Stran, wek xebatên bîrê
Mahmut Demir
#Huner# mendên NÇM’yê bi awayekî kolektîf û armanceke hevpar li ser beşên cuda yên hunerê dest bi xebatan kirin. Gelek komên muzîkê jî li NÇM’yê stranên xwe çêkirin û gelek ji wan hê jî wekî roja ewil di guhê me de ne. Ji wan stranan yên ku herî zêde li ser min bandor dikin jî ew stran in ku hunermendan ji bo bîranîna rêhevalên xwe çêkirine. Ez wan stranan wekî destanên nûjen dibînim û dixwazim çend ji wan bi we re parve bikim.
“Ev mêjû
Wê têkoşînê
Bidomîne helbet”
Rojen Barnas
Di dîrokê de desthilatdaran her tim hebûna bindestan înkar kir, nasnameya wan qebûl nekir û ji bo wan dîrokeke sexte afirand. Yên ku vê dîroka sexte qebûl nakin û hebûna xwe diparêzin jî rastî zilm û zordariyê hatin û tên. Zilma serdestan li her qada jiyanê bi rûyên cûr bi cûr derdikeve pêşiya me, lê divê neyê jibîrkirin ku li dijî vê zilmê têkoşîn jî mezin dibe. Huner jî yek ji wan qadên têkoşînê ye. Hunermend bi berhemên xwe de vê dîroka sexte înkar dike û rastiya xwe nîşan dide. Em dikarin gelek mînakên ji şano, wêje û sînemayê jî bidin lê di vê nivîsê de ez ê guh bidim stranên ku wekî xebata bîrê hatine çêkirin, bi salan in kevn nabin û her car ji nû ve bûyer û lehengên demekê bi bîra me dixin.
Di serî de ez ê berê xwe bidim salên nodî û Navenda Çanda Mezapotamyayê (NÇM). Wekî min gotî, zilm her tim bi rûyên cuda derdikeve pêşiya me. Di salên nodî de jî zilm li gund û bajaran mezin dibû, nûçeyên kuştinên kujernediyar, şewitan dina gundan dihatin bihîstîn. Lê helbet gel jî bi îrade û baweriya xwe bi rihê serhildanan li ber xwe dida. NÇM di atmosfereke wisa de di sala 1991an de li Stenbolê hate damezrandin.
Hunermendên NÇM’yê bi awayekî kolektîf û armanceke hevpar li ser beşên cuda yên hunerê dest bi xebatan kirin. Gelek komên muzîkê jî li NÇM’yê stranên xwe çêkirin û gelek ji wan hê jî wekî roja ewil di guhê me de ne. Ji wan stranan yên ku herî zêde li ser min bandor dikin jî ew stran in ku hunermendan ji bo bîranîna rêhevalên xwe çêkirine. Ez wan stranan wekî destanên nûjen dibînim û dixwazim çend ji wan bi we re parve bikim.
Dema min dest bi nivîsandinê kiribû, min xwest dengê muzikê jî hebe. Min lîsteya xwe vekîr û dibe ku bi bandora mijara vê nivîsê destê min çû Şitla Azadî ya Koma Çiya. Şitla Azadî ya ku ji bo bîranîna çaran û Zekiye Alkan hatibû nivîsandin, bi dengê Alî Temel bi salan in can dide çîroka wan lehengan. Zekiye, Mahmut, Eşref, Necmî û Ferhat li dijî îxanet û teslîmiyetê agir bi bedena xwe xistibûn. Zekiye li ser Sûrên Amedê, çaran jî li Zindana Amedê… Bêguman îradeya wan hêjayî destanan e, Alî Temel jî rêhevalên xwe ji bîr nekirin, xwest neyên jibîrkirin û bi saya Şitla Azadî, wekî min gelek zarokên kurd nav û çîrokên wan lehengan bihîstin. Herwiha dema dengê wî dibihîzim, Alî Temel jî bi bîr tînim. Wî kedeke mezin dabû saziyên çandî û piştî gelek xebatên din bi saz û qelema xwe berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê.
Koma Amed jî yek ji wan komên wê demê ye ku di sala 1988an de li Enqereyê ji aliyê xwendekarên tibê ve hatiye damezrandin û piştî damezirandina NÇM’yê tevlî wê bû û bi sê albûmên xwe di nav klasîkên muzika Kurdî de cih girt. Gelek hunermend di Koma Amedê de xebitîn û Evdilmelik Şêxbekir jî yek ji wan bû. Wekî Alî Temel, Evdilmelik jî hunermend û şoreşgerek bû û ew jî piştî xebatên xwe yên çandî û hunerî tevlî refên gerîla bû. Em dengê wî di albûma yekemîn a Koma Amedê ya bi navê Kulîlka Azadî de dibihîzin. Hemû stranên vê albûmê bêhempa ne lê yek ji wan bi mijara me eleqader e, ew jî “Destana Sîlopî” ye. Li ser besteya Fîkrî Kutlay, Evdilmelik ji bo bîranîna kesên li Sîlopiyê hatin qetilkirin gotinên vê stranê dinivîse û dibêje “Na, na Silopiyê ji bîr nakim, ez ji bîr nakim ey heval”. Ez jî dema guh bidim vê stranê him gelê Silopiyê him jî Evdilmelik bi bîr tînim.
