Nediyarî û piçek jî #huner#
Leyla Uyanık
A rast meşa me ya mirovan, zêdetirîn li ser keşifkirina nediyariyan herikiye. Li gerdûnê ev sirra alemê qet û qet xilas nabe. Mirovan her ku hin tişt dîtine-eşkere kirine; vê carê berê xwe dane nediyariyên nû. Ango wek xelqeyan ku heya tu yekî venekî ya din li pey nayê.
“Kesên ku ji dîtina xwe dikeve gumanê
Sivik digire tikayên te
Ger ku roj û heyv biketana gumanê
Wê hema, ji asîmanî winda bibûna
û biçûna”
Nediyarî… Nediyarî yek ji rêgezên kuantûmê yên bingehîn e. Bi qasî ku gumanê dihewîne, ditirsîne ewqas jîmeraq û lêgerînê çêdike, hêviyê dihewîne, kelecaniyekê tîne… Di qada kuantûmê de, jiholêrakirina nediyariyê ango îhtîmala avakirina hebûnê, bi mîqdarê enerjiya tê dayîn ve girêdayî ye. Ji nediyariyên ‘bin-atomî’ bigire, heya yê tevahiya gerdûnê, aşkerekirina van, bi hêza libitandinê ve girêdayî ye. Di nav van îhtîmalan de ango di nav van nediyariyan de, wek mirov-dinya û gerdûnê, jiyana me bi rastî jî tiştek gelek balkêş e. Gerdûnê çima ev diyarbûn, nîşanî me da? An jî me bi xwe -bi enerjiya xwe- ev diyarbûn ava kir?
Ev hinekî jî dişibe jidayikbûna me, ku di nav milyonan hêk û avikan de em gihiyane. Li ser îhtîmala jiyana dinyaya me, lêkolîner Carl Sagan nirxandineke cuda dike, dibêje: “Divê em wilo şîrove nekin ku, ka gelo gerdûn alîgirê me ye, an li dijî me ye? Ew li dijî me bêxem dimîne ewqas.” Ji vê cudatir vê Einstein jî dibêje: “Xweda bi gerdûnê re leyistoka zaran naleyize, her tişt girêdayî hev e û her tiştî wateyeke xwe heye.” Bi vê re Einstein, nediyariyê red nake, lê bêhtir li ser îhtîmala girêdana wê ya bi zanistê re disekine.
Bi rastî jî kuantûmê, serê xwe gelek bi vê rêgezê re êşandiye. Li aliyê din, li gerdûna ku bi qasî serê derziyê zanîna me di nav de yan heye yan jî nîne, ev rêgez hinekî jî serê mirov tevlihev dike. Mezinên me belasebep negotine ku “heya xirab nebe, ava nabe.” Lewma em hinek serê xwe tevlihev bikin, wê zirara xwe nebe. Ango tevliheviya serî nîmetek e û şopên zekayê dihewîne, meraq jî pîroziyek e.
A rast meşa me ya mirovan, zêdetirîn li ser keşifkirina nediyariyan herikiye. Li gerdûnê ev sirra alemê qet û qet xilas nabe. Mirovan her ku hin tişt dîtine-eşkere kirine; vê carê berê xwe dane nediyariyên nû. Ango wek xelqeyan ku heya tu yekî venekî ya din li pey nayê.
