Serhatiya Dengbêjiyê ya Serhediyekî: #Dengbêj# Memedê Panîyê
Esra Aksoy
Dengbêj Memedê Panîyê hem dengbêjekî pir xurt bû hem jî di heman demê de çîrokbêjekî hoste bû. Wî stranên tu kesî negotine. Wî, berî ku kilama bûyerekê bibêje, pêşî derbarê wê bûyerê de lêkolîneke dîrokî kiriye û piştre jî ev rûdan bi şêwaz û selîqeyên xwe û bi zimanekî herikbar û zelal gotiye.
Dengbêjî, yek ji wan stûnên herî giring yê zargotin û folklora Kurdan e. Hema hema li hemû herêmên Kurdan hunera dengbêjîyê heye û pir berbelav e, lê bi taybetî Serhed wek dergûşa dengbêjîyê tê zanîn. Gelek dengbêjên xurt û gewre ji vê herême derketine. Yek ji wan dengbêjan jî Memedê Panîyê ye. Dengbêj Memedê Panîyê sala 1940î li gundê Girgûsê yê li navçeya Erdîşa Wanê ji dayîk bûye. Ew ji eşîra Memoyîyan e. Dema dêya wî Sîmanperî Xanim û bavê wî Mihemmed Sidîq dizewicin, bavê wî diçe leşkerîya çar salan. Dema ew tê îznê, dêya wî bi halekî dimîne û piştre Memedê Panîyê tê dinyayê. Wextê ku temenê wî dibe sal û nîvek, bavê wî li leşkerîyê dimire û ew sêwî dimînê. Piştî ku bavê wî dimire dêya wî mecbûr dimîne ku bizewice. Memedê Panîyê jî li cem pîrika xwe Perîşan Xanimê dimîne û li cem wê mezin dibe. Ew bi Hesret Xanimê re dizewice ku ji eşîra Hamoyîyan e û ji gundê Girgûsê koçî gundê xalanê xwe dike ku navê wî Panîyê ye. Li wir 1000-1500 donim ‘erd distînê û heta dawîya temenê xwe li wir dimîne. Piştî ku dizewice neh zarokên wî çê dibin, du lawik û heft keçên wî hene.
Piştî ku bavê wî dimire ew heta sêzdeh salîya xwe li cem pîrika xwe Perîşan Xanimê dimîne. Di malbata wî de tu dengbêj tune ne, lê dema ew zarok bû dengbêjê navdar Mistoyê Tofan li mala wan dimîne û gelek dîwanên dengbêjan li mala pîrika wî tên danîn, ew jî bi vî awayî bi stran û kilaman mezin dibe. Memedê Panîyê li ber destê Dengbêj Mistoyê Tofan hînî dengbêjîyê dibe û berê xwe jî wî werdigire. Dema ew tê sêzdeh salîya xwe Dengbêj Filîtê Aktepeyî -ku wî çaxî li Panosê dengbêjekî jêhatî, navdar û giran bû- li wî guhdarî dike û wî teşwîqî dengbêjîyê dike. Bi wî awayî ew di sêzdeh salîya xwe de dest bi dengbêjîyê dike û dibe yekemîn dengbêjê malbata xwe. Kurê wî Hikmetê Panîyê jî li ser şopa bavê xwe diçe.
Dengbêj Memedê Panîyê hem dengbêjekî pir xurt bû hem jî di heman demê de çîrokbêjekî hoste bû. Wî stranên tu kesî negotine. Wî, berî ku kilama bûyerekê bibêje, pêşî derbarê wê bûyerê de lêkolîneke dîrokî kiriye û piştre jî ev rûdan bi şêwaz û selîqeyên xwe û bi zimanekî herikbar û zelal gotiye.
