#Sînema# ya şoreşger
Hîcran Bînîcî
Min piştre li filmekî İciar Bollaine yê din jî temaşe kir. Dikarim bibêjim, sekna wê ya polîtîk di filmê duyemîn de hîn zêdetir zelal bû. Di van her du filman de jî derhêner dibe xwediyê helwêsta xwe têkoşîna birêxistinî û berhemên xwe bi vê hişmendiyê diafirîne.
Hevalên me ji min nivîsek ji bo danasîna filmekî xwestin. Wekî tê zanîn ji bo nivîsandina vê mijarê, pêwist e ku filmên nû li pêşiya her kesî werin temaşekirin. Li gorî vê, hevalan dikarîbû di hevdîtina midûriyetê de daxwaza vê yekê ji bo min bikin. Ji ber ku ev pêwistiyeke gelekî girîng e. Lê heval vê derfetê nadin û tenê dizanin bixwazin. Afirîneriya şoreşgeran jî heta cihekî ye. Ez vê nêzîkatiya bêberpirsiyar û nehestyar bi tundî rexne dikim û wan hewaleyî wijdanê xwedawendan dikim. Qey ez jî naxwazim wekî rexnegirên din li ser “Homeland”ê binivîsim. Ez çi bikim, çavên êsiriyê kor bin! Ji neçarî ez ê berê xwe bidim pelên bi toz yên dîrokê…
Min navê derhênerê Spanî Iciar Bollain cara ewilî bi filmê “Çavên min jî bistîne” bihîst. Di wî filmê xwe de wî rahiştibû şideta li dijî jinê, ne tenê ji hêla takekesî, ji hêla civakî ve jî. Bi ya min li derveyî vê xalê, him ji aliyê lîstikvaniyê ve, hem jî ji aliyê afirandina atmosfera hêrsdarî û ev his dida temaşevanan jî. Ji ber wan taybetiyên xwe bi ya min filmekî gelekî serketî bû.
Di sehneya ewilî de, nîvê şevê dayikek û lawê xwe bi tirseke mezin bi dizîka ji malê direvin. Di vê sehneyê de bi milyonan jinên ku hevjînên wan tundiyê li wan dikin, tirs û êşên wan ji kûr ve tên dîtin. Pilar diçe mala xwişka xwe. Hingê mirov fêhm dike ku wê li hemberî hovîtiya Antonia cara yekemîn serî rakiriye. Ji ber ku bi salan e di bin pêkûtiya hevjînê xwe de maye, bixwebawerî û vîna wê şikestine. Ji tirsan hatiye ber sînorê windakirina nasnameya xwe. Ji ber vê yekê, ev gava ku niha davêje ji bo xwebûna wê pirr girîng e.
Pilar vedigere mala xwe
Xwîşka wê jineke bihêz û hişmend e. Nazwaze Pilar bizivire mala xwe û ji bo destpêkeke nû piştgiriyê dide wê. Pilar bi alîkariya xwişk û hevalên xwe hêdî hêdî bi ser xwe ve tê. Piştî çend rojan, derûniya reşbîn ji ser xwe diavêje. Di muzeyeke hunerî de destpêka xebata rêberiyê dike. Têkiliya civakî li ser wê bandoreke xurt çêdike. Bixwebaweriya wê, kêf, coş û girêdana wê ya jiyanê mezin dibe. Bi rastî taybetmendiyên wê yên xwezayî, ji nû ve derdikevin hole. Mixabin ev rewş wiha dewam nake. Antonio dev jê bernade û bi rojan li pey wê diçe û tê. Lêborînê dixwaze, ji bo dawîlêanîna tevgerên xwe yên nerazîbûnê soz dide. Ji bo şikandina hêrsê dest bi terapiya komî dike. Pilar piştî ewqas pêkûtî û tundiyê, hê jî ji hevjînê xwe hez dike û dixwaze jê bawer bike. Ji ber vê dîsa dizivire mala xwe. Antonio di serî de li ser soza xwe disekine. Ji bo guherandinê hewl dide. Bi awayekî baş nêzî Pilarê dibe. Xencî çûyîna terapiyê, rewşa derûniya xwe bi rojane dinivîsîne. Bi min be, film di rastiyê de piştî van bûyeran dest pê dike. Derhêner pirsên gelek balkêş û girîng bi temaşevanan dide pirskirin. Gelo ked dayîn, niyeta baş, xwesteka nûbûnê û hezkirin têra guherandineke bingehîn dikin? Yan jî, qalibên zayenda civakî ku hezar salan e bandoreke xurt li ser civakê kiriye, bi hewldana takekesî tê şikestin û hwd.
Wekî tê texmînkirin; ev film bi paşîneke şad bi dawî nabe. Di filmê de sahneyeke balkonê hebû. Dema min li wê temaşe kir, min xwe bi xwe pirsî, gelo êşkenceyeke ji vê xerabtir heye yan jî dibe? Him ji hêla wateya xwe ya rasterast him jî ji hêla wateyên metaforîk ve gelek bandorker bû.
Min piştre li filmekî İciar Bollaine yê din jî temaşe kir. Dikarim bibêjim, sekna wê ya polîtîk di filmê duyemîn de hîn zêdetir zelal bû. Di van her du filman de jî derhêner dibe xwediyê helwêsta xwe têkoşîna birêxistinî û berhemên xwe bi vê hişmendiyê diafirîne. Ji hêla nêzikatî, daketina bi meseleyê û dilsoziya bi rastiyê ve, filmê wê dişibe filmên derhênerê sosyalîst Ken Loach. Bi ya min peyamên sereke yên vî filmî ev in: Pirsgirêkên civakî bi guherandina hişmendiya şexsî çareser nabin. Di filmê duyemîn de têkoşîna birêxistinî derdikeve pêş.