Di vê mijarê de, mirovan gelek şaşîtî jî kirine, derew jî hewandine. Mînak heya ku mirovan pê zanîn ku dinya girover e, gelek jê di vê rê de dîn û har bûn û gelekan jê qira hev aniye. Lê vê jî têrê nekiriye, dinya li ser qiloçên gayî hejandine, li aliyê din wek hêk û mirîşk ji hev welidandine. Ango her nediyarî, piştî ku aşkere dibe jî teqeziyê nahewîne. Di kuantumê de wilo xuya dibe ku mirov ji bo tiştekê nikare bêje ku “sedî sed rastî ev e.” Ev rêgez, ne gumana Descartes e ku ji xwe ew ji her tiştî guman dike. Vê rêgezê derveyî zanîna me, zanîna bi milyonan îhtîmalan hewandiye. Ji berhema ‘Kozmos’ ya Carl Sagan em dikarin mînakekê li ser vê bidin. Dibêje “Bêyî wextî têgeha kêliyê, bêyî kêliyê jî têgeha wextî nikare were fêmkirin. Ev tenê ji bo cismên asîmanî wilo nîne.” Û jiyanê didomîne “ger ku di hundirê mezelê de hûn li hevalê xwe yê 3 metre dûrê xwe dinêrin, nexwe hûn hevalê xwe ‘bi halê xwe yê a niha’ nabînin. Hûn halê wî yê beriya hev-dema sed milyon saniyeyî dibînin. Ji ber ku ferqa di navbera dîmenê hevalê we yê aniha û kêliyek berê de ewqas biçûk e ku, nayê ferqkirin.” Bi vê mînakê, mirov dibêje gelo raste rast, an jî tam di kêliyê de em ê bikarin wext û kêliyê zeft bikin? Bi zanîna me ya niha zehmet e, lê baweriyên tesewifî ev zeftkirin bi perperîka çaremîn dîtine. Li aliyê din di kuantumê de, nediyariyên ku qet nikarin werin temaşekirin-çavderîkirin hene. Ev atom û bin ato-mên ku di her çavderiyê de xwe diguherin, ne pêkan e ku kêliyekê tenê jî bên kontrolkirin. Baş e, ka em berê xwe bidin aliyekî din û em bihêlin kuantûm bila bi pişika Schrödinger, li pey nediyariyan bikeve.
Goethe dibêje, “Min mala xwe li ser tinebûnê ava kir, lewra hemû gerdûn ya min e.” Nexwe em jî wek Zerdeşt, çiqilê dara xwe çendî ji me tê hilkişînin jor û bigihînin ronahiyan û tîrêjên wan berdin nava erdê û kokên xwe di kûrahiya tarîtiya nediyariyan de bigerînin.
Dîtinên me bi çavan re sînordar in. Yên ku ligel mêjî dê zanîna me kamil bikin pêjnên me ne. Di roj û ronahiyê de dîtina me ya bi çavan pêşenga me ye; di şev û tarîtiyê de ango di nediyariyan de, ya ku me bi rê ve dibe pêjnên me ne. Di ronahiyê de dîtinên me, ango têgihiştina me ya bi çavan tenê dike ku em her tiştî bi halê heyî bipejirînin û li gor wan xwe bi rêk û pêk bikin. Lê di tarîtiyê de, dîtin encax bi kûrahiya pejnê çêdibe, lewma lêgerîna zanînê xurt e. Ronahî natirsîne, lewma meşa ligel wê, dîtina wêdetira wê êdî bi xwesteka kesan ve girêdayî ye. Lê tarîtî ditirsîne, lewma yan kesan li quncikê xwe asê dike yan jî dixe herikîneke bêserûber. Lê herdu jî, ronahî û tarî, di nav xwe de beşek ji heqîqetê pênase dikin. Ev heqîqet dişibe cismekê û siya wan dişibe mirovan. Nivîskarek, di berhemeke xwe de ji ser Şêx Saîd, pênaseya ‘sî’yê gelek xweş bi lêv dike. Dema Şêx Saîd, bi doza xwe re xurt dibe û nav û deng dide, siya wî ji cisma wî mezintir û biheybettir dibe û bi ser keskî ve diçe. Dema ku Şêx Saîd têk diçe, rengê siya wî ber bi zerbûnê ve diçe. Û kengî sêdar wekî aqûbeta wî li pêşiya Şêx Saîd xuya dike, wê demê siya Şêx Saîd, berî wî winda dibe, dimire. Sî, dem û temenê cismanî bi xwe re dirêj û kin dike. Lê ji bo sî hebe divê ronahî, ji bo ronahî jî roniya xwe biparêze divê siya xwe hebe. Wênesaz jî, di wêneyên xwe de herî zêde li pey siya cisman