Kurd Û Siyaset
Mihemed Şêxo- Almanya
Tê xwestin ku li kîjan devera Kurdistanê biserketin hebin divîbû ew aliyên din jê re alîkar bin, çawa rola Pêşmergan li #Kobanî# pîroz bû û rola YPG ê li Şingalê pîroz bû divê şandeke Kurdî ji bo gufûgoyên li ser Sûriyê çê dibe ku ev şand nûnertiya miletê me bike hebe û baweriya gel bi pêşengiya wî vegere.
Her milet li gor karîn û derfetên xwe rê û şivîlan bo çareserkirina bobelatên xwe peyda dike, yan di çarçoveya hemdema xwe de lêgerîneke balkêş dike amanca xwe da bighêje devera daxwazkirî.
Miletê Kurd jî siyaset ketiye hestiyên wî de yan ev tişt bûye dax li ser aniya wî nivîsiye, heme ku yek bibêje ez Kurd im di cî de Tirk, Faris û Ereboşk wî bi tawana heyîna wî gunehbar dikin û dibêjin niha wê ew doza mafê xwe bike …û dibêjin xwezî Kurd nebane!!!
Piştî hilweşandina Imbratoriya Mîdya miletê Kurd her dem xwe parçekirî dîtiye, wek mîrnişîn, êl û ol û bi her awayî hewl daye xwe ji bin xiniza dagîrkeran rizgar bike lê berjewendiyên van dijminan her dem ew bû ku Kurd tarûmar bimînin, wan hemî rikberî û nakokiyên xwe didan pişt xwe û pir dek û dolab tanîn serê milatê me yê bêxwedî, ma em ê civînên çarqolî navbera Tirkî, Iraq, Iran û Sûrî de jibîr bikin!!!
Gelek şoreşên me li Bakur û Başûr hatin pengizandin lê her dem ji bo egera olî yan ya êlî ta demekê dihate vemirandin ta komarên mezin ku siyaseta cîhanê dinexişînin rehên xwe berdan herêmê bi taybet Kurdistan, û dîse li gor berjewendiyên xwe rojên reş yan hin çirûskên azadiyê bi ser welêt de dihatin berdan mîna Komara Mehabad û şoreşa Berzanî.
Nifşên nû ji bizava rizgarîxwaz bi şêweyê kar ne razî ne, lê hîna biryar di destê nifşên damezrêner de ye ji ber gelek sedeman:
Hin ji kesên destpêkê bi felsefe û aydyolociyeke Markisî gelek kes li dor nerînên xwe civandine, lê ev tewer hate parçekirin û bû çîvar çîvar ji ber surişta civakê, fişarên dagîrkeran, û di dawî de van xwe di nav nerîna netewî de pişaftin.
Hin in dî bi rastgoyeke belî berê xwe dane armancê di riya dîmokrasî û hestê netewî re û pir qizinc bidest xistin ji aliyê cemawerî û netewî ve, lê ji ber destwerdana neyaran û neyekrêziya rêxistin û hêzan biryarên qels dihatin standin, çawa hin destên xwe tavêjin Sûrî û Iranê û hinin dî jî berê wan li Tirkî û Europa ye!!
Di navbera van her du feraşan de milet hate hêrandin, çol û beyaban jî bi dest gelekan nakeve ku xwe lê bigrin, namaze ku Daîş qirêjiya nerînên xwe yên reş verîşandiye û fermana heftê û çaran hate serê miletê me yê Êzîdî li Şingala birîndar.
Tê xwestin ku li kîjan devera Kurdistanê biserketin hebin divîbû ew aliyên din jê re alîkar bin, çawa rola Pêşmergan li Kobnî pîroz bû û rola YPG ê li Şingalê pîroz bû divê şandeke Kurdî ji bo gufûgoyên li ser Sûriyê çê dibe ku ev şand nûnertiya miletê me bike hebe û baweriya gel bi pêşengiya wî vegere.
ُ[1]