Nav paşnav: Melek Paksa
Nasnav: Derya Botan
Cihê jidayikbûnê: Cizîr
Dayik-Bav: Xezal-Osman
Dem û cihê şehadetê: #13-12-2018# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
DERYA BOTAN
Hevrêya me Derya weke ewladeke leheng a xelkê me yê Botanê ku bi hezaran ewladên xwe tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û bi serhildanên xwe timî li ber zilmê rabû, li Cizîra Botan ji dayik bû. Hevrêya me Derya li cihekî welê mezin bû ku li hemberî polîtîkayên qirêj ên sîstemê hişyar bû û di dîroka xwe de gelek lehengî afirand. Lewma hevrêya me Derya jî li gorî kevneşopiya xwe mezin bû, bû xwedî karekter. Hîn di zarokatiyê de ji çîrokên gerîla bi bandor bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û ji derdora wê ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, ji bo tevgera me xwedî sempatiyeke xurt bû. Hevrêya me 8 salan li dibistanên asîmîlasyonê yên sîstemê xwend, di mijara zimanê dayikê de her tim xwedî refleks bû. Li dijî sîstema perwerdeyê ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser yek ziman û yek neteweyê hatiye danîn, neaxaftina bi zimanê dayikê li gel hevrêya me bû sedema hêrseke mezin. Her ku zilma dewleta Tirk a faşîst a li dijî gelê me dît, ji bo bersivê bide lêgerînên xwe kete nava lêpirsînan. Bûyerên ku di salên xwendinê de dît û li hemberî neheqiya dewleta dagirker her tim li rêyeke rizgariyê geriya. Ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike weke karkereke demsalî li deverên cuda xebitî. Pê hesiya ku keda gelê me çawa tê talankirin, sîstem bi zanebûn pêşketina xaka dewlemend a xaka dewlemend a Kurdistanê asteng dike. Zanîbû ku her nirxa bi kedê tê bidestxistin pîroz e, bi vê têgihiştinê tevgeriya. Hevrêya me gelek tişt di salên xwe yên ciwantiyê de jiya, herî dawî şahidî ji Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê re kir. Piştî ku dewleta Tirk a faşîst bi komkujiyan bersiv da daxwaza gelê me ya rêvebirina xwe bi xwe, hevrêya me Derya biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Sond xwar ku tola mirovên me hilîne ku li jêrzemînên li Cizîra Botan bi saxî hatin şewitandin. Zanîbû ku yekane devera ku bersiv ji zilma dewletê re bê dayin û weke jinekê bersivê ji nakokiyên xwe re bibîne refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, lewma sala 2015'an berê xwe da çiyê.
Hevrê Derya dizanîbû ku li hember polîtîkayên înkar û îmhayê ku li gelê tê ferzkirin têkoşîn bi gerîlatiya pispor dibe. Di perwerdeya şervanê nû de bersiv ji nakokiyên xwe re dît. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyek xurt û zehmet girt û di demekê kurt de motiveyî jiyana gerîla bû. Di ferqê de bû ku bi tevlîbûna gerîla mîsyonek dîrokî girtiye ser xwe û bi wê zanabûnê tevgeriya. Piştî perwerdeya xwe bi serketî temam kir li deverên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatên şoreşê bû. Hevrê Derya ku di gelek xebatan de cih girtibû, bi fedakariya xwe ve ji hemû hevalên xwe re bû mîlîtanek mînak. Hevreyê me yê ku her roj li hemberî dijmin hêrsa xwe mezintir dikir, di ferqê de bû ku bi gerîlatiya pispor wê bibe bersiva pêvajoyê. Ji ber vê pêşniyar kir ku derbasî perwerdeyên pisporiyê bibe. Hevreyê me yê bi biryardarî û îdîayek mezin tevlî perwerdeyên pisporiyê bûye, him eskerî him bîrdozî lêhûrbûnên kûr jiyan kir. Li dijî artêşa Komara Tirkiyê ya dagirker ku li hemberî Herêmên Parastina Medyayê operasyon dabû destpê kirin, wek gerîlayekê têgihîştina eskerî û bîrdozî pêk aniye li hemberî şert û mercên herî zehmet xwe amade kir. Materyalên Partiyê ku xwendibû û encamên pêwîst jê derxistibû bi hevalên xwe re parve dikir û her cihê ku lê bû vediguherand qada perwerdeyê. Bi taybetî jî hevrêya me Derya di waneyên artêşbûna jin û Jinelojiyê de lêhûrbûnên kûr jiyankir û wek gerîlayekê YJA Starê ya serketî perwerdeya xwe temam kir. Ji bo tiştên ji perwerdeyê digirt di jiyanê de pêk bîne ket hewldanek mezin û hemû erken girt ser xwe bi serkeftî pêk anî. Bi zanabûna layikî şehîdan bûyîn re tevgeriya û pêşniyara qadên ku şer lê giran in kir. Hevreya me Derya ku bi moral, kedkariya xwe re dihat naskirin û pêwîstiyên nasnameya YJA Starê pêk dianî, bi têkoşîna xwe ve bû hevalê me yê her tim nirx diafiranê. Bi israra xwe ya taktîkên demê pêkanînê de bû jinekê mîlîtan û Apoger a mînak.[1]