dikevin. Sî, kûrahiyê dide, wêneyê zindî dike û dixe tevgerê. Ji xêzkirina cisman wêdetir, siyan xêz dike ku cisman temam bike. Di muzîkê de ya ku ji notayan melodiyeke xweş pêk tîne û notayan bi hev re girê dide siya wan a ahengî ye. Dîsa di wêjeyê de bi qasî karekter balkêş û bandorker in, wêjevan ewqas li pêy siya wan dikeve, bi kûrkirina siyê, karakterê xwe xurttir dike. Gelemperî dema ku ji hunermendan tê pirskirin ku, ka gelo sî çawa xebatên wan dewlemend dike, bersiv bi heman awayî dibe: “Ez na, lê huner bi xwe dicebirin…” Ango nediyarî, da ku xwe bîne ziman, hunermendan li pêy xwe dibezîne, bi siyê xwe dîtbar dike û cardin vedigere behra xwe.
Nediyarî malzaroka dinyayeke baştir
Wallerstein, ji bo nediyariyan dibêje : “… Encama min jê derxist ew e ku nediyarî tişteke newaze ye û teqezbûn ger rast bûya, wê ji bo me di warê exlaqî de mirin bûya. Ger derheqê siberojê de em xwediyê agahiyên teqez bûna, wê demê ji bo kirina hin tiştan ji hêla exlaqî ve dê zorlêdan tinebûya. Ji ber ku hemû kiryar dê di nav teqeziya tayînkirî de cih bigirin, em ê bibûna bendeyê hemû îhtîrasan û me dê ji bo berjewendiyên xwe her tişt bi serbestî bikira. Ger her tişt nediyar be, hingê siberoj ji bo afirineriyê, ne tenê ji bo afirineriya mirovan ji afirineriya xwezayê hemûyî wê vekirî be. Lewma ew ê li îhtîmalan ango li dinyayeke baştir vekirî be.” Wallerstein bo felsefeya nediyariyê bingeheke xurt datîne. Li aliyê din, em vê daxwaza bidestxitina rêgeza nediyariyan di hemû cureyên lêgerînê de dibînin. Mîna razên ku her dem li benda keşfkirinê bin, mîna keşfa ku dermanê nemiriyê (ango heqîqetê) dibîne û wê ji destê xwe nerevîn, lê digere. Johannes Keplerê ku wekî kaşifekî di astronomiyê de gera xwe kiriye, bi hiş û hîsên xwe wiha bangî nediyariyê kiriye: “Kesên ku dengê vê senfoniyê dibihîzin, hema kêliyek be jî wê bikarin ji bêdawîbûna demê serwext bin û hema kêmek be jî wê bikarin zewqa Xweda, ew Xwedayê ku hunermendê herî mezin e, tahm bikin… Ez xwe berdidim ber bextê avgera coşa pîroz… Min qalibê wê danî û pirtûkê ez dinivîsim. Ev pirtûk, dixwazî bila niha were xwendin, dixwazî bila di sedsala pêşiya me de were xwendin, qet ferq nake. Mîna Xwedayê ku ji bo peydakirina şahîdekê 6 hezar sal li bendê maye…” Tê gotin ku zeftkirina demê hêzeke xwedayî dixwaze. Ango dem yek ji nediyariyên mirovan a herî mezin û bingehîn e. Lewra zanîna demê, tê wateya nebûna mirinê ango têgihiştina tinebûna mirinê…
Tesewif jî, di dem û nediyariyan de şaxên xwe berdide kûrahiyan. Yek ji mînaka vê ya gelek tê zanîn heye. Dibêje: “Cuang Tzu demekê di xewna xwe de dibîne ku bûye perperikek. Lê dema hişyar dibe nizane ka wî xeyal kiriye ku bibe perperikek an perperikek bû ku dixwest bibe mirov.” Belê xewn an jî xeyal, bin-hiş an jî ser-hiş, pêşdîtin an jî kexanet, keşfkirin an jî bibîranîn. Ev hemû malavanên okyanûsa nediyariyê ne. Mîna kuna reş ku her tiştî bêeman dikişîne nava xwe, di nediyariyan de tiştan safî dike û nîşanî kuna spî dike. Mîna tarîtiya ku, reşahiya xwe ji kombûna hemû rengan pêk tîne, çiqas dewlemendiya rengan hebe, ewqas qemeriya reşahiyê jî dibe. Mîna agirê ku sembola xwedawendiyê ye ku her tişta ku pê re dikeve temasê dişibîne xwe. Çerxa nediyariyê jî ji kombûna her tiştî ava dibe, xwe dizivirîne û ji bo dîtbariyê li qewlê xwe digere.
