Dem Li Benda Me Namîne
Nûşîn Bêcirmanî
Partiya yekemîn a kurd li Sûriyê di 1957ê yî de hate damezrandin, partiyên ku parçe bûn ji destpêka parçebûnê û ta îro roj; kêm , zêde, biçûk, mezin, çalak an jî xiloxavî…..Tev li ber ezmoneyeke dîrokî ne, ji ber gelek egeran ve:
– Endamên partiyan ne ew endamê salên 60î û 70ê yî ne; ne ji aliyê xwendin û zanînê ve û ne ji hêla pêşketina tevaya aliyên jiyanê ve, eger serkirdeyên partiyên kurdî di vê xeyalê de bin, gerek , em (FATIHÊ) li ser tevgera kurdî bixwînin .
– Guhertin, nîşana herî sereke ye di vê demê de, eger em weke berê bimênin, an jî mejiyê serkirdeyên kurd, weke Cebsînê lê were û guhertinan nepijirînin, jixwe em ê li paş demê bimînin.
– Derfetên siyasî û leşkerî yên li ber miletê me ne, bê guman dê neberdewam bin ta dawî, wê lomê gerek em ji dest xwe neberdin û berjewendiyên taybet û partiyane, di ser yê giştiyane re negirin.
Di gel van egeran, mixabin, partî û çarçewên me li hev nakin, li dij wilo bê sînor şerê hev dikin … Mixabin siyasetmedariya me bûye bendîtiya berê, ( Mehmûdkî û Itmankî) bi xwe ye; her partiyek an çarçewek yê din weke neyar dibîne, gelek ji wan , bi şev û roj kar dikin da yê din tawanbar bikin û ha..ha li ser ragihandinê belav bikin, da ew bi tenê( weke xewna dibîne) ji kurdayetiyê re bibe nîşan û simbol….. Di encamê de dijminên doza kurd bi tenê sûdê jê werdigrin…!
Ta kengî, ev nakokî û piroblem wê di navbera partî û çarçewên kurdî de hebin? bihtir ENKSê û TEVDEM …. Ta çi qonaxê gelê kurd wê bendewarê lihevkirina wan be…….ENKSê, di gel rêz û hurmetê, dijminatiya TEVDEMê û Rêvebiriya xweser, ji xwe re erk û karê herî li pêş dibînin, û hewl didin ku ev Rêvebirî û destkeftiyên ku bidest xistine, kêm zêde , wan têk bibin; tenê ji bo tekez bikin ku ev rêvebirî ne li gor qonaxê ye…..Qelenê vî karî jî çi be bila bibe…!
Tevdem jî, dîse digel rêz û hurmetê, rêvebiriyeke tek alî birêve dibe, digel dehê şaşiyan, a din têbînên partiyên ne dirêvebiriyê de jî nabînin, wilo jî tim ENKSê ne weke hevbeşê kar dibînin û ji hêz û partiyan dixwazin beşdar bin, ne hevbeş bin di rêvebiriyê de, jibîr dikin ku rikberiya di çi welatî de, çendî xurt û li pêş be, wilo jî rengê şaristanî ji desthilata wî welatî re dide nişankirin, ya dî her û her serkeftinên gewre bi karê hevbeş tên, ne bi dûrketina ji hev û devavêtinan …!!
Ne tenê ENKSê û Tevdem li Rojava hene, lê belê Partî û çarçewin din jî hene, ne li hêla TEVDEM ê ne û ne li hêla ENKSê ne jî, eger em kurdewariyê bikin, pêdiviye hemû hêz ligor hene, beşdariyê bikin di diyalok û guftugoyên ku bibin di rojên bê de – ne weke hin siyasetmedar, mixabin dibêjin- divê ev partî û çarçewên din, bi ENKSê yan bi TEVDEMê re bin-…..
Em mînakên kurdî bînin ber çavên xwe…. gelo li Kurdistana başûr çend salan vê nakokiyê di navbera herdu partiyên sereke de PDK û YNK, berdewam kir? bi hezaran kuştî di şerê birakujiyê de ketin, bi sedan gund û bajar wêran bûn, bi hezarê hezaran rêbendên saykolocî di navbera wan de berz û bilind bûn… Û li dawiyê lihev kirin…! li ser destê Madlîn Olbirayt, dema destê kak Mesûd Berzanî û Mam Celal Talbanî kirin hev û di encamê de peyman girêdan ku şerê birakujî xêza sor e…..Ewsqas destkeftiyên Kurdistana Başûr, bê goman ji encamên wê peymanê ne.
Bi diyalokeke demokratî, pirsgirêkên me çareser dibin, giring e em zanibin, tevaya rastiyê ne li nik aliyekî bi tenê ye, û ne aliyê din bi tevaya xwe şaş e, na…..Hin li vir û hin li wir heye, ev rastiyeke, tu kes nikare çavên xwe jê bigre.
Dem li benda me namîne, derfetên weha jî her roj û meh nayên….Kurdayetî bila ew bê ya lê pêş, partî û çarçew diçin û tên, lê gelê kurd wê her û her hebe.[1]