Yanî em bi rehetî dikarin bibêjin ku wî şêwaza xwe bi xwe çêkirîye û di bandora tu dengbêjan de nemaye ji bilî Dengbêj Mistoyê Tofan û Dengbêj Filîtê Aktepeyî. Dema nû dest bi dengbêjîyê dike, heta ku rêya xwe û şêwaza xwe ava dike kilamên Mistoyê Tofan dibêjê; lê piştî ku bi qewet dibe ew bi rêya xwe ve diçe û şêwazekê ji xwe re çê dike. Me got ew çîrokbêjekî jêhatî bû û ew di gelek kilamên xwe de vê hunera xwe bi hostetî nîşan dide. Şêwaza wî bi piranî şêwazeke muzîkal e, lê dema rûdaneke çîrokî vedibêje şêwaza wî nîv muzîkal û nîv pexşanî ye. Berî ku ew serpêhatîyekê bibêjê, li ser wê rûdanê xebatên dîrokî dikir, li esil û fesilê meseleyê dipirsî û piştre ev serpêhatî bi dengbêjî digot. Kilamên wî yên wek Evdo û Seyrê, Senem Xan û Îzzedîn Beg, Xezala Mendolaxa, Xecê û Sîyabend, Xelo û Xelîl Beg ji bo vê taybetîyê mînakên baş in.
Dengbêj Memedê Panîyê li Herêma Serhedê pir bi navûdeng dibe û di dîwanên axa û begên wek Nadîr Beg û birayê wî Memed Beg, Xalis Begê Lawê Evdilmecîd Beg, Hacî Begê Wecdîn Axa, Azad Beg de dengbêjîya xwe îcra kirîye. Ew kêm caran beşdarî dawetan bûye lê ew dawet jî dawetên axa û began bûne. Li ser daxwaza axayan ew diçû daweta wan û kilamên xwe digotin. Ji ber ku jixwe rewşa wî ya aborî pir baş bû tu carî bi pereyan hunera xwe îcra nekirîye. Wî di ciwanîya xwe de li Erdîşê otelek standîye û sih salan ew otel şixulandîye. Gelek dengbêj li vê otelê diman û dîwanên xwe li wir datanîn, bi vî awayî têkilîyeke xurt di navbera wan û Memedê Panîyê de çê bûye. Dîwanên wî pir qelebalix bûne û hema hema 20-30 dengbêjên navdar li hev kom dibûn û kilamên xwe digotin. Li van dîwanan dengbêjên wek Şakiro, Nûredînê Meter, Tahirê Xaralîyê, Keremê Osîya, Sidîqê Şêxwelîya, Mistefayê Cangoran, Sidîqê Bozo, Ahmedê Heliksan, Hacî Medenî, Adil, Celalê Bafîya, Mala İsmaîl, Îsmaîlê Dirankûmik hwd. cih digirtin.
Wî emrekî têr û tijî derbas kiriye lê wek hemû Kurdan xem û kula milletê wî tim li ser dilê wî bûye. Ew di heftê salîya xwe de bi nexweşîya pençeşêra mîdeyê ketiye û di 5ê Hezîrana 2012an de koça xwe ya dawîyê kiriye.
Ferzende Beg
Hey...
Ax were lê lê lê lê.. Ax lê lê lê lê ... Ay...
Ay axa şereqê li mecrê min , li xazirê derdîwanê
Ay axa şereqê li mecrê min li xazirê derdîwanê
Sebebê bavê rezîya, serekê qaçaxa ji malê siwar dibû dayê
Refê Romê qerfê xeftanê herzêfê bi sê ferza li navtenga xwe ya ziravik dayê girêdanê
Dayê ca rabe, heyfa min nayê, li kuştina mêra dayê, sirgûnê mala bavê min, devê Mûradê berhema agir berdanê
Lê dayê heyfa min tê li wê heyfê... Wey...
Lê dibê du heb namûsên mala min, ji êvara xwedê de manê.
Hele Rewşayê Berîvanê hele lo lo lo… ax. lo… lo...
Dayê bavê min kanê ...
Ax de lo, lo, lo, lo... Lê, lê dayê sebebo...