Nediyarî, di huneran de jî gera xwe didomîne. ‘Da Vîncî’ bi ‘Mona Lisa’yê re diyarî û nediyariyê mehr dike û wek xelat diyarî dîrokê dike. Mozart, di tenêtiyên xwe yên nediyar de têkûziya behremendiya xwe li dar dixe. Nietzsche jî ji bo nediyariyên mirovahiyê li mirovê diyar-tekûz digere. Wêjekar ji bo nediyariyên dil û hişê xwe nifteya dîrok-kes û civakê digere. Di baweriya Ehlê Heq de tê gotin ku di tembûrê de kerameta Xweda heye.
Tê gotin dema xweda mirov çêkirine, surr jî li wan bar kiriye. Lê belê ji ber ku mirov, li ser sonda xwe nesekinîne, ew surr ji mirovan hatiye girtin û pifî li têlên tenbûrê hatiye kirin. Her wiha dibêjin tenê dema ku tu li tenbûrê bidî wê demê dikarî gotin û surrê bi hevdû re biqefêlî…
Ango nediyarî di hunerê de; di wêje, wêne û muzîkê de diyarbûna xwe dide dest. Ger hebûn rastiyek be, jiyan jî dibe hunerek. Her huner ji bo harîqayên xwe biqefêle, dikeve nav tûrikê xwe yê nediyariyan. Di nediyariyan de gerandina parî û perçeyên xwe, bi qasî hêvîgeriyê ewqas jî wêrektiyê dixwaze. Hikmê nediyariyê biçûk nîne, ger tu nekarî wê ji nav tarîtiya wê derxî, dê ew te bikişîne nav xwe. Heya ku li hember windakirinê wêrekî neyê nîşandan; mirov dê nekare deryayên nû kifş bike. Ma gengaz e ku mirov dema tîr û kevana xwe biemilîne, her tim li hedefê bide. Dema av derbas dibe jî, ne av heman av e, ne jî kesê ku ji avê derbas dibe heman kes e. A muhîm ji teqezbûnê zêdetir xwegihandina têkûzbûnê ye û hunermend jî herî zêde li pêy vê ye. Ji bo têkûzbûnê jî, ya ku li pêş huûnermend e, xebatekî bê ser û ber, kedekî mezin e. Dema ku hunerzan bi vê kedê radibe ango dema ji fikra hedefdayinê derdikeve, wê demê ew bi xwe him dibe tîr him dibe kevan him jî dibe hedef bixwe. Wek ku Îbn-î Arabî gotiye;
“ji gerdûna tê dîtin wirdetir kûr ve dakeve çavê min
Ger ez xwedayek bim ku difikirim
Wê demê Xweda bi min re difikire.”
Ango sirra nediyariyan bi saya hunera me diyarbûna xwe temam dike.
[1]