Deqerûtî Tê Fêmkirin
Şêrko Ebdulrehman
“Bêarî Tê Fêmkirin”
Amerîka ji axaftinên diplomatîk fêm nake, ji kesên xwedî axaftinên nerm fêm nake, Amerîka ji mirovê diplomatîk yekcar fêm nake, Amerîka ji mirovê deqa rû fêm dike, ji axafinên bi hêrs baştir fêm dike û hîs dike ku ew mirov xwedî doz e. Ew welatê rojavayî yên şivantiya çêlekan dikirin, ji mirovê bêar fêm dike û gotûbêja bêşermî digihêje hestên wan.
Lewma pêwîst e ku têkiliyên kurdan û bi taybet parastvanên me, lehengên YPG & YPJ’ê li ser vê bingehê tevbigerin. Ez ne şîretan li wan dikin ew bêtir karê xwe dizanin, lê belê xwendina wan ji rewşa têkiliyên navdewletî û bi taybetî têkiliyên ligel împeratoriya Amerîkî nayê fêmkirin, weke mînak hêzên YPG, YPJ digotin em naçin operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê çimkî em ji êrîşa tirkiyê bi gumanin, ji ber ku pişta me ji tirkiyê nerast e û dibe ku dewleta tirk êrîşî me ji piştê bike! Lê di dawiyê de ev hêza piraniya xwe kurdî ye û nûnertiya rûmeta gelên Rojava dike ragihand ku ew ê ligel hevpeymana navdewletî ya li dijî Daîş´ê tevlî operasyona Reqayê bibe. Nûçeya kampax û karest jî ew e; ku gumanên hêza me ya rewa û xwedî tecrubeya herî zengîn di cihê xwe derket û faşîzma dewleta tirk û bi taybet dîktatorê bi navê Erdogan artêş û balafirên xwe ligel çeteyên ji bermayên artêşa azad şande ber bi Mibijê û anha gundên hawîdorê bi tundî topbaran dike, mirovê sivîl şehîd dikivin û gund wêran dibin. Ev êrîş jî yekser piştî ragihanina hêzên YPG´ê derbarê vekişandina ji Minbicê de; da, ku tevlî operasyona Reqayê bibin. Gelo Amerîka garantî nedabû kurdan? Gelo çima Amerîka bi awayekî eşkere helwesta xwe derbarê dagirkeriya dewleta tirk ji xaka Rojava re; diyar nake??!! xwedêgravî kurd û Amerîka hevalbendin. lê di heman demê de amerîka û tirkî ji hevalbendin û alîgirin!
Ji xwe qaşo rêjîma sûrî deqerûtî derbas kiriye û erdên di nava sîrnorê fermî (ango çêkirî) yên dewleta xwe nabîne yan bi kêfxweşî firotiye tirkan! Û zimanê rewşê û halê hazir dibêjin ku hevalbendên rojavayî, çavên xwe girtine. ew hevalbend û alîgirên azadiya mirovan anha bi planên xwe mijûlbûne û mîna derfeteke zêrîn li wêranê dinêrin.[1]