Pêvajoyeke Nû Li Deverê…
Nêçîrvan Rojava
Weke ku tê dîtin , cîhan tev dikele û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Suryayê jî li dar e. Hemî olperestên cîhanê li rex me kom bûne û doza vegera demên reş li me dikin.
Ji dîmenên ku rojane çêdibin ,agahiyên ku mirov dikare ji navbera xêzikan derxîne û ji nûçeyên çapemeniyê ; mirov dikare tê bigihêje ku êdî destpêka dawiyê li hêzên radîkal tê.
Tevî nûçeyên ku ji çapemeniyê re tên ragihandin , rastiya wan ji 100’î kêmî 10’an e.Dibe ku hêj jî demeke baş dom bikin,lê piştî erkên ku li wan hatibûn spartin pêk anîn, yek dikare bibêje ku dawiya wan nêzîk bûye .
Hêzên Suryaya Demokratîk ku wekî HSD tê naskirin, xwe weke hêzeke yekgirtî eşkere kir ; tevî ku ji gelek hêzên cuda pêk hatiye û ji pêkhateyên #Kurd# û Ereb jî , lê dîsa bi rîtmekê pêş dikevin ku hîn li cem gelek artêşên dewletan peyda nebûye.
Her kes dizane ku serkêşên vê hêzê , Yekîneyên Parastina Gel in,xwediyên pirojeya Netewaya Demokratîk . Gelo ev rêxstin û hêza HSD’ê diyar nake ku ev piroje hin bi hin bi ser dikeve?
HSD weke hêzeke rêxistinkirî û dûr ji netewperestiyê ,hişt ku dewletên mezin hevkariya wê bikin û peymanan pê re girê bidin.Turkye , tevî hemû hewldanên xwe nikarîbû têkiliyên HSD’ê û Hevbendiya Navdewletî qut bike. Heta ku gihaşt wê astê ku rojane berpirsyarekî Tirk derdiket û li ser ragihandinê digot ku YPG beşek ji PKK’ê ye , PKK jî weke tê zanîn ku weke hêzeke teroristî li cîhanê hatiye tewanbarkirin, lê dîsa jî peywendî di navbera HSD’ê û Hevbendiya Navdewltî de man.
Rojane çek ji Hêzên Suryaya Demokratîk re tên ,ji hêla Hevbendiya Navdewletî ve ku Emerîka serkêşiya wê dike . HSD ya ku hêzên Kurdî stûna wê ne, berê wê li rêzgarkirina Paytexta DA’IŞ’ê ye “Reqa” û çavên cîhanê tevî li wê gavê ne. Gelek jîrbûn jê re nave da mirov bizane ku Emerîka dewleta herî bibandor e di cîhanê de û tekez hevalbendên wê jî dê hinek ji hêza wê bigirin, tevî ku em dizanin ku têkilî û peymanên Emerîkayê berjewndiyan bingeh digirin, lê dîsa ne kesekî ku bihêz , siyasî û hevgirtî be ; têkiliyan pê re nake . Bijartina Emerîkayê ji Kurdan re tevî ku bê razîbûna dewleta Tirk bû, geşbîniyekê ji Kurdan re pêş dixe.
Îro roj YPG nûnertiya cîhanê dike û bi tena xwe li pêş hovên DA’IŞ’ê disekine . Piştî ku tenê parastina xaka xwe dikir weke li destaneya Kobanê hate dîtin . Îro ji asta parastinê derbasî asta êrîş û rizgarkirinê bûye. Ragihandina qonaxa rizgarkirina Reqayê, di 6 . 6 . 2017’an de ji hêla HSD’ê ve jî , vê xalê tekez dike. Raqetandina Qeterê ji dewletên bendavê , destpêka pêvajoyeke nû diyar dike .
Qeter a ku desteka leşkerî û lojstîkî dida hêzên radîkal û destê wê di xirabkirina gelek dewletên derdorê de hebû, îro bi tenê maye .Gava destnîşankirina roja refirandomê li başûrê Kurdistan jî , hêviyeke mezin û geş ji bo pêşeroja Kurdan bi xwe re tîne.Ev bûyer erêkirina ne rasterast a dewletên mezin li ser serxwebûna Kurdistan diyar dike û kêfxweşiyekê li her çar parçeyên din çê dike.
Di van guherîn û veguherînên ku bi lez li cîhanê çêdibin de, divê Kurd baldar bin da ku mafên xwe qezenc bikin .Pêwîst e ne tenê çav li hevkariya Emerîkayê bin,lê belê yekgirtina mala Kurdî pêk were da ku meqsed û mebest yek be , anku xewna bav û kalan “Kurdistana rengîn” be.
[1]