Nav paşnav: Servet Uzyandî
Nasnav: Reşîd Farqîn
Cihê jidayikbûnê: #Amed#
Dayik-Bav: Gulîstan-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: #26-06-2018# / Zap
REŞÎD FARQÎN
Hevrêyê me Reşîd li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku sadebûn û welatparêziya Amedê li gel xwe dihewîne, di zarokatiya xwe de li hemberî bûyerên civakî yên li Kurdistanê rû didin, lêpirsînekê dijî. Ji ber hin sedeman malbata hevrêyê me neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike û ev yek jî dike ku hevrêyê me bi hesreta Kurdistanê mezin bibe û di salên dibistanê de Kurdî neaxaftinê qebûl nake û naçe dibistanên pergalê. Hevrêyê me ji bo alikariya debara malbata xwe di gelek karên cuda dixebite. Hevrêyê me Reşîd yê ku dizane bi keda xwe debara xwe bike, di zarokatiya xwe de hîn dibe ku li ser lingên xwe bisekine. Bi fêmkirina pîrozbahiya kedê kar dike û di gelek mijaran de piştevaniya malbata xwe dike. Welatparêzbûna derdora wî ya kar û nakokiyên li gel peyda dibin, dibin wesîle ku di nava xwe de lêpirsînên kûr bijî. Hevrêyê me li gel ciwanên welatparêz di nava hin xebatan de cih digire û bi coş û morala ciwantiyê zêdetir tevlî xebatan dibe. Hevrêyê me di sala 2014’an de di çalakiyeke civakî de birîndar dibe û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezin dike û roj bi roj biryardariya xwe ya têkoşînê bihêztir dike. Şehadetên Têkoşîna Kobanê bandoreke mezin lê dikin. Hevrêyê me Reşîd dixwaze di nava têkoşîna destanî de cihê xwe bigire û biryar dide ku tevlî refên gerîlayan bibe. Di sala 2015’an de ji bajarê Stenbolê berê xwe dide çiyayên Kurdistana ku hesreta wê dikişand û yekem pêngava xwe ya ji bo gerîlatiyê li Zagrosan diavêje.
Hevrêyê me Reşîd li qada Cîlo perwerdeya şervanê nû distîne û bi serbilindiya gerîlabûnê bi kelecaneke mezin tevlî perwerdeyan dibe. Xwezaya Cîloyê ya bêhempa bandoreke mezin li hevrêyê me dike û dixwaze zêdetir vê erdnigariya xweşik hîn bibe. Piştî ku weke gerîlayekî serkeftî perwerdeya şervanê nû temam dike, li qada Cîlo tevlî xebatên pratîkê dibe û di gel şert û mercên çiyayên Zagrosê yên dijwar jî di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe. Hevrêyê me Reşîd bi kesayeta xwe ya pratîk û fedekar hem ji hevrêyên xwe re dibe alîkar û hem jî xwe pêş dixe û bûna gerîlayekî pispor dike armanca xwe. Hevrêyê me di sala 2016’an de di warê akademîk de perwerdeya leşkerî distîne û di di perwerdeyan de weke gerîlayekî pispor der diçe. Hevrêyê me yê ku hem di warê îdeolojîk de û hem jî di warê leşkerî de kûrbûnên xwe zêdetir dike û tim ya haerî baş dike armanca xwe, tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Di perwerdeyan de nirxandinên Rêbertiya me yên têkildarî analîza kesayetan û leşkerbûnê dixwîne û hewl dide xwe di hemû waran de pêş bixe. Hevrêyê me Reşîd jiyana xwe ya di nava pergalê de pirs dike û dixwaze weke mîlîtanekî Apoyî ji pêvajoyê re bibe bersiv û girêdayî vê yekê di warê leşkerî de tecrûbeyan bi dest dixe û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike. Hevrêyê me derfetê bi dest dixe ku kûrbûnên xwe yên di perwerdeyê de di pratîkê de pêk bîne û di gelek xebatan de cih digire. Ji xebatên binesaziyê heya amadekirina tunelên şer di hemû xebatan de bi fedakariya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me Reşîd di sala 2017’an de derbasî herêma Zapê dibe û li vir tecrûbeyên xwe li gel hevrêyên xwe parve dike û berpirsiyariyeke mezin digire ser milên xwe. Hevrêyê me Reşîd bi kesayeta xwe ya kamil û tevlîbûna xwe ya sade di hemû xebatan de bû mîlîtanekî mînak.[1]