Koma Amedê albûma duyemîn bi navê“Agir û Mirov” jî bi tarzên cuda û stranên hêja li muzîka Kurdî zêde kir. Li gel stranên gelêrî wekî Helîm Can, stranên wekî Jiyanek Nû û Can Feda jî kelecaneke mezin didin mirov. Dîsa di vê albûmê de jî em dikarin mînakekê bo mijara me bidin. Strana Ronahî Bêrîvan ji bo bîranina du keçên Kurd ên têkoşer ên ku li bajarê Mannheimê agir bi bedena xwe xistibûn hatiye nivîsandin. Min cara ewil di vê stranê de navê wan bihîstibû û çîroka wan meraq kiribû. Dema lê guhdar dikim, sankî cara ewil dibîhizim, ji nû ve çîroka wan hîn dibim.
“Yek caran agir dibe ronahî
Yek caran ronahî dibe agir
…
Mezin dibe, dibe derdekî giran
Dişewite, diqîre, dibe Bêrîvan”
Dema cara ewil çûbûm avahiya NÇM’yê wêneyê Saryayê bala min kişandibû. Min ew wêne gelek caran dîtibû lê dîtina wê carê bandorek mezin li min kiribû, ji ber ku ew der mala hunera Saryayê bû. Sarya yek ji hunermendên NÇMyê bû û huner mendeke piralî bû ku li ser şano, folklor û helbestê xebatên wê hebûn û pişt re wekî gelek rêhevalên xwe berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê.
Strana Agirê jiyan
Min ew cara ewil bi strana Agirê Jiyan “Sarya” nas kiribû û pişt re çîroka wê xwendibû. Wek min ji bo stranên din got, strana “Sarya” jî her tim hestekê xurt dide min. Dema lê guhdar dikim eynî wêneyê wê tê ber çavên min û têkoşîna wê difikirim. Dîsa strana Agirê Jiyan “Rehşan” jî yek ji wan stranan e ku wek xebata bîrê hatiye çêkirin. Çîroka Rehşanê jî wekî çîrokên Zekiye, çaran, Ronahî û Bêrivan hêjayî destanan e, îrade û baweriyeke mezin nîşanî me dide. Strana “Rehşan”ê jî bi salan e çîroka wê ji me re dibêje: “Em te ji bîr nakin delalê, tu car tu wextan”
Ji ber ku ji zarokatiya xwe ve ez li wan guhdar dikim û hê jî di guhên min de ne, mînakên min ji wan deman bûn lê helbet stranên bi vî awayî ne tenê di salên nodî de hatin çêkirin. Zilm jî, têkoşîn jî hê jî didome. Em dikarin ji salên dawî jî mînakên wekî “Rûbarê Min” a Mizgin Tahîr û “Li Herî Jorê” a Hunergeha Welat bidin. Ez hemû xebatên bi vî awayî wekî xebatên bîrê dibînim û rola wan a li ser bîra nifşên dahatûyê gelekî girîng dibînim. Herwiha em bi saya xebatên wisa, hêz û girîngiya hunerê jî dibînin. Bi riya vê nivîsê hemû hunermendên ku di riya têkoşînê de can dane bi rêzdarî bi bîr tînim.
“niştimanê, dayîka me gişan!
kurên te yên qemer gîtar û kilêş gihandin hev
nalîna kilêşê radiweste
ew gîtar e distrê her
êvaran
di hundirê her kesî de Evdilmelek
distrê di dilqê gêrîlayekî zana de
baran dibare bi hundirê me de
dilê me dikevê
em çi qas mirî bin, ew qas bedew in”
Kawa Nemir
Çavkanî
Zêmara Derengmayî, Havîn Funda Saç: https://www.youtube.com/watch?v=j0n0ZLM9et8&t=1840s
Sarya’nın şiiri Sarya’nın dansı, Gülcan Dereli: https://www.ozgurpolitika.com/haberi-saryanin-siiri-saryanin-dansi-168169
Bir Şarkıya Manifesto Sığdırdı, İsmet Kayhan: https://www.ozgurpolitika.com/haberi-bir-sar-kiya-manifesto-sigdirdi-111746
[1]