Asyayê kire gazî bo mesayî kurî bira ez ê bi xopana qazî derketî ber paca me, ji êvara Xwedê de ava şemanî bi kanîya ber biharê tê li ser mere li min li min...
Belê dayê derdê hikumeta Romê, ji seba li serserê min evdalê min sê Evdilbaqî kirine.
Heyfa min nayê li kuştina mêran, dayê heyfa min tê li wê heyfê du heb namûsê mala Hesen ji êvar de bûne esîrê dîlê...?
Ey... Hey!...
Kilama Hecî Elî Gundê Qaçaxa (Zelzeleya Çaldêranê)
Miqederatî îlahî ne tev tîne serê meriva. Meriv nizane dinya çawa tê ê çawa here. Ez îşev li Sozkûnê li mala xalê xwe yî Kamil mêvan im. Ji bona xatirê şerefa wî û tevî cemaeta rûniştî hazira ve “arqadaş” miletê me ye li wî jêrê eva kilama hanê me derxistiye, ji bona “acîya” memleket bibe tarîx, were gotin. Ez ê vê kilama han jî ji bo xatirê Mihemed Sidiqê kurê xalê xwe bibêjim. Ev jî dîsa ji bona “depremê” ye, “yanliz” eva şexsî tê gotin. Merivekî ji min ra ew şandibû, gotibû tê ji min re bibêjê.
Heyyyy! Ay .. ax ey ey ax rebenê ..
Axx Çaldêranê wî wê wêranê wey Çaldêranê ax wî wêranî wî oy oy ax wêranê, werano ez ê bişewitim Çaldêranê ketim serê heft rîya ye, li xopana Çaldêranê ketim serê heft rê w rêyanî, ji nedîva ha, ha şitêva erdhejîyayê, ax xanî manî nemayê li pîyayê minê re narînê birîndara ji derdê van kuştîyayê; ax heylayê dayê mê, hey layê dayê mê hey ay.. ax… Dayê wezê ketim şewita Çaldêranê serê Şaxayê binêre li van tîran, li van derdan, li van daxayê şewitî ye. Arîkele hatîye xwarê, pê re Gundê van Qaçaxayêê.. Ax lê hay lêê, ax lê way lê...
Ez ê bişewitîya Arîkele ketim tu cî nîne, ez ê bi xopana Arîkele de ketim, tu cî nîne, min dî, Hecî Elî pê ra pê de kir qêrîne. Go, xema min, kom û kifletê min kes nîne, pişta min jî ketîye qudimê çokê min tu nîne, de lê mala Hecî Ehmed li mehla jêrîn e. De lê biratî pir şêrîn e, bira gurê serê çîya nebîne, xeber ji mala birayê min tu nîne, çîyê xema min tu nîne. Xema min birê û keça, a xesûrêy peza mala mîratê nîne. Heyfa min tê li Cesîm zavayê teze, gelo heye yan tu nîne, kesê tune cewabekî ji min re bîne, ax lawo wî de lawoo.. ax.
Way lê her du dayîka te rîjîyayo êê… kevir li ser kevir nemayo êêê, bûka serbixêli li pişt perdê de mayê.. Hay dê hê lawoy, lawoyy.. Wî de lawo, wî de lawoo..
Birano, ez ê bişewitî Arîkela ketim, bira tu binêre serê jêr e, ez ê bi xopana Arîkelê ketim serê jêr e… Hecî Elî dibê pişta min şikestî wezê mame li bendî wê re.. Haja min tune ji taxa jêre, kesê me tune rabe siwar be cewabê bere, li cem Xezalê Xezala Arîkelê mê re devê mala bavê te şewitî ye, li hewara, cotê bira li bavê me ra mala mîratê we re, hijdeh nifûsê bavê te maye li bendî wê re, heyfa min nayê bi kerîyê peza, ax berîyê keça bi tenê li mane. Pezî nêr e.. Ax e wayê wayy... Lawo, lawo, wax, axx..