Ousmane Sembène
Sînemaya Ousmane Sembène
Min di salên 90’î de li filmekî derheqê Efrîkayê de temaşe kiribû. Ne navê filmê ne jî navê derhênerê wê ji bîra min neçûne. Filmê Ousmane Sembène di hinek aliyan de dişibiya belgefilmekê. Bi dîmenên xwezayî û bi muzîkên gelêrî jiyana gelên Efrîkayê rasterast nîşan dida. Ji ber ku min ew film pirr eciband, piştre li gorî derfetên xwe derbarê Sembène de min hinek lêkolîn kir. Niha dixwazim li ser jiyan û kesayetiya vî hunermendê binirx bi kurtasî çend gotinan bibêjim.
Ousmane Sembène li Efrîkayê gelekî navdar e. Ew li Senegalê tê dinyayê. Bi sedema pirsgirêkên aborî perwerdehiya xwe di nîvî de dihêle. Wekî nivîskarê şoreşger Gorkî, ew jî di piçûkatiya xwe de bi dorê di karên cûr bi cûr de dixebite. Him jî xwe bi xwe perwerde dike. Hişmendî û hestên wî yên welatparêziyê gelekî xurt in. Wekî berpirsiyarekî nêzî pirsgirêkên civakî dibe. Ji bo fikr û romanên xwe bi welatiyên xwe re parve bike, di serî de pirtûkan dinivîse. Lê wê demê rêjeya xwendebûna gelê Senegalê pirr kêm e. Ji ber vê yekê Sembène berê xwe dide xebatên sînemayê û diçe Yekîtiya Sovyetan. Li wir nêzî salekê li ser sînemayê perwerde dibe. Piştre zêdetirî deh filman çêdike. Lîstikvanên filmên wî bi tevahî kesên ji nav gel in. Ji hêla aborî ve derfetên wî pirr bi sînor in. Lewma di filmên xwe de amûrên teknîkî pirr hindik bi kar tîne. Filmên Sembène ne tenê li Senegal û Efrîkayê, lê her wiha li rojava jî deng vedidin. Pirraniya rexnegirên welatên rojava pesnê wî didin û wî wekî sînemakarê “întelektuel yê Efrîkayê” bi nav dikin. Derbarê vê mijarê de Sembène dibêje: “Ez ne întelektuel im. Xwe wisa pênase nakim. Ji bo min sînema di serî de amûrekî çalakiyê û polîtîkayê ye. Ji bo min sînemaya şoreşger tiştekî pirr cuda ye. Mînak, ez bi vê yekê bawer im, tenê bi filmekî dikarim rastiya Senegalê biguherînim.
Bi rastî jî wekî Fanon dibêje, di welatên sêyemîn ên dinyayê de rewşenbîrî û biyanîbûn bi hev re derdikevin holê. Rewşenbîrên welatên bindest di bin bandora mêtingeriyê de ji ax û çanda xwe dûr dikevin. Sembène jî ev rastî baş fêm kiriye. Ji bo vê nerazîbûnê nîşanî wan dide. Ji bo bipêşketina gelê xwe di nav tevahiya gelên Efrîkî de hunerê xwe wek amûrekî bi kar tîne. Li gorî wî, huner ne ji bo huner e, lê ji bo gel e. Jixwe, ji bo me hemûyan ev lê ye. Li hemberî sînemaya pîşesaziyî, sînemaya şoreşgerî esas digire û sînemaya çandê çêdike. Her tim çand û zimanê gel derdixe pêş û bandoreke mezin li ser gel çêdike. Bixwebawerî û hêviyeke mezin dide gelên Efrîkî.
Di sala 1997’an de malbata Meliktiyê ya Ingilistanê dixwaze xelata rûmetê ya taybet bide wî. Ji bo vê merasîma xelatê diçe Ingilistanê. Pêşiya xelatdayînê derdikeve ser kursî û di hizûra Melîke Elizabetê de dest bi axaftina xwe dike: “Ji ber ku stran û çîrokên me bi me dide jibîrkirin û sehkirinê li me asteng dike, em ê zimanê we yê xizan red bikin. Ji ber ku bi nav daweta dinyaya hemdem de bi zar teşe didin me, em ê li ber teoriya hunerê we ya seranser rabin. Heta ku em nijadperestî, felsefe, hiqûq û hunerê we ji axên xwe paqij bikin, Efrîka wê bi we re şer bike. Her çendî hûn napejirînin jî kesekî Efrîkî jî herî kêm bi qasî kesekî rojavayî bi rûmet e. Mirov li gel rûmeta xwe tê dinyayê. Rûmeta ku melîke bide, pêdiviya ti kesî pê tine ye!”
Sembène piştî vê axaftina xwe bê xelat ji wir diçe. Di sala 2007’an de wefat dike. Berhemên wî ji bo me û tevahiya gelên azadîxwaz mîrateyeke binirx û dewlemend e. Ez di şexsê wî de sînemakarên şoreşger hemûyan silav dikim. Sembène, Yilmaz Guney, Ken Loach, Steve Mekuin û derhênerên şoreşger ên din, bi berhemên xwe, hêvî û hêza têkoşîna gelên bindest zêde dikin.
Girtîgeha Sîncanê
[1]