Karê Hevbeş… Asteng û Pirsgirêk
Nûşîn Bêcirmanî
Ji despêkê de, di xwezaya xwe de mirov li hev dicivin, bi hev re karan dikin da ku xwe ji metirsiyan biparêzin, çi serma, bahoz û baranan be, çi li hember cinawerên hovane yên jiyana mirovan dikin bin gefa xwe de, be; Bi hev re nêçîr dikirin, şikeftên xwe tekûz dikirin û li hemberî bobelatên xwezayê radiwestiyan….
Ev dîroka dûr û dirêj, ji qonaxa nêçîrê, kedîkirina cinaweran, şivantî, çandinî her wiha qonaxên din ta îro roj, ev şaristaniya ku mirovayetî gihayê, bê guman ji encamên karê hevbeş yê di navbera mirovan de ye.
Karê hevbeş, bihtir ji karê kes, komele, partî û saziyekê ye, ev rengê kar, hewcedarî kes, partî, milet û dewletan e , bo bicîkirina armancên hevbeş di navbera tevan de; armanc bi xwe jî dibe ku demkî be an stratecîk be, bo guhertina jîwerê ku tê de dijîn, bal bi xweşî, şahî û kameraniyê ve.
Di dîroka tevgera Kurdî de li #Rojavayê Kurdistanê# , mînakine berçav û balkêş ji alavên karê hevbeş hene, di qonaxine giring de hatin damezrandin, çi demkî bin an jî qonaxane bin, tim jî yekrêziya kurdî encamine hêja û bi nirx anîne holê weke: Hevbendiya Dimokrat a Kurd li Sûriyê ya li sala 1986’an hatibû avakirin, …..Diwem, Partiyên tevgera kurdî bi hev re, karîbûn di sala 1990’î de derbasî hilbijartinên perlemana Sûryê bibin û di encamê de sê berbijêrên xwe bigihînin perlemanê….
Ji hêleke din ve, di sala 1991’ê de, piştgiriya serhildana Kurdistana başûr kirin, ji miletê kurd li rojavayê Kurdistanê, alîkariyên diravî, cil û xwarin civandin û ji wan re rêkirin…
Mînaka sêyem encûmena (Tevaya Partiyên tevgera Kurdî ) bû, di serhildana Qamişlo sala 2004’ê de, karîbû serkêşiyê bike û alîkariyê bi malbatên pakrewan û birîndaran re bike.
Çarem, di şoreşa Sûriyê de Encumena Niştimaniya Kurdî hate damezrandin û bi Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê re Desteya Kurdî ya Bilind damezrand û di rêkefta Dihokê de jî Lêvegera Siyasî ya Kurdî hate avakirin.
Bê guman, ew gavine balkêş û rewa bûn bo xizmeta doza gelê Kurd, lê mixabin berdewam nekirin û rawestiyan, hêviyên ku milet li ser wan girêdidan, bi sedemine ne rewa li ber bayê çûn, di serê wan de ezezîtiya partiyan bû.
Eger, em xwendineke zanistî û siyasî, lê bikin, bi gelemperî em dikarin di hundurê çend xalên sereke de van sedeman bidin xuyanîkirin:
1- Bikaranîna çanda karên tekane û berberiyê ji dêvla karê tevahî û mil li mil… Her aliyek nemaze yên xurt- dixwaze bîr û boçûnên xwe bibe serî, da bikeve xizmeta berjewendiyên wî yên kesane, an jî yên partiyane de .
2- Peydanebûna rêveberiyeke lêhatî û çalak, da kar û xebatê di ber armancên vî karê hevbeş de bike, ev xal bi xwe cihê metirsiyeke mezin e, dema ku ev rêvebirî lerz û sist be, tu carî hêvî li ser nayêne girêdan, û wê tu qezincan jî bi dest nexe.
3- Hêz û şiyanên heyî naxin cihê xwe yê lêhatî de, da bikeve xizmeta armancên karê wan, endamin ji wê komîtê dimînin bê kar , di encamê de serêş û astengan di pêşiya hevkarên xwe û karê hevbeş de, çêdikin.
4- Gelek caran, jimara komîta rêvebir bihtir e ji ku tê xwestin, dibe ku ji her aliyekî endamek be, wilo pilan di bin masan de tên hûnandin, tenê mebest ku kesê çalak û jîr di wê komîtê de ji cihê biryarê dûr bikin, em gelek mînakan jî dizanin û me dîtine.
5- Peywendiyên di navbera komîtê bi xwe de, qels in, û di asta herî kêm de ne, ji ber wê jî, nabin yek dest û yek dil li hember cîbicîkirina hêviyên milet, lê berûvajî vê, û ji bo rehên berberiyê xwe berdin xwar, pilanan dihûnin, di encamê de kar li bin guhê hev bikeve.
6- Destêwerdan û pilanên derve, da ku van aliyan berdin pêsîra hev, çi bi piştgiriya siyasî an jî ya diravî; bêbaweriyê di navbera wan de biçînin, da qels bibin, û tim hewcedarî Karê Hevbeş …Dûmahîka wan bin, an li gor berjewendiyên wan hêzên derve bin .
Bê guman sedmine din jî hene, lê ev yên sereke bûn….
Ne veşartî ye ku ev sedemên jorîn, hemû li bejna karên hevbeş yên tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê tên!… Gelê kurd bi gelemperî û bi taybetî tevgera wî ya siyasî, hewcedarî çanda karê hevbeş e, ew karê ku pêwîst e liv di ber armancên wî de bibin – di encamê de- ew armanc û hêvî wê yên gelê Kurd bin…….
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66’an de hatiye weşandin 15.8.2017 GOTAR
[1]