Wey birano, em ê depremê ewil xerab kiribû, qeza Çaldiranê, bira tu binêre, paşê xopana Mûşê. Ax li min delîlê, li palê pûşê, birano cesedî Nazê birê...
Bûye qêrîna jin û zara, dê davêje dergûşê, ax ewa yêê, birayê... Kevir nema li ser kevirayê...
Bêne Xezalê bira were virayê, bira xezûrê fenayê gurayê, tişta hatiye serê me, bira nehata serê van kevirayê, ax ê lê lêyy.. la lêyy ax lê lê.. dayê uy uy .. ax..
Xezal dibê ez ê bişewitîya Çaldiranê, ketim ber bi bayê apo, wezê bişewitîya Arîkele sekinî, min dî erdhejîyayê yê. Çavê min serê çilê çîyayê min dî dûman safî bû ne hewar e, min go bavê min ê bi hewara min were. Min dî nehatiye bavo, ne birayê. Ez hatime şewitîya Gundê van Qaçaxêyê, ez ê sekinîm derê mala bavê xwe min dî, ne koşk, ne seray ne xano mano, ne bînayê...
Herê heyfa min nayê li kuştina hijdeh nifûsê mala bavê min kalemêrê barê, nipîra dîya mi, heyfa min tê, li Cesîm zavayê teze zavayê hejdeh rojayê, Hinna zavetîyê li destayê, min ji yadê birayê xwe derxistiye, nizam cinazê bûka serbixêlî l’ku de mayê ax heyloy birayê wî heylo, heylo birayê...
Halê xweyîka te bû halê guraya yê. Ya ku hatîye serê me bira nehata serê van kevirayê.. Ax heylo lê birayê, wî heylo birayê yê, ûûûûyyy...
Birano! Ez ê bişewita Arîkele Gundê Qaçaxa ketim li ber rojayê, îro tu binêre li dem û dezgehên mala teze, li xal û xalîçê Îranê, cotên tifinga li rastê, hespa bavo li sîtila? van rojayê.
Lê heyfa min nayê li pîra dêrikalê bavê li komî kufletê bavên tev a maye li bin axê da yê.. Heyfa min tê li bûka teze, li zavayê birayê biçûk, axxx dibê zavayê hijde roja yê… Ax heyloy birayê ax lê heyloy birayê oy..
Ez ê bişewitya Gundê Qaçaxa, diketim tu cî nîne, Hecî Elî kir qêrîne, go ca Xezalê were bêje, ji mala bavê te kê heye kê nîne..
Heyfa min tê li bûka teze, li zavayê birayê biçûk ax êêê... dibêje zavayê hijdeh rojayî. Ax heyloy birayo, wî da hey lo birayê..
Erê bişewitîya Gundê Qaçaxa, dikete tu cî nîne, Hecî Elî kir qêrîne..
Go îja Xezalê were, bêje ji mala bavê te kê heye, kê tu nîne.. Cesîm zavayê teze ji bin axê derîne. Cinazê zaveyê teze, xortê dest henne neêşîne. Erdhejekê li me çêbû kevir li ser kevir nebîne. Ji êvar de pişta min şikest, çi apê te li ber tavîya berfê dibîne, bira kevir halê apê te nebîne. Lo tu mizgîna Cesîmê min ji min re bîne. Mi lazimî mala halê dinyalikê nîne, kuştina Apê te li ber çavê min tiştek nîne, berxê birayê min zava ye, welle yaşê apê te gişkî ne.
Ax, hey loy birayo, wî hey loy birayo ...
Ez ê rabim îro kaxizekê binvîsim, Erdîşê û Patnosê nava komên van şairaya yêê, her şa’rekî memleketî şerqê bihata viraya yêê..
Bira Memed xelkê Panîyê ber serê min bisekinîya, ji min re têr bigota ez ê bigirîyama, bira ew têr bistrîya yê..
Ax, hey loy birayo.. wî hey loy wayê...
[1]