyeke netewî ku her kes lê fêrî hunerê bibe, lê me nekarî. Ev sê sal in xebatên Koma Berxwedanê rawestiyane, tevgereke nû jê re lazim e. Da ku bi ciwanên nû re bibe koroyeke netewî û dibistaneke hunerê li benda razemeniyekê ye, ev jî ne hêsan e